Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake

  • rojane
  • 09:54 14 Cotmeh 2022
  • |
AMED - Xelkê Amedê diyar kir ku tiştekî ku êdî Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan li Amedê bibêje nema ye û wiha got: “Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake. Li Amedê diaxive û diçe Enqereyê ji bîr dike.” 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan sibe tê Amedê. Tê payîn ku Erdogan li Qada Îstasyonê tev li “Merasîma Vekirina Komî” û li Sûrê jî beşdarî “Mîhrîcana Sûrê” ya ji hêla qeyûm ve tê organîzekirin bibe. Xelkê Amedê têkildarî hatina Erdogan bi ajansa me re axivî û gotin ku tu hêviyeke wan ji hatina wî nîne. 
 
Ji ciwanên Amedê Delîl Çelîk got ku tu wateyê nade serdana Erdogan û Erdogan ciwanan tenê weke hêza kar a erzan dibîne. Bi domdarî Çelîk bal kişand ser krîza li welêt û wiha got: “Derdê Erdogan, rayî ne. Erdogan tu carî kurdan nafikire. Tenê di dema hilbijartinê de tên bîra wî. Dema hilbijartin nêz dibe, dibêje ez ê wiha bikim nizanim çi bikim. Lê piştî hilbijartinê li holê xuya nake. Ez naxwazim bê Amedê. Ji bo xapandina gelê kurd tê vê derê. Ji roja bûye desthilatdar heta niha tu projeyek pêşkeş nekiriye. Ji bilî pir û rêyan, tu projeyeke wî nîne. Ji xwe her hatin û çûna ser van piran jî 200 TL ne.” 
 
TU BENDEWARIYEKE GEL JÊ NÎNE 
 
Welatiyê bi navê Îshak Say jî destnîşan kir ku Walîtiya Amedê bi sedema hatina Erdogan, ji wan re peyam şandine û wiha qal kir: “Dewlet û walîtî min pir difikirin, bi rastî jî gelek hestiyar bûm. Tu bendewariyeke xelkê bajêr ji Erdogan nîne. Bendewariyeke min bi xwe nîne. Beriya niha jî gelek caran hat lê tiştek neguherî. Tu hêviyeke me ji pêşerojê nema ye. Xeyalên me hebûn lê bi saya wan ew jî neman.” 
 
CIWAN BI BERTEK IN 
 
Ji jinên ciwan Dîlan Yalçin jî bal kişand ser krîza aborî û pirsa “Erdogan çima tê?” kir. Bi domdarî Yalçin, got ku ciwan nikarin perwerdeyeke baş bibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha di aboriyê de jî tu pêşketin nînin. Divê ciwan li dijî van tiştan dengê xwe bikin. Ez rojane gelek saetan dixebitim lê nikarim pêdiviyên xwe jî pêşwazî bikim. Hatina Erdogan a vê derê dê ji vê saetê û şûnde tiştekî neguherîne. Bi hatina wî em ê keyfxweş nebin.” 
 
BILA BIÇE BEHRA REŞ 
 
Têkildarî mijarê esnafê bi navê Davût Tarkan jî bi lêv kir ku naxwaze Erdogan bê Amedê û wiha bertek nîşan da: “Ma Erdogan heta niha çi kiriye? Hemû kes bi hêviya wijdana selefxuran hiştiye. Xêr û bêra welêt dide alîgirên xwe. Ma heta niha ji bo tevahiya Tirkiyeyê çi kiriye ku dê li Amedê tiştekî bike? Çi karê Erdogan li Amedê heye? Bila biçe Behra Reş. Li wir çi dixwaze bila bike.” 
 
MEBESTA SERDANÊ HILBIJARTINE 
 
Ji welatiyan Ozan Yildiz jî diyar kir ku mebesta Erdogan a ji serdana Amedê hilbijartin e û wiha pê de çû: “Di dema hilbijartinê de hemû kes tê vê derê, diaxive û diçe. Dê dîsa were Amedê û bibêje; ez nizanim wiha bikim nizanim çi bikim. Piştre jî dê biçe. Her gav heman tişt. Dibêje ku dê li Amedê her cureyeke projeyan pêk bîne lê tiştekî ku diguhere tune ye.” 
 
DI HILBIJARTINÊ DE BERÊ XWE DIDE AMEDÊ
 
Zulkuf Laçîn jî got; “di dema hilbijartinê de hemû rê ji Amedê re derbas dibin” û wiha qala hatina Erdogan kir: “Di her hilbijartinê de rêya Erdogan jî bi Amedê ket. Lê tiştek nekir. Li vir girtîgeh çêkirin. Erê rast e xizanî û birçîtî li her derê heye lê li Amed û bajarên derdorê hîn bêhtir e. Nelirêtî û bêkarî pir zêde bûye. Lewma ne bawerim serokkomar bikare tiştekî li vir bike. Herî zêde dikare zehmetiyên em dikişînin vebêje. Ev 20 sale desthilatdar e lê hêjta dibêje ‘em ê nelirêtiyê ji holê rakin.’ Sedema vê nelirêtiyê jixwe ew in. Heke sedem ew bin, gelo dê çawa ji holê rakin? Em naxwazin Erdogan bê Amedê.” 
 
‘DI DEMEKÊ KU NAN BÛYE 7 TL DÊ ÇIMA BÊ VÊ DERÊ?’ 
 
Firinvan Alî Yaşar jî diyar kir ku ew naxwaze Erdogan bê Amedê û sedema wê wiha vegot: “Telîseke ard bûye 550 TL. Nan niha bi 7 TL’an e. Başe Erdogan were çi? Dema ku bihayê nan neket, dixwaze ne carekê lê bi hezaran caran were Amedê lê vala ye. Em naxwazin were. Îşala di hilbijartinên 2023’yan de aramî bikeve vî welatî.” 
 
Ji xelkê bajar Alî Sert jî da zanîn ku Erdogan tê li Amedê diaxive lê dema diçe Enqereyê her tiştekî ji bîr dike. Sert, daxuyand ku Erdogan ev 10 sal in vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake û axaftina xwe wiha qedand: “Dê were heman tiştan bibêje û piştre biçe.” 
 
MA / Eylem Akdag - Mujdat Can

Sernavên din

16/10/2022
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin