Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!

  • rojane
  • 11:55 16 Cotmeh 2022
  • |
img

RIHA - Îdianameya derheqê qetilkirina 3 endamên Malbata Şenyaşar 4 sal û 4 meh piştre hat amadekirin. Di îdianameyê de tu sûcdariyek li parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz nehat kirin ku di dema komkujiyê de li nexweşxaneyê bû û hat îdiakirin ku qeydên kamerayan hatine dizîn. 

 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê çûn serdana kargeha Malbata Şenyaşar û li ser çendek rexneyan jî êrişî endamên malbatê kirin. Di êrişê de Yildiz û xizmên xwe bi çekan êrişî endamên malbatê kir û birîndar kirin. Endamên malbatê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û li wir jî rastî êrişa Yildiz, xizm û parastvanên wî hatin. Êriş, li ber çavên burokrat û rayedarên saziyên fermî yên wê demê hat kirin û di êrişê de Celal û Adil Şenyaşar û bavê wan Haci Esvet Şenyaşar ku bo zarokên xwe hatibû nexweşxaneyê hatin qetilkirin. 
 
Dosyayên ji bo lêkolînkirina êrişên behsa xeberê hatibûn vekirin, weke dosyayên “kargeh” û “nexweşxaneyê” ji hev hatibûn cudakirin. Di darizandina derheqê êrişa li dijî kargehê de ji bo Fadil Şenyaşar ku hewl da birayên xwe biparêze, 37 sal û 9 meh cezayê hevsê hat birîn. Her wiha li pismamê Yildiz ê AKP’î Enver Yildiz jî 18 sal cezayê hefsê hat birîn. Îdianameya dosyaya “nexweşxaneyê” ku di êrişê de 3 endamên Malbata Şenyaşar hatibûn qetilkirin û biryara “nepeniyê” li ser bû, piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin. 
 
Çendek hûrgiliyên di îdianameya de ku ji 92 rûpelan pêk tê û ji hêla 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê ve hatiye qebûlkirin, bêyî ku ji parêzerên Malbata Şenyaşar re bên parvekirin, ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) ve hatin weşandin. Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihand hûrgiliyên îdianameyê ku hêjta ji parêzer û malbatê re nehatine şandin.
 
JI BO 14 BERSÛCAN 2 CARAN CEZAYÊ MUEBBETÊ HAT XWESTIN 
 
Di îdianameyê de 19 bersûc bi sûcên “kuştina bi zanebûn”, “Ji bo kuştina bi zanebûn bûne alîkar”, “Hewldana ji bo kuştina bi zanebûn”, “Ziyan gihandin malê cemaweriyê”, “Binpêkirina parêzbendiya kargehê”, “Tunekirin, veşartin û guherandina delîlên sûc” û “dizîna alavên di avahî de hatine parastin” hatin tawanbarkirin. Ji bo kekê Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ê bi navê Celal Yildiz ku ji 23’yê nîsanê ve girtî ye, Mekaîl Şîmşek ku di heman dîrokê de hate girtin, şêwirmendê Yildiz ê bi navê Mûstafa Amaç, bavê Yildiz ê bi navê Osman Yildiz, mamê Yildiz ê bi navê Celal Yildiz, xwarziyê Yildiz ê firarî yê bi navê Îbrahîm Yildiz û Huseyîn Yildiz, Mehmet Yildiz, Omer Yildiz, Cemal Yildiz, Fethî Yildiz, Emîne Yildiz û Mûstafa Durmaz jî bi sedema “kuştina bi zanebûn”, “hewldana ji bo kuştina bi zanebûn” û “ji bo kuştina bi zanebûn bûne alîkar”, du caran cezayê muebbetê hat xwestin. Di îdianameyê de ji bo her 14 bersûcan de bi sedema ku li dijî Ferît û Mehmet Şenyaşar de sûcê “hewldana kuştinê” kirine, bi giştî 336 sal cezayê hefsê hat xwestin. 
 
JI BO KESÊN DELÎL TUNEKIRIN 125 SAL CEZAYÊ HEFSÊ HAT XWESTIN 
 
Di çarçoveya lêpirsînê de; bi sedema ku kamera û qeydên kamerayan ên Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dizîne,  Îbrahîm Halîl Şîmşek ku di 23’yê nîsanê de hatibû girtin û piştre hatibû berdan, Muslum Yildiz, Mahmût Yildiz, Saîm Yildiz û Şerîf Durmaz bi sûcên “ziyan daye malê cemaweriyê”, “binpêkirina parêzbendiya kargehê”, “tunekirina delîlên sûc” û “dizîna alavên di avahiya cemaweriyê de hatine parastin” hatin tawanbarkirin. Ji bo her 5 kesan bi giştî 125 sal cezayê hefsê hat xwestin. 
 
JI BO 19 KESAN BIRYARA NEŞOPANDINÊ
 
Atîlla Arca, Mahmût Yildiz, Fethî Şîmşek, Alî Yildiz, Osman Şîmşek, Îbrahîm Halîl Şîmşek, Çetîn Yildiz, Mehmet Yildiz, Hîkmet Yildiz, Bulent Yildiz, Firat Yildiz, Celal Yildiz, Osman Şah Yildiz, Mûstafa Yildiz, Cema Yildiz, Faîk Yildiz, Dogan Yildiz, Îbrahîm Halîl Yildiz (bi wekîlê AKP’î re navê wî heman e) û Erdal Yildiz jî bi sûcên “Kuştina bi zanebûn” û “birîndarkirina bi zanebûn” dihatin tawanbarkirin.  Lê biryara neşopandinê hat dayîn. “Nebûna delîlan” weke hinceta vê biryarê hat nîşandan. 
 
MIDÛRIYETA TENDURISTIYÊ GILÎKER E
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di êrişê de hatibûn qetilkirin, Mehmet û Ferît Şenyaşar ku di êrişê de bi giranî birîndar bûbûn û Midûriyeta Tenduristiyê ya Rihayê jî di îdianameyê de weke gilîker cih girtin. 
 
MAM YILDIZ: BILA KESEK SAX NEMÎNE
 
Di îdianameyê de rapora otopsiyê, miayeneya edlî, rapora pisporiya krîmînal, girtekên lêkolîna cihê bûyerê û îfadeyên şahid û gilîkeran cih girt. Dayika Emîne Şenyaşar di îfadeya xwe de got ku mamê Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î yê bi navê Celal Yildiz di dema êrişê de wiha bang li girseya êrişkar kiriye: “Min Celal Şenyaşar kuşt, hûn jî li vir kesekî sax nehêlin.”  
 
BERSÛCAN: NAYÊ BÎRA ME!
 
Di îdianameyê de di çarçoveya du lêpirsînên cuda de îfadeyên zêdetirî 180 şahidan hatiye dayîn. Di îdianameyê de hat gotin ku 18 bersûcan 4 sal piştre di 23’yê nîsan û di 17’ê gulana 2022’yan de îfade dane emniyetê. Her wiha hat destnîşankirin ku derheqê biraziyê Yildiz ê AKP’î yê bi navê Îbrahîm Yildiz de li gel ku biryara binçavkirinê hebû jî, heta roja amadekirina îdianameyê jî nehatiye girtin. Her 18 bersûcan jî îdia kirin ku bi ser bûyerê re 4 sal derbasbûne lewma hûrgiliyên bûyerê nayên bîra wan û sûcdariyên tên kirin red kirin. 
 
DÎMENÊN LI NEXWEŞXANEYÊ HATINE DIZÎN! 
 
Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku 19 bersûc di êrişa li dijî Haci Esvet Şenyaşar, Adil Şenyaşar û gilîker Mehmet û Ferît Şenyaşar de berpisyar in. Her wiha hat diyarkirin ji bersûcan 14 jê ji destpêka bûyerê ve bi mebesta “kuştina bi zanebûn” tevgeriyane û Adil û Esvet Şenyaşar jî di encama êrişa li nexweşxaneyê de hatine kuştin. 
Her wiha di îdianameyê de hat daxuyandin ku hard dîskên ku dîmenên kamerayên Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê tê de bûn û li odeya server a nexweşxaneyê dihatin parastin, hatine dizîn. 
 
Balkêş e ku di îdianameyê de derheqê parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz de tu sûcdarî nehatine kirin. Navê Yildiz tenê di îfadeyên şahid û bersûcan de derbas bû. Yek ji şahidên bûyerê û xebatkarê nexweşxaneyê E.E. da zanîn ku dema ji bo birayê Yildiz, Mehmet Şah Yildiz tampon dikir, Yildiz jî li ser serê birîndaran bû. 
 
ÎFADEYÊN HEVNEGIRTÎ
 
Şêwirmendê Yildiz ê AKP’î Mûstafa Amaç jî weke gumanbar îfade da û got ku dema bijîşkan destwerdan li Mehmet Şah Oruç dikir, Yildiz li odeyê bû û ev îdiaye kirin: “Qederê 20 deqeyan ji bo kekê wî masaja dil hat kirin. Piştî ku bijîşkan agahiya mirinê da, parlamenter têk çû. Piştî ku gelek kesan ev agahî bihîstî, min û polîsê parastvan Mûstafa biryar da ku wekîl ji deriyê piştê yê nexweşxaneyê derxînin. Piştre jî em û wekîl derbasî odeyeke li pişta nexweşxaneyê bûn û me li vir derî qifle kirin. Me li vir ji Qeymeqamê Pirsûsê û Şaxa Midûriyeta Parastinê wesayîta bizirx xwest. Demek piştre wesayît hat şandin. Ji ber ku xizmên wekîl ên birîndar sewqî Rihayê dihatin kirin, em jî ber bi Rihayê ve ketin rê.” 
 
Biraziyê wekîlê AKP’î Huseyîn Yildiz jî weke gumanbar îfade da. Berevajî şêwirmend Amaç, Yildiz got ku ew û wekîl bi hev re derketine baxçeyê nexweşxaneyê û ev agahî dan: “Dema derketim derveyî nexweşxaneyê, min komeke ji cendirme û polîsna dît. Lê nizanim bê ka êriş çawa çêbûye û ji hêla kê ve hatiye kirin. Piştre jî nexweşên me bi ambulansan sewqî navenda Rihayê hatin kirin. Li ser vê yekê ez jî ji nexweşxaneyê derketim û çûm mala xwe.” 
 
Biraziy ê Yildiz ê bi navê Mehmet Yildiz jî di îfadeya xwe de destnîşan kir ku piştî bûyerê wekîl Yildiz li baxçeyê nexweşxaneyê dîtiye. 
 
Tevî ku şahid û bersûcan got; “Me Yildiz li baxçeyê nexweşxaneyê dît” jî, derheqê Yildiz de tu lêpirsîn nehatin jêpirsîn. Nayê zanîn bê ka di çarçoveya rapirsînê de îfadeyê Yildiz hatiye girtin û fezleke hatiye amadekirin an na. 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

16/10/2022
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin