‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'

  • rojane
  • 09:02 29 Cotmeh 2022
  • |
img

ÊLIH - Li Êlihê nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan û gotin ku kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin. 

 
Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi awayeke berfireh êrîş dan destpêkirin. Di êrîşan de heta niha 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn û 44 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-STAR) jiyana xwe ji dest dane. Di 18'ê Cotmehê de jî nasnameya 17 endamên HPG û YJA-Starê yên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane, kesan bi raya giştî re hat parvekirin û bi dû jî dîmenên 2 endamên HPG'ê ku ji kîmyasalê bandor bûne hatin belavkirin. Ev dîmen bûn cihê bertekên mezin.
 
Nûnerên partiyên siyasî yên li Êlihê jî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan û gotin ku bi binçavkirin û girtinan hatiye xwestin ku ser "sûc" bê nixumandin. 
 
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Huseyîn Sarik bibîr xist ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewletên cîhanê ve hatiye qedexekirin û wiha got: “Kî çekên kîmyewî bi kar tîne ne girîng e. Kî bi kar tîne bila bîne, lê divê şandeyeke serbixwe ya navneteweyî vê yekê kontrol bike. Divê hiqûqa navneteweyî di vî warî de cidiyeta xwe nîşan bide û ji bo eşkere bike ka tiştekî wiha heye yan na, divê mudaxil bibe." Sarik, helwesta hin derdorên muxalif ên deng ji xwe dernaxin jî rexne kir û wiha got: “Mixabin dema ku mijar dibe gelê kurd, gelek derdorên ku dibêjin ew muxalif in, xwedî heman pratîkê ne. A rast bi bêdengbûnê dibin şirîkê vêî sûcî. Rexnekirina bikaranîna çekên kîmyewî tiştekî mirovî ye."
 
Sarik bilêv kir ku hedefgirtina xebatkarên Çapemeniya Azad ên bikaranîna çekên kîmyewî kirine rojev û hedefgirtina Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanciyê ku xwest ev yek bê lêkolînkirin tê wateya "rengvedana girtina li ser sûc e" û wiha got: "Desthilat bi derûniya sûcdariyê êrişan dike. Ev êriş ji ber ku 'li ser sûc hatine zevtkirin' tên kirin." 
 
‘BILA BÊ LÊKOLÎNKIRIN'
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Êlihê Rûken Onat jî bal kişand ser dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî û got: “Ev dîmen û bikaranîna çekên kîmyewî metirsîdar in. Tê gotin ku nehatine bikaranîn. Nexwe divê komîteyeke serbixwe biçe cihê bûyerê û li wir lêkolînan bike. Ger îro gav neyên avêtin, dibe ku em bi qonaxek hîn xirabtir re rû bi rû bimînin. Seddam Husên jî di destpêkê de bi bikaranîna çekên kîmyewî bûbû rojev. Paşê bi deh hezaran kurd bi çekên kîmyewî qetil kirin. Çekên kîmyewî birînên kûr di bîra kurdan de çêkirine. Pêwîst e ev yek derbasî qada navneteweyî bibe û lêkolîn bên kirin. Sûcên bi çekên kîmyewî, li seranserê cîhanê sûc in." 
 
‘SÛÇ TÊ KIRIN'
 
Hevserokê Partiya Çep a Keskan a Êlihê Sedef Ozdemîr jî diyar kir ku Tirkiye endamê Peymana Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî ye û got: “Welatên endamên vê peymanê nikarin çekên kîmyewî hilberînin. Nasname û unîformî çi dibe bila bibe, alî mecbûr in ku li gorî vê peymanê tevbigerin. Dewletên ku tevnegerin hem qanûnên şer hem jî hiqûqa şer binpê dikin û sûc dikin. Lewma divê Tirkiye dawî li operasyonên xwe yên li Herêma Kurdistana Federe bîne û heyeteke serbixwe bişîne herêma ku bûyer lê qewimiye."
 
Ozdemîrê bal kişand ser dîmenên hatin belavkirin û binçavkirina xebatkarên çapemeniyê û girtina Seroka TTB'yê Şebnem Korûr Fîncanciyê û wiha got: "Em kesên doza dmeokrasî û azadiyê dikin, em ê her tim azadiya fikr û ramanê, em ê jiyanê û serdestiya hiqûqê biparêzin." 
 
MA / Fethî Balaman 
 

Sernavên din

31/10/2022
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin