Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide

  • rojane
  • 12:21 29 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed diyar kir ku êrişên li dijî Rojava di heman demê de êrişeke li dijî şoreşa jinan a li Îranê mezin dibe ye û wiha got: “Armanca bingehîn a Erdogan, şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide.” 
 
Êrişên dewleta tirk ên di şeva 19’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê û Şengalê dayîn destpêkirin didomin. Desthilatdariya AKP’ê, teqîna li Taksîmê ya di 13’ê mijdarê de weke hincet nîşan da û niha jî gefên êrişêke bejahî dixwe. Rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî teqîna li Stenbolê daxuyanî dan û gotin ku faîlên teqînê ji hêzên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk in. 
 
Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed, di rûniştina zoomê ya zindî de ku ji hêla Ofîsa Çapemeniyê ya Kongra Star û Yekînên Parastina Jin (YPJ) ve hat organîzekirin, moderatoriya wê rojnamegera îtalî Benedetta Argentieri dikir û zêdetirî 50 rojnamegerên biyanî tev li bûn de pirsên têkildarî rewşa dawî ya li herêmê, piştperdeya êrişên dewleta tirk, helwesta Koalîsyona li Dijî DAIŞ’ê ya Navneteweyî û Rûsyayê ya li dijî êrişan û xetereyên êrişan ên li ser mafên jinan bersivand. 
 
BI ÊRIŞAN DAIŞ DÎSA ZINDÎ BÛ
 
Newroz Ehmed, diyar kir ku dewleta tirk ev demekî dirêj e fermandarên HSD’ê û rêveberên payebilind hedef digire û wiha got: “Di demên dawî de êriş zêde bûn. Êrişî nexweşxane, dibistan, ceyran û binesaziya herêmê dikin. Sivîl tên kuştin. Weke ku hûn jî dizanin li Dêrikê 11 sivî hatin kuştin. Di gelek êrişan de sivîl hedef girtin. Lê êrişî qadên leşkerî jî kirin. Ev yek, armanca Tirkiyeyê nîşan dide. Weke mînak; li Kampa Holê xistin ku bi hezaran DAIŞş’î û malbatên wan lê tên girtin. Li girtîgeh û navendên binçavkirinê yên DAIŞ’î lê tên ragirtin xistin. Me gelek caran vegotibû bê ka ewlehiya van girtîgehan çiqas zor e. Êrişên dewleta tirk dikin ku DAIŞ dîsa zindî bibe. Lewma ziyanê didin têkoşîna domdirêj a li dijî DAIŞ’ê tê dayîn. Ji roja destpêkirina êrişên dewleta tirk di 20’ê mijdarê de heta niha liv û tevgera DAIŞ’ê ya li herêmê jî zêde bûye. Hewl dan çêbûn ku ji Kampa Holê birevin. Me tespît kir ku hinek hucreyên DAIŞ’ê ketin nava liv û tevgerê. Heta êrişî hêzên me kirin. Li gel vê, gefên êrişa bejahî tên xwarin. Ev yek dê ewlehiya li herêmê serûbin bike. Heke êrişeke bejahî bê kirin, dê bi milyonan kes koçber bibe.
 
ŞOREŞA JINÊ DIKIN HEDEF 
 
Ev êriş dê bandorê li tevahiya herêmê bikin. Tenê dê îslamîstên tundrew û komên terorê ji vê rewşê sûd bigirin. Konjonktura niha ji ya berê cuda ye û li hêla din hilbijartin heye. Li aliyê din jî şerê Ûkraynayê heye û dewletên garantor naxwazin Tirkiyeyê bigirin hemberî xwe. Erdogan ne tenê jinên li herêmê lê êrişî şoreşa jinan a li Îranê jî dike. Li Rojhilata Navîn şoreşeke mezin a jinan heye û welat bi welat belav dibe. Armanca esasî ya Erdogan, şoreşa jinan e ku li Rojava aj dide. Em neçarin ku bi hev re li dijî van êrişan derkevin.”
 
NATO DIBE HEVKARÊ SÛCÊ QIRKIRINÊ
 
Piştî Ehmed jî akademîsyen Lida Käyhkö ku xebatên xwe li Ingilistanê didomîne axivî û wiha got: “Girîngiya jeopolîtîk a Tirkiyeyê bi şerê Ûkraynayê re hîn zêdetir bû. Tirkiye ji vê valahiyê sûd digire. Tirkiye duyemîn mezintirîn artêşa NATO’yê ye û divê bersiva van êrişan bê dayîn. Êrişên li dijî HSD û Rêveberiya Xweser nayên qebûlkirin. Hemû dinya hay ji têkiliyên Tirkiye û DAIŞ’ê heye. Niha êrişî Kampa Holê dike û sedema vê her kes dizane. Kesek divê ji derewa Tirkiyeyê ya têkoşîna li dijî terorê bawer neke. Tirkiye di nava hewldana êrişa qirkirinê de ye. Dixwaze hêzên ku bi têkbirina DAIŞ’ê cîhan ji terorê xelas kirin tune bike. Tevî vê yekê jî NATO çekan difiroşe Tirkiyeyê û dibe hevkarê sûcê qirkirinê. Destûrê dide êrişên Tirkiyeyê yên li ser çar parçeyên Kurdistanê. Li hundir jî êrişî siyaseta demokratîk û siyasetmedaran dike. Ev yek nîşanî me dide ku meseleya wê ya esasî têkoşîna li dijî terorê nîne. Rojava li hemberî pergalên mêrserdest alernatîfek afirand. Nîşanî me da bê ka jin dikarin çi bikin û li dijî vê zexta tirsnak şer bikin. Bandora vê jî niha li Îranê dibe ku bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li ber xwe didin. Tekane rêyeke heye ku ev xwîn bê sekinandin, ew jî çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên siyasî ye.” 
 
PEYAMA PIŞTEVANIYA BI JINÊN ÎRANÎ RE 
 
Ehmed, pirsên rojnamegeran jî bersivand û got ku hewldanên wan ên ji bo guftûgo û rêyên çareseriyê yên bi rejîma Sûriyeyê, Rûsya û DYA’yê re berdewam in. Têkildarî Îranê jî Ehmed ev tişt anî ziman: “Li Îranê îradeya gel di bin dorpêçê de ye. Rejîma Îranê, bi awayeke hovane êrişî çalakvanan dike ku daxwaza mafên xwe dikin. Em careke din dibêjin ku em bi jinên îranî re ne.” 
 
'TU ELEQEYA ME BI ÊRIŞA TAKSÎMÊ RE NÎNE’
 
Bi domdarî Ehmed da zanîn ku dewleta tirk bi teqîna li Taksîmê re bingehek bo êrişên xwe amade kiriye û wiha pê de çû: “Em piştgiriyê didin her lêpirsînên serbixwe yên têkildarî teqîna li Stenbolê. Tu têkiliya hêzên me bi Albashir an jî bi faîlên din re nîne. Her wiha gelek xebatên me yên hevpar bi Swêdê re hene. Di mijara antî-terorê de jî hevkariya me heye. Planeke Tirkiyeyê hebû û xwest pêk bîne. Lê ya rast tu bandor li me nekir. Em dikarin bibêjin ku Tirkiye negihişt armanca xwe.” 
 
'BERPIRSYARTIYÊN GELAN JÎ HENE’
 
Ehmed, got ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê piştî êrişên dewleta tirk kampanya daye destpêkirin û wiha derbirî: “Ji bo ku ev kampanya bi ser keve, berpirsyartî dikeve ser milê gelên wan welatan jî. Li vir jiyana bi milyonan kesan di bin xetereyê de ye. Em dixwazin di nava aramî û aştiyê de bijîn.” 
 
‘HÊZA ME HEYE KU LI DIJÎ ÊRIŞAN BISEKININ’
 
Herî dawî jî Ehmed ev tişt anî ziman: “Tirkiye ji ber rewşa xwe ya jeopolîtîk, xwe pir mezin dibîne. Hêzên navneteweyî dikarin ji bo pêşîlêgirtina êrişên dewleta tirk mieyîdeyan ferz bikin û rojnameger û siyasetmedar vê mijarê di rojevê de bihêlin. Piştevaniya gelan jî pir girîng e. Banga me ji bo hemû dost û hikûmetan ew e ku zextê li dewleta tirk bikin. Em ê li dijî van êrişan berxwedaneke mezin raber bikin. Hêza me heye ku li dijî van êrişan bisekinin.”
 

Sernavên din

29/11/2022
18:26 Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
17:11 OHD’a Şirnexê ji bo hevditina bi Ocalan re serî li Baroya Şirnexê da
17:03 Mazlum Ebdî: Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye
16:40 Ji bo bajarên Kurdistanê hişyariya berf û baranê
16:40 Danişîna Osman Şîban hat lidarxistin
16:35 Êrişên li dijî Rojava bi nivîsên li ser dîwaran şermezar kirin
16:30 Li Edeneyê 8 kes hatin berdan
16:15 Di lêpirsîna Enqereyê de 13 jin hatin binçavkirin
16:08 TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir
16:03 ‘Divê kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin’
15:58 Ji binçavkiriyên Manîsayê 7 jê hatin berdan
15:48 Serhildana Îranê di roja 73’emîn de ye
15:31 Navçeya Geverê di bin mij û moranê de ma
15:28 Danişîna rojnameger Çoban hat taloqkirin
15:15 HSD: Li Qeremoxê nexweşxane hat bombebarankirin
15:12 Kişanak ji şandeya dadgehê re got: Hûn çima evqas ditirsin?
15:12 Nobeta Edaletê: Tekane daxwaza me ew e ku dewlet bi qanûnên xwe bike
14:36 Sancar: Armanca wan a stratejîk ew e ku kurdan bêstatû bihêlin
13:31 Ciwan li dijî êrişan meş li dar xistin
13:15 Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan
13:09 Malbata Şenyaşar: Feraseta ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike
12:57 Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive
12:52 Malbatên girtiyan: Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan tên meşandin
12:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ocalan derneket hevdîtina bi CPT’yê re
12:28 Gunay: Pêdivî bi dengê Abdûllah Ocalan heye
12:27 Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide
12:17 Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin
11:21 Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn!
09:51 Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e
09:50 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:49 Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
09:06 Akademîsyena Aştiyê Ozgun: Ev budçe jinan esas nagire
09:04 Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin
09:03 Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
09:02 Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN
28/11/2022
23:06 Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir
22:12 Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir
19:16 Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e
18:26 Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin
16:57 HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin
16:55 Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin
16:52 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:27 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê kolanan neterikînin
16:08 Hevseroka HDP’î ev du roj in di bin çavan de ye
16:07 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: Erdnîgarî qeder nîne
16:05 Kişanak: Doza Kobanê, doza ji holê rakirina çareseriyê ye
15:42 Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin
15:33 ‘Em ê destûrê nedin êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin’
15:19 Gelê Geverê tevî hemû astengiyan jî li dijî ‘şer û dagirkeriyê’ meşiya
13:37 Tahîr Elçî li ber Mînareya Çarling hat bibîranîn: Qasidê aştiyê bû
13:15 Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriyê edliyeyê ye
13:06 Kesên ji ber pankarta Kurdistanê hatin binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin
12:56 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:31 Serokkomarê Iraqê bi şandeya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir
12:03 Li Tekîrdag û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin
11:53 Hewsel bi rengên payîzê xemilî
11:36 116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin
11:25 HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
11:01 Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin
10:55 Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike
10:09 Akkaya ku înfaza wî hatiye şewitandin di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:55 Girtiyê ku dermanên wî nehatin dayîn di hucreya yekkesî de bi edrê ket
09:54 Destê Dayika Aşitiyê ku di 25'ê mijdarê de tundî lê hate kirin ji cih derket
09:35 Canbaz: Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedanê mezin bikin
09:04 Jinên Botanî ku hatibûn binçavkirin: Em ê li ber xwe bidin bila ev jî ji wan re bibe derd
09:04 Tevlibûna daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê weke ‘propagandaya rêxistinê’ hesibandin
09:02 Rojnameger Kawe Fatehî: Serhildana gelan gelek tişt li Rojhilat û Îranê guhert
09:00 Jinên Mahabadî deriyê tirsê şikandine
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
27/11/2022
22:18 OHD: Rêbazên leşkerî wê pirsgirêkê mezintir bikin
21:32 Dewleta tirk gundên Şêrawa bombebaran kirin
21:25 Di komxebata ‘Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan’ de koç hate destnîşankirin
21:03 Xelata yekemîn a Mafê Mirovan û Azadiyê diyarî Jîna Emîniyê hat kirin
20:33 Li Qersê 3 kes hatin binçavkirin
20:27 Rojnamevan Evren: Jin nêzîkî azadiyê ne
19:30 Taşdogen: Divê li dijî ‘jina maqûl’ têkoşîn bê dayîn
18:59 Di êrişan de 3 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
18:48 Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên îranî hatin silavkirin!
18:32 Li Şirnexê 9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Amedsporê li deplasmanê Înegolspor 2 û 0 têk bir
16:55 TMMOB’a Amedê: Binçavkiriyan di zûtirin demê de berdin
16:48 Tundiya mêr-dewletê li Antalyayê bi meşê hat protestokirin
16:29 MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev
15:58 Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin
15:31 Piştî kuştina leşkeran Akar çû ser sînor
15:30 Li Colemêrgê 3 jê jin 16 kes hatin binçavkirin
15:11 Husseîn Ronaghî hate berdan
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin
12:03 ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê
11:55 Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
11:44 Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt
11:26 Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre
10:50 Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê