Rojnameger Boltan: Heqîqeta 50 milyon kurdî nayê astengkirin

  • rojane
  • 09:30 18 Cotmeh 2022
  • |
AMED - Rojnameger Hakki Boltan bal kişand ser astengiyên li ber Rojnameya Xwebûne û wiha got: “Heqîqeta 50 milyon kurdî nayê astengkirin."
 
Astengî û zextên li ser rojnameya bi kurdî û heftana Xwebûnê didomin. Duh li Otogara Amedê hejmara Rojnameya Xwebûnê ya 148’an ku dê ji Stenbolê re bihata şandin, ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
 Di 17 û 18’ê Îlonê de jî li Otogara Amedê gava xebatkarên rojnameyê hewl didan hejmara 144'an ji Mêrsînê re bişînin, polîsan ew desteser kiribûn. 
 
Rêveberê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rojnameger Hakki Boltan têkildarî astengî û zextên li ber Rojnameya Xwebûnê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
'NETEHAMULKIRINA KURDÎ'
 
Rojnameger Boltan anî ziman ku astengkirina rojnameyên kurdî giredayî polîtikayên dewletê yên bişaftinê ne û wiha got: “Zext û zorên li ser rojnamegeriya kurdî ne nû ne. Sedema êrişên li rojnameyên kurdî bêtehamûliya li dijî kurdan û kurdî ye. Ji ber ku rojnameyên kurdî bêkemasî geşedanên heyî bi kurdî radigihînin raya giştî û dibejê hûn kurd in û xwedî maf in. Lê desthilatdarên Tirkiyeyê ji gelê kurd re dibêjin hûn tune ne û zimanê we jî tune ye. Rojnameya kurdî jî bi hebûna xwe heqîqetekê derdixe holê û îdiayên dewleta tirkî pûç dike. Ji ber wê jî desthilatdariya Tirkiyeyê peyvên kurdî kirine sedema cezayan û pirtûkên kurdî şewitandine.”
 
‘HEBÛNA WAN ŞOREŞ E'
 
Boltan hembûna rojnameyên kurdî wekî şorêş pênase kir û got ku weşana Rojnameya Azadiya Welat şoreşeke zimanê kurdî bû. Boltan bal kişand ser gotinên desthilatdarên Tirkiyeyê ku digotin "Zimanê kurdî ne ziman e û bi zimanê kurdî weşan û nivîs pêk nayê" û wiha got: "Lê bi xebatên rojnameya kurdî ew gotinên dewletê jî pûç bûn. Bi derketina Rojnameya Azadiya Welat ew kesên nîjadperest jî paş de gav avêtin. Heke li Tirkiyeyê hebûna rojnameya kurdî bihata tehemulkirin, dê ew qasî alozî û şer jî rû nedane. Desthilatdariya niha li dijî zimanê kurdî û gelê kurd şer dike. Heke rojnamegeriya kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rastî astengkirinan neyê krîza ku li Tirkiyeyê rû dide jî dê çareser bibe.”
 
‘HEQÎQETA KURDAN NAYÊ ASTENGKIRIN'
 
Boltan di dewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di 17’e Îlonê de beyî ku tu hincet bên nîşandan Rojnameya Xwebûne li Otogara Amedê hat desteserkirin. Îro jî bi heman rêbazê gava dê ji Stenbolê re bihata şandin hat desteserkirin. Ev dijminatiya AKP-MHP'ê ya dijî rojnamegeriya kurdî ye. Girtina 16 hevalên me jî giredayî vê dijminatiyê ye. Her wiha rojnamegerên ku li qadê rastî astengkrinan tên jî giredayî astengkrina Rojnameya Xwebûnê ye. Yanî ev hemû wekî konsepta dijminatiya desthilatdariya Tirkiyeyê ya li dijî rojnamegeriya kurdî ye. Heqîqeta 50 milyon kurdî nayê astengkirin. Ji ber vê dijminatiyê rûmeta Tirkiyeyê jî di nava cihane de ji holê rabûye. Îro nimûneya vê yekê, pir aşkere tê xuyakirin.”
 
Boltan destnîşan kir ku tevî hemû zext û zoriyan jî rojnamegeriya kurdî paş de gav neavêtiye û wiha pê dê çû: “Li li gelek deverên cîhanê piştî ku zextên desthilatdaran zêde dibin, rojname paş de gav diavêjin û wekî desthilatdar û dewletê tevdigerin. Rojnamegerî bêhtir weke bulteneke desthilatdariyê tevdigere. Mafê bindestan, demokrasî û azadiyê li cihekî dihêlin û wekî bultenekê derdikevin. Lê çapemeniya kurdî tevî hemû zext û zordariyan jî berxwedana xwe didomîne û her diçe xurtir dibe. Rojnamegeriya kurdî bi desthilatdariyê xwedî nabe, bi qadê, bi mafan û azadiyê xwedî dibe. Ji ber wê jî paşdegavavêtin di rastiya çapemeniya kurd de tune ye. Bi maeşên dewletê û saziyan xwedî nabe, xwe bi rastiya nûçeyan xwedî dike. Ev jî parçeyek berxwedana çapemeniya kurdî ye. Dema em salên borî û niha didin ber hev, niha bi dehan malperên kurdî, televîzyon û radyoyên kurdî hene û her diçe jî pêş dikevin.” 
 
XWEDÎDERKETINA LI XWEBÛNÊ
 
Boltan di dawiya axaftina xwe de bang li raya kurdî kir ku xwedî li Xwebûnê derkevin û wiha got: “Em rojnamegerên kurd jî her tim dê xwedî li Rojnameya Xwebûnê derkevin. Hebûna rojnameyên kurdî pir tiştan derdixe pêş. Rastiya gelê kurd, rastiya zextên li ser gelê kurd û bi weşana xwe jî hemû neheqiyên ku desthilatdar li dijî mafên karkeran, gelan û hemû pêkhateyên demokratik pêk tîne derdixîne holê. Ji ber vê yekê rojnameya kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xetek heqîqetê ye. Lewma ji bo xwedîderketina li Rojnameya Xwebûnê em li Kurdistanê bang li kurdan dikin, bang li demokrat, akademîsyenan, muxalefetê û hempêşiyên me yên li Tirkiyeyê dikin. Saziyên rojnamegeriyê yên li qada navneteweyî jî vê rewşê pir baş dibinîn û wan jî piştgirî da me.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

19/10/2022
13:17 Cenazeyê Urper piştî 23 rojan hate veşartin
13:07 Li DTSO’yê cara ewil seroka meclisê ya jin hate hilbijartin
12:50 ‘Heke bi qanûnên xwe bikirana dê hemû girtiyên nexweş bihatina berdan’
12:50 ‘Li Kurdistanê di bin navê ol de li dijî Rêya Sêyemîn pêngavek tê pêşxistin’
11:57 Qeyûm otogara ku bi 2 milyonan çêkir bi bihayê 22 milyon û 550 hezar TL’an da îhaleyê
11:04 KCD, TJA, HDP, DBP: Ji bo parastina rûmeta mirovahiyê divê hemû kes bikeve nava tevgerê
11:01 KNK: Rewş awarte ye, roj roja berxwedanê ye
10:45 Li Erdîşê bi ser malan de girtin: Hevseroka HDP’ê hat binçavkirin
10:42 Qeyûmê Cizîrê ji bo mîhrîcanê alavên sporê yên parkê jê kirin
10:40 Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê ji sedî 90’î girtiyan hatin sirgunkirin
10:36 Rojnameger Ozdemîr: Li Iraqê her aliyê ku winda kirî xwe serkeftî nîşan da
09:06 Li girtiyên ku kamerayên odeya wan temaşe kirine şikandine ceza hatiye birîn
09:04 Mîhrîcana Şonaya Bajêr a Amedê sibê dest pê dike
09:02 Li girtiyê ku berdana wî 2 caran hatiye taloqkirin cardin 'poşmanîtî' tê ferzkirin!
09:01 Dayika ku 7 sal in li cenazeyê keça xwe digere: Kesê xwedî wijdan dê tev li mîhrîcanê nebe
09:01 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema paleyiya kunciyan
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2022'YAN
18/10/2022
22:39 Li hemberî Asayîşa Êzidxanê êrişek pêk hat: 4 kes birîndar bûn
19:27 HDP'ê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bang li raya demokratîk kir
19:10 ESP: Tirkiye sûcên li dijî mirovahiyê dike
18:35 RSF: Li Îranê 41 rojnamevan hatine girtin
16:48 Dîmenên 2 HPG’iyên ji çekên kîmyewî bandor bûyîn hatin weşandin
16:30 Xwendekara ku sirûda pesnê Hamaney dide nexwend hat qetilkirin
16:19 Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’ê de ji bo ku bersûc ‘heqê ziyanê’ bidin dem hat dayîn
16:01 Malbatên girtiyan peyama berxwedana li dijî zilmê dan
15:37 Di ‘Plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê de tiştek neguherî
15:05 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat berdan
15:05 Tirkiyeyê li Başûr di rojekê de 14 caran çekên kîmyewî bi kar anîn
14:57 CHP xala 29’an dibe AYM’ê
14:53 Li Egeyê erdhej çêbû
14:45 Buldan: Erdogan di nava 24 saetan de zîhniyeta xwe nîşan da
14:34 Sporvana îranî ku agahî jê nedihat girtin daxuyanî da
13:55 KON-MED’ê bang li gelê kurd kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dakevin qadan
13:51 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
13:26 ÎHD: Bila berpirsiyarên karesatê yên rasteqîn bên darizandin
13:14 Emîne Şenyaşar: Ez li benda biryara îstînafê me
13:05 KODAR’ê banga avakirina ‘meclisên bajaran ên xweser’ li çalakvanan kir
12:41 Zarokê ku wesayîta polîsan lê dabû emeliyat bû
12:41 Dadgehê proje betal kiribû lê qeyûm îhaleya hilweşandinê derxist
12:33 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji doza zarokên xwe bernedin
12:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:21 Alayên AKP’ê li bin posterên Erdogan ên derqanûnî hatin daliqandin!
12:18 Nasnameyên HPG’iyên di êrişa kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:52 Cenazeyên Urper û Hisên ev 22 roj in li ATK’ê tên sekinandin
11:44 Agahî ji sporvana îranî ku serqot beşdarî pêşbaziyê bûbû nayê wergirtin
11:42 Li girtîgeha ji bo danişînê anînê hate derbkirin û tacîzkirin
11:17 YE'yê ji ber rola wan a di êrişan de mieyîde li ‘polîsên exlaqê’ û rayedarên Îranê ferz kir
11:04 Du lawên wî ketine nava tora tiryakê: Dewlet fıroşkarên tiryakê nagire
10:30 Xelîl: Bicihkirina HTŞ'ê ya li Efrînê ji bo lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re ye
10:07 Erdogan ‘Qanûna Sansurê’ pejirand
09:30 Rojnameger Boltan: Heqîqeta 50 milyon kurdî nayê astengkirin
09:18 Li Xarpêtê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
09:01 Encumena HDP'î kirine endama AKP'ê!
09:00 'Em ê mafê çêkirina nûçeyan ê rojnamevanan biparêzin'
09:00 Ferît Şenyaşar: Divê Yildizê AKP'î wekî bersûc bê darizandin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:42 Parlamentera HDP’ê ya berê Yildirim hate berdan
17/10/2022
17:39 Tenduristiya Aysel Tûglûkê xirab bûye
16:53 Li dijî leşkerên rejîma Sûriyeyê êriş hat kirin
16:48 ÎHD: Divê Leyla Guven were berdan
16:43 Bûdçeya ji Kazimî re hatiye veqetandin hat rawestandin
16:37 Li Nîjeryayê lehî rabûn: 600 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:30 Berxwedana li girtîgehên Îranê belav dibe
16:29 Olûç: Budçeya 2023’yan budçeya xatirxwestina îktidarê ye
16:14 DBP’ê bertek nîşanî ceza da: Em bi Leyla Guven re ne
16:10 Nagihan Akarsel li Amedê hat bibîranîn
16:01 Karesata madenê hat protestokirin: Ne qeder lê komkujî ye
15:50 Li Amedê êrişa li dijî mamoste hat şermezarkirin
15:02 Rojnameger Dogan dîsa tê darizandin
14:30 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana gel mehek li pey xwe hişt
14:28 Wezareta parastinê derheqê leşkerên ku kunyeyên wan hatine parvekirin de bêdeng e
13:59 'Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê desthilatdariya siyasî ye’
13:47 Di bûdçeya 2023’yan de 660 mîlyar lîre valahî heye
13:45 11 sal û 7 meh cezayê hefsê li Leyla Guven hat birîn
13:42 Dadgehê derbarê Baroya Amedê de biryara beraetê da
13:23 Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd dest bi peywira xwe kir
13:17 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da ku Yildiz ê AKP’î tê de nîne
12:53 Sê karkerên hevalên hev li kêleka hev hatin veşartin: Zarokên me bûn qûrbanên xemsariyê
12:52 Polîsan careke din belavkirina Rojnameya Xwebûnê asteng kirin
11:35 Jina tundî lê hat kirin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
11:35 Rêwîtiya zaroka genim a ber bi koka xwe ve
10:42 Bîlançoya 6 mehan: 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:40 Li Semsûrê 5 kes hatin binçavkirin
09:49 Nivîskarê Misrî: Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye
09:01 Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’emîn dest pê dike
09:01 Siyasetmedarên jin ên Şirnexê: Kesekî tecawizkar çawa tînin Cizîrê?
09:00 Parêzer Enmek: Têkoşîna malbata Şenyaşar kir ku îdianame bê amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2022'YAN
16/10/2022
22:09 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Reştê 6 girtî hatin qetilkirin
21:46 Li 5 bajarên bakurê Kurdistanê serokên nû yên baroyan hatin bijartin
19:51 Li Girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
18:26 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek bi giranî birîndar bû
18:21 Amedspor bi 3 golan bi ser ket
17:05 Uçar û Akin weke Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk hatin hilbijartin
16:51 Xwendekarên wargeha KYK’a Dêrsimê ji ber xurekan jehrî bûn
16:46 Li Semsûrê loqmeya aşûreyê hat belavkirin
16:40 ‘Berpirsê faciaya kana madenê desthilat e’
16:37 Li Dîlokê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a ‘qederê' dan
16:32 Sê madenvan hatin definkirin: Sersarî heye bila hesaba wê were pirsîn
16:17 Di wesayîta parastvanên serokê AKP'ê yê Elkê de tiryak hat girtin