Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan

  • rojane
  • 10:56 16 Cotmeh 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Parêzer Turkan Aslan Agaç diyar kir ku Doza Denîz Poyraz qonaxa bêhiqûqiyê derbas kiriye û edî derketiya asta derqanûniyê û wiha got: “Feraseta ku tiliya wan di cînayetê de heye, peyama ‘destilatdarî em in’ da.”
 
Kujer Onur Gencer di 17’ê hezîrana sala 2021’an de êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û ji xebatkarên partiyê Denîz Poyraz qetil kir. 6’emîn danişîna kujer Onur Gencer di 14’ê cotmehê de hat dîtin. Di 5’emîn danişîna dozê de ku di 12’ê cotmehê de hat dîtin, şandeya dadgehê biryar da ku êdî doz li Girtîgeha Şakran a Alîagayê bê dîtin. Parêzerên ku xwedî belgeya rayeyê dema ji bo 6’emîn danişîna dozê hatin Girtîgeha Şakranê û rojnameger, li gel ku di dosyayê de biryara darizandina girtî tune bû jî bi biryara şandeya dadgehê negirtin eywanê. 
 
DARIZANDINA BÊYÎ PARÊZERAN
 
Parêzerên dozê li dijî vê biryarê îtîraz kirin û xwestin biryara navberê bê dayîn lê ji hêla cendirmeyan ve bi darê zorê ji eywanê hatin derxistin. Lewma jî danişîn bêyî parêzeran dest pê kir. Dema parêzeran dîsa xwest bikevin eywanê, vêcarê jî telefon û kompûterên wan jê hatin standin. Parêzeran got ku rêgeza darizandina adilane û bêalî hatiye binpêkirin û xwestin ku dadger bê guherandin. Lê belê ev daxwaza wan hat redkirin. Parêzeran jî bertek nîşanî biryarê dan û dema ji eywanê derdiketin, şandeyê ferman da cendirme û polîsan ku parêzeran bi darê zorê ji eywanê derxînin. Şandeya dadgehê bêyî parêzeran danişîn domand, li şahidan guhdar kir û mutalaa ji dozger xwest. Dozger, bi sedema “Kuştina bi plankirî” cezayê muebbeta giran, ji bo “binpêkirina parêzbendiya kargehê” û “zirardayîna avahî, tesîs û eşyayên ji hêla partiyeke siyasî û saziyên pîşeyî” jî heta 7 salan cezayê hefsê xwest. Şandeya dadgehê jî daxwaza parêzeran ku dixwestin delîl ji wan re bên dayîn red kir û danişîn taloqî 27’ê kanûnê kir. 
 
PARÊZER HAT DERBKIRIN
 
Di heman demê de parêzerên ku belgeya wan a rayeyê hebûn û li derve disekiniyan, dema hewl dan bikevin eywanê rastî êrişa cendirmeyan hatin. Endamê Rêveberiya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Ercan Demîr û Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel jî di nav de, gelek parêz rastî êrişa xaza îsotê û TOMA’yê hatin. Di vê navberê de parêzerk ji hêla fermandarê cendirmeyan ve hat derbkirin. 
 
Parêzerên dozê têkildarî bûyerê ji ajansa me re axivîn. 
 
‘ŞANDEYA DADGEHÊ RÊ LI BER RAGEŞIYÊ VEKIR’ 
 
Ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç diyar kir ku şandeya dadgehê pirsgirêka belgeya rayeyê ku di danişînên berê de hatibû çareserkirin, dîsa kir pirsgirêk û wiha got: “Di danişîna 5’an de dîsa kirin ku ev pirsgirêk rê li ber rageşiyê veke. Her wiha şandeyê biryar da ku di biryara navberê de karmendên tenduristiyê li wir bin. Ev jî nîşan dide ku dadgehê armanca êrişeke li dijî me kiriye. Ji bo ku biryara di mijara wekaletê de pêk bînin, girtîgeh hilbijartin. Ji bo ku mirov bikare bikeve kampûsa girtîgehê, divê ji 3 noqteyên cendirmeyan derbas bibî. Me bihîst ku ji deverên cuda yên Îzmîrê cendirme anîne. Divê dozê de yên mexdûr em in. Heta niha hîç tiştekî li eywana dadgehê qewimî ji ber beşdaran derneketiye. Tevahiya rageşiyan an ji hêla bersûc ve yan jî ji hêla şandeya dadgehê ve hatine derxistin.” 
 
‘DADGEH DERQANÛNÎ TEVDIGERE’
 
Bi domdarî Agaç da zanîn ku negirtina kompûter û telefonan binpêkirina maf e û wiha pê de çû: “Nahêlin dosyayên dozê bigihijin ber destê me û di dema danişînê de têkiliya me ya bi dinyayê re tê qutkirin. Biryara 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê ne binpêkirina hiqûqê lê raste rast derqanûntiye. Êdî derbasî qonaxeke din bûne. Lewma tiştên di roja înê de hatin jiyîn, tiştên asayî nînin. Li cihê ku divê bersûc lê birûne em hatin rûniştandin. Ev yek nîşan dide ku em aliyê mexdûr nayên dîtin. Ev yek bi zanebûn hat kirin. Diyar e bê ka ev bi kîjan zîhniyetê tê kirin. Kujer Onur Gencer, li eywaneke ku tu kes tê de nîne, ji hêla 80 cendirmeyan vê tê parastin. Ev peyameke. Ew feraseta li pişt êrişê, peyama ‘em hêjta li ser desthilatdariyê ne’ dide. Peyama; ‘em hêj di nava darazê de bihêz in’ didin. Di danişîna 12’ê îlonê de bersûc dixwaze îdianameya doza girtina HDP’ê li dosyaya were zêdekirin. Pir aşkera ye bê ka kê doza girtina HDP’ê vekiriye. Têkiliya bersûc bi wan derdoran re hey. Ji bo ku ew têkilî neyên teşhîrkirin, dosya tê revandin. Li gorî min guherandina şandeya dadgehê û hilbijartina dadgerên nû jî têkiliya xwe bi vê re heye.”
 
DERBASÎ QONAXA DARIZANDINA BÊPARÊZER BÛNE
 
Di berdewamê de Agaç got ku şandeya dadgehê dixwaze cezayekî bide Gencer û bi ser dosyayê bigire û wiha derbirî: “Li gorî min daraza li ber mirinê, bi dosyaya Denîz Poyraz re êdî mir. Ji ber ku naxwazin parêzer li eywana danişînê bin. Derxistina parêzeran ji eywana danişînê, amadekariya darizandinên bêparêzerin. Daraz, bi tevahî siyasî bûye. Tiştên li Girtîgeha Şakranê qewimîn, faşîzm e. Sedema vê jî nêzikatiya şandeya dadgehê ye. 79 baroyan ev êriş û sepan şermezar kirin. Em ê di danişîna din de hîn bihêztir tev li bibin. Em ê li Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran giliyê şandeya dadgehê bikin.” 
 
'DÊ NEKARIN XWE JI ME XELAS BIKIN’
 
Ji parêzerên dozê Abdulmecît Yildirim jî cara ewil weke parêzerê beşdaran hatiye Girtîgeha Şakranê û ev tişt anî ziman: “Lê belê miameleya hêjayî me hatiye dîtin, bi mimaleya li dijî gelê kurd re heman miamele bû. Em bi zehmetî beşdarî danişînê bûn û dest danîn ser kompûter û telefonên me. Dibêjin dosyaya terorê nîne lê tevahiya şaxa terorê xistibûn hundir. Destûra telefonên me nedan lê hemû peywirdarên TEM’ê bi telefonên xwe ketin hundir. Ji destpêkê ve hewl didin vê dosyayê ji me birevînin. Me heta niha bi berxwedana xwe rê neda vê. Çi dikin bila bikin dê nekarin xwe ji me xelas bikin. Ev ne cara ewile ku em xazê dixwin û ne jî dê bibe cara dawî. Lê dê nekarin me bi vî awayî bitirsînin. Inyeteke şandeyê ya wisa nîne ku kesên li pişt cînayetê tespît bike. Bi sedan daxwazên me hatine redkirin. Serokê dadgehê nû hatiye û me ne weke mexdûr lê bersûc dibîne. Em ê destûrê nedin wan.” 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

16/10/2022
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin