Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye

img

DENÎZLÎ - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku jiyana AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye û wiha got: “Ev qeder nîne, komkujî ye. Em tevek jî dizanin ku ev komkujî, encama sersariyê ye.” 

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Denîzliyê 4’emîn Kongreya Asayî li eywaneke civînan a li bajar bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li dar xist. Kongre, bi dirûşma “Em bi hêvî û bi cisaret li dijî faşîzmê xwe birêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin. Dem dema HDP’ê ye” hat lidarxistin. Di kongreyê de gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî amade bûn. 
 
Li eywana kongreyê pankartên “Li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê jî azadî. Dem dema HDP’ê ye”, “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser kevin”, "Aysel Tugluk hafizeya me ye. Azadî ji bo girtiyên nexweş” û wêneyên Denîz Poyraz û Nagihan Akarsel hatibûn daliqandin. Di kongreyê de gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin û piştre jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî. 
 
‘YA KU LI AMASRAYÊ QEWIMÎ KOMKUJÎ BÛ’
 
Pervîn Buldan ji ewil bal kişand ser karesata li Amasra ya Bartinê. Buldan, ji malbatên qurbaniyan sersaxî xwest û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê hêvî kir. Buldan, wiha domand: “Me careke din dît ku canê karkerên li Tirkiyeyê pir erzan e. Ev bûyer; komkujî ye, cînayete û encama sersarîtiyê ye. Ev komkujî, jiyana ku AKP û MHP ji karkeran re hêja dibînin e. 
 
ERDOGAN TENÊ QALA PEREYAN KIR 
 
Serokkomarê vî welatî ji bo mirina karkeran got; ‘ev qeder e û dibe ku dîsa dubare bibin.’ Li gel ku tu tevdîr nehatine girtin jî berpirsyartiya wê li xwe nagire. Tenê qala pereyan kir. Qala pereyê ku dê bidin malbatên karkeran kir. Li gorî nêrîna wî dikare karker û kedkaran bi pereyan bikire. Ev yek nayê qebûlkirin. Weke HDP’ê em ê qebûl nekin ku bi pereyan hewl bidin bi ser vê komkujiyê bigirin. Em tevek jî dizanin ku ev cînayet, encama negirtina tevdîran û xemsariyê ye. Bêguman ev qeder nîne lê cînayet û komkujî ye. Jiyana ku ev desthilatdarî hêjayî karker û kedkaran dibîne, sersarî û bêtevdîrî ye. 
 
LI HER DEVERÊ KELECANA HDP’Ê
 
Li her devera ku em diçinê, em vê kelecana HDP’ê dibînin. HDP li vî welatî navê hêviyê ye, navê wêrektî, biratî, aştî, demokrasî, wekhevî û edaletê ye. Ji Egeyê ta Marmarayê, ji Marmarayê ta her çar aliyên Tirkiyeyê HDP roj bi roj mezintir dibe. Bêguman di vê mezinbûnê de para gelê me pir zêde ye. Tevî hemû dorpêç û êrişên AKP-MHP’ê jî HDP di Rêya Sêyemîn de israr dike. Tekane rêya xelasiyê, Rêya Sêyemîn e. Ji bo mezinkirina vê rêyê, erk û berpirsyariyên me hene. Me Tifaqa Ked û Azadiyê demekî kin berê ava kiribû. Li dijî tifaqên ku me tune dihesibînin û jinedîtî ve tên, bi taybet jî li dijî Tifaqa Cumhur a ku kurdan tune dihesibîne û li dijî Tifaqa Milet a ji zikê xwe diaxive,  me jî Tifaqa Ked û Azadiyê ava kir û ji bo gelên xwe alternatîfek afirand. Bêguman ev tifaq dê hêj mezintir bibe û hemû derdorên li Tirkiyeyê di nava xwe de bihewîne. Ev tifaq dê hem di dema hilbijartinê de û hem jî piştî hilbijartinê bidome û li Tirkiyeyê rê li ber serdemeke nû veke. Tekane tifaqa ku bikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike, Tifaqa Ked û Azadiyê ye. 
 
ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD
 
Zîhniyet heye ku dixwaze pirsgirêka kurd bi tunehesibandin, girtin û zextê çareser bike. Serokkomarê vî welatî dibêje; ‘pirsgirêka kurd tune ye û me çareser kiriye.’ Bi hezaran HDP’iyên di girtîgehan de ji nedîtî ve tê. Siyaseteke ku lingên parlamenteran dişikînin dimeşînin. Hûn li rexekî dibêjin me pirsgirêka kurd çareser kir û li rexa din jî zextê li kurdan dikin û diavêjin girtîgehan. Dema cih û wextê wê hat, gelê kurd dê hesaba vê teqez ji we bipirse. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Her wiha dibêje pirsgirêka elewiyan tune ye. Pirsgirêka elewiyan a hemwelatiya wekhev heye. Lê ev desthilatdarî vê daxwazê jinedîtî ve tê. Civaka elewî di ferqa vê de ye. Dema ku roja wê hat, civaka elewî dê li ser sindoqê hesaba vê bipirs e. Her wiha gotin têrî nakin ku mirov qala zext, zilm û îşkenceyên li jinan tên kirin vebêje. 
 
DIRÛŞMA JIN, JIYAN, AZADÎ
 
Belê li Îranê rejîmeke wisa heye ku ji mûyê pora Jîna Emînî ditirse. Zîhniyetek heye ku ji fikr û pênûsa Nagihan Akarsel ditirse ku li Silêmaniyeyê hat qetilkirin. Desthilatdariyeke ji Denîz Poyraz ditirse heye ku li avahiya HDP’a Îzmîrê hat etilkirin. Bi milyonan jin li vî welatî hene ku dema hewce dikir bûn jîna Emînî, Denîz Poyraz û Nagihan Akarsel. Dibe ku hûn daxwaza wekheviyê ya jinan jinedîtî ve bên lê bi milyonan jinan dê bi yek dengê dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ berz bikin û têkoşîna xwe bidomînin. 
 
WELAT BI TECRÎDÊ BIRÊVE DIBIN
 
Ji siyaseta HDP’ê ditirsin û ji ber vê tirsê jî welêt bi tecrîdê birêve dibin. Ewqas ditirsin ku welêt bi polîtîkaya şer birêve dibin û rojane derheqê parlamenteran de fezlekeyan amade dikin. Li tu devereke din a cîhanê nîviya xebatkarên partiyekê di girtîgehê de nînin. Heke ev zexta li me tê kirin li pariyeke din bihata kirin, heta niha tiştek jê nedima û dê bihatina girtin. Lê dev ji girtinê berdin, her hevalekî/a me bû Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, bûn Gultan Kişanak, bûn Îdrîs Balûken û Aysel Tugluk. Ev têkoşîn li girtîgehê jî dom kir. Hewl didin di navbera me hevalên me bi spekûlasyonan xerab bikin. Bila kesek nekeve nava van hewldanan ji ber ku em ê bi tu awayî destûrê nedin. 
 
BIRÊZ OCALAN HÊVIYA VÎ WELATÎ YE
 
Tu kes ji me pêvajoya çareseriyê jibîr nekir. Di wê pêvajoyê de kesekî jiyana xwe ji dest neda. Birêz Ocalan di wê pêvajoyê de hêvî û cisaret da vî welatî. Nîşan da ku çareserî pêkan e. Baş bi bîra her kesî tê ku tu ciwanan di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest nedan, dayik negiriyan û cenaze neçûn ber deriyê tu kesî. Lewma çareserî, aştî, muzakere û guftûgo girîng in. Lê aşkereye ku ev desthilatdarî vê pirsgirêkê bi van rêyan çareser nake. 
 
DÊ LI DERIYÊ ME BIXIN 
 
Hilbijartin nêz dibin. Dê ev hilbijartin qedera Tirkiyeyê biguherînin. Hem di hilbijartina serokkomariyê û hem jî di ya parlamentoyê de rola HDP’ê dê diyarker be. Dibe ku niha kesek nexwaze bi HDP’ê re xuya bike lê dema ku wexta wê hat dê neçar bimînin ku li deriyê partiya me bixin. Me deriyên xwe ji kesekî re negirtine. Yên ku HDP’ê tune dihesibînin, ji wan re oxira xêrê be. Dê HDP bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê û dengên xwe jî bigire. Ez dizanim berpirsyariyeke mezin li ser milên her kesî ye. Em jî vê berpirsyariyê hîs dikin. Divê her kesê guherandina rejîmê daxwaz dike, bi berpirsyarî tevbigere. Bi taybet jî HDP mifteya vê hêza guherînê ye. Lewma dîsa bang dikim ku hemû kes bi ruhekî seferberiyê tev li xebatên hilbijartinê bibe da ku HDP dengekî ji dengê heyî pir bêhtir wergire.”
 
Piştî axaftinan jî hilbijartin hat kirin û Şerîfe Yildirim û Vezîr Çelîk weke Hevserokên HDP’a Denîzliyê hatin hilbijartin. 
 
Kongre, bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

16/10/2022
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin