Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin

  • ciwan
  • 11:26 23 Cotmeh 2022
  • |
img
ÊLIH - Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê bi bîr xistin ku PDK'ê dest danîbûn ser maskeyên bo gerîlayên HPG/YJA Starê diçûn û wiha gotin: "Bi van maskeyan hewl didan xwe ji êrişên kîmyewî yên Tirkiyeyê biparêzin lê PDK'ê dest danîn ser. Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin." 
 
Di encama êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê de, di nava 3 mehên dawî de li Zap, Metîna û Avaşînê 17 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî, wêne û dîmen hatin parvekirin. Piştî ku dîmenên du gerîlayên ji çekên kîmyewî bibandor bûyîn hatin parvekirin, bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve zêde bûn û ev bertek hêj berdewam in. Endamê Meclisa Ciwanan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Beriş Avşar bêdengiya li dijî êrişan rexne kir û got: “Xiyaneta herî mezin, bêdengî ye."
 
Avşar, bilêv kir ku Tirkiye di her qadeke jiyanê de êrişî kurdan dike û wiha got: “Jixwe cîhan li dijî van êrişên bêdeng e. Hevkariyek heye. Ev bêdengiye ji ber wê ye. Herî zêde dilê dayikan disoje. Dayikên di televîzyonan de van dîmenan temaşe dikin, hêsir dibarînin û derûniya ku ew dijîn bixwe sedema têkoşînê ye.”
 
‘ÊRIŞ JI TECRÎDÊ DÛR NÎNIN’
 
Bi domdarî Avşar anî ziman ku êrişên tên kirin bi pergalî ne û têkiliya xwe tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan heye û wiha domand: "Cîhana ku dijî tecrîdê gav navêje, li dijî êrişên çekên kîmyewî jî deng dernaxe. Dewleta tirk ku nekarî bi êrişên tang, top, SÎHA, balefirên şer, helîkopter û sîxûran pêş bikeve, serî li bi bikaranîna çekên kîmyewî dide. Di van êrişan de rola PDK’ê jî heye û bi hevkariya wan van êrişan dikin. PDK bi hawara wan çû. Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin."  
 
‘SEDEM BÊDENGÎ YE’
 
Endamê Meclisa Ciwanên HDP’î Mûhammet Sevaci jî destnîşan kir ku sedema bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê bêdengî ye û wiha pê de çû: “Di encama wan êrişên bi çekên kîmyewî de li gel 17 mirovan, mirovahî jî mir.  A rast a ku wan dikuje, bêdengî ye. Jixwe dema mijar dibe kurd hemû cîhan bêdeng e, hiqûqa cîhanê nakeve meriyetê û li dijî van kirinan tu mieyîde nakevin meriyetê. Heke Tirkiye ji ber jêrzemînên Cizîrê bihata cezakirin, dê nekariya heman tiştan îro bike. Divê kurd li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemînin.”
 
‘HEYA EM ENCAM BISTÎNIN’
 
Endamê Meclisa Ciwanên Fîkret Soysal jî destnîşan kir ku divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî têkoşîneke birêxistinî hebe û axaftina xwe wiha qedand: "Têkoşîn divê di ziman de nemîne, di her qada jiyanê de, bi pratîkeke girseyî be. Ji ber ku di şerê derûnî, aborî û çekî de têk çûn dest bi çekên kîmyewî kirin. Ger ku PDK dest nedanîbana ser wan maskeyan, dibe ku  ew 17 kes niha sax bûna. Heta ku encamek tê bidestxistin, divê her kes bi erk û berpirsyariyên xwe rabe."

Sernavên din

24/10/2022
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
19:27 Li Geverê çalakiya ciwanan a li dijî çekên kîmyewî
18:36 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
18:09 Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:29 JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
15:41 Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
15:10 Li Mereşê di serdegirtina malê de kesek hate kuştin