HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin

img
ENQERE - Koma Parlamentoyê ya HDP’ê ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya û wêneyên Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîn ku rastî êrişa polîsan hatibû danîn pêşiya Serokatiya Meclisê. 
 
Serokwekîlên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, Sarûhan Oluç, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û gelek parlamenterên din ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiyan. HDP’iyan, bertek nîşanî bêdengiya Serokê Meclisa Tirkiyeyê Mûstafa Şentop a li hemberî êrişa ser parlamenter Habîp Eksîk û Saît Dede dan. 
 
Di dema meşê de HDP’iyan wêne û dovîzên Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk ê bi piyê şikestî û wêneyên ku dema polîs parlamenter xistine erdê rakirin. 
 
Meş, heta pêşiya odeya Şentop dom kir û li wir daxuyanî hat dayîn. Rojnamegeran xwest daxuyaniyê bişopînin lê polîsan asteng kirin û ji wir dûr xistin. 
 
Di daxuyaniyê de Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç da zanîn ku di êrişa polîsan de lingê Eksîk ji 3 erdan şikestiye û wiha got: “Ji 3 cihan emeliyat bû û niha li nexweşxaneyê ye. Tevî vê yekê jî Serokê Meclisê tu daxuyanî nedane û êriş şermezar nekiriye. Ev tê wê wateyê ku vê êrişê erê dike. Ev yek nayê qebûlkirin. Heke Serokê Meclis bêalî be, wê demê êriş li dijî parlamenterê kîjan partiyê çêbibe divê dengê xwe derxîne û parlamenteran biparêze. Lê bêdeng ma û daxwaza me ya hevdîtinê ya duh jî red kir. Ev jî nîşan dide ku  li pişt êrişê ew jî heye. Nexwe bila êrişê şermezar bike. Serokê Meclisê yê di her mijarê de daxuyaniyan dide, çima dema parlamenterek rastî êrişê tê û lingê wî tê şikandin dengê xwe nake? Parlamenterek mafê xwe yê demokratîk bi kar tîne û daxuyaniyê dide. Astengkirina vî mafî, sûc e. Divê li dijî êrişê xwedî seknekî zelal be. Gelo ma li benda qetilkirina parlamenteran e? Hûn çima bersivê nadin vî sûcê hêzên ewlekariyê û wezareta karên hundir? Gelo hûn ji wezareta karên hundir ditirsin?” 
 
‘HEKE CISARETA WE HEBE DÎMENAN NÎŞAN BIDIN’
 
Di berdewamê de Oluç bal kişand ser daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê û ev tişt anî ziman: “Bêyî ku fêdî bike, dibêje ku parlamenter xwe avêtiye erdê. Gelo ma perwerdeya derewan didin we? Heke cisareta we hebe, dîmenan polîsan û yên MOBESE’yan parve bikin. Bila her kes bibîne bê ka 10-15 kes xwe diavêjin ser parlamenter û bi pêhnan lingê parlamenterê me dişikînin. Pêşengiya van sûcan jî wezîrê karên sûc Suleyman Soylu heye. Têkiliya kê bi mafyayan re heye? Ya Soylu. Wêneyên wî bi hemû baronên tiryakê, sûcdar, kesên nelirêtî kirin û mafyayan re heye. Li şûna ku heqaretê li derdorê bike, bila di eynikê de li xwe binêre. Di dîroka komarê de wezîrê karên hundir ê herî kambaxî. Ev wezîr ne hiqûqê û ne jî demokrasiyê nas dike. Fermana êrişa li Geverê jî wî da ye. Tê qala demokrasiyê dike. Tu çi ji demokrasiyê fêm dikî? Kesê ku ne hiqûq, ne makeqanûn û qanûnan nas dike, dê çi ji demokrasiyê fêm bike.”
 
ÊRIŞEKE PLANKIRÎ BÛ
 
Oluç, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êrişa li Gever a Colemêrgê li dijî parlamenteran hatiye kirin, êrişeke plankirî bû. Piştî ku hemû welatî û kamera hatin dûrxistin, hêzên ewlekariyêr êrişî parlamenterên me kirin. Amirê emniyetê fermana êrişê da. Parlamenterên me bi xwe ev ferman bihîstin. Di dema guftûgoyê de rastî êrişê hatin. Divê hemû partiyên siyasî di vê mijarê de xwedî helwest bin. Beriya niha jî gelek caran êrişî parlamenterên me kirin. Ev êriş, êdî lûtke bû. Partiyên ku bi qasî misqalê rêzê bo siyaseta demokratîk digirin, divê li dijî van êrişan bêdeng nemînin. Em careke din bang li Şentop dikin ku xwedî helwestekî zelal be.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî parlamenterên HDP’î dovîz û wêneyên li gel xwe danîn pêşiya Serokatiya Meclisê. Bi çûna HDP’iyan re polîsan wêne kom kirin û ji wir rakirin. 
 

Sernavên din

11/10/2022
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin