Jinan li Mêrdînê got: Me carekê tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê têkoşîna her bidome

  • rojane
  • 12:37 25 Mijdar 2022
  • |
MÊRDÎN - Jinan xwest bi boneya 25'ê Mijdarê li Mêrdînê meşê li dar bixin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Di çalakiyê de jinan got ku wan tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê li her qadê li dijî tundiya mêr-dewletê têkoşîna xwe bidomînin.
 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan a Şahmaranê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî xwest li Mêrdînê meşekî li dar bixe. Bi vê boneyê li ber deriyê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kom bûn û xwestin ber bi Parka Karayollariyê ve bimeşin. Di çalakiyê de jinan pankarta “Li dijî faşîzmê û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e” hat vekirin û çalakvanan dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, Kobanê nakeve” û “Bijî berxwedana Kobanê” berz kirin. Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Hevseroka HDP’a Mêrdînê Berîvan Bahçecî, hevşaredar, endam û rêveberên HDP, DBP, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Platforma Jinan a Şahmaranê, Meclisa Jinan û gelek sazî tev li çalakiyê bûn.
 
Lê belê avahiya partiyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û meş hat astengkirin. Li dijî vê yekê jinan dirûşm berz kirin. Di vê navberê de komeke jinan ku Hevseroka HDP’a Mêrdînê Berîvan Bahçecî jî di nav de bû, bi meş hatin ber deriyê partiyê û bertek nîşanî dorpêçê dan. 
 
‘BERXWEDANA JINAN GEŞTIR DIBE’
 
Daxuyaniya 25’ê Mijdarê ji hêla Rêvebera HDP’a Mêrdînê Ayşe Bozan ve hat xwendin. Bozan, diyar kir ku mîrateya Xwişkên Mîrabelan dewr girtine û têkoşîna wan heta roja me roj bi roj mezintir dikin û wiha domand: “Îro tê zanîn ku jin hem li Kurdistan û Tirkiyeyê hem jî li tevahiya cîhanê bi awayekî fîzîkî, di qada aborî, civakî, siyasî, çandî û felsefî de li rastî her cureyên êrişan tên. Em dikarin bibêjin ku di modernîteya kapîtalîst de çawa ku jin hatin binaxkirin; pergala mêran jî her ku çû, rê û rêbazên êrişên xwe kûrtir kirin. Îro jî bi şêweyekî hovanetir êriş dike. Lê li dijî pergala baviksalariyê, pêşketinên berxwadana jinan êdî bi awayekî herikbar xwe diguherîne û geştir dibe.”
 
BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞAN DAN 
 
Di berdewamê de Bozan bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û domand: “Jin di qada dîroka berxwedanê de cihê xwe digire. Mînaka herî berbiçav berxwedana jinên Rojava ye. Li dijî êrişên DAIŞ a xwînmij û devkeftar, berxwedaneke bêhempa û dîrokî dan. Îro êrişên hewayî yên leşkerî ku dewleta tirkî dibe ser Kobanê, Tel Rifat, Şengal û Rojava, êrişa li dijî jiyana nû, jiyana hevpar û azad e ku yekser li dijî nirxên mirovahiyê ye.”
 
AKARSEL Û EMÎNÎ HATIN BIBÎRANÎN
 
Bi domdarî Bozan, Nagihan Akarsel û Jîna Emînî bi bîr anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nagihan Akarsel a ku ji hêla netew- dewletê ve hat qetilkirin, yek ji van jinan bû. Nagîhan edîtor û akademîsyena Jineolojiyê bû ku zanista jinê ye, dîroka jinan ji nû ve û bi çavên jinan; destkeftî û zanebûna jinan ku ji hêla zîhniyeta nêrza ve hatiye dizîn, raxist ber çavan. Kuştina wê, tirsa zîhniyeta nêrza ya li hemberî zanebûna jinan dide nîşandan. Bi hezar salan vê pergalê xwe li ser olê, qaşo bi nirxên exlaqî, li ser tunebûna jinê da jiyîn. Ev pergal xwe bi qetilkirina Jîna Emînî ya ku ji bo porê wê xuya dikir, xwe da nîşandan. Lê jinan îro ji bo tayek porê rêhevaleke xwe ya jin cîhan tev ser û bin kirin. Heta niha di van çalakiyan de 342 mirov hatine qetilkirin û îdama 15 hezar kesan hatiye erêkirin.”
 
BANG LI DESTHILATDARIYÊ KIRIN
 
Bozan, bal kişand ser tundiya li ser jinan a li Tirkiyeyê û daxuyanî bi vê bangê bi dawî kir: “Li gorî dane û lêkolînan, rêjeya tundiyê herî zêde li Tirkiyeyê heye. Anku li Tirkiyeyê ji her 10 jinan 4 jê bi tundiya mêran re rûbirû dimînin. Destdirêjî, tacîz û tundiya li ser jinên girtîgehan ku dibe sedema xwe kuştina jinan, şêweyeke din ê tundiya dewleta AKP- MHP’ê ya li ser girtîgehan e. Jin wê her dem li ser piyan bin û li dijî êrişên li ser nirx, destkeftî û axa xwe, têbikoşin. Wê xwedî li Kobanê û destkeftiyên ku ji Kobanê derketine biparêzin. Di vê çarçoveyê de banga me ji bo hemû derdorên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî ew e ku li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe derxînin. Em bang li hikûmetê dikin ku dest ji van êrişên xeternak berde. Her wiha banga me ji bo hêzên navneteweyî jî ew e ku nebin parçeyeke vê komployê. Em kesên ku di êrişên hemwext ên li ser Kobanê, Tel Rifat û Şengalê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”
 
‘ME CAREKÊ TOVÊ JIYANÊ AVÊTIYE VÊ AXÊ’
 
Piştre jî Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar bertek nîşanê dorpêçê da û ev tişt anî ziman: “Ji bo jinan barîkatan danin lê li hêla din kujeran diparêzin. Di bingeha siyaseta AKP-MHP’ê de qirkirin, tunekirin, kuştin û necezakirina kujeran heye. Kolan ên me ne, em dê stran, gotin û dirûşmên xwe li kolan û li her derê bistirîn û bibêjin. Me carekê tovê azadiyê avêtiyê vê axê. Em li hemberî we gavekê jî paşde naavêjin. Em ê têkoşîna xwe li her deverê bidomînin.” 
 
Çalakî, bi çepik û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

27/11/2022
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:56 ÎHD: Bila girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan
15:43 Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin
15:27 ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî
15:17 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
14:55 Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin
14:54 Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn
14:28 Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn
14:22 Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê
14:09 Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye
13:54 Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin
13:52 Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye
13:51 Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin
13:16 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
13:07 Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin
13:06 Binçavkiriyên pankarta Kurdistanê li miduriyeta polîsan tên ragirtin
13:06 Rencuzogûllari: DAIŞ li ser axa di bin garantoriya dewleta tirk de rehet digere
12:14 Polîsan lingê Turker a tev li meşa 25’ê Mijdarê bûbû şikand
11:57 Xwişka Garîbe Gezer: Ji kesên dixwazin re delîl pir in lê nîyeta dozger nîne
11:56 Digotin 6 saet emrê wê heye, lê 45 salî ye!
11:21 Bi keviran êrişî rêxistina HDP'a Çûkûrovayê kirin
10:48 Belavkarê Ozgur Gundemê Adnan Işik 29 sal berê hate qetilkirin
10:31 Parêzera girtiyê du destên wî nînin: Dewlet tolê dihilîne
10:13 Mak Pirtûk dest bi pirtûkfiroşiyê kir
09:11 Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand
09:03 ‘Qedexekirina konseran asîmlasyon e'
09:02 Surucu: Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê
09:01 Rapora pêzaniyê: Kî li kê xistiye nediyar e, lê her kes li hev dixe
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
25/11/2022
22:20 Li Şirnexê panela 25'ê Mijdarê hat lidarxistin
21:34 Li Stenbolê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' olan da
21:25 Li Cizîrê 23 kes serbest hatin berdan
20:07 Li Amedê ji 47 kesên hatibûn binçavkirin 31 kesên din jî hatin berdan
18:30 Dîmenên îşkencekirina Garîbe Gezerê derketin holê
18:08 Leyla Guven: Dê hesabê bidin
17:53 Kişanak: Dîtina kiryaran dê dîroka Tirkiyeyê rûnî bike
16:37 Hejmara binçavkiriyên li Mêrsînê derket 25’an
16:20 Ji ber cezayê muebbetê lê hatiye birîn nehiştin bi dayika xwe ya nexweş re biaxive
16:02 Nobeta Edaletê hat astengkirin
15:44 QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên 2 rojan aşkere kir
15:29 Li Girtîgeha Eregliyê zexta psîkolojîk dikin
14:49 HDP: Êrişên li ser Guzelê bi rêya Meclisê hatin berdewamkirin
14:34 Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de polîsan tundî li jinan kir
14:17 Komîna Tevna Jînê strana bi navê “Jîna’yê” strand
14:15 Jin li qadan e: Li dijî tundiyê peyamên têkoşîna hevpar
12:53 Bi pankartan êrişên hewayî şermezar kirin
12:37 Jinan li Mêrdînê got: Me carekê tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê têkoşîna her bidome
12:17 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in
12:08 Li Eskîşehîrê xwendekar hatin binçavkirin
12:07 Emîne Şenyaşar ‘li dijî tundiyê’ ev 627 roj in li ber xwe dide
12:02 Ji bo tevlibûna danişîna ‘doza tacîza zayendî’ banga tevlibûnê hat kirin
11:18 Li Mêrsînê 15 kes hatin binçavkirin
11:07 Îdianameya derheqê Fîncanci de hat amadekirin
10:44 Çalakiyên li Cadeya Îstîklalê hatin qedexekirin
10:43 Şehba û Zirgan hatin bombebarankirin
10:30 Platforma Yekitiya Jinan: Jinan serî netewandin, pêşengtiyê dikin
10:21 Rojnameger Boran: Rûsyayê bi berdêla veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişê da
09:15 Prof. Dr. Aktar: Gava mesele hat ser kurdan konsensusa neteweyî çêbû
09:13 Min tirs danî aliyekî û çûme Rojhilat û Îranê
09:05 Mele: Bikaranîna kîmyasalê li dijî mirovahiyê ye, guneh û heram e
09:04 ‘Muxalefeta ku dema mijar dibe Ocalan û kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare pirsgirêkan çareser bike'
09:02 KNK: Me seferberiya yekitiya neteweyî îlan kir
09:01 Akademîsyen Zebarî: Ev komîsyon ji bo hilweşandina rejîma Erdogan belgeyeke mezin e
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
24/11/2022
22:32 Li Sîlopiyayê karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:31 Agir bi konê koçeran ket: Zêdetirî sed heywanên wan mirin
21:27 Li Farqînê polîsekî xwe kuşt
18:59 Hasan Dal piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:53 ‘Faşîzma AKP-MHP’ê nikare têkoşîna me têk bibe’
17:49 Têkildarî mirina Garîbe Gezer biryara neşopandinê hate dayîn
17:01 Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê pirsa kîmyasalê bêbersiv hişt
16:41 OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Rihayê da
16:35 ‘Şahid’ îfadeya xwe qebûl nekir, Akdag dîsa nehate berdan
16:21 Li Wanê welatiyekî ji ber bêkariyê hewl da xwe bikuje
16:17 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
16:16 Banqeya Navendî polîtîkaya xwe ya faîzê daxist
16:10 Jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan: Em ê li qadan bin
16:09 Ji Amerîkaya Latîn û Efrîqayê bertekên li dijî êrişên ser Rojava: Divê em bikevin nava tevgerê
15:46 Stranbêj Derya Cengîz ji ber gotina stranekê lêborîn xwest
15:29 ÎHD’ê bîlançoya salekê ya tundiya li ser jinan a bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:16 Li melayê ku destdirêjî li zarokekî kirî 21 sal cezayê hefsê hat birîn