Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê 'Meşa mirovahiyê' bê lidarxistin

  • rojane
  • 14:15 26 Cotmeh 2022
  • |

ŞIRNEX - KCD, HDP, DBP, TJA, TUHAD-FED, MED-DER, NÇM, Platforma Koçberiyê û Dayikên Aştiyê ji bo tevlibûna meşa ku dê li dijî çekên kîmyewî bi dirûşma “Li hemberî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” li Silopiyayê were lidarxistin, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk li dijî mirovahiyê sûc dike û divê kesek bêdeng nemîne.

 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYADER), TUHAD-FED, MED-DER,NÇM, Platforma Koçberiyê, Hawirdor, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê têkildarî meşa ku dê di 6’ê mijdarê de bi dirûşma “Li hemberî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” bê lidarxistin, li avahiya HDP’a Silopiya ya Şirnexê daxuyanî dan. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP’a Şirnexê û navçeyên wê tev li daxuyaniyê bûn û banga tevlibûna meşê kirin. 
 
Daxuyaniya hevpar ji hêla Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hat xwendin. Ozturk, bal kişand ser êrişên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn û wiha got: “Êrişên Tirkiyeyê yên li ser xaka Herêma Kurdistanê ji sala 2021’an û vir ve bê navber didomin. Di dîmenên ku derketine holê de diyar dibe ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla artêşa tirk ve, endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest dane. Li gel vê, li erdnîgariyeke berfireh wêraniya ekolojîk hat jiyîn û hemû jîndarên ku li herêmê dijîn zirareke mezin dît û vê jî di civakê de rê li ber hêrseke mezin vekir. Bi qasî ku em li ser çapemeniyê dibînin, tê diyarkirin ku endamên PKK’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane.” 
 
‘PEYMANA NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE’
 
Ozturk, di berdewamê de anî ziman ku Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî re peymanên navneteweyî binpê dike û wiha domand: “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer û mirovahiyê ye. Wext tune ye. Der barê bikaranîna çekên kîmyewî ku ji bo hemû zindiyên gerdûnê xetereye û di hiqûqa navneteweyî de wek sûc tê dîtin, tespît û delîlên cidî hene. Di dîmenên ku hatine parvekirin de xuya dibe ku Tirkiye bi awayekî eşkere peymanên navneteweyî binpê dike.” 
 
‘SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’
 
Bi domdarî Ozturk bal kişand ser astengkirina lêkolînkirina çekên kîmyewî û wiha pê de çû: “Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê nahêle ku komîteyên pispor ên serbixwe li herêmê lêkolîna çekên kîmyewî bikin. Ev yek jî rê li ber hêrseke mezin vedike. Divê rêveberiya herêmê ewlekariya şandeyan bigire û destûrê bide. Divê tu kes nebe şirîkê vî şerê hovane û sûcê li dijî mirovahiyê.”
 
BANGAWAZÎ
 
Di berdewamê de Ozturk da zanîn ku divê hemû kes dengê xwe li dijî bikaranîna çekên kîmyewî derxîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek berpirsyariya her kesî ye. Roj ne roja bêdengiyê ye, roj roja parastina mirovahiyê ye. Roj roja li dijî şer bilindkirina deng e. Jiyana mirovan pîroz e. Em bang li hemû sazî, pêkhate, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, gelê xwe û her welatiyê xwedî wijdan ku alîgirê jiyanê ne dikin ku têbikoşin. Li ser vê bingehê em ê di 6’ê mijdarê de ji Silopiyayê ber bi Xabûr ve meşa ‘li hemberî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê’ li dar bixin. Em, banga tevlibûnê li tevahiya gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin.”
 
‘DEV JI VÎ ŞERÊ XWE YÊ QIRÊJ BERDIN’
 
Piştre jî ji Meclisa Dayikên Aştiyê Nafiye Yîgît axivî. Yîgît, anî ziman ku ew bi salane li dijî şer, aştiyê dixwazin û ev tişt anî ziman: “Li her çar parçeyan jî şerekî dijwar diqewime. Di nava vî şêrî de jin, ciwan û zarok bi çekên kîmyewî tên kuştin. Hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ne dibêje jin e, ne dibêje ciwan û dikuje. Em êrişên bi çekên kîmyewî şermezar dikin. Banga me heye; dev ji vî şerê qirêjî berdin. Banga min jî Barzanî re jî heye, heke xwîna kurdatiyê di te de hebe, rê li vî şêrî bigire.”
 
‘EV NE SEKNEKE KURDISTANÎ YE’
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî diyar kir ku dem dema derxistina deng a li dijî faşîzmê ye û wiha derbirî: “Divê kesek li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng nemîne. Em ê li dijî vê di 6’ê mijdarê de li Silopiyayê meşekê li dar bixin. Yê ku li Helebçeyê çekên kîmyewî bi kar anî Sedam bû. Lê her kes bi dawiya Sedam dizane. Lewma divê desthilatdarî baş hizra xwe li ser mirina Sedam bike. Bikaranîna çekên kîmyewî înkar dikin lê roj bi roj van êrişan zêdetir dikin. Bi binçavkirina Şebnem Korur Fîncanci re li xwe mikûr hatin. Ji ber tirsa xwe, zilmê zêdetir dikin. Hûn nikarin bikaranîna çekên kîmyewî veşêrin. Heke hûn ji xwe bawer bin, wê demê destûrê bidin ku saziyên serbixwe yên navneteweyî biçin herêmê, lêkolînan bikin û rapora xwe bi raya giştî re parve bikin. Ev sûcê li dijî mirovahiyê, bi alîkariya PDK’ê tê kirin. Ev ne sekneke kurdistanî ye. Em ê li dijî vê dengê xwe bilindtir bikin û di 6’ê mijdarê de bimeşin.” 
 
‘HÛN NIKARIN MILYONAN BIGIRIN’
 
Herî dawî jî Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, anî ziman ku dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tenê rêyeke li ber wan heye ku OPWC biçe herêmê û lêkolînan bike. Em dixwazin biçin wir û rapora xwe bi raya giştî re parve bikin.” 
 

Sernavên din

26/10/2022
20:36 Cebraîl Gundogdû yê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
19:45 'Binçavkirina rojnamevanan delîla antîdemokratîkbûyîna 'qanûna sansurê' ye'
19:33 Evsen piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:28 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
16:15 Li emniyetê îfadeya rojnameger Zemo Aggoz tê girtin
15:53 Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin
15:50 Ji bo parêzerên hedef hatin girtin wê gilî bê kirin
15:19 Binçavkirina Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin: Di zûtirin demê de berdin
14:51 Rojnameger Altan behsa kêliyên îşkenceyê kir: Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe
14:40 Jin dê ji bo Fîncanci û rojnamegeran li Kadikoyê bin
14:19 Bi darê zorê hewl dan wêneyê rojnameger Yurtsever di nava alaya tirkan de bikişînin
14:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê 'Meşa mirovahiyê' bê lidarxistin
14:14 Di doza bobelata keştiyê de hezar û 33 sal ceza hate dayîn
14:13 7 rojnamevanên ku hatin binçavkirin anîn Enqereyê
14:08 ÎHD: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
14:06 TTB: Axaftinên Fîncanci ne sûc in
14:05 Şenyaşar: Ji bo ku dengê me neyên bihîstin rojnameger binçavkirin
13:52 Ji rojnamegerên welatên derve bertek: Hempîşeyên me berdin
13:39 Saziyên Mêrdînê piştgirî dan Nobeta Edaletê ya Amedê
13:23 ‘Rojnameger heqîqetê dinivîsin, em ê paşve gavê neavêjin’
12:28 Jîna Emînî li ser gora xwe tê bîranîn
12:23 Dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di 1’ê Mijdarê de meşeke mezin bê lidarxistin
12:22 CPJ: Bila Tirkiye dest ji tacizkirina rojnamegerên kurd a bi sûcdariyên bêbingeh berde
12:12 Binçavkirina rojnamegeran: Dixwazin civakê bêdeng bikin
12:01 DFG û MKGP: Ne em bila desthilat bitirse
11:56 Turkdogan bal kişand ser qanûna bi hejmara 5564’an: Divê kesên kimyasal bikaranîne bên darizandin
11:41 Şewata li Çiyayê Amanosê hat kontrolkirin
11:37 Rojnameger Încî Aydin beraet kir
11:28 Li gundê Sorê ku di bin dorpêça leşkeran de ye zarokek hat derbkirin
11:16 Yuce: Heke dengê kurdan qut bikin dê sibe yê me jî bê qutkirin
11:15 Parêzer Temûr: Ji ber ku rojnamevanan serê xwe netewand operasyonek nû hat kirin
11:01 Parêzer dê li dijî îşkenceya li rojnamegeran hatiye kirin gilî bikin
10:37 Jinên girtî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kirin
10:31 Wezareta Dadê ku bûdçeya wê hat zêdekirin dixwaze 20 girtîgehên nû veke
10:28 ‘Protokola ku çekên kîmyewî qedexe kir tenê serdestan diparêze'
10:03 Rêxistinên rojnamevanan: Binçavkirina rojnamevanan encama îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:28 Fîncanci ku hedef hatibû nîşandan hat binçavkirin
09:01 Nivîskar Karacabey: Desthilat hewl dide şûna çanda ku qedexe kiriye dagire
09:01 Dadgehê ji bo 11 milkên hatine firotin ji qeyûm parastin xwestiye
09:00 7 sal in bajar bi bajar li cenazeyê kurê xwe digere
09:00 'Zilma li girtiyan tê kirin tenê ne pirsgirêka malbatên wan e'
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2022'YAN
25/10/2022
23:15 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
23:10 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstika 'Son Çagri' hat lîstin
20:59 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Herî kêm 234 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:26 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin, serdana malbatên jinên hatine qetilkirin kir
18:27 Raportorê PE'yê yê Tirkiyeyê Sanchez-Amor jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
17:56 Piştî 5 saetan pitika 45 rojî ya rojnamevan Aggozê birin cem wê
17:06 IPI: Divê hemû rojnamegerên li Tirkiyeyê girtî bên berdan
16:55 Rojnamevan Derya Ren hat girtin
16:36 Rojnamevanên li Amedê: Dixwazin me hemûyan bitirsînin
16:33 Ji bo rojnamevanên di bin çavan de hevdîtina parêzeran bi sînor kirin
16:31 Rojnamegereke din jî hate binçavkirin
16:25 Şaxa OHD’a Dîlokê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:12 Gulnas Karataş li Licê hat bibîranîn
15:48 Nobeta Edaletê didome: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:47 Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin
15:42 Bûldan: Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:23 Dadgehê daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ red kir
15:15 DÎSK Basin-Îş: Em dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:11 Li buroya me ya Enqereyê lêgerîn 6 saet dewam kir: Dest danîn ser mîkrofona MA’yê jî!
15:01 Sancar: Binçavkirina rojnamevanan parçeyek plana bêdengkirina çapemeniyê ye
14:49 Rojnamegerên jin: Dê nekarin serî bi me bidin tewandin
14:34 Dê li pêşiya NY'yê çalakiya li dijî kîmyasalê bê lidarxistin
14:31 Dê di doza Dayikên Aştiyê raporeke din a kesê pispor bê amadekirin
14:31 Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin
14:21 Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta tirk de 2 welatî şehîd bûn
13:59 DFG: Çapemeniya azad paşve gavê naavêje
13:41 Polîsan hewl da serê rojnamevanên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin bitewînin
13:40 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
13:27 OHD’ê lêpirsîna derheqê endama xwe de ji AA’yê hîn bû
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin
10:42 Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin
10:41 Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye!
10:02 Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin
09:47 Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê
09:41 Krîza aborî li mehseran jî da
09:36 Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn
09:03 Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe
09:02 Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
09:02 Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye!
09:00 ‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:40 Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin