MÊRSÎN - Ji bo Zinarîn Cûdî ya HPG'î ya bi çekên kîmyewî hatibû qetilkirin mewlûd hat dayîn.
Li Taxa Demîrtaş a navçeya Toroslarê ya Mêrsînê ji bo Zinarîn Cûdî (Gûrbet Oran) a HPG'î ku di êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê de hatibû qetilkirin, mewlûd hat dayîn. MEBYA-DER, TÛAY-DER a Çûkûrovayê, HDP'a Mêrsînê û gelek kes tevlî mewlûdê bûn. Di mewlûdê piştî duayan ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.
PIştî rêzgirtinê rêvebirê MEBYA-DER'ê Mehmet Hazar axivî. Hazar wiha got: "Em xwedî li bîranîna wê derdikevin. Bi gazên kîmyewî qetilkirina şehîdên me nayê qebûlkirin. Bila serê gelê kurd û rêberê me sax be."