Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye

  • rojane
  • 09:07 11 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad anî ziman ku xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye û wiha got: "Êrîşên Dewleta Îranê ku heman êrîşan dewleta tirk jî dike, dide nîşandin ku hevkariyek di nava her du aliyên dagirker de heye. Ev jî nîşan dide ku hemû dewletên dagirker li ser yek tiştî tifaq çêkirine û ev jî tunekirina kurd û Kurdistanê ye."
 
Serîhildanên li Rojhilatê û Îranê yên piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amîniyê ku di 16'ê Îlonê de ji aliyê "polîsên exlaqê" yên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, dest pê kiribûn bi pêşengiya jinan didomin. Di çalakiyên bi dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" tên kirin de heya niha gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne. Her wiha rejîma Îranê ku nikare pêşî li ber serhildana gel bigire, di 28'ê Îlonê de bi fuzeyan êrişî 3 baregehên Komeleya Rojhilatê Kurdistanê yên li nêzî herêma Zirgiwê û navçeya Koyeyê kiribû. Di êrişê de 58 kes birîndar bûbûn û 13 kesî jî jiyana xwe ji dest dabûn. Li gel vê li dijî çiyayên Berbizinan, Seqer, Bêrme Sar û Helgurdê yên navçeya Sîdekan a Hewlêrê û bajaroka Balekayetî êriş dabû destpêkirin.
 
Êrişên rejîma Îranê yên li dijî Herêmên Kurdistana Federe berdewam dikin. Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Murad, êrişên tên kirin û helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe ya li hemberî êrişan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.
 
'NIKARIN SERHILDANÊ KONTROL BIKIN ÊRÎŞ DIKIN'
 
Zeyneb Mûradê anî ziman ku êrişên rejîma Îranê bêtehemûliya li dijî serhildana gelên Îranê ye û wiha axivî: "Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 2 hefte ne ku xwepêşandanên mezin hene. Ev çalaki piştî qetilkirina Jina Aminiyê destpêkirin. Heta ku tevahiya cîhanê jî li dijî vê bûyerê bertek nîşan dide. Ev serhildana li Îranê bi pêşengiya jina kurd bi dirûşmeya 'Jin jiyana azadî' pêk hatin. Ev serhildan bi xwe re tirseke mezin anî. Ji ber wê jî dewleta Îranê hin gav avêtin. Serhildan û ev aloziya heyî hemû Îran girtiye. Ji ber wê jî dest bi topbarankirina baregeh an jî navendên hizbên Rojhilatê Kurdistanê kirin. Hin navçeyên Başûrê Kurdistanê, bi taybet sînorên Sîdekan û hin navçeyên din girtin. Heta niha jî topbaran berdewam e. Dewleta Îranê ku êdî nikare serhildanan kontrol bike û bikuje serî li van êrîşan da. Topbarankirina navçeyên Başûrê Kurdistanê û hizbên ku temsîla Rojhilatê Kurdistanê dikin, di heman demê de dewleta tirk dagirkeriya xwe berdewam dike û bi hemû hêzên xwe êrîşî Kurdistanê dike."
 
'HÊZÊN DAGIRKER LI ŞER HEMAN TIŞTÎ BI TIFAQ IN'
 
Mûradê destnîşan kir ku êrîşên dewleta Îranê ku heman êrîşan dewleta Tirkî jî dike nîşan didin ku hevpeymanek yan jî hevkariyek di nava her du aliyên "dagirker" de heye û wiha domand: "Ev jî wê nîşanî me dide ku hemû dewletên dagirker li ser yek tiştî bi tifaq in û ev jî tunekirina kurd û Kurdistanê ye. Ev êrîş ne tenê li dijî hizbên aliyê siyasî ne, li dijî gelê kurd e. Armanc tunekirina gelê kurd e û deskeftiyên gelê kurd e. Lê mixabin, ev rastî ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê ve nayê ditin." 
 
'XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANA ROJHILAT ERKEKE NETEWEYÎ YE'
 
Mûradê di axaftina xwe de diyar kir ku xwedîderketina li serhildana Rojhilatê erkeke neteweyî ye û wiha dom kir: "Tirkiye bi hemû hêza xwe êriş dike, her roj kurdan dikuje û di her êrîşê de çekên kîmyewî yên qedexeyî bi kar tîne, lê hikûmeta Başûr nikare li hemberî vê helwesta xwe nîşan bide. Di heman demê de li hemberî Îranê helwesteke cidî û bertekeke berbiçav nîşan neda. Gel li hemberî van êrîşan bi bertek e. Lê hikûmetê heta niha tu nêrazîbûn nîşan nedaye. Ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku hêzên li dijî kurdan, bêyî ferqê têxin nava kurdan êrîş dikin. Li hemberî gelê kurd yek in. Ev êrîşên dawiyê, ev aşkere kir û tespît kir. Bi heman çavî li hemû hêzên kurdî dinêrin. Ji ber wê divê em gelê kurd, hêzên siyasî, sazî û dezgehên kurdî vê rastiyê bibînin û erk û berpirsyariya xwe pêk binin. Xwedîderketin û piştgirîdayina li berxwedana Rojhilat û Îranê û berxwedana Başûrê Kurdistanê berpirsyariya her kurdî ye. Bi ruhekî neteweyî divê em bibin deng. Niha li ser axa Kurdistanê qonaxeke hestiyar heye, qonaxeke metirsîdar heye. Ji her aliyî ve êrîş dikin, maf qetilkirina gelê me dı xwe de dibînin, pêşengên me qetil dikin. Ev nayê qebûlkirin. Ji bo vê jî em bi taybetî bang li Rojhilatê Kurdistanê dikin ku berjewendiyên xwe yên teng û yên hizbî bidin aliyekî û bi ruheke neteweyî xwedî li Kurdistanê derkevin."
 
'BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÛYE GORISTAN'
 
Mûradê bal kişand li ser bêdengiya rêveberiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û ev tişt gotin: "PDK û YNK li hemberî van êrîşan bêdeng in. Jixwe zêdetirî salekê ye ku dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrîşî navçeyên Başûrê Kurdistanê dike, êrîşî bajaran dike. Lê heta niha li hemberî vê helwestek nehatiye nişandin. Ev bêdengî û bêhelwestî cesaretê dide dewleta tirk. Cesaret didê ku gelê me qetil bike, axa me bê dagirkirin. Li Hewlêr û Dihokê ku di bin kontrola PDK'ê de ne nayê hiştin ku gel bertekên xwe nîşan bide. Her wiha li Silêmaniyê heta niha bertekek nehatiye nişandan. Çalakiyên ku tên lidarxistin jî rastî êrîşan tên. Ev nayên qebûlkirin. Başûrê Kurdistanê niha bûye goristanek. Bûye cihekî ku her roj gelê me lê tê qetilkirin. Em dibînin ku xelkê Rojavayê, xelkê me yê Bakurê Kurdistanê û her wiha pêşengên Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê tên qetilkirin. Her wiha xelkê me yê Başûrê Kurdistanê ku li hemberî vê radibin jî rastî îşkenceyê tên. Her wiha li Başûrê Kurdistanê ciwanên me ku em dibêjin pêşeroja me ne ji ber wan êrîşan mirinê didin berçavan û berê xwe didin Ewropayê. Ji ber vê rewşê direvin. Ev nîşaneya bêedeletî û bêdemokratîkbûyina desthilatdariya welat e. Dema ev êrîş ji aliyê dijmin ve li ser gelê me tên kirin, em dibêjin dijmine  û em qebûl nakin. Lê eger îro ev êrîş ji aliyê hêzên kurd ve bên kirin, ev nayê qebûlkirin. Banga me ji bo her kurdî ye; em bibin yekdeng û bi ruheke neteweyî li hemberî van êrîşên dagirkeriyê bisekinin." 
 
'DEWLETA TIRK JI BÊDENGIYÊ CESARET GIRT'
 
Zeyneb Mûradê bal kişand ser astengkirina lêkolîna li ser çekên kîmyewî jî û got ku ew kesên ku dibin asteng wê hesab bidin. Mûradê destnîşan kir ku dewleta Tirkî li ber çavê cîhanê sucê li hemberî mirovahiyê dike û got ku li ber çavê hemû cîhanê çekên qedexekirî bi kar tîne. 
 
Hevseroka KNK'ê Mûradê wiha domand: "Di vê hêlê de hem ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve bêdengî heye hem jî saziyên neteweyî bêdeng in. Ev tê çi wate yê? Tê wê wateyê ku piştgiriyê didin. Hemû dewletên Rojavayî ji bo berjewendiyên xwe tevdiger in. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ne tenê bêdeng e, komên dixwazin lêkolînê li ser vê mijarê bikin jî asteng dike. Ev jî wê nîşan dide ku di van bûyeran de bi dewleta tirk re şirîk in. Dema ku dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar anî, diviyabû kurd rabûna ser pêyan û li dijî vî sûcî derketana. Lê mixabin hikûmeta herêmê pêşiya vê jî digire û dibe asteng. Divê hemû cîhan bibîne ku ev şirîkên hev in û li ser axa Kurdistanê van sucên li dijî mirovahiyê dikin. Divê hesab ji van hêzan bê pirsîn ku çima nahêlin komên ku dixwazin lêkolînê bikin tên astenkirin. Heger îro li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdengî nebûya dewleta tirk cesaret nedikir. Divê her kes helwesta xwe aşkere bike. Di asta cîhanê de dostên gelê kurd hene. Pêwîste em bi van kesan re hevkariyê bikin. Banga me ji bo hemû gelê me ye û bi taybetî jî ji bo gelê me yê Behdînan e. Em dizanin di bin zextê de ne, lê divê li hemberî vê bêexleqiyê bêdeng nemînin. Îro li van herêman ne tenê mirov ji axa xwe tên dûrkirin, hemû zindî tên tunekirin. Loma em dibêjin di roja îro de erk û berpirsyariya mirovahiyê ye, erka neteweyî ye ku piştgiriyê bidin ku lêkolîn bên kirin û ev kesên ku dibin sedama vî tiştî bên cezakirin."
 
 

Sernavên din

11/10/2022
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin