Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin

  • rojane
  • 10:14 1 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Hempîşeyên rojnamevanan diyar kirin ku ji bo desthilat bikeve pêş mafê nûçe agahî girtina civakê rojnamevan girtine û got: “Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin.”
 
Di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Enqere de di 25’ê cotmehê de Midura Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî, Emrûllah Acar û nûçegihanên Jinnewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger di 29’ê cotmehê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.  
 
Nûçeyên ku rojnamevanan çêkirin, hevdîtinên bi telefonan û çavkaniyên nûçeyan re, gera di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de kirin sedemê girtina wan. Hempîşeyên wan bertek nîşanî îşkencekirin û girtina rojnamevanan dan û bal kişandin ser bêhiqûqiyê. 
 
 ‘EM Ê KELEHA FAŞÎZMÊ BI PÊNÛSÊ XWE HILWEŞÎNIN’
 
Nûnera Enqereyê ya Rojnameya Alinterî Zarîfe Çamalan, diyar kir ku nivîsîna rastiyan desthilat aciz kiriye û wiha got: “Ji ber bêçaretiya xwe feraseta agahî girtina civakê xest dikin, ji holê radikin, bi zext û êrişan diqûtifînin û hewl didin bêdeng bikin. Nekarîn vê yekê bikin, wê bi sernekevin jî. Çapemeniya Azad bi salan e bi êrişan re rûbirû maye. Rojnamevan, ne tenê bi mûameleya faşîst a di bin çavan de rûbirû dimînin li qadan jî tên derbkirin, binçavkirin û tundî li wan tê kirin.”
 
Çamalan, bi lêv kir ku desthilat dixwaze civakê bi van êrişan qûtifîne û wiha axivî: “Ev yek nekarîn pêk bînin, li dijî vê bertek zêde ne û piştevaniya me mezin e. Ne çapemeniya azad bêdeng bû ne jî dê bêdeng be, em ê keleha faşîzmê bi pênûsê xwe hilweşînin.”
 
KAMPANYAYA REŞKIRINÊ YA DESTHILATÊ
 
Seroka Şaxa Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) ya Enqereyê Sîbel Hurtaş bi lêv kir ku di demeke ber bi hilbijartinê ve diçin de desthilat hewl dide çapemeniyê reş bike û wiha axivî: “Di serî de kedkarên Çapemeniya Azad, çapemeniya kurd bi zextên pir cidî re rûbirû dimîne. Mirov dikare vê weke ‘kampanyaya reşkirinê’ bi nav bike. 16 hevalên me di 16 hezîranê de hatin girtin, pişt re em bi nûçeya girtina 9 hevalên me yên rojnamevan re rûbirû man. Dozên ku li 160 rojnamevanên kurd hatine vekirin hene. Di demeke ku ber bi hilbijartinan ve diçin de operasyoneke wisa ne tesaduf e.”
 
‘EM Ê LI PEY RASTIYAN BERNEDIN’
 
Hurtaş, bi lêv kir ku rojnamevan ji ber nûçeyên ku çêkirine hatin girtin û wiha berdewam kir: “Bifikirin ku rojnamevanek ji ber nûçeyên ku çêdikin û pirtûkên li mala wan hatine dîtin tên darizandin. Ji vê re jî dibên ‘endamtiya rêxistinê’. Dizanin ku serê lêpirsînê nagihe tu deran. Di 16’ê hezîranê de 16 hevalên me hatin girtin. Em ketin meha mijdarê lê hêj îdianame li holê tune ye. Nekarîn sûcekê biafirînin. Rojnamevanî ne sûc e. Hevalên me rojnamevantiya mafparêz kirin û ji bo vê hatin krîmînalîzekirin. Nûnerên Çapemeniya Azad, hedef hatine girtin. Dema em li dîmenên ku hatine servîskirin dinêrin, ji bilî hevalên hatin binçavkirin hevalên din ên li malan jî rastî mûameleya nebaş hatine, berê çekên lûle dirêj dane serê wan û îşkence li wan kirine. Em rastiya ku hevalên me dişopandin bernadin. Em ê di vê lêgerîna heqîqetê de li cem wan bin.”
 
‘EM ŞAHIDÊ ROJNAMEVANTIYA WAN IN’
 
Nûnerê DÎSK Basin Îş’ê yê Herêma Anatoliya Navîn Tûrgût Dedeoglû jî diyar kir ku biryara dadgehê dayî siyasî ye û ev tişt gotin: “Em şahidê rojnamevantiya hevalên xwe ne. Her çiqas bêjin ‘ne rojnamevan in jî’ bi şêweyê xwe yê jiyanê, bi nivîsîn û tiştên dikin rojnamevan in. Rojnamevanî karê nivîsîna rastiyan e, wêrekiya nîşandana rastiyan e. Me gelek tiştên nikarin bên nivîsîn û xwendin bi rêya Çapemeniya Azad dîtin. Avahiyên wan bên bombekirin û belavkarên wan bên qetilkirin jî wê karê xwe bidomînin. Rojnamevanî ne sûc e. Em ê binivîsin û nîşan bidin ku rojnamevanî ne sûc e.”
 
 

Sernavên din

03/11/2022
11:49 Rojnameger Bûlût zilma li dijî girtiyên nexweş ragihand
11:34 KCDP: Di nava 10 mehan de 275 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin
11:18 #NûçeyekêJîTuBişîne
11:01 Jina ku polîs destdirêjî lê kiriye: Hêj niha jî gefan dixwe, bila were girtin
10:38 Mûayeneya bikelemçe li rojnamevan Şahînlî ferz kirin
10:28 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 185’an
10:15 Şirnex xwe ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ amade dike: Em dengê xwe derxînin
10:13 Bi çavê rojnamegerekî girtî Girtîgeha Sîncanê
10:01 Fermandar Newroz Rojhilat: Çi bibe bila bibe em ê herêma xwe biparêzin
09:02 Ji jinên êzidî: Wan em ji komkujiyê xelas kirin, divê em xwedî li wan derkevin
09:02 Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan: Dê alternatîfa modernîteya kapîtalîst bê nîqaşkirin
09:01 Hevseroka KURD-AKAD'ê: Li dijî çekên kîmyewî avakirina toreke piştevaniyê bivênevê ye
09:01 ‘Em di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom dibin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:43 Senatorê Baskî ji bo rojnamevanan pêşniyazpirsek pêşkeş kir
02/11/2022
21:04 Hûlûsî Akar li Colemêrgê ye
20:54 Li Wanê 3 keya hatin binçavkirin
16:59 Buldan çû serdana MA û JINNEWS’ê: Dê pênûsa wan li erdê nemîne
16:54 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ dan
16:37 Oluç: Hûn neçarin ku çand û baweriyan li makeqanûnê binivîsin
16:36 Di hilbijartina Danîmarkayê de çepgir bi ser ketin
16:30 Cezayê hefsê li rojnamevan Şahîn û Gayip hate birîn
16:11 OHD’ê serdana xwendekarên fakulteya hiqûqê kir
15:45 Di doza Denîz Poyraz de giliyê dadgeh û cendirmeyan hat kirin
15:42 Sekreterê Giştî yê NATO’yê wê serdana Tirkiyeyê bike
15:36 Tevî gefên rejîma Îranê jî çalakî belav dibin
15:12 Kedkarên perwerdeyê li gelek bajaran dev ji kar berdan û daxwazên xwe ragihandin
14:49 Doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat taloqkirin
14:49 Dayikên Aştiyê jî dê tev li ‘Meşa Mirovahiyê’bibin
14:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî çekên kîmyewî di roja 10’an de didome
14:25 Malbata Şenyaşar: Edliyeya Rihayê jî dê bibe mûze
14:16 Li Girtîgeha Dumluyê paceyên hucreyan ên tavê lê dida hatin girtin
14:05 Beştaş: Kesên hatine girtin rojnamevan in, ez bi xwe şahid im
13:47 Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re ji bo rojnamegerên girtî banga piştevaniyê kirin
13:46 Wezîr Yanik bi dowîzên ‘Jin jiyan azadî’ hate şermezarkirin
13:26 Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Hûn ê hesaba vê bidin û ji şerman serê xwe bitewînin
12:54 Malbatên girtiyan: Dijminatiyê li girtiyan dikin
12:38 Polîsan zerar da gora Bariştiran
12:35 Parêzerê Dedeogûllari: Di doza êrişê de darizandin li gorî usûlê nehat kirin
12:09 Şahidiniya ‘Yildiz’ ê di gelek dozan de weke ‘şahidê nepen’ hate nîşandan hate betalkirin
11:30 Derbarê kesên li dijî aktivîteya qeyûm derketin de lêpirsîn hate destpêkirin
11:20 Karayilan ji bo çekên kîmyewî bang kir
10:43 Dadgehê bi hinceta ‘girtîgeh tije ne’ daxwaza sewqkirinê ya Ancar red kir
10:36 Parvekirina muzîka kurdî bi 3 salan hate cezakirin
10:12 Ji bo meşa Silopiya bang kirin: Em bikaranîna çekên kîmyewî bidin sekinandin
09:36 Şanoger Sadeghî: Tevî hemû pirsgirêk û zextan jî pêwîst e em dest ji armanca xwe bernedin
09:02 Ji ber 'poşmantî' qebûl nekiriye berdana Deyîş 6 mehan hatiye taloqkirin
09:02 'Çekên kîmyewî ne tenê mirov, bandorê li xwezayê jî dikin'
09:02 Kurdêya dêya xwe, Zinarîna têkoşînê
09:01 Olûç: Madem tu dibêjî min çekên kîmyewî bi kar neaniye, nexwe destûra vekolandinê bide
09:01 Rojnamevan Alagaş: Em ê hêzê ji têkoşîna Nagîhanê bigirin û rêya xwe bidomînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2022'YAN
01/11/2022
22:39 Mafparêzên li Îzmîrê: Demildest Fîncanciyê berdin!
21:21 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê navenda Şengalê bombebaran kir
20:20 Roja Kobanê ya Cîhanê: Hêmana demokratîk a sedsala nû li Rojhilata Navîn bû model
19:54 Ji bo Zinarîn Cûdî ya bi çekên kîmyewî hat qetilkirin mewlûd hat dayîn
19:10 Li Amedê Meşa Kobanê: Em ê li her derî têkoşîna felsefeya Kobanê bimeşînin
17:04 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser êrişên çekên kîmyewî
17:04 Civîna komîsyona ji bo Guzel a HDP’î hatibû avakirin hat taloqkirin
16:46 ‘Kobanê neket û dê nekeve’
16:41 Di merasîma 40 rojiya mirina Jîna Emîniyê de 17 kurd hatin kuştin
16:41 Dozgerê derbarê rojnamevanan de lêpirsîn da destpêkirin ji HSK’ê hat pirsîn
16:18 ‘Bi girtinan armanc dikin ku civakê û rojnamevanan bêdeng bikin’
15:50 Keştiya penaberan li Behra Egeyê binav bû
15:26 Buldan: Rojnamegerên hatine girtin rûmeta demokrasiyê ne
15:19 Di nava 5 mehan de 26 rojnamevan hatin girtin
14:46 Înîsiyatîfa Maf serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Girtina rojnamevanan dê li Amedê were şermezarkirin
14:27 Doza Kobanê: HDP’ê banga tundiyê nekiriye
14:18 Hêzên rejîma Îranê, Komarê 16 salî qetil kirin
13:57 Cenazeyên gelek leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê
13:46 Kedkarên perwerdeyê sibe dev ji kar ber didin
13:31 Dîroka bi berxwedanê hatiye nivîsîn: Roja Rojava ya Cîhanê
13:31 Daxwaza betalkirina darizandina parlamenter Kaya hat redkirin
13:04 Derbarê Şaredarê Rezanê yê berê de wê mutalaa bê amadekirin
12:42 Ji bo benzînê zemekê nû hat kirin
12:36 Li Mêrsînê kesek hate girtin
12:26 Ivana Hoffman a YPJ’î: Kobanê bû sembola vîna jinan
12:21 Rojnamevanên hatin girtin: Pênûsê heqîqetê nayê çemandin
11:59 'Gelo rewşa girtiyên nexweş di rojeva kîjan partiyên siyasî de heye?'
11:41 20 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
11:36 Koç ê HDP’î: AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin
11:11 DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin
10:14 Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin
09:48 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya 2 salî, bi navê “Şoreşa Jinê” derket!
09:37 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin
09:03 Ji bo 'Meşa mirovahiyê' bang kir: Divê rê li ber lêkolînê bê vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN
31/10/2022
19:50 Mahîr Unalê AKP'î ji peywira xwe istifa kir
19:10 Rojekê av nedane rojnamevanên girtî
17:40 Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin
16:25 Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin
16:17 Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’ê kirin
15:54 TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
15:49 Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin
15:30 Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin
15:24 Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
15:18 Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin
15:14 Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin