Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin

img
WAN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz bal kişand ser serdana CPT’yê ya li Îmraliyê û wiha got: “CPT’yê fikarên me zêdetir kirin. Divê CPT rapora xwe di zûtirin demê de parve bike. Ji ber ku fikarên me roj bi roj zêdetir dibin.” 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê 6’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi sedan kes beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de pankartên “Dem dema yekitiya neteweyî û azadiyê ye” û “Bi civaka birêxistinkirî re ber bi jiyana azad ve” û flamayên DBP’ê hatibûn daliqandin. Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokên DBP’a Wanê Gulderen Varli û Çetîn Uyar axivîn. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî.
 
Saliha Aydenîz, diyar kir ku dewlet li dijî gelê kurd, sazî û rêxistinên wê polîtîkaya zilmê dimeşîne û wiha got: “Tevî vê yekê jî gelê me paşdegav naavêje û li ber xwe dide. Kongreya me, bersiveke li dijî van polîtîkayên qirêjî ye. Gelê kurd, di qonaxeke girîng de ye. Weke ku hûn jî dizanin hevala me Nagihan Akarsel li Silêmaniyeyê ji hêla tetîkkêşên Tirkiyeyê ve hat qetilkirin. Em dizanin ku ev tetîkkêş bi rêyên qanûnî derbasî wir bûye û ev komkujî pêk aniye. Sefîrê Tirkiyeyê ev yek bi xwe anî ziman. Bila her kes bizane ku em ê dev ji têkoşîna wan bernedin. Erdogan, di 28’ê adara 2006’an de ji bo çalakiyên li Amedê gotibû; ‘zarok jî be jin jî be ferq nake û dê tişta pêwîst bikin.’ Piştî vê gotinê jî 6 zarok hatibûn qetilkirin. Di esasê xwe de gotina sefîr ji ya Erdogan cudatir nîne. Her wiha di salên 90’î de 17 hezar kes ji hêla tetîkkêşan ve hatin qetilkirin. Tiştên îro, bingeha xwe ji salên 90’î digirin. Lê çi dikin bila bikin dê gelê kurd dev ji têkoşîna azadiyê bernede. Gelê kurd roj bi roj vîna xwe xurtir kir û heta roja me hat. Komkujiyên xwe yên di salên 90’î de îro jî bi destê PDK û malbata Barzanî dikin. Ev sekn, îxaneta li dijî gelê kurd e. Bila malbata Barzanî baş bizane ku em vê bi tu awayî qebûl nakin. Divê tevahiya gelê kurd û hemû rêxistinên civaka sivîl ên Kurdistanê li dijî vê îxanet û komkujiyan derkevin. 
 
JINÊN KURD DÊ BI SEKNA XWE VÊ ZÎHNIYETÊ TÊK BIBIN 
 
Ez, jinên ku pora xwe kirine alaya azadiyê silav dikim. Çawa ku jinên kurd li Rojava bi berxwedana jiyaneke demokratîk û ekolojîk ava kiribin û ji bo hemû cîhanê bûne mîna, jinên Rojhilat jî dê bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ vê yekê pêk bînin. Zîhniyeta ku Hevrîn Xelef, Denîz Poyraz, Nagihan Akarsel û Jîna Amînî qetil kirin, heman zîhniyet e. Bila ev zîhniyeta tarî baş bizane ku jinên kurd ê bi sekna xwe wan têk bibin. Dê rejîma wan a qesr û faşîst têk biçe. Heta avakirina civakeke azad jî dê têkoşîna jinan bidome. 
 
DIVÊ HER KES DENG BIDE DENGÊ GIRTÎGEHAN
 
Bi sedan sala ye ku dewlet mirin, sirgûn, koçberî, komkujî û îşkenceyan li kurdan ferz dikin. Polîtîkaya îşkenceyê bi taybet jî li girtîgehan têxin meriyetê. Heta duh hevalê me li girtîgehê hat qetilkirin. Ji ber ku faşîzma AKP-MHP’ê desthilatdariya xwe li ser qirkirin û dijminatiya li kurdan didomîne. Girtîgeh veguherandine cihên mirinê. Roj naçe ku li girtîgehan îşkence neyên kirin. Di rewşeke wiha de Erdogan dê di 15’ê cotmehê de bê Amedê û Girtîgeha Amedê veguherîne navenda çandê. Gelo ma tu qet şerm nakî? Îro hemû girtîgeh veguherîne Zindana Amedê. Tu wateyeke hatine Erdogan a ji bo me nîne. Girtîgeh, mîna eynikê li pêşberî me disekinin. Di vê eynikê de sûcên li dijî mirovahiyê, îşkence û komkujî hene. Berpirsyarên van komkujiyan jî wezareta dadê, rêveberiyên girtîgehan û desthilatdariya AKP’ê ye. Ji bo ku komkujî çênebin, niha li gelek bajaran dayikên me nobetê digirin. Divê em dayikên xwe bi tenê nehêlin. Divê hemû kes deng bide dengê zindanan. Heta ku daxwazên dayikan pêk tên jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
CPT’YÊ FIKARÊN ME ZÊDETIR KIRIN
 
Sedema bingehîn a krîz û aloziya niha li welêt, tecrîda girankirî ya li ser Îmraliyê ye ku niha li seranserî welêt berbelav bûye. Niha qanûna sansûrê jî derdixînin. Vê jî ji bo domandina tecrîdê dikin. Lewma her kesê ji xwe re dibêje ez insan im, divê li dijî tecrîdê derbikeve. Divê hemû kes baş pê bizane ku rêya aştî, demokrasî û çareserkirina pirgirêkên li welêt, sermuzakerevanê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan e. Lê belê em tu agahiyan ji birêz Ocalan nagirin. Demekî kin berê CPT çû serdana Îmraliyê. Lê belê vê serdanê fikarên me zêdetir kirin. Divê CPT rapora xwe di zûtirin demê de bi raya giştî re parve bike. Ji ber ku fikarên me roj bi roj zêdetir dibin. Nêzikatiya li dijî Îmraliyê ne hiqûqî û ne jî wijdanî û exlaqî ye. Ji bo şikandina tecrîdê em li her deverê têkoşîna xwe didomînin. Divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Ji bo vê jî divê em li her deverê têbikoşin. Azadiya Ocalan tê wateya azadiya jinan, azadiya gelê kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê.” 
 
Piştî axaftina Aydenîz, hilbijartin hat kirin û Şengul Polat û Harûn Okay weke hevserok hatin hilbijartin. 
 

Sernavên din

13/10/2022
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin
11:22 Ji bo Rojnameger Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
11:09 Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike
10:40 Li Girtîgeha Bolûyê pirtûk, lênûsk û cilên girtiyan hatine desteserkirin
10:34 Ji bo nûçeya me ya ‘Fermandarê leşkergehê ji ber îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin’ biryara astengkirinê
10:17 Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe
09:54 17 sal li pey şopa heqîqetê…
09:25 Cenazeyê Akarsel dê piştî otopsiyê li gundê wê bê definkirin
09:18 Bi govend û awazên xwe coş dide her çalakiyê
09:06 Kiryarên 14 kesên li Nisêbîn û Qoserê jiyana xwe ji dest dan nehatine lêkolînkirin
09:05 Wezaret tazmînata ku daye kesekî din niha ji girtiyekî dixwaze
09:03 'Divê her kurd gava çû malê tirkiya xwe deyne aliyekî'
09:02 Balik ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Min di girtîgehê de xwe nas kir
09:01 Li Şirnexê di 22 mehên dawî de 27 kesan xwe kuştiye
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2022'YAN
02:14 Cenazeyê Suphan Çabuk ji ATK hate girtin
12/10/2022
20:50 Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê didome
19:57 Heyeta HDP'ê hevdîtin bi CPT'yê re kir
18:46 Akarsel li Wanê hat bibîranîn
18:31 Cenazeyê Akarselê ber bi Konyayê ve hat birêkirin
18:21 Beriya hatina Erdogan Girtîgeha Amedê hat valakirin
17:13 Gumanbarê sereke yê di dosyaya Gulîstan Dokû de 6 meh in îmze naavêje
17:01 Jin ji bo piştevaniyê çûn serdana GOÇÎZDER’ê
16:53 Cenazeyê Nagîhan Akarsel gihişt Silopiyayê
16:32 Şahidê nepen tev li danişîna parêzerên Abdullah Ocalan nebû
16:17 Derheqê 6 kesên tev li Nobeta Edaletê bûn de doz hat vekirin
16:12 Ji ÎHD’ê rapora 3 mehan: 29 serlêdanên Îmraliyê hatin redkirin
16:09 Malbata Şenyaşar wê di roja 600’an de bi 600 parêzeran re bang bike
16:09 Gefa ‘bi bêdengî veşêrin’ li malbata Nagihan Akarsel hat xwarin
15:54 Li Geverê yek jê zarok 2 kes hatin girtin
15:48 Kadîr Kaplan piştî 30 salan hat berdan
15:33 Dadgehê biryar da ku ‘şahidên nepen’ li gorî usûlê nehatine guhdarîkirin
15:13 Girtî Suphan Çabuk li Girtîgeha Kalkandereyê hat qetilkirin
15:04 Beştaş: Sefîr li xwe mikûr hat ku Nagihan Akarsel înfaz kirine
15:04 Rojnamevan Ataman ê di hucreya yek kesî de tê girtin: Ez bi zorê nefesê digirim
14:56 Li Girtîgeha Dîlokê 4 girtî hatin sirgunkirin
14:51 Li Qoserê polîsan ji bo DEDAŞ’ê êriş kir: Kesek birîndar bû
14:35 Cenazeyê Akarselê ber bi Silopiyayê ve bi rê ket
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir