Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel

  • rojane
  • 15:14 16 Cotmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Piştî Girtîgeha Evînê, bi mebesta piştevaniya bi serhildana gel a li dijî rejîma Îranê, girtiyên li girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî dest bi berxwedanê kirin. 

Çalakiyên li dijî qetilkirina Jîna Emînî yên li Îranê berdewam in. Çalakî niha li gelek bajarên Îranê berdewam in û hat ragihandin ku li Girtîgeha Evîn a li Tehranê şewat derketiye. Li gorî agahiyên dawî, girtiyên siyasî yên li qawîşên 7 û 8’an, bi mebesta piştgiriya bi çalakiyan re şewat derxistiye. Berxwedana girtiyan di tevahiya şevê de dom kir û ji ber ku xetên li wê herêmê hatine qutkirin, tu agahî jê nayên girtin. 
 
Hat zanîn ku girtiyên ku derketin hewşa girtîgehê, dirûşma “Bimre Hamaney” berz kirin. Li gorî agahiyên ji Sendîkaya Karkerên Azad; şevê din saet derdora 21.00’an de girtiyên li qawîşên 7 û 8’an dest bi çalakiyê kir. Hat zanîn ku piştî çalakiyê gelek caran dengê çekan hat û ev deng ji hêla welatiyên hatine ber deriyê girtîgehê ve hatin kişandin. Xetên neguhêr ên girtîgehê jî hatibûn qutkirin. 
 
GEL RÊYÊN BER BI GIRTÎGEHÊ VE GIRTIN
 
Gelek girtiyên ku ji qawîşên xwe derketin, li hewşa girtîgehê kom bûn û li dijî Hamaney dirûşm berz kirin. Rojek berê jî gardiyanan bi ser qawîşan de girtibûn û îşkence li girtiyan kiribûn. Girtiyan jî li dijî vê îşkenceyê li ber xwe dabûn. Piştî şewata li Girtîgeha Evînê, Besîç û hêzên taybet ber bi girtîgehê ve hatin şandin û welatiyên ku li ser rêyên ber bi girtîgehê ve diçûn disekiniyan, rê ji hatin û çûnê re girtin. Hat zanîn ku jinên girtî jî piştgirî dan serhildana girtiyan. Li gorî agahiyan, hêzên ewlekariyê bombeyên deng avêtin qawîşan û ji ber vê jî şewat derket. Hat ragihandin ku girtiyê siyasî û aktîvîst Masoud Kazemî jî piştgirî da çalakiyê. 
 
'HEKE JI DESTÊ WAN BÊ DÊ HEMÛ KESÎ QETIL BIKIN’
 
Demekî kin beriya berbelavbûna  çalakiyê, girtiyekî siyasî yê ku li qawîşa 8’an tê ragirtin saet di 21.15’an de beşdarî bernameya Radyo Fardayê bû û ev agahî dan: “Polîsan bi guleyên rast û cifteyan êrişî girtiyan kir. Gelek girtî hatin îşkencekirin. Herî kêm 15 kes ji ber guleyên rast birîndar bûn. Fermandarê girtîgehê mîralay Mahmoudî 50 girtiyên siyasî copan derb kir û gefa kuştinê xwar. Ji qawîşan dengê lêdanê û qêrînan tê. Li girtîgehê rêveberiya awarte hat ragihandin. Girtî tên îşkencekirin. Heke ji destê wan bê dê hemû kesî qetil bikin. Ez banga piştevaniyê li her kesî dikim.” 
 
Piştî serhildana li Girtîgeha Evînê ku gel weke “Zanîngeha Evînê” pênase dike û gelemperî parêzer, xwendekarên zanîngehê, akademîsyen û aktîvîst lê tên ragirtin, li Tehranê çeng hat lêxistin ku tenê di dema şer de tê lêxistin. 
 
GIRTÎ XISTIN HUCREYAN
 
Li gorî agahiyên dawî; girtiyên siyasî yên ku di dema serhildanê de çalak tevgeriyayîn, ji girtyên din hatine cudakirin û niha di hucreyan de tên ragirtin. Hevjînê girtiya siyasî Narges Mohammadî yê bi navê Takî Rahmanî têkildar ê mijarê li ser Twîtterê ev peyam parve kir: “Xetere li ser jiyana girtiyan heye. Ji ber sedemên ku baş nayên zanîn, li qawîşa 7’an pevçûn dest pê kir. Gardiyanan êrişî qawîşên din jî kirin. Ji jiyana girtiyan hikûmet berpirsyar e.” 
 
Rojnameger Farîd Lotfabadî jî da zanîn ku rojnameger Amîr Abbas Azermvand û girtiyên din ên li qawîşa 8’an tên ragirtin, birine cihekî nediyar. Lotfabadî, diyar kir ku ev agahî ji hevjîna Azermvandî stendiye. 
 
NAYÊ ZANÎN BÊ KA GIRTÎ BI KU DE BIRINE
 
Di saetên serê sibehê de jî gelek ambûlans û 2 otobûs ji girtîgehê derketin. Nayê zanîn bê ka kî di wan wesayîtan de bûn û bi ku de birine. Mihafizên şoreşê, li ser gelek rêyên ber bi girtîgehê ve diçin noqteyên kontrolê danîn. 
 
BERXWEDANA LI GIRTÎGEHÊN TEBRÎZ Û SINEYÊ 
 
Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku ji bilî Girtîgeha Evînê, her wiha girtiyên li Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî dest bi berxwedanê kirin. Dîmenên berxwedana her du girtîgehan li ser medyaya civakî hatin parvekirin. 
 
MALBAT ÇÛN PÊŞIYA GIRTÎGEHÊ
 
Piştî şewata duh a li girtîgehê, malbat û parêzerên girtiyan hatin pêşiya girtîgehê. Tevî ku roja hevdîtina vekirî ya qawîşa jinan bû jî, destûra hevdîtinê nehat dayîn. Dayikeke ku tevî kurê xwe yê 5 salî çûbû serdana hevjînê xwe yê rojnameger, ji hêla gardiyanan ve hat derbkirin û dûrxistin. Rojnamegerekê ku nexwest navê xwe bide da zanîn ku gardiyanan ev gef li dayikê xwar: “Em ê êşa zarok bi we tevan bidin jiyîn.” 
 
Welatiyên ji bo agahîgirtina ji xizmên xwe hatine pêşiya girtîgehê, hêjta li wir disekinin. 
 

Sernavên din

16/10/2022
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin