AMED - Nivîskarê kurd Hogir Berbir vê sibe li Midûriyeta Polîsan a Amedê hat binçavkirin.
Nivîskarê kurd Hogir Berbir (Hamdûllah Daşçi), çend roj ji berê li cihê karê lê dixebite, bi kesekî re nîqaş kiriye û piştî bûyerê polîsên ku hatibûn li cihê kar neheqî li wî kirine. Berbir ji ber vê yekê vê sibehê çûye Midûriyeta Polîsan a Navçeya Çinara Amedê da ku derbarê polîsan de gilî bike. Lê hat zanîn ku polîsan, Berbir li emniyetê kirine binçavan.
Hat zanîn ku piştî nîvro dozger dê îfadeya Berbir bigire.