Ji Amerîkaya Latîn û Efrîqayê bertekên li dijî êrişên ser Rojava: Divê em bikevin nava tevgerê

  • cîhan
  • 16:09 24 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE – Rojnameger, partiyên siyasî û tevgerên ji Amerîkaya Latîn û Efrîqayê têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “Divê em li dijî êrişên qirkirinê bikevin nava liv û tevgerê.” 
 
Rojnameger, partiyên siyasî û tevgerên çepgir ên ji welatên Arjantîn, Şîlî, Kolombiya, Meksîka, Kosta Rîka, El Salvador, Venezuella, Haîtî û Kenyayê, têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar dan û êriş şermezar kirin. Daxuyaniya hevpar ji hêla 27 partî, tevger û rojnamegeran ve hat îmzekirin û wiha hat gotin: “Em nikarin destûra qirkirinê bidin. Divê em bikevin nava liv û tevgerê.” 
 
NIRXÊN NAVNETEWEYÎ HATIN BINPÊKIRIN 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em careke din dibin şahidê hovîtî û faşîzma li gelê kurd tê kirin. Bombebarankirina Rojava ya ji hêla hêzên emperyalîst ve nîşanî me da ku berevajî gotinên fermî; rêz ji mafên mirovan û mafê tayînkirina qedera xwe ya gelên xizan re nayê nîşandan, di dinyayeke azad de najîn, rêz ji mafê wan ê jiyanê re nayê girtin û nîşan da ku em li cîhaneke ku qirkirin, şer û mêtingerî lê zêde de dijîn. Tirkiye tenê bi bombebarankirina gelê kurd re bisînor nema, her wiha hemû nirxên navneteweyî yên ji hêla hiqûqa mirovî ya navneteweyî ve hatine destnîşankirin binpê kir û çekên kîmyewî bi kar anîn. Beşeke civaka navneteweyî di bin hukmê hêzên emperyalîst de ye û beşek jî ji ber qelsiya xwe ya bîrdozî û siyasî li gorî berjewendiyên van hêzan tevdigerin û di nava bêdengiyeke kambax de ne. 
 
ÊRIŞA LI DIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD
 
Di piştperdeya vî şerê qirkirinê ya li dijî gelê kurd û çapemeniya kurd de mebesta tunekirina têkoşîna rewa ya gelê kurd ê wêrek û demokratîk, krîmînalîzekirina doza wan û bêdengkirina çapemeniya azad e. Em dixwazin ku dawî li van êrişan bê anîn, girtiyên siyasî bê şert bên berdan û rê li ber gelê kurd were vekirin ku jiyana xwe ya azad ava bike. 
 
BANGA KETINA NAVA TEVGERÊ
 
Weke her carê, di vî şerî de herî zêde jin, zarok û kal dibin qurbanî û heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Banga me ji bo hemû hêzên demokratîk, partî, gel, şoreşger û tevgerên civakî ew e ku xwedî li mafê avakirina pêşeroja xwe ya azad a gelê kurd derkevin. Banga me ji bo hemû hêzên demokrasiyê ew e ku li dijî van êrişên nû yên bêrehm û êrişkariyê derkevin û şermezar bikin. Em nikarin destûrê bidin ku qirkirin bidome û divê em bikevin nava liv û tevgerê. Bijî mafê azadî, jiyan, serxwebûn, serwerî û mafê xwe birêvebirinê yê gelê kurd. Kurdistan dê bi ser keve.” 
 
KESÊN DAXUYANÎ ÎMZE KIRIN
 
Kes, rêxistin û partiyên ku daxuyanî îmze kirin ev in:
 
“Arjantîn Partido Revolucionario de los Trabajadores (PRT)
 
Arjantîn, Radio Nacional
 
Arjantîn, Ricardo Rubén Zarra Orán, Cantautor, Salta
 
Arjantîn, Organización Libres del Pueblo (OLP) Resistir y Luchar
 
Şîlî, Cristián Silva, Radio El Pueblo de Colina
 
Şîlî, Comisión de Derechos Humanos de Quilpué
 
Şîlî, Cabildo desde los Derechos Humanos, Quilpué
 
Şîlî, Agrupación de Familiares de Ejecutados Políticos y Detenidos Desaparecidos, Valparaíso
 
Şîlî, Cordón Asambleas Territoriales en Lucha del Marga-Marga,
 
Şîlî, Radio de Villa Alemana, Limache
 
Şîlî, Radio Cordón Marga-Marga,
 
Şîlî, Colectivo 31 de Julio, Valparaíso
 
Şîlî, América Rebelde
 
Şîlî, IPNews Agency y RPI
 
Kolombiya, J. Manuel Arango C. de CLARIN de Colombia
 
Kolombiya, William Fortich Palencia,  Red de Comunicación y Cultura, Bagota; Boletín Fogoncito Creativo
 
Kosta Rîka, Martín Rodriguez Espinoza, Partido Vanguardia Popular
 
Ekvador, Movimiento Guevarista Tierra y Libertad, MGTL
 
EE.UU, Manuel Loli, IPNews Agency
 
El Salvador, Centroamérica Ada Membreño del Partido Socialista Centroamericano, PSOCA
 
El Salvador, Centroamérica, Rael Oshun, El Socialista Centroamericano (Diario)
 
El Salvador, Centroamérica, Nelson Araya, Radio Farabundo Martí
 
Haîtî, Jean Clebert Elouis, Mundo Haití
 
Kenya, Partido Comunista de Kenia
 
Meksîka, Frente Nacional de Lucha por el Socialismo, FNLS
 
Puelmapu, Juana Antieco, Lof Mapuche Tehuelche Newentuaiñ Inchiñ Costa de Lepa Chubut
 
Venezuela, Lila Ferrer integrante de Chavismo Sur y la Federación Internacional de Escritores por la Libertad, FIEL”
 

Sernavên din

27/11/2022
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:56 ÎHD: Bila girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan
15:43 Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin
15:27 ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî
15:17 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
14:55 Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin
14:54 Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn
14:28 Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn
14:22 Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê
14:09 Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye
13:54 Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin
13:52 Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye
13:51 Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin
13:16 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
13:07 Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin
13:06 Binçavkiriyên pankarta Kurdistanê li miduriyeta polîsan tên ragirtin
13:06 Rencuzogûllari: DAIŞ li ser axa di bin garantoriya dewleta tirk de rehet digere
12:14 Polîsan lingê Turker a tev li meşa 25’ê Mijdarê bûbû şikand
11:57 Xwişka Garîbe Gezer: Ji kesên dixwazin re delîl pir in lê nîyeta dozger nîne
11:56 Digotin 6 saet emrê wê heye, lê 45 salî ye!
11:21 Bi keviran êrişî rêxistina HDP'a Çûkûrovayê kirin
10:48 Belavkarê Ozgur Gundemê Adnan Işik 29 sal berê hate qetilkirin
10:31 Parêzera girtiyê du destên wî nînin: Dewlet tolê dihilîne
10:13 Mak Pirtûk dest bi pirtûkfiroşiyê kir
09:11 Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand
09:03 ‘Qedexekirina konseran asîmlasyon e'
09:02 Surucu: Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê
09:01 Rapora pêzaniyê: Kî li kê xistiye nediyar e, lê her kes li hev dixe
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
25/11/2022
22:20 Li Şirnexê panela 25'ê Mijdarê hat lidarxistin
21:34 Li Stenbolê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' olan da
21:25 Li Cizîrê 23 kes serbest hatin berdan
20:07 Li Amedê ji 47 kesên hatibûn binçavkirin 31 kesên din jî hatin berdan
18:30 Dîmenên îşkencekirina Garîbe Gezerê derketin holê
18:08 Leyla Guven: Dê hesabê bidin
17:53 Kişanak: Dîtina kiryaran dê dîroka Tirkiyeyê rûnî bike
16:37 Hejmara binçavkiriyên li Mêrsînê derket 25’an
16:20 Ji ber cezayê muebbetê lê hatiye birîn nehiştin bi dayika xwe ya nexweş re biaxive
16:02 Nobeta Edaletê hat astengkirin
15:44 QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên 2 rojan aşkere kir
15:29 Li Girtîgeha Eregliyê zexta psîkolojîk dikin
14:49 HDP: Êrişên li ser Guzelê bi rêya Meclisê hatin berdewamkirin
14:34 Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de polîsan tundî li jinan kir
14:17 Komîna Tevna Jînê strana bi navê “Jîna’yê” strand
14:15 Jin li qadan e: Li dijî tundiyê peyamên têkoşîna hevpar
12:53 Bi pankartan êrişên hewayî şermezar kirin
12:37 Jinan li Mêrdînê got: Me carekê tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê têkoşîna her bidome
12:17 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in
12:08 Li Eskîşehîrê xwendekar hatin binçavkirin
12:07 Emîne Şenyaşar ‘li dijî tundiyê’ ev 627 roj in li ber xwe dide
12:02 Ji bo tevlibûna danişîna ‘doza tacîza zayendî’ banga tevlibûnê hat kirin
11:18 Li Mêrsînê 15 kes hatin binçavkirin
11:07 Îdianameya derheqê Fîncanci de hat amadekirin
10:44 Çalakiyên li Cadeya Îstîklalê hatin qedexekirin
10:43 Şehba û Zirgan hatin bombebarankirin
10:30 Platforma Yekitiya Jinan: Jinan serî netewandin, pêşengtiyê dikin
10:21 Rojnameger Boran: Rûsyayê bi berdêla veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişê da
09:15 Prof. Dr. Aktar: Gava mesele hat ser kurdan konsensusa neteweyî çêbû
09:13 Min tirs danî aliyekî û çûme Rojhilat û Îranê
09:05 Mele: Bikaranîna kîmyasalê li dijî mirovahiyê ye, guneh û heram e
09:04 ‘Muxalefeta ku dema mijar dibe Ocalan û kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare pirsgirêkan çareser bike'
09:02 KNK: Me seferberiya yekitiya neteweyî îlan kir
09:01 Akademîsyen Zebarî: Ev komîsyon ji bo hilweşandina rejîma Erdogan belgeyeke mezin e
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
24/11/2022
22:32 Li Sîlopiyayê karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:31 Agir bi konê koçeran ket: Zêdetirî sed heywanên wan mirin
21:27 Li Farqînê polîsekî xwe kuşt
18:59 Hasan Dal piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:53 ‘Faşîzma AKP-MHP’ê nikare têkoşîna me têk bibe’
17:49 Têkildarî mirina Garîbe Gezer biryara neşopandinê hate dayîn
17:01 Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê pirsa kîmyasalê bêbersiv hişt
16:41 OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Rihayê da
16:35 ‘Şahid’ îfadeya xwe qebûl nekir, Akdag dîsa nehate berdan
16:21 Li Wanê welatiyekî ji ber bêkariyê hewl da xwe bikuje
16:17 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
16:16 Banqeya Navendî polîtîkaya xwe ya faîzê daxist
16:10 Jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan: Em ê li qadan bin
16:09 Ji Amerîkaya Latîn û Efrîqayê bertekên li dijî êrişên ser Rojava: Divê em bikevin nava tevgerê
15:46 Stranbêj Derya Cengîz ji ber gotina stranekê lêborîn xwest
15:29 ÎHD’ê bîlançoya salekê ya tundiya li ser jinan a bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:16 Li melayê ku destdirêjî li zarokekî kirî 21 sal cezayê hefsê hat birîn