Mazlum Ebdî: Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye

  • rojane
  • 17:03 29 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina DYA û Rûsyayê ye û wiha got: “Heke tiştek jê re neyê gotin dibe ku di kêliyê de êriş bike. Em ê têkildarî teqîna li Taksîmê jî di demekî nêz de raporekî biweşînin.” 
 
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rojnamegeran re civîneke online li dar xist û pirsên wan bersivand. Ebdî, da zanîn ku êriş û zextên li ser herêma wan berdewam in û wiha got: “Gelê me û binesaziya herêmê hedef tê girtin. Di êrişên heta niha de herî zêde ziyan gihişt sivîlan. Êrişên li dijî binesaziya herêmê jî bandoreke pir neyînî li ser gel dike.” 
 
TÊ PAYÎN KU JI BEJAHÎ VE ÊRIŞ BIKIN
 
Ebdî, da zanîn ku bi Hêzên Koalîsyona Navneteweyî re xebatên hevpar dimeşînin û wiha domand: “Ji ber êrişên hewayî yên niha jî didomin, me navber da têkoşîna li dijî DAIŞ’ê. Dema em li daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk û agahiyên îstîxbaratê dinihêrin, dibêjin ku dê êrişeke bejahî bê kirin. Di halê hazir de HSD li dijî êrişên Tirkiye û çeteyên girêdayî wê li ber xwe dide. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em amade ne ku xaka xwe biparêzin.” 
 
'DÊ BANDORÊ LI AŞTIYA CÎHANÊ BIKE’
 
Bi domdarî Ebdî got ku ji êrişan ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê tevahiya cîhanê bandor bibe û wiha pê de çû: “Ev êriş dê bandorê li hemû cîhanê û aştiya cîhanê bikin. Heke ev êriş dest pê bikin, em ê dîsa vegerin destpêkê û ew têkoşîna hatiye dayîn dê tevek vala derkeve. Bi milyonan kes li vê herêmê dijîn. Heke êriş bê kirin ev kes dê koçber bibin û drameke mirovahiyê derkeve holê. Liv û tevgera DAIŞ’ê ya li kampê zêde dibe. Yek ji armancên esasî ya van êrişan jî berdana DAIŞ’iyan e. Xetere li ser hemû destkeftiyên me heye. Civaka navneteweyî bertekan nîşanî êrişan dide lê bi têrî pêşîlêgirtina êrişên dewleta tirk nakin. Divê helwestên xurttir bên nîşandan.” 
 
'EM Ê POZÎSYONA XWE LI GORÎ ÊRIŞAN NÎŞAN BIDIN’ 
 
Di berdewamê de Ebdî anî ziman ku wan li seranserî herêmê tevdîrên leşkerî girtine û ev tişt anî ziman: “Dê êrişên dewleta tirk bi Kobanê, Minbic û Til Rifatê bisînor nemînin. Dê Tirkiye li tevahiya sînor êriş bike. Em jî dê pozîsyona xwe li gorî van êrişan bigirin. Her wiha ewlehiya girtîgehên ku DAIŞ’î lê tên ragirtin baş nîne. Bi taybet jî dewleta tirk hêzên ewlekariyê yên Kampa Holê hedef digire. Em dibihîsin ku DAIŞ li vê derê êrişan pêk tîne. Ji bo ku em bikarin tevdîrên ewlehiyê yên berê bigirini, divê êrişên Tirkiyeyê bi dawî bibin.” 
 
LI BENDA ERÊKIRINA DYA Û RÛSYAYÊ NE
 
Têkildarî helwesta Rûsya û DYA’yê de jî Ebdî wiha got: “Tirkiye bi awayekî rasthatî êrişî herêmê dike. Di êrişên berê de deverên diyarkirî kiribûn hedef. Lê di van êrişên dawî de tenê bi herêmekê bisînor nîne. Bi awayekî rasthatî êrişî her deverê û binesaziyê dike. Leşkerên rejîma Sûriyeyê dikuje. Tirkiye li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye. Heke îtîrazeke xurt nebînin, dibe ku jinişkanve êriş bikin. Me ji Rûsyayê xwest ku li gorî peymana di sala 2019’an de tevbigerin.”
 
TEQÎNA STENBOLÊ 
 
Pirsa derheqê teqîna Stenbolê de jî Ebdî wiha bersivand: “Di serî de divê ez bibêjim ku tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne. Em dixwazin bi qasî ku ji destê me tê alîkariyê bidin lêpirsînê. Heta niha her tim medyaya tirk agahî bi raya giştî re parve kirin. Me jî ev agahî xwestin. Me malbatên kesên navborî lêkolînkirin. Me derxist holê ku tevahiya malbata wê têkiliya xwe bi DAIŞ’ê re heye. Îdia kirin ku kesekê bi navê Bîlal Hassan têkiliya xwe bi YPG’ê re heye Lê tu eleqeya me bi vî kesî re nîne. Em ê têkildarî mijarê di demekî nêz de raporekê parve bikin.” 
 

Sernavên din

29/11/2022
18:26 Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
17:11 OHD’a Şirnexê ji bo hevditina bi Ocalan re serî li Baroya Şirnexê da
17:03 Mazlum Ebdî: Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye
16:40 Ji bo bajarên Kurdistanê hişyariya berf û baranê
16:40 Danişîna Osman Şîban hat lidarxistin
16:35 Êrişên li dijî Rojava bi nivîsên li ser dîwaran şermezar kirin
16:30 Li Edeneyê 8 kes hatin berdan
16:15 Di lêpirsîna Enqereyê de 13 jin hatin binçavkirin
16:08 TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir
16:03 ‘Divê kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin’
15:58 Ji binçavkiriyên Manîsayê 7 jê hatin berdan
15:48 Serhildana Îranê di roja 73’emîn de ye
15:31 Navçeya Geverê di bin mij û moranê de ma
15:28 Danişîna rojnameger Çoban hat taloqkirin
15:15 HSD: Li Qeremoxê nexweşxane hat bombebarankirin
15:12 Kişanak ji şandeya dadgehê re got: Hûn çima evqas ditirsin?
15:12 Nobeta Edaletê: Tekane daxwaza me ew e ku dewlet bi qanûnên xwe bike
14:36 Sancar: Armanca wan a stratejîk ew e ku kurdan bêstatû bihêlin
13:31 Ciwan li dijî êrişan meş li dar xistin
13:15 Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan
13:09 Malbata Şenyaşar: Feraseta ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike
12:57 Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive
12:52 Malbatên girtiyan: Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan tên meşandin
12:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ocalan derneket hevdîtina bi CPT’yê re
12:28 Gunay: Pêdivî bi dengê Abdûllah Ocalan heye
12:27 Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide
12:17 Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin
11:21 Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn!
09:51 Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e
09:50 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:49 Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
09:06 Akademîsyena Aştiyê Ozgun: Ev budçe jinan esas nagire
09:04 Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin
09:03 Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
09:02 Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN
28/11/2022
23:06 Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir
22:12 Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir
19:16 Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e
18:26 Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin
16:57 HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin
16:55 Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin
16:52 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:27 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê kolanan neterikînin
16:08 Hevseroka HDP’î ev du roj in di bin çavan de ye
16:07 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: Erdnîgarî qeder nîne
16:05 Kişanak: Doza Kobanê, doza ji holê rakirina çareseriyê ye
15:42 Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin
15:33 ‘Em ê destûrê nedin êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin’
15:19 Gelê Geverê tevî hemû astengiyan jî li dijî ‘şer û dagirkeriyê’ meşiya
13:37 Tahîr Elçî li ber Mînareya Çarling hat bibîranîn: Qasidê aştiyê bû
13:15 Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriyê edliyeyê ye
13:06 Kesên ji ber pankarta Kurdistanê hatin binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin
12:56 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:31 Serokkomarê Iraqê bi şandeya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir
12:03 Li Tekîrdag û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin
11:53 Hewsel bi rengên payîzê xemilî
11:36 116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin
11:25 HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
11:01 Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin
10:55 Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike
10:09 Akkaya ku înfaza wî hatiye şewitandin di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:55 Girtiyê ku dermanên wî nehatin dayîn di hucreya yekkesî de bi edrê ket
09:54 Destê Dayika Aşitiyê ku di 25'ê mijdarê de tundî lê hate kirin ji cih derket
09:35 Canbaz: Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedanê mezin bikin
09:04 Jinên Botanî ku hatibûn binçavkirin: Em ê li ber xwe bidin bila ev jî ji wan re bibe derd
09:04 Tevlibûna daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê weke ‘propagandaya rêxistinê’ hesibandin
09:02 Rojnameger Kawe Fatehî: Serhildana gelan gelek tişt li Rojhilat û Îranê guhert
09:00 Jinên Mahabadî deriyê tirsê şikandine
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
27/11/2022
22:18 OHD: Rêbazên leşkerî wê pirsgirêkê mezintir bikin
21:32 Dewleta tirk gundên Şêrawa bombebaran kirin
21:25 Di komxebata ‘Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan’ de koç hate destnîşankirin
21:03 Xelata yekemîn a Mafê Mirovan û Azadiyê diyarî Jîna Emîniyê hat kirin
20:33 Li Qersê 3 kes hatin binçavkirin
20:27 Rojnamevan Evren: Jin nêzîkî azadiyê ne
19:30 Taşdogen: Divê li dijî ‘jina maqûl’ têkoşîn bê dayîn
18:59 Di êrişan de 3 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
18:48 Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên îranî hatin silavkirin!
18:32 Li Şirnexê 9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Amedsporê li deplasmanê Înegolspor 2 û 0 têk bir
16:55 TMMOB’a Amedê: Binçavkiriyan di zûtirin demê de berdin
16:48 Tundiya mêr-dewletê li Antalyayê bi meşê hat protestokirin
16:29 MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev
15:58 Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin
15:31 Piştî kuştina leşkeran Akar çû ser sînor
15:30 Li Colemêrgê 3 jê jin 16 kes hatin binçavkirin
15:11 Husseîn Ronaghî hate berdan
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin
12:03 ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê
11:55 Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
11:44 Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt
11:26 Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre
10:50 Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê