Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?

  • rojane
  • 09:04 14 Cotmeh 2022
  • |

ŞIRNEX - Dayikên ku zarokên wan li Cizîrê di dema qedexeyên derketina derve de hatine qetilkirin, bertek nîşanî "mîhrîcana" ku dê bi piştevaniya qeyûm li Parka Mem û Zîn bê lidarxistin dan û gotin: "Di bin wê parkê de hestiyên zarokên me hene. Dê çawa li ser hestiyên wan stran bibêjin û bireqisin?" 

 
Li Cizîra Şirnexê di dema qedexeya derketina derve de ku di sala 2015'an de hatibû ragihandin, 177 jê di jêrzemînan de 288 kes hatibûn qetilkirin û bi sedan kes birîndar bûbûn û bi hezaran kes jî ji cih û warên xwe koçber bûbûn. Her wiha gelek avahî jî hilweşiyabûn. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane hê jî cenazeyên hinekan jê radestî malbatên wan nehatine kirin. Çendî di ser "qedexeyê" re 6 sal derbas bûne jî, lê hê jî êşa navçeyê nekewiyaye.
 
Di sponsoriya qeyûmê tayinî Şaredariya Cizîrê hatiye kirin de di bin navê "Mîhrîcana Muzîkê ya Cizîrê By Mr. Dosso Dossî" de li Parka Mem û Zînê ku bi xirbeyên avahiyên di dema qedexeyan de hatibûn hilweşandin hatiye çêkirin, "mîhrîcana muzîkê" li dar bixe. Hate diyarkirin ku Xêro Ebbas, Tara Mamedova, Sefo, Bûrak Bûlût û Kûrtûlûş Kûş ê bi sûcê tecawizê ya li dijî jinekê tê zanîn dê tev li mîhrîcanê bin. Li ser bertekan Xêro Ebbas û Tara Mamedova daxuyanî dan ku tev li mîhrîcanê nabin. 
 
Malbatên ku di qedexeyên derketina derve de zarokên wan hatine qetilkirin bertek nîşanî mîhrîcana dê bi navê "Mîrhîcana Muzîkê ya By Mr. Dosso Dossî ya Cizîrê" bê lidarxistin dan. 
 
'DI BIN WÊ PARKÊ DE HESTIYÊN ZAROKÊN ME HENE'
 
Esmer Tûnç, dayika Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ku di dema qedexeyê de di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin, bertek nîşanî lidarxistina mîhrîcanê da û wiha got: "Li ser kul û xemên me mîhrîcanê li dar dixin. Hê hestiyên zarokên me di bin TOKÎ’yan de ne, lê dê werin li vir şahiyê li dar bixin. Dê li ser hestiyên me keyf û şahiyê bikin. Em wan û mîhrîcana wan şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin, bila neçin vê şahiyê. Heçî kurdê ku tevlî vê mîhrîcanê dibe bila ji xwe û nirxên xwe şerm bike. Kesê ku kurd be divê qesta wir neke. Bi kîjan rûyî dibêjin em ê şahiyê li Cizîra Botanê li dar bixin? Ew roj hê wekî niha li ber çavên me ne. Mirina zarokên me hê li ber çavê me ye. Hê şîna me di mala me de ye. Hê dayikan hestiyên zarokên xwe nedîtine. Hê li Cizîrê 37 malbat cenazeyê zarokên xwe nedîtine. Ew cenaze hemû di bin TOKÎ'yan de hiştin û niha li ser wan cenazeyan rûniştine. Di bin wan parkan de cenaze hene. Ev 10 sal in Parka Mem û Zînê li wir e, lê ne darên wê çêdibin ne jî giyayê wê şîn dibe. Dema TOKÎ çêkirin bi erebeyan hemû hestî anîn avêtin wê parkê. Destên sax ji wê parkê derdiketin.Wê çawa mîhrîcanê li wir li dar bixin? Hê jî em wê şînê dikin. Yê ku biçe li ser şehîdên me keyfê bike em dayik wan efû nakin."
 
'EM NIKARIN BIÇIN WÊ PARQÊ RÛNIN'
 
Nafiya Kuçuk, dayika Adil û Egît ku di qedexeya derketina dervey ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn, diyar kir ku beşdarbûna mîhrîcanê binpêkirina nirxên Cizîrê ye û wiha got: "Ew komkujiya ku bi ser me hat heta ku em sax bin, em jibîr nakin. Ew parkên ku li ber Çemê Dîcle çêkirine, di bin wan de hestiyên zarokên me hene. Yek ji van parkan jî Parka Mem û Zînê ye. Em naxwazin li ser hestiyên zarokên me şahiyê bikin. Em nikarin biçin li wan parkan rûnên. Ji ber ku em dizanin hestiyên zarokên me hene di bin wan de. Em naxwazin hunermendên kurd jî bibin şirîkê dijmin û bên ser hestiyên zarokên me şahiyê bikin. Mirovên xwedî namûs, bi şeref û wijdan çawa dê beşdarî mîhrîcana kujerên zarokên me bibin? Em dengê mîhrîcanê bibîhizin jî em ê guhên xwe bigirin. Yê ku wijdanê wan hebe, deng jî biçê wê aciz bibe. Roj nîn e ku em şîna zarokên xwe negirin. Ew ê bên li Cizîra Botan şahiyê bikin û em ê biçin li ser goristana zarokên xwe bigirîn. Kurdê ku biçe mîhrîcana wan ne ji me ye. Hê jî dema ku em di ber TOKÎ'yan re diborin, em çavê xwe digirin. Çimkî hestiyên zarokên me di bin wan de ne. Yê tevlî bibe bila 2015'an bîne ber çavên xwe." 
 
'EM NE MÎHRÎCANÊ, EM HESTIYÊN ZAROKÊN XWE DIXWAZIN'
 
Emîne Çagirga jî, dayika Cemîle Çagirga ku di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê heft rojan di sarincê de hatibû hiştin, bi lêv kir ku li Cizîrê lidarxistina vê mîhrîcanê rûreşî ye û wiha got: "Hê dayikan hestiyên zarokên xwe nedîtine. Hê çavên wan hêsiran dibarînin. Dê çawa biçin mîhrîcanê? Ew kesê ku biçe tevlî mîhrîcanê bibe em wan şermezar dikin. Perçeyên cenazeyên zarokên me hê di bin van bîneyan û parkan de ne. Em mîhrîcana wan naxwazin, em hestiyên zarokên xwe dixwazin. Heta hestiyên zarokên me nedin û hesab nedin wê êşa me bidome. Dilê dayika ranake ku mîhrîcan bê lidarxistin. "
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

16/10/2022
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin