Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê

img

ENQERE – Di Kongreya Partiya Çep a Kesk de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê hat kirin û peyama “Em ê bi ser kevin” hat dayîn. 

Partiya Çep a Kesk, 2’yemîn Kongreya Awarte bi dirûşma “Em li vir in, dê bi hev re bi ser kevin”  li 2’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di kongreyê de amade bûn. Li eywana kongreyê dirûşmên “Bijî biratiya gelan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 
 
Di kongreyê de her wiha pankartên “Ji dagirkerî û şer re na”, “Ne avhewayê lê pergalê biguherîne”, “Li dijî talan û kedxwariyê budçeya gelparêz” û “Em xwedî hêza guherandinê ne, dem dema jinê ye” hatibûn daliqandin û bal kişandin ser qirkirina xwezaya Kurdistanê. 
 
Kongre, bi guhdarîkirina mey û helbestan dest pê kir. Endamên Platforma KHK’ê jî dirûşma “Li dijî KHK’ê mil bidin milê hev” berz kirin. 
 
BAL KIŞANDIN SER QIRKIRINA XWEZAYA KURDISTANÊ
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Çep a Kesk Fadîme Ay di kongreyê de got; “Bijî azadî, bijî biratiya gelan” û wiha domand: “Di têkoşîna gelê kurd, elewî û hemû bindestdan de em bi hev re têdikoşin. Ji Geziyê heta Heskîfê, ji Îkîzdereyê heta Hewselê, ji Dêrsimê heta Çiyayê Kazê, silav ji bo hemû parastvanên xweza-jiyanê yên li dijî vê talanê li ber xwe didin û hezar silav ji bo hemû girtiyên siyasî.” 
 
‘WERIN EM BI HEV RE LI DIJÎ VÊ REJÎMÊ TÊBIKOŞÎN’
 
Di berdewamiya kongreyê de Parlamenterê HDP’ê Necdet Îpekyuz ji bo dîwanê hat hilbijartin. Îpekyuz, ji bo qurbaniyên karesata li Bartinê hemû kes vexwend deqeyek rêzgirtin. Piştî rêzgirtinê jî Îpekyuz, diyar kir ku bûyera li Bartinê ne qeza lê komkujî ye û banga hevgirtinê kir. Îpekyuz, da zanîn ku ew ji bo avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz dixebitin û wiha domand: “Werin em li dijî vê rejîma tarî bi hev re têbikoşin û bi hev re bibêjin êdî bes e.”
 
‘PÊDIVIYA WELAT BI ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD HEYE’
 
Berdevka Partiya Çep a Kesk Ayşe Erdem jî destnîşan kir ku tekane rêya rizgariya ji rejîma yekzilam, têkoşîna hevpar e. Erdem, bi domdarî anî ziman ku hem bloka desthilatdariyê û hem jî ya maseya 6 ling nikarin ji bo pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê çareseriyê peyda bikin û wiha derbirî: “Li dijî van her du blokan, Rêya Sêyemîn heye ku xwedî bernameyeke radîkal û demokratîk e. Pêdiviya vî welatî niha bi demokrasiyeke xurt, çareserkirina pirsgirêka kurd, wekhevî, azadî, darazeke serbixwe û jiyaneke birûmet û aştiyane heye. Ew jî bi tifaqeke demokratîk pêkan e. Em ji bo vê tifaqê amade ne.” 
 
‘DIVÊ EM JI REJÎMA AKP-MHP’Ê XELAS BIBIN’
 
Hevberdevkê Partiya Çepa Kesk Îbrahîm Akin jî hilbijartina pêş weke hilbijartina herî zehmet pênase kir û ev tişt anî ziman: “Divê em xwe ji desthilatdariya AKP-MHP’ê rizgar bikin. Heta ku em ji wan xelas nebin, dê nekarin rejîmê biguherînin. Em dikarin bi kelecaneke nû re welatekî ku em tevek xwedî heman şert û mercan ava bikin. Tifaqa Ked û Azadiyê gelek binirx e lê divê em mezintir bikin. Banga min li hemû saziyên sosyalîst ew e ku êdî dev ji nîqaşên xwe yên di sergoya dîrokê de mane berdin û em bi hev re têkoşîneke hevpar ava bikin. Wer in em bi hev re hêviyekê biafirînin.” 
 
Endama MYK’a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Hatîce Goz jî destnîşan kir ku welêt di serdemeke dîrokî re derbas dibe û li dijî bloka şer û kexwariyê, bloka ku hewl dide pergaleke nû biafirîne heye. 
 
Kongre, bi axaftinên siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl re didome. 
 

Sernavên din

16/10/2022
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin