Li girtîgehên Egeyê di 6 mehan de herî kêm 572 binpêkirinên mafan pêk hatin

  • rojane
  • 15:48 19 Cotmeh 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ku binpêkirinên mafan ên di 6 mehên ewil ên salê yên li girtîgehên Egeyê aşkere kirin, da zanîn ku 572 binpêkirinên mafan ên gihiştine ber destê wan qeyd kirine. 

 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê rapora binpêkirinên mafan ên di 6 mehan de li girtîgehên Egeyê pêk hatine li avahiya şaxa xwe bi civîneke çapemeniyê aşkere kir.  
 
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Çîçek ku metna daxuyaniyê xwend, bi lêv kir ku li 18 girtîgehên li herêmê weke salên beriya niha pêkanînên li dijî rûmeta mirovan û zext berdewam dikin. Çîçek, da zanîn ku  572 binpêkirinên mafan ên gihiştine berdestê wan hene û wiha got: “Di qawişan de bi ser kapasîteyê girtî tên ragirtin; xwarin kêm tên dayîn, hinek girtî neçar dimînin ku bi dorveger li erdê û li cihên nehijyenîk raz in, hate dîtin ku ev rewş di tenduristiya girtiyan de hin neyîniyan derdixe holê û di encama vê yekê de hejmara girtiyên nexweş zêde bûne. Tecrîd û izolasyona li ser Girtîgeha Îmraliyê tê meşandin li girtîgehên herêmên me jî bi awayekî cuda tê pêkanîn. 
 
NAMEYÊN KURDÎ NADIN
 
Çîçek, destnîşan kir ku sirgunkirina girtiyan a ji dûrî malbatên wan malbat jî tên cezakirin û diyar kir ku malbatên girtiyan bi pêkanîn lêgerînê yên şid û tacîzan pirsgirêkan dijîn. Çîçek, bal kişand ku bi vî awayî ragihandin û têkiliya girtiyan ya bi malbat û derve re tê sînordarkirin û wiha berdewam kir: “Li Girtîgehên Tîpên T û F’yê yên Îzmîrê nameyên ku kurdî tên nivîsîn û tên şandin bi hinceta ‘zimanê nayê fêmkirin’ nadin girtiyan û naşînin. Ev yek binpêkirina azadiya ragihandinê ye. Nameyên tirkî tên nivîsîn jî gelek dereng digihin destê girtiyan. Îdare mecbura ku nameyan di dema xwe de teslîm bike. Her wiha pirtûkên ku girtiyan bi xwe nivîsandine nadin wan. Dîsa pirtûkên bi kurdî hatine nivîsîn tên wergirtin û ji holê tên rakirin. 
 
CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ ZÊDE BÛN
 
Çîçek, destnîşan kir ku di 6 mehan de cezayên dîsîplînê zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hin raporên bijîşkan de cih digire ku gardiyanan li dijî girtiyan îşkence, derb û mûameleya nebaş kirine. Her wiha înfaza gelek girtiyan an hatiye şewitandin an jî hatiye dereng xistin.”
 
FERZKIRINA SIXURTIYÊ 
 
Çîçek, diyar kir ku mafê xwarinê yê bitenduristî jî hatiye astengkirin û wiha berdewam kir: “Bi taybetî di tedawiya girtiyên nexweş de pirsgirêkên zêde diqewimin. Nexweşên divê bi rêk û pêk bibin nexweşxaneyan nabin û hincetên cuda tên pêşkeşkirin. Di hatin û çûyîna nexweşxaneyan de pêkanînên weke lêgerîna tazî û lêgerîna nava dev tên kirin. Kesên nexweş bi wesayîtên ringan ên nebitendurist tên birin û dibe sedemê ku girtî bi nexweşiyên enfeksiyonê bikevin. Ji bilî van her tim bi ser odeyan de tê girtin, tiştên girtiyan tên belavkirin, dest deynin ser tiştan, pêkanînên îşkence, mûameleyeke nebaş, lêdan, gef, heqaret û hejmara li ser piyan tê dîtin. 2 girtiyên edlî ku danîne li cem dijminên wan di nava ewlehiya can de ne. Li hin girtiyan hevdîtina bi polîs û MÎT’ê re û sixurtî tê ferzkirin.”
 
DIVÊ TECRÎD BÊ BIDAWÎKIRIN
 
Çîçek, anî ziman ku divê pêkanînên tecrîdê yên li nexweşxaneyan demildest bi dawî bibin û wiha domand: “Divê were piştrastkirin ku serlêdan û gilîname demildest û bêyî tu sînordarkirinê radestî rayedarên pêwîst bên kirin. Divê mekanîzmayên edlî û îdarî têkildarî serlêdan û giliyên tên kirin lêpirsîneke bi bandor bidin destpêkirin. Divê pergalên girtîgehan derbarê şertên fîzîkî û mûameleyên keyfî yên tên pêkanîn de kontroleke bi bandor a îdarî û darazî pêk bînin. Divê mafê girtiyan ê têkiliya malbatê û derve neyê astengkirin. Divê mafên parastin, nivîsîn û zimanê dayikê bi awayekî qanûnî bên ewlekirin û qedexeyên keyfî bên rakirin. Divê tecrîda li ser girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û hemû girtiyên din demildest bi dawî bibe.”
 
572 BINPÊKIRINÊN MAFAN
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn jî binpêkirinên mafan wiha rêz kirin: 
 
“Tecrîd 40 
 
Lêgerîna tazî 5 
 
Neşopandina bijîşkan a girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de 1
 
Şewitandina înfazan/astengkirina mafên şertên kontrola edlî 38
 
Têlkirina ser cihê hewadarkirinê 18 
 
Astengkirina name û daxwaznameyên ji girtîgeh û saziyan re 12
 
Bihakirina zêde ya xwarin û malzemeyên li kantînê 18
 
Xwarina kêm û bêtendurist 25
 
Nedayîna xwarinên diyetê û xwarina li gor vejeteryanan 3 
 
Ava vexwarinê ya paqij ku ji aliyê îdareyê ve nayê pêşwazîkirin 2 
 
Îşkence 7 
 
Ewlehiya can 2 
 
Astengkirina xwe gihandina ava gerim 5
 
Pêkneanîna cihekî hijyenîk 6
 
Astengkirina pirtûk, name û rojnameyan 25
 
Astengkirina ragihandinê 16
 
Astengkirina xwe gihandina tenduristiyê 47 
 
Astengkirina xebatên civakî, sohbet û sporê 26
 
Kapasîteya bi ser qawişê de 13
 
Girtiyên nexweş 34 
 
Mirina bi guman 8 
 
Derbkirina girtiyan a ji aliyê peywîrdaran ve 8 
 
Gef û heqaret 13 
 
Astengkirina perwerdehiyê (zanîngeh) 1 
 
Ragirtina girtiyê nexweşê astengdar a di hucreya yek kesî de 1 
 
Girtiyên bi Kovîd-19’ê ketin 25
 
Travmaya psîkolojîk a di encama derbê de qewimî 1 
 
Ferzkirina mûayeneya bi kelemçe 4 
 
Di lêgerînan de belavkirina odeyan û dest danîna ser tiştan 4 
 
Nedayîna cil û pereyan a ji aliyê malbatên din ve dane girtiyên ku kes neyê hevdîtina wan 1
 
Cezayên dîsîplînê yên ji ber çalakiya greva birçîbûnê dane 1 
 
Guhertina odeyan a bi darê zorê 6 
 
Kurtkirina dema hewadarkirinê 5 
 
Nedayîna tiştan a li girtîgeha ku tê sewqkirin 6 
 
Lêpirsîna têkildarî pirtûka ku girtî nivîsandî hatiye destpêkirin 1 
 
Qedexekirina cilên herêmî 2 
 
Nedayîn û neşandina nameyên kurdî 2 
 
Nedayîna mafên ji ber pandemiyê hatine astengkirin 1 
 
Astengkirina sewqê 6 
 
Sînordarkirin an jî astengkirina malbatê 8 
 
Hewldana întîharkirinê ya di girtîgehê de 2 
 
Nedayîn an jî derengdayîna tiştên tên girtîgehê 8 
 
Derbarê girtiyên nexweş de agahî nedayîna malbatê 1
 
Ji ber mûameleyên nebaş ên nexweşxaneyê ketina çalakiya greva birçîbûnê 47 
 
Dayîna cezayê dîsîplînê yê keyfî 12
 
Nedayîn/ destdayîn / derengdayîna pirtûkên kurdî 6 
 
Ferzkirina hejmartina li ser piyan û lêgerîna nava dev 7 
 
Cih girtina kesên ku di lijneya çavdêriyê de cih negirin 1 
 
Nedayîna nimreyên derketina evraqên daxwaznameyan 3 
 
Nehiştina bikaranîna hevdîtina bi dîmen 11
 
Şandina girtîgehên dûrî malbatan 9 
 
Bihakirina ceyran û ava vexwarinê 10 
 
Birina tedawiyê ya bi wesayîtên rîngê 3 
 
Ferzkirina hevdîtinê ya bi polîs û MÎT’ê re 1 
 
Ferzkirina sîxurtî / îtîrafkariyê 1 
 
Ferzkirina pergala kamerayê 1 
 
Ferzkirina derbaskirina qawişên serbixwe 1 
 
Nedayîna pirtûka kurdî ku bi xwe nivîsî 1” 
 
Bi komî 572 binpêkirinên mafan qewimîn. 
 

Sernavên din

21/10/2022
15:06 Li Dîlokê 8 kes hatin berdan
14:16 Belge û nûveyên derheqê çekên kîmyewî de Erdogan diderewînin
14:15 Bi girseyî serdana malbata Ete û Ûzûn kirin
13:41 Li Mexmûrê Komxebata Jineolojiyê pêk hat
13:26 Tevî astengkirina polîsan jî nobeta Malbata Şenyaşar didome
13:02 Jin dê Nagihan Akarsel li Stenbolê bi bîr bînin
12:53 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
12:36 Daxwaza yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBB’ê hat redkirin
12:35 18 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn
11:59 Sarisozen: Sedema bikaranîna çekên kîmyewî têkçûn e
11:53 Beştaş: Heke mijar kurd be hem muxalefet û hem jî îktîdar li gorî ‘Peymana Tirktiyê’ tevdigere
11:46 Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî hatin belavkirin
11:39 Hevserokê PJAK’ê: Divê li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam bikin
11:14 Berwarî: Tişta ku nekarîn bi komployê ser bixin niha hewl didin bi çekên kîmyewî pêk bînin
10:58 Dr. Aken: Gelek delîl hene ku êrişên çekên kîmyewî pêk hatine
10:44 Aktîvîsta Rojhilatî Caferîmêhr: Jin jiyan azadî veguherî manîfestoyekê
10:23 Dewleta tirk ku nikare pêş bikeve hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir kir
10:19 Gelo xizmên Yildiz ê AKP’yî destê xwe xistibûn qirika Fakibaba?
09:45 ‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin'
09:04 Hevserokê KCD'ê: Bêdengî pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:03 Ji ber gotina ‘Siwar hatin peya çûn’ 11 roj cezayê hucreyê lê birîne
09:03 Dayikên Aştiyê: Barzanî û dewletên navneteweyî jî şirîkên vî sûcî ne
09:02 'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye'
09:02 Dadgeh ket etra siberoja sercerdevan û cezayê wî kêm kir
09:02 Li aqûbeta rapora otopsiyê ya gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan pirsî
09:00 Bayindir: Bêdengiya saziyên berpirsiyar nayê qebûlkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'YAN
20/10/2022
23:20 Ji bo doza Apê Mûsa serî li AYM'ê dan
22:05 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê kir: Em li dijî şer li ser dikê ne!
21:23 Malbatên Pirsûsê di meha 87'an a nobeda edaletê de li hev kom bûn
21:03 Tevgera Ciwanên Welatparêz êrişên kîmyewî şermezar kir
19:18 Li Silêmaniyê 8 penaberên siyasî hatin binçavkirin
18:03 Ji ber daxuyaniya têkildarî çekên kîmyewî der barê Fîncanciyê de lêpirsîn
17:35 Li Licê operasyoneke leşkerî dest pê kir
17:21 Bikaranîna çekên kîmyewî hat protestokirin: Yên bêdeng dimînin jî şirîkên sûc in
16:40 Li Mêrdînê berteka hevpar: Divê bêdengiya li dijî çekên kîmyewî bi dawî bibe
16:37 Bikaranîna çekên kîmyewî li Serhedê hat protestokirin
16:05 Konferansa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan encamnameya xwe aşkera kir
16:04 Girtiyên li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
15:39 Serokwekîlên Koma HDP’ê bikaranîna çekên kîmyewî ji Akar pirsîn
15:32 Nobeta Edaletê: Bila zilma li girtîgehan bi dawî bibe
15:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk didomin
15:07 Di dema hevdîtina ser telefonê de tekmîlê li girtiyan ferz dikin
15:04 Malbatên endamên HPG’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:54 Hevserokên HDP’ê Serokkomarê Iraqê Reşîd pîroz kir
14:10 Êrişa bi çekên kîmyewî li pêşiya Parlamentoya Ewropayê hatin şermezarkirin
13:50 Li Îranê şermezarkirin di roja 33’yemîn de ne
13:45 TAJÊ’yê bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar kir
13:33 50 sal cezayê hefsê dan cerdevanê tecawizkar
13:31 Gunay: Divê saziyên pêwendîdar nebin şirîkê êrişên çekên kîmyewî
13:20 Komîsyon ji bo betalkirina parlamenteriya Guzel civiya
13:18 Instagramê manşeta ‘kîmyasalê’ ya Yenî Yaşamê qedexe kir!
13:16 Li Silêmaniyê di wesayitekê de teqîn
13:01 Malbatên girtiyan: Girtî nikarin li benda meh û salan bisekinin
12:56 Li cihê çalakiya Malbata Şenyaşar erebeya hespan hat parkkirin
12:31 Uca ji NY û OPCW’ê pirsî: Gelo Ewropayê destûra bikaranîna çekên kîmyewî daye Tirkiyeyê?
12:29 Ji Abdûllah Ocalan 18 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kirin
12:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk bû TT
12:04 Dayikên Aştiyê : Kurdno li dijî çekên kîmyewî rabin ser pêya
11:57 Saziyên kurdî wê sibê Cegerxwîn bi bîr bînin
11:50 HTŞ ber bi Efrînê, rejim ber bi Idlibê ve!
11:49 Êrişên bi çekên kîmyewî li gelek bajarên welatên Ewropayê hatin protestokirin
11:49 Salek û 3 meh ceza li stranbêj Dora hat birîn
11:36 Fîncanci: Çekên kîmyewî yên ku sîstema rehikan hedef digire hatine bikaranîn
11:22 Fakibaba yê AKP’î ji partiya xwe û parlamenteriyê îstîfa kir
11:19 Bûldan û Sancar ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
10:55 Taşdemîr: Bi nêzîkatiya tolhildanê nêzî Aysel Tûglûk dibin
10:37 Eşber Yagmurderelî: Abdullah Ocalan rêbertiyeke civakî ye
10:36 Goksungur: Çalakiyên li dijî tecrîdê dê li ber OPCW berdewam bikin
10:08 Tanrikûlû yê CHP’î bertek nîşanî çekên kîmyewî da: Ez ê pêşkêşî rojeva Meclisê bikim
10:04 'Ker û lalîtiya cîhanê ya ji bo çekên kîmyewî nayê qebûlkirin'
09:03 Parêzer Balsak: Tirkiye peymanan binpê dike, dibe ku bê darizandin
09:03 Bavê Xemgîn ê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:02 Piştî 23 salan pembû danî, lê poşman bû!
09:01 ‘Bi avakirina Serokatiya Cemxaneyê dixwazin qeyûm tayinî elewîtiyê bikin'
09:00 Dîmenên li nexweşxaneyê bi awayekî organîzekirî hatin tunekirin!
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2022'YAN
19/10/2022
20:03 Nameya KCD-E'yê ya ji bo OPCW'yê: Dest ji vê bêdengiya xwe berdin!
19:21 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên bi çekên kîmyewî şermezar kirin
17:24 Nobeta Edaletê: Em ê mafên xwe biparêzin
17:16 Ciwanên welatparêz li dijî êrişên çêken kîmyewî meşiyan
17:05 Meclisa Tenduristiyê ya KCD’e: Ev sûc tenê li dijî gelê kurd û gerîlayên wan nayên kirin
17:02 Kesên ku polîsan li Kadikoyê tundî li wan kiribûn wê giliyê bikin
16:37 Turan: Tifaqa AKP-MHP’ê qaseya baronên şer tije dike
16:33 ANYAKAY-DER serdana çalakiya GOÇÎZDER’ê kir
16:11 Komkujiyên kanên madenan ne fitrat ne jî qeder in
16:04 OPCW’ê bersiva pirsa ‘çekên kîmyewî’ da: Heta dewlet nexwazin em nikarin lêkolîn bikin
15:48 Li girtîgehên Egeyê di 6 mehan de herî kêm 572 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:47 Îlham Ehmed: Yên ku li dijî çekên kîmyewî bêdeng dimînin hevkarên sûc in
15:38 SYKP’ê pankarta ‘dewleta tirk sûcê li dijî mirovahiyê dike’ daliqand
15:31 Erdogan li ser hejmara zarokan dijminatiya xwe ya li kurdan nîşan da
15:22 Şaxa SES’ê ya Amedê: Heke daxwazên me neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe mezintir bikin
15:19 Têkoşîna Emîne Şenyaşar bû belgefîlm
14:55 Dayikên Aştiyê: PDK hevkarê vê komkujiyê ye
14:44 Di Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar a Ozgur Gundemê de daxwaz redkirina dadger
14:19 RJAK: Divê gel li dijî vê bêwijdaniyê dakeve kolanan
14:13 Danişîna Doza 10’ê Cotmehê ku li Dadgeha Bilind hatibû xerakirin hat dîtin
13:54 Şîrikiya Tirkiyeyê û PDK’ê ya kîmyewî
13:27 Li Girtîgeha Êlihê 3 jinên siyasetmedar hatin sirgunkirin
13:17 Cenazeyê Urper piştî 23 rojan hate veşartin