Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in

  • rojane
  • 10:13 31 Cotmeh 2022
  • |
img
RIHA - Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Ayşe Efendî ku berxwedana Kobanê vegot, bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî yên li Kurdistanê û wiha got: “Em ji dûrûtiya cîhanê re dibêjin bes e. Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in.”
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, serkeftina berxwedana gel a li Kobanê ku di 14-15’ê Îlona 2014’an de DAIŞ’ê êrişê wê kir, bû serkeftina mirovahiyê. Gelê Kobanê ku bi berxwedana xwe ya li dijî tarîtiyê re rêyeke nû vekir, DAIŞ têk bir û nîşanî gelên cîhanê da ku jiyaneke nû pêkan e. Berxwedana Kobanê ku li Cîhanê deng veda, li her derê xwedî lê hate derketin. Li çar aliyên cîhanê ku di nava wan de xwediyên Xelatên Aştiyê yên Nobelê, akademisyen, rewşenbîr, nivîskar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di nav de bi banga bi hezaran kesan 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin. 
 
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî ku parçeyek ji berxwedana Kobanê ya ji bo wê gelek stran, sirûd, fîlm, belgefîlm hatin amadekirine, pêvajoya ku jiyane vegot. 
 
HÊVIYA HEVPAR A GELAN
 
Ayşe Efendî ku di dema êrişên li ser Kobanê zêdebûn de Hevseroka Dîwana Kobanê ya Meclisa Gel a Rojava bû, diyar kir ku bi xwîna şehîdan serkeftin hatiye bidestxistin û wiha got: “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi hêviya hevpar a gelan, bi xwîna şehîdan û têkoşîna Apogerî çêbû. Gelê kurd daket qadan û ji hemû cîhanê re gotin ‘em li vir in’. Ev berxwedan ji dîroka mirovahiyê re bi tîpên zêrîn hatine nivîsîn.”
 
‘ZAROKÊN KOBANÊ LI BER XWE DAN’
 
Efendî, destnîşan kir ku kesên li Kobanê li berxwedan û li mîrateya berxwedanê xwedî derketin zarokên Kurdistanê bûn û wiha berdewam kir: “Bi banga Rêber Apo re herkesê berê xwe da Kobanê û dilê wan li vir lê dida. Ji ber ku li Kobanê heqîqet hebû. Li Kobanê kesên esas li ber xwe didan hebûn. Zarokên me tenê ji bo zimanekî, neteweyekê netêbikoşiyan. Ji bo hemû cîhanê têkoşiyan û di vê oxirê de canên xwe dan. Ji bo jinên cîhanê bi DAIŞ’ê re şer kirin ji bo mirovahiyê têkoşiyan. Ji ber vê yekê herkes li Kobanê xwedî derket.”
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ 
 
Efendî, anî ziman ku çawa wan ji bo mirovahiyê têkoşiya bin divê hemû cîhan jî ji bo wan têbikoşe û destnîşan kir ku îro Kurdistanî tên qetilkirin. Efendî, bang kir ku cîhan rastiya kurd bibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kobanê bi berxwedana jinên ciwan, kal û ciwanan hate nasîn. Kobanê bi tev li bûna şoreşê ya Kurdistanê hate naskirin. Kobanê bi kesên Ewropayê hatin re hate nasîn. Dilê herkesê li Kobanê lê da. 1’ê Mijdarê destkeftiyeke ku gelê kurd bi dest xistiye ye. Banga me li gelan ew e ku kesên wê demê xwedî li Kobanê derketin bi heman awayî careke din li Kobanê xwedî derkevin. Em bang dikin ku li dijî DAIŞ’a zarokên me qetilkirin û Erdogan ê Kobanê hedef digire li cem me rawestin û bi hev re têbikoşin.”
 
‘EM BAWERÎ GELÊ XWE DIKIN’
 
Efendî, bi lêv kir ku di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li 31 welatan gelan li ser navê azadî aştiyê bi Kobanê re di nava piştevaniyê de bûn û diyar kir ku Kobanê bû serkeftina mirovahiyê. Efendî, anî ziman ku bi demê re piştevaniya bi Kobanê re qels bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tenê di 1’ê Mijdarê de ji Kobanê re bûn deng. Lê ev têra nake. Divê li Kobanê, Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava xwedî li kurdan bê derketin. Divê careke din ji bo vîna xweseriya demokratîk bê qebûlkirin zext li dewletên navnetewî bê kirin. Divê kurd weke vîneke leşkerî, civakî û siyasî were qebûlkirin. Li pêş çavên hemû cîhanê 17 zarokên me bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Em ji dûrûtiya cîhanê ya li dijî gelê kurd re dibêjin bes e. Em bi projeyên xwe, rêveberiya xwe, şehîdên xwe, gelê xwe, serkeftin û destkeftiyên xwe re zelal in. Divê dewlet jî li dijî me zelal bin. Ji ber vê yekê em vê bi awayekî vekirî û zelal dibêjin; êdî baweriyê me bi tu kesê nayê. Em tenê bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in.”
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

31/10/2022
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin