DÎLOK - Necat Yilmaz, Îskender Yalçin, Sedat Baygeldî, Muslum Demîr û Rojhat Erçel ên li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê dihatin ragirtin, bêyî daxwaza xwe sirgunî hin girtîhên din hatin kirin.
Girtiyên siyasî yên bi navê Necat Yilmaz, Îskender Yalçin, Sedat Baygeldî, Muslum Demîr û Rojhat Erçel ên li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê dihatin ragirtin, bêyî daxwaza xwe û malbatên wan bên agahdarkirin sirgunî hin girtîhên din hatin kirin. Necat Yilmaz û Muslum Demîr sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê; Îskender Yalçin û Sedat Baygeldî sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê û Rojhat Erçel jî sirgunî Girtîgeha Ereglî ya Konyayê hate kirin.