Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike

  • rojane
  • 09:00 16 Cotmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Bêrîtan Zagros diyar kir ku li herêmê hemû êrişên li hemberî pêşengên kurd di bin çavderiya PDK'ê de pêk tên û wiha got: "MÎT bêyî erêkirina îstîxbarata herêma Kurdistanê ya bi pêşengiya PDK’ê nikare tu êrişekê li dijî tu welatparêz, çalakvan an jî şoreşgerên kurd pêk bîne. Ji bo jin li dijî vê êrişê wekî li Îranê bûye ranebin ser pêyan û ev nebe sedema pêleke mezin a nerazîbûnan asayîşa Silêmaniyê bi lez û bez hinek kes girtin."

 
Di 17'ê Nîsanê de Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federal a Kurdistanê ji hewayê û bêjahiyê dest bi êrişan kir. Tirkiyeyê ku dixwest van herêman dagir bike, heya niha negihaştiye armanca xwe. Dema ev êrişên topyekûn ên li ser herêmê dest pê kirin, gelek caran Mexmûr û Şengal jî ji hewayê hatin bombebarankirin. Tirkiye ku bi vê jî sînordar nema li herêmê bi hevkariya PDK'ê dest bi sûîqastan kir. 
 
Di sala 16'ê îlona 2021'ê de welatparêzê kurdî Ferhat Bariş Kondu rastî êrişeke çekdarî hat û di êrişê de bi giranî birîndar bûbû. Di 17'ê Îlona 2021'ê de Yasîn Bûlût hat qetilkirin. Di 17'ê Gulana 2022'yan de Mehmet Zekî Çelebî di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Di 28'ê Tebaxa 2022'yan de ji Rêveberiya Tevgera Azadiyê nivîskar Suheyl Xûrşîd li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin. Herî dawî jî di 4'ê Cotmehê de Endama Navenda Lêkolînên JIneolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsel di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Heta niha kesên ev êriş kirine nehatine dîtin û darizandin. 
 
Rojnamevan Bêrîtan Zagros herêma ku bûye baregeha MÎT’ê û hêzên taybet ên Tirkiyeyê û bêhesasiyeta hikûmeta başûrê Kurdistanê û partiyên başûrê Kurdistanê ya li hemberî van qetilkirinan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
 
'MÎT BEYÎ ÎSTIXBARATA HERÊMA KURDISTANÊ TEVNAGERE'
 
Rojnameger Zagros anî ziman ku êrişên çekdarî yên li dijî pêşengên kurd bi hevkariya PDK'ê pêk tên û wiha axivî: "Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê tevî krîza aborî ya li Tirkiyeyê jî budçeyeke zêde ji bo şerê qirkirina kurdan veqetandiye. Yek ji vê qada şer jî berfirehkirina tevna sîxuriyê ya bi rêya derfetên madî ye. Hejariya ku bi zanabûnî li Kurdistanê tê pêşxistin, ji bo pêşxistina tevna sîxuriyê û xistina civakê tê bi kar anîn û hewl tê dayin ku bi hevkariya îstixbarata PDK’ê û îstixbarata herêmî derbe li têkoşîna azadiya kurd û jinan bê xistin. Bêguman hemû sûîqastên siyasî û êrişên bi rêya SÎHA’yan yên li Şengal, Mexmûr û Herêma Kurdistanê bi rêya mirovên hatine xistin, yên qaşo ji xwe re dibêjin kurd û mirov û ya herî girîng jî bi erêkirina îstixbarata herêmî pêk tên."
 
Zagros, destnîşan kir ku MÎT'a Tirkiyeyê bêyî erêkirina îstixbarata herêma Kurdistanê ya bi pêşengiya PDK’ê û her wiha tevna sîxûrtiyê ya li Silêmaniyê ku piraniya wan ji xelkê herêmê pêk tên nikare tu êrişekê li dijî tu welatparêz, çalakvan an jî şoreşgeran pêk bîne. Zagros, axaftina xwe wiha domand: “Heke îstixbarata herêma Kurdistanê (PDK û YNK) îdîa dikin ku ev êriş bêyî agahiya wan çêdibin û tiliya wan tê de nîn e, wê demê tu bandoreke wan li herêmê nîn e. Divê xwe fesix bikin. Lê ya rastî ew e ku asayîşa Herêma Kurdistanê rexnegirrekê/î jî yên li dijî xwe efû nake û yekser tespît dike û digire. Weke nimûne di dema kuştina berpirsekî MÎT’a Tirkiyeyê de ku li Hewlêrê hatibû qetilkirin, yekser du ciwanên kurd girtin û cezayê darvekirinê li wana birî. Lê dema kurd li Herêma Kurdistanê werin qetilkirin heman îstixbarat ku ji xwe re dibêje ‘kurd’ heman refleksê nade nîşan û erkên xwe bi cih nayne. Bêdengî û pêşîlênegirtina êrişan hevkariya van hêzan ya bi MÎT’a Tirkiyeyê re dide nîşan."
 
'PDK'Ê HEMBÊZA XWE JI ÎSTIXBARATA TIRKIYEYÊ RE VEKIRIYE'
 
Bi domdarî Zagros diyar kir ku PDK'ê li her derê deriyê xwe ji îstixbarata Tirkiyeyê re vekiriye û ev tişt anî ziman: “Îradeya siyasî ya li Herêma Kurdistanê ku zêdetir ji aliyê PDK’ê ve hatiye kontrolkirin û yên din ne xwedî îradeyeke xurt in. Bi her awayî Başûrê Kurdistanê ji teserûfa dewleta tirkiyeyê û dagirkeran re vekiriye. PDK ku kurdên ji parçeyên din yên Kurdistanê yên xulamtiyê jê re nakin û girêdayî Tevgera Azadiya Kurdistanê û welatparêz in sirgûn dike, digire û gefan li wan dixwe. Bi her awayî hembêza xwe ji îstixbarata Tirkî re vekiriye û hemû nirxên Başûrê Kurdistanê pêşkêşî wan dike. Gelek navendên dîplomatîk, vîze, şîrket, cafe-restorant, nexweşxane, perwerde, rêxistinên selefiyan û hwdç bûne hêlîna îstixbarata Tirkî ku xwe lê rêxistin dike. Berê van karan ku bi awayekî veşartî dikirin, ji ber serbestiya PDK'ê daye MÎT’a Tirkî û hevkarên wan êdî zêde pêwîstiyê bi veşartinê jî nabînin. MÎT bûye xwediyê malê, welatparêzên kurd li Kurdistanê biyanî û xerîb in. Êdî hatiye astek ku yên ji Başûrê Kurdistanê û girêdayî Tevgera Azadiyê nasnameya xwe veşêrin, lê tirkek faşîst wekî li naverasta Stenbolê bigere li Herêma Kurdistanê digere. Rewşa di vê astê de ku li aliyekî dewleta tirkî bi balafirên ku alayên Tirkî li ser hatine nexşandin kurdan qetil dike, li aliyê din li naverasta bazarê alayên Tirkiyeyê tên firotin. Ev jî xetereyeke mezin ji bo hişmendiya neteweyî çêdike û kes ji ber desthilata Başûr cesaret nake li dijî vê liv û tevgera Tirkiyetê derkeve."
 
'PDK NE EXLAQ RABER DIKE'
 
Rojnameger Zagrosê bi lêv kir ku PDK ji bêbertekbûna partiyên siyasî yên li herêmê cesaret digire û wiha domand: “Ne tenê êrişên çekdarî yên li nava bajaran êrişên hewayî jî di nava bajarên başûrê Kurdistanê de çêdibin, komkûjî tên kirin. Herêma Kurdistanê li cihê ku li dijî dewleta tirk li qada navneteweyî gilî bike, bibe xwedî helwest timî yên mexdûr tawanbar dike û helwesteke ne exlaqî raber dike. Heya niha jî parlementoya Herêma Kurdistanê li dijî balafirên SÎHA yên tirk ku weke makîneyên qetilkirina kurdan kar dikin, bi awayek fermi helwesteke tund, cidî û bi bandor nîşan nedaye, şermezar nekiriye. Dema şermezar dikin jî navê Tirkiye nayênin ziman û nayê zanîn behsa kê dikin. PDK ji xwe wekheve bi dewleta tirk a faşîst re û êdî nîqaş li ser vê rastiyê nîne. Lê YNK û partiyên din jî ne xwedî helwesteke bihêz a neteweyî û wêrekin. Herçend piraniya girseya van partiyan li dijî êrişên dewleta tirkin jî lê yên îradeya wan ya siyasî temsîl dikin helwesteke hêjayî daxwaz û bendewariyên gel nîşan nadin. Dema êrişên dewleta tirk jî şermezar dikin, bi zimaneke ezop û nayê fêm kirin, nav nadin û şermezar dikin. Ev jî bandoreke wê çênabe. Heke partiyên din dijî êrişên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê ya li gel dijminên kurdan hebe, wê PDK evqas mezin nebûya û cesaret nekiriba Kurdistanê pêşkêşî dijminên kurdan bike." 
 
'DEMA MIJAR DIBE KURD HEMÛ QADAN VEDIKE'
 
Di berdewamê de Zagros da zanîn ku PDK ku li hemberî êrişên Îranê derdikeve li dijî êrişên Tirkiyeyê xwe li bêdengiyê datîne û ev nirxandin kir: “Ji bo êrişên hewayî yên tirk ên bi balafirên bêmirov ên biçek yên li dijî başûrê Kurdistanê, desthilata Başûr timî topê diavêje Bexda û berpirsyariyê diavêje ser Bexda û hevpeymaniya navneteweyî. Raste qada hewayî ya Iraqê di destê hevpemaniya navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîka û Iraqê de ye. Jixwe bêyî erêkirina Amerîkayê balafirên Tirkiye nikarin li ser Silêmaniye, Dihok, Hewlêr, Germiyan, Raperîn û hwd bigerin. Ji ber heya niha çend caran kariye balafirên bêmirov ên Îranê asteng bike yan jî bixîne. Ji ber Îranê li dijî xwe dibîne, dema balafirên Îranê rabin, yekser pêşî lê digire. Lê dema mijar dibe balafirên Tirkiye li dijî kurdan hemû qada hewayî jêre vedike. Berpirsyariya yekemîn di destê hêzên hevpeymaniyê de ye. Lê ev nayê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê ti înîsiyatîfek xwe nîne. Divê bi taybet ev pirs ji PDK’ê were kirin, 'Hûn li cihê ku şova pêşmergeyan ya qetilkirina lawiran bikin, çima hêzên ewlekariyê di perwerdeyeke aqilane ya pîşesaziya çek de perwerde nakin ku qada xwe ya hewayî biparêzin? Yan perwerdeya wan tenê ji şoveke bê wate pêk tê, yan jî hêza wan heye lê bizanebûn çavê xwe ji balafiran re digirin. Ji ber tê zanîn ne tenê bi çek, dewlet û heta kes jî êdî dikarin bi Hacker bikevin sîstema balafiran û êrişên wan pûç bikin. Lê wisa xuyaye ku tevî hemû derfetan jî PDK ti razemeneyiyeke wê ji bo parastina Başûrê Kurdistanê nîne û bi temamî gel ji însafa hêzên navnetewî re hiştiye. Ew perwerdeya ku ewqas reklama wê kirin û bû mijara rexneyên cidî, veguherînin perwerdeyeke sûdmendbe ji civaka kurd re û derfetên di destê xwede ji bo perwerdekirina ciwanên Kurd û ji behremendiya wan sûd bigire, wê ti balafirek nekare li Kurdistanê bi rehetî komkujiyan pêkbîne. Yanî weke encam yan ti hêzeke Kurdistanê biparêz avanekirine, yan jî heye bi zanabûn pêşî li êrişan vedikin." 
 
'DIVÊ DER HEQÊ ALÎ RIZA GUNEY DE LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN'
 
Bêrîtan Zagros bal kişand ser axaftinên Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Alî Riza Guney ku li xwe mikur hatibû ku wan Nagîhan Akarsel qetil kiriye û got ku divê demildest der heqê wî de doz bê destpêkirin. Zagrosê axaftina xwe wiha domand: "Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Alî Riza Guney li bajarekî Kurdistanê û ji mîkrofonên ku qaşo ji xwere dibêjin kurde re îtîraf kir ku wan Nagîhan Akarselê û welatparêzên kurd qetil kiriye û tehdîtên xwe berdewam kir. Nav dîplomate, lê weke berpirsekî îstîxbaratekî û fermandarekî leşkerî axivî. Alî Riza Gûney parêzbendiya xwe ya dîplomatîk hebe jî, lê bi vê îtîraf û tehdîtan sûc kiriye û diviyabû li piştî vê axaftinê ji Iraqê hatiba derxistin. Lê ya balkêştir ewe ku li navenda PDK’ê û Barzaniyan ku li ser Kurdbûnê timî rantxuriyê dikin û siyasetê dikin, rewatî bi qetilkirina Kurdan dide û bi şanazî ji ragihandinên şerê taybet yên PDK’ê re axivî. Kurdek nikare li navenda Enqere bi rehetî gotineke herî ji rêzê jî ji bo dewleta tirk bike, lê balkêş ku ev kesê kirasê dîplomatîk li xwe kiriye, lê biryara qetilkirina Kurdan dide û rêxistin dike, li Kurdistanê gefan li kurdan dixwe. Helbet divê li Dadgeha Federal a Iraqê der barê Alî Riza Gûney de doz were vekirin û ev gotinên wî bibe mijareke cidî ya nerazîbûnan, heya ji Iraqê were derxistin."
 
'JI BO JIN RANEBIN SER PÊYAN HIN KES GIRTIN'
 
Zagros, da zanîn ku heta niha kujerek jî nehatiye cezakirin û got ku Hewlêr bûye stargeha kujerên pêşengên kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heya niha tenê kesê 16’ê Îlona 2021’an êrişê Ferhat Bariş Kondû kir, hatiye binçavkirin. Lê heya niha jî dadgeha wî çênebûye û ceza lê ne hatiye birîn. Tenê weke tetîkkêşek derdikeve pêş û rastiya li pişt wê nayê eşkere kirin. Têgotin kujerê Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî, nivîskar Sûheyl Xûrşîd ku weke mamoste Şemal tê nasîn jî kesek têgotin, Tirkmene û navê wî Yildirime hatiye binçavkirin. Lê asayîşa Kifrî bi awayek fermî piştrast nekiriye ku girtine û timî bi gotina, 'Ji bo bandorê li lêkolîn û lêpirsînan neke' ti agahî bi raya giştî û çapemeniyê re parve nake.  Her wiha kesê ku têgotin, kujerê akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsele û Tirke hatiye binçavkirin. Ji bo jin li dijî vê êrişê weke li Îranê bûye ranebin ser piyan û nebe sedema pêleke mezin a nerazîbûnan asayîşa Silêmaniyê bi lez û bez hinek kesan girt. Lê têkildarî nasnameya wan ti zanyariyek bi raya giştî re parve nekir û ranegihand ev tîma kujer ji aliyê dewleta tirk ve hatiye rêxistinkirin. Lê kujerên Yasîn Bûlût, Zekî Çelebî hîn jî ne hatine girtin û eşkere kirin. Lê ya balkêş ewe ku hemû kujer piştî êrişa xwe pêktînin berê xwe didin Hewlêrê. Bi gotineke din Hewlêr bûye stargeheke bi ewle ji bo kujerên Kurdan. Ev jî dide nîşandan ku ev sûîqast li ku derê tên rêxistinkirin û arastekirin, ev ne tesadûfin û bi temamî plankirîne." 
 
'KESÊN JI TEVGERA AZADIYÊ QUT BÛNE TÊN BIKARANÎN'
 
Zagros, bi lêv kir ku kurdên ku ji tevgera azadiyê veqetiyane ji hêla MÎT'ê ve tên bikaranîn û piştre tên tesfiyekirin û wiha pê de çû: “Hinek kesên ji Tevgera Azadiya Kurdistanê qutbûne, tenezûlê jiyaneke madî kirine û ketine xefka tora şerê taybet a tirk, piştî ji bo xwe bikartînin û paşê karê wan bi wan namîne jî tê gotin tesfiye dikin. Heya niha agahiyeke zelal li ber destê min nîne, lê hinek bûyerên vî awayî li başûrê Kurdistanê rû dane. Lê balkêşe ku asayîşa Herêma Kurdistanê qet nexistiye rojevê û têkildarî mijarê tu daxuyanî nedane. Bi taybet dema karê wan bi hinek kesên ji Tevgera Azadiyê qutbûne û dûrî nirxên neteweyî ketine diqede dixwazin tesfiye bikin û heke bikarin biavêjin li ser Tevgera Azadiyê. Lê bi qasî şopandina me ya li herêmê heya niha ev hewldana wan serî negirtiye. Lê rastiyek wisa heye û divê herkes bizane, di çavê MÎT’a tirk de kurd in û tenê ji bo wan bikarbînin xwe nêzî wana dikin û wan bikartînin. Ti nirxek wan li gel dewleta tirk nîne û di dawiya dawî de wê bi destê wan bixwe were tesfiyekirin." 
 
'KURD BÊTIR HÊRS DIBIN'
 
Rojnameger Bêrîtan Zagrosê anî ziman ku armanca qetilkirina pêşengên kurd tasfiyekirina têkoşina gelê kurd e û axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta tirk hewl dide bi êrişkirina welatparêzan û saziyên pêşxistin û ronakkirina civaka kurd esas digirin, civakê bitirsînin, ji Tevgera Azadiya Kurd dûr bixin û têkoşîna azadiya Kurdistanê ya ji bo cîhanê û kurdan bûye hêviya tekane, bi temamî tesfiye bike. Lê xuyaye realîteya civaka kurd û şexsiyeta kurd baş nas nekiriye. Kurd li dijî êrişan bihêrs dibin, zêdetir nefrtê ji dijminê xwe dikin û li dora tevgera xwe û hev kom dibin. Raste kesên ku şehîdbûn windahiyên mezinbûn, lê di heman demê de bûye sedema nefreteke mezin a kurdan li dijî dewleta tirk. Ev di ware fikrî, hest û di her warek de Kurdan zêdetir ji Tirkiye qut dike û dûr dixe. Kurd van komkujiyên mezin ji bîr nake û bi mezinkirina rêxistina xwe bersiva êrişan didin. Bersiva herî rast a ji êrişan re jî ewe ku xebat û têkoşîna neteweyî, azadî û demokrasiyê ya li Kurdistanê mezinkirine. Her wiha girîngiya xweparastinê û zêdetir bi rêxistî û bi zanabûn tevgerkirinê jî di kurdan de pêş dixe. Kurd gelekî êdî rêxistinkirî û zana ne. Dizane bersiveke çawa bide êrişan û çawa vala derbixe. Komploya herî mezin a dijî kurdan komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Kurdan, bi mezinkirina rêxistinê bersiv dan û yek ji armancên sereke ya komployê vala derxistin. Bêguman dê van êrişên weke berdewamiya komploya navnetewî jî bi xwînsarî û aqilane vala derbixin. Ev jî bi xwe rêxistinkirin û li dora têkoşîna xwe kombûnê re gengaze."
 

Sernavên din

16/10/2022
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin