Akademîsyen Zebarî: Ev komîsyon ji bo hilweşandina rejîma Erdogan belgeyeke mezin e

  • rojane
  • 09:01 25 Mijdar 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Dr. Haşim Zebarî diyar kir ku komîsyona ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî yê qedexekirî hatiye avakirin girîng e û got: "Heger belge û îspat bikevin destê vê komîsyonê, Iraq dikare êrîşên rejîma Erdogan ên li ser Başûr û Rojavayö bide sekinandin. Ev, dê ji bo hilweşandina hikûmeta Erdogan wê bibe belgeyeke mezin."  

 
Di 16'ê Mijdarê de Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe, komîsyoneke taybet ava kir. Di vê çarçoveyê de komîsyon dê biçe herêmên ku operasyonên Tirkiyeyê lê didomin û li wir lêkolînan bike. Li seranserê cîhanê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî gelek bertek hatin nîşandin. Di encama berxwedana hat dayin de komîsyona lêkolînkirin hat avakirin. Komîsyon bû cihê meraqê ku dê li herêmê di kîjan astê de xebatên xwe bide meşandin. Der barê girîngiya avakirina komîsyonê de Akademisyen Dr. Haşim Zebarî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî.
 
'EV PÊNGAVEKE GELEK GIRÎNG E'
 
Zebarî anî ziman ku tevî hemû îspat û belgeyan jî hêzên navneteweyî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê nedane sekinandin û wiha axivî: "Çend meh in ku dewleta tirk a dagirker bi navê operasyona 'Çengê Qifil' (Pençe-Kîlît) ji hewa û bejahiyê ve êrîşan dike. Bi taybetî jî li deverên Zap û Metîna şereke dijwar heye. Leşkerên dagirker ên Tirkiyeyê ku nikarin heta pêşketinekê bi dest bixin darbeyên mezin standine. Ji ber vê yekê jî ji meha Tîrmehê vir ve çekên kîmyewî yên li seranserê cîhanê qedexekirî bi kar tînin. Ev çek li deverên Zap û Metînayê bi kar anîne. Heta ev çek li deverên nêzikî Şêladizê û Amûdê jî bi kar anîne. Gerîlayên HPG'ê çekên kîmyewî bi delîlan bi hemû rêxistinên navneteweyî û mafê mirovan re parve kirine. Bi van belgeyan hatiye piştrastkirin ku dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar anîne. Cara yekem e ku ji Brîtanyayê yek ji endamê parlementoya Brîtanyayê bikaranîna çekên kîmyewî bi tund rexne kir û daxwaz kir ku dewleta tirk bê sekinandin. Lê heta niha jî gavên girîng nehatine avêtin. Herî dawî ji parlementoya Iraqê hat xwestin ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî komîsyonek bê avakirin. Ev pêngaveke gelek girîng e. Ev tê wê wateyê ku hikûmeta Iraqê girîngiyê dide vê mijarê. Lê lêkolînkirin û şandina vê şandeyê ya ber bir wan deveran jî girîng e. Wê hikûmeta Başûrê Kurdistanê alîkarî bide vê komîsyonê yan na, wê destûr bide ku ev şande bi awayekî ewle biçe wan deveran lêkolîn bike yan na? Nizanim. Yan jî hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî wê weke rejîma Erdogan tevbigere û destûr nede ku ev komîsyon biçe wan deveran xebateke baş bike. Heger hikûmeta Başûrê Kurdistanê piştgiriyê bide vê komîsyonê wê îspatên gelek mezin bên bidestxistin. Lê heger piştgirî nede jî wê hevkariya wan careke din bê piştraskirin."
 
'DIVE KU HIKÛMETA BAŞÛR HEVKARIYA IRAQÊ BIKE'
 
Haşim Zebarî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser avakirina komîsyonê û got ku divê ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê piştgiriyê bide vê komîsyonê û wiha domand: "Bêgûman çûyina wan deveran û lêkolînkirin ne hêsan e. Divê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hevkariyê li gel Iraqê bike ku bigihên encamên baş. Heger HPG, PKK li wan deveran alîkariyê bide vê komîsyonê ez di wê baweriyê de me ku wê encamên gelek baş bên bidestxistin. Lê heger hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi wan re bibe alîkar encax ev encam derbikeve. Lê belê der heqê alîkariya Başûrê Kurdistanê de ez bi xwe bifikarim. Çimkî Hikûmeta Başûr her carê dikeve bin bandora Tirkiyeyê. Ez bawer nakim ku saziyên fermî yên Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de hevkariya Iraqê bikin. Avakirina vê komîsyonê xwedî bi wate û girînge. Di encamê vê lêkolînê de Iraq dikare bi awayeke qanûnî di protekolên navdewletî de gilî Tirkiyeyê bike. Heger ev belgeye ketin destê Iraqê de dikare pêşkeşî qedexekirina çekên kîmyewî ya navdewletî bike. Di encama van belgeyan de Ewrupa, Emrikî û çendî dinya dikarin Tirkiyeyê protesto bikin. Dikarin hikûmeta Erdogan ku li hemberî gelê xwe û li dijî kesên azadîxwez bikar tîne biguherînin. Heta ku OPWC nikare înkara bikaranîna çekên kîmyewî bike. Wê ji wan bê xwestin ku dosya bê lêkolîn kirin.Erdogan di dîrokê de wekî dîktatorekî ku çekên kîmyewî bikar aniye bê tomarkirin. "
 
'EV YEK JI BO HILWEŞANDINA REJÎMA ERDOGAN BELGEYEKE'
 
Akademîsyen Haşim Zebarî bi lêv kir ku heger komîsyon encameke baş bi dest bixe wê dewleta Tirkiyeyê neçar bimîne ku hikûmete nû ava bike û got ku di heman demê de wê bibe sedemê sekinandina êrîşên qirkirinê ku li ser Rojava û Başûr tên kirin û got: "Niha hikûmeta Iraqê ya nû hatiye hilbijartin. Hêviyên me ji hikûmeta Iraqê ya nû heye. Gelek soz dane gel ku wê hin dosyayan çareser bike.Bi taybetî jî ew peymanên ku bi Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re hatine çêkirin. Di madeya 140 ya deverên nakok ku veqetiyan Herêma Kurdistanê li gel Bexda. Mijara peşmerge, butçe û daravî ya li herêmê gotine ku wê çareser bikin. Heta ku ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî û dest dirêjiyên Tirkiyeyê bikeve nav hewlêdanan. Niha li Îranê rewşeke awarte heye.  Komera Îslamî ya Îranê dixwaze ku pirsgirêkên xwe biavêje derveyî sînor. Yek ji van hewledanan jî bi hîzbên xwe yên çekdarî êrîşî komên çekdarî yên kurdî ku li deverên Silêmaniyê û Hewlêrê hene dike. Roj bi roj topbaranê dike. Her wiha di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de jî tifaqek heye. Tirkiye ne tenê li Başûrê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo ku dagir bike di nav hewledanan de ye. Operasyoneke qirkirina gelê kurd daye destpêkirin û doza vê dike. Rewşeke gelek xetere. Lê heger ev komîsyona ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye avakirin karê xwe bi awayeke cidî bike wê encamên gelek bi serkeftî bên bi dest xistin. Heger belge û îspat bikevin destê vê komîsyonê, Iraq dikare êrîşên rejîma Erdogan ê li ser Başûr û Rojava bide sekinandin.Ji bo hilweşandina hikûmeta Erdogan wê bibe belgeyeke mezin."
 

Sernavên din

27/11/2022
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:56 ÎHD: Bila girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan
15:43 Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin
15:27 ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî
15:17 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
14:55 Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin
14:54 Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn
14:28 Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn
14:22 Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê
14:09 Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye
13:54 Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin
13:52 Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye
13:51 Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin
13:16 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
13:07 Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin
13:06 Binçavkiriyên pankarta Kurdistanê li miduriyeta polîsan tên ragirtin
13:06 Rencuzogûllari: DAIŞ li ser axa di bin garantoriya dewleta tirk de rehet digere
12:14 Polîsan lingê Turker a tev li meşa 25’ê Mijdarê bûbû şikand
11:57 Xwişka Garîbe Gezer: Ji kesên dixwazin re delîl pir in lê nîyeta dozger nîne
11:56 Digotin 6 saet emrê wê heye, lê 45 salî ye!
11:21 Bi keviran êrişî rêxistina HDP'a Çûkûrovayê kirin
10:48 Belavkarê Ozgur Gundemê Adnan Işik 29 sal berê hate qetilkirin
10:31 Parêzera girtiyê du destên wî nînin: Dewlet tolê dihilîne
10:13 Mak Pirtûk dest bi pirtûkfiroşiyê kir
09:11 Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand
09:03 ‘Qedexekirina konseran asîmlasyon e'
09:02 Surucu: Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê
09:01 Rapora pêzaniyê: Kî li kê xistiye nediyar e, lê her kes li hev dixe
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
25/11/2022
22:20 Li Şirnexê panela 25'ê Mijdarê hat lidarxistin
21:34 Li Stenbolê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' olan da
21:25 Li Cizîrê 23 kes serbest hatin berdan
20:07 Li Amedê ji 47 kesên hatibûn binçavkirin 31 kesên din jî hatin berdan
18:30 Dîmenên îşkencekirina Garîbe Gezerê derketin holê
18:08 Leyla Guven: Dê hesabê bidin
17:53 Kişanak: Dîtina kiryaran dê dîroka Tirkiyeyê rûnî bike
16:37 Hejmara binçavkiriyên li Mêrsînê derket 25’an
16:20 Ji ber cezayê muebbetê lê hatiye birîn nehiştin bi dayika xwe ya nexweş re biaxive
16:02 Nobeta Edaletê hat astengkirin
15:44 QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên 2 rojan aşkere kir
15:29 Li Girtîgeha Eregliyê zexta psîkolojîk dikin
14:49 HDP: Êrişên li ser Guzelê bi rêya Meclisê hatin berdewamkirin
14:34 Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de polîsan tundî li jinan kir
14:17 Komîna Tevna Jînê strana bi navê “Jîna’yê” strand
14:15 Jin li qadan e: Li dijî tundiyê peyamên têkoşîna hevpar
12:53 Bi pankartan êrişên hewayî şermezar kirin
12:37 Jinan li Mêrdînê got: Me carekê tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê têkoşîna her bidome
12:17 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in
12:08 Li Eskîşehîrê xwendekar hatin binçavkirin
12:07 Emîne Şenyaşar ‘li dijî tundiyê’ ev 627 roj in li ber xwe dide
12:02 Ji bo tevlibûna danişîna ‘doza tacîza zayendî’ banga tevlibûnê hat kirin
11:18 Li Mêrsînê 15 kes hatin binçavkirin
11:07 Îdianameya derheqê Fîncanci de hat amadekirin
10:44 Çalakiyên li Cadeya Îstîklalê hatin qedexekirin
10:43 Şehba û Zirgan hatin bombebarankirin
10:30 Platforma Yekitiya Jinan: Jinan serî netewandin, pêşengtiyê dikin
10:21 Rojnameger Boran: Rûsyayê bi berdêla veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişê da
09:15 Prof. Dr. Aktar: Gava mesele hat ser kurdan konsensusa neteweyî çêbû
09:13 Min tirs danî aliyekî û çûme Rojhilat û Îranê
09:05 Mele: Bikaranîna kîmyasalê li dijî mirovahiyê ye, guneh û heram e
09:04 ‘Muxalefeta ku dema mijar dibe Ocalan û kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare pirsgirêkan çareser bike'
09:02 KNK: Me seferberiya yekitiya neteweyî îlan kir
09:01 Akademîsyen Zebarî: Ev komîsyon ji bo hilweşandina rejîma Erdogan belgeyeke mezin e
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
24/11/2022
22:32 Li Sîlopiyayê karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:31 Agir bi konê koçeran ket: Zêdetirî sed heywanên wan mirin
21:27 Li Farqînê polîsekî xwe kuşt
18:59 Hasan Dal piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:53 ‘Faşîzma AKP-MHP’ê nikare têkoşîna me têk bibe’
17:49 Têkildarî mirina Garîbe Gezer biryara neşopandinê hate dayîn
17:01 Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê pirsa kîmyasalê bêbersiv hişt
16:41 OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Rihayê da
16:35 ‘Şahid’ îfadeya xwe qebûl nekir, Akdag dîsa nehate berdan
16:21 Li Wanê welatiyekî ji ber bêkariyê hewl da xwe bikuje
16:17 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
16:16 Banqeya Navendî polîtîkaya xwe ya faîzê daxist
16:10 Jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan: Em ê li qadan bin
16:09 Ji Amerîkaya Latîn û Efrîqayê bertekên li dijî êrişên ser Rojava: Divê em bikevin nava tevgerê
15:46 Stranbêj Derya Cengîz ji ber gotina stranekê lêborîn xwest
15:29 ÎHD’ê bîlançoya salekê ya tundiya li ser jinan a bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:16 Li melayê ku destdirêjî li zarokekî kirî 21 sal cezayê hefsê hat birîn