Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê

  • rojane
  • 09:00 16 Cotmeh 2022
  • |

AMED - Parêzer Yûsûf Çakas anî ziman ku ji binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê "lêgerîna tazî, lêgerîna li hundirê dev, avêtina ser qawîşan û sewqên bêyî girtiyan" binpêkirinên sereke ne û got ku desteyên îdare û çavdêriyê yên girtîgehan jî veguherîne Dadgehên Îstiqlalê. 

 
Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan zêde dibin. Lewma girtîgehên ku hema bibêje her hefte girtî lê tên qetilkirin, wekî "mirinxaneyê" tên pênasekirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 651 jê giran hezar û 517 nexweş girtî ne. Li gorî heman daneyan di 10 mehên sala 2022’yan de 63 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî girtiyê nexweş Suphan Çabûk ku di lîsteya ÎHD'ê de bû li Girtîgeha Kalkandereyê ya Rîzaeyê ya Tîpa L'yê hat qetilkirin. 
 
Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Yûsûf Çakas tiştên li girtîgehên Tirkiyeyê diqewimin nirxandin. 
 
'GIRTÎGEH BÛNE NAVENDA BINPÊKIRINÊN MAFAN'
 
Çakas diyar kir ku girtîgehên Tirkiyeyê bûne navenda binpêkirinên mafaên jiyanê û got ku mînaka herî berbiçav jî, 63 girtiyên ku di 10 mehên dawî yê vê salê de jiyana xwe ji dest dane. Çakas ku got "Ev agahî bi xwe jî hem kêm in hem jî têr nakin" destnîşan kir ku saziyên têkildar hem ji bo girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest didin hem jî ji bo girtiyên bi awayekî jiyana xwe ji dest didin tu daxuyaniyê nadin an jî agahiyan parve nakin. 
 
'LÊGERÎNA TAZÎ VEGUHERIYE ÎŞKENCEYÊ'
 
Çakas bilêv kir ku ji nameyên ku girtî bi rêya malbatên xwe ji OHD'ê re dişînin xuya dike ku binpêkirinên mafan ên herî zêde rû didin lêgerîna tazî, lêgerîna li hundirê dev, avêtina ser qawîşan û bêyî vîna girtiyan sewqkirina wan in û wiha got: "Tu ravekirineke maqûl a lêgerîna tazî tune ye. Ev muameleyeke kêfî ye û ne li gor mirovahiyê ne li gor exlaqê ne jî li gor hiqûqê ye. Me gelek caran ev anî zimên, lê îdareya girtîgehê vê yekê wekî lêgerîneke maqûl dihesibîne. Qethiyen lêgerîna tazî nayê qebûlkirin. Ev yek veguheriye îşkenceyê." 
 
‘SIRGÛNKIRIN POLÎTÎKAYEKE DEWLETÊ YE'
 
Çakas anî ziman ku binpêkirineke din a li girtîgehan tê kirin jî sirgûnkirin e û wiha got: “Çendî ku bi navê sewqê tê kirin jî, lê di asasê xwe de ev sewq e. Ev sirgûn e. Ji ber ku sewq; li ser daxwaza girtiyan pêk tê. Lê tişta tê kirin derî vîna girtiyan tê kirin. Navê vê jî sirgûn e. Der barê vê mijarê de me gelek daxwazname ji Wezareta Dadê re nivîsandine, lê tu encam bi dest me neket. Lê xuya ye ev polîtîkayeke dewletê ye. Feraseta di bin vê de, ew e ku girtiyan ji malbatê dûr bixin û pêwendiya wan ya bi derve re qut bikin û wan tecrîd bikin."
 
‘BI SALAN E DI ROJEVÊ DE YE'
 
Çakas bi lêv kir ku li Tirkiyeyê bi salan e pirsgirêka girtiyên nexweş di rojevê de ye û wiha got: “Ev mijar, li girtîgehên Ewropayê bi awayekî zelal hatiye diyarkirin. Yanî ji xeynî awayê fîzîkî, divê girtiyî di hemû şert û mercên din de karibe pêwendiyê bi derve re deyne. Divê li her girtîgehê bijîşkekî pispor hebe û şert û mercên berdewamkirina dermankirinê bên afirandin. Her wiha mafê tendurustiyê, divê tenê wekî rewşeke fizîkî neyê dîtin. Aliyên wê yên giyanî, derûnî û hestyarî jî hene. Dema em têr nexwarin, nederketina hewadariyê û ragirtina li odeyên yekkesî yên girtîgehên Tîpa S'yê û yên ewlekariya bilind bimînin cem hev mimkûn e ku tenduristiya girtiyan baş be. Mînaka berbiçav Mehmet Candemîr e. Dema hat girtin tu nexweşiyeke wî tune bû, lê di şert û mercên girtîgehê de nexweş ket û ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da."
 
 ‘ATK NE BÊALÎ YE'
 
Çakas bal kişand ser berpirsyariya ATK’ê jî û ev tişt gotin: “Biryarên ATK’ê bûne cihê nîqaşan. Me di biryara Halîl Guneş de mînaka herî zelal dît ku biryarên ATK’ê ne bêalî û serbixwe ne. ATK'ê ji bo Guneş got, 'dikare di girtîgehê de bimîne,' lê nikaribû bimîne û jiyana xwe ji dest da. Li Girtîgeha Cirnêreş ji bo Bazo Yilmaz jî heman biryar dabû, lê wî jî jiyana xwe ji dest da. Ji bilî vê cîhan bi nexweşiya Mehmet Emîn Ozkan hesiyaye, lê ATK'ê hê jî fêm nekiriye. Her wiha bi van biryaran nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê jî. Ji ber ku girtî difikirin ku dê ATK bi awayekî polîtîk nêzî wan dibe û dê biryarên wê jî polîtîk bin, naçin nexweşxaneyê. Girtî ji ATK'ê bawer nakin. Ji ber vê yekê li girtîgehan hejmara girtiyên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe."
 
'BÛNE DADGEHÊN ÎSTIQLALÊ'
 
Çakas di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser biryarên desteyên îdare û çavdêriyê yên li girtîgehan hatine avakirin jî ku înfaza girtiyan dişewitîne. Çakas bilêv kir ku ev destê çendî di warê avakirinê de li gor mewzûata navneteweyî bin jî, lê ji ber atmosfera polîtîk a li wlêt bi temamî veguherîne dadgehên polîtîk.
 
‘TECRÎD LI TEVAHIYA WELÊT BELAV BÛYE'
 
Çakas destnîşan kir ku tecrîda li Girava Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye û got ku ji ber vê bêhiqûqîtî zêde bûne. 
 
Çakas di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hewce ye polîtîkayeke azadîxwaz berbelav bibe û wiha got: "Qanûna Têkoşîna li Hemberî Terorê divê bi temamî ji holê bê rakirin. Têkildarî vê azadiya fikr û ramanê ya siyasetmedaran, mamoste û xwendekaran û parêzer û mamosteyan xwe bide der ku em karibin binpêkirinên mafan ên li girtîgehên biqedînin. Di meseleya girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin de jî divê em li dora malbatên ku nobedê digirin bibin xelek û vê xelekê mezin bikin. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne derî tevahiya civakê ne. Ger li derve rojnameyek rastî lêdana esker û polîsan bê û dîmengirtin bê astengkirin, îjar em bifikirin dê li girtîgehê çi bê serê wî... Ger li ber girtîgehê tîşortê parêzeran bê çirandin, bifikirin îjar bê li girtîgehan çi diqewime... Divê em bi vî awayî nêzî meseleyê bibin. Civak divê vê yekê bibîne. Meseleya girtîgehan meseleya her kesî ye. Girtî dimirin. Ji bo pêşî li ber vê bê girtin, divê her kes li cem malbatên nobeda edaletê be."
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

16/10/2022
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin