Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye

  • rojane
  • 09:03 11 Cotmeh 2022
  • |
img
DERSIM - Hevserokê DAD'ê Mûsa Kûlû bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan ên der barê avakirina Serokatiya Çandê û Cemxaneyê ya Elewî Bektaşiyan û got ku ev projeya tunekirina elewîtiyê ye.
 
Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, di 7'ê cotmehê de daxuyandibû ku ew ê di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê de Serokatiya Çandê û Cemxaneyê ya Elewî Bektaşiyan ava bikin. Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû têkildarî mijarê wiha got: "Anku dibêjin 'Hûn tune ne. Bi qasî ku em bixwazin hûn hene. Rola ku me daye ber we ev e.'" 
 
PROJEYA TUNEKIRINA ELEWIYAN
 
Kûlû destnîşan kir ku tu gotineke dewletê yan jî pergalê ku ji bo elewiyên li welêt bibêjin tune ye û ev tişt anî ziman: "Ev, gotin projeyeke ji bo tunekirina bawerî, ziman, çand û hafizeya dîrokî ya elewiyan e."
 
Kûlû bilêv kir ku bendewariya ji dewleteke li ser esasên senteza tirk-îslamê dê bi kêrî kesî neyê û wiha domand: "Ev pergal pêşî bi qirkirin û tunekirinê, paşê jî bi asîmîlasyonê tevdigerin."
 
‘ÊN MAEŞ BIGIRIN KETÎ NE'
 
Bi domdarî Kûlû anî ziman ku elewî 10 hezar sal in hêviya tiştekî ji kesî nakin û jiyana xwe li ser "rizayet" û "îkrarê" ava kirine û gotina "Kûçikê li ber deriyê min jî bê rizayê nikare loqmeyekê bixwe" ên Pîr Siltan Evdal bi bîr xistin û wiha dirêjî d axaftina xwe: "Dewlet bi maeşê ku dide, an bi avahiya ku dide yan jî bi pereyê ceryanê dixwaze îtiqad, bawerî û îqrara elewiyan ji dest wan bigire. Heke hin kesên wekî 'pîr' an jî 'dede' nêzî vê bûbûn, ew êdî bi temamî 'ketî' ye. Li vir tu derfeta mirovbûn, demokratbûnê û wijdan û rêbertiya civakê nemaye.”
 
‘SERTEWANDIN HEBE, ÎQRAR TUNE YE'
 
Di berdewamê de Kûlû destnîşan kir ku ger elewî dest ji zimanê xwe, baweriya xwe û bîra xwe ya civakî berdin dê ji elewîtiyê dûr bikevin û got ku heke li Tirkiyeyê guherîn çêbibe, divê ev ji bo hemû nasname û baweriyan be û bi awayekî destûra bingehîn bê mîsogerkirin. Kûlû bilêv kir ku berevajî vê dê pergal û rêveirên dewletê civakê ji hev qut bikin. 
 
Kûlû bilêv kir ku di civakeke sertewandî de îqrar û riza ne pêkan e û got ku dewlet bi vî awayî dixwaze elewîtiyê ji holê rake.
 
EM Ê DEST JI ÎTIRAZÊ BERNEDIN'
 
Bi domdarî Kûlû ev tişt anî ziman: "Gava roj hiltê; li kesên çokşikandî naxe, li kesên serbilind dixe. Ên serbilind ên li dû heqîqetê ne. Ji Firewn dipirsin; 'Tu çawa bûyî Firewn?' Dibêje, 'Ji ber ku îtirazkar tune bûn.' Baweriya me, bîra me ya dîrokî her tim li ber xeletiyê, li ber neheqiyê radibe. Gava em dest ji îtirazê berdin, wê gavê emê teslîmî Firewn bibin." 
 
‘A LI ELEWIYAN TÊ FERZKIRIN EV E'
 
Kûlû anî ziman ku Erdogan beriya her hilbijartinê elewîtiyê dike haletê hilbijartinê û wiha derbirî: "Li vî welatî tenê ne ji bo elewiyan ji bo kurdan jî tiştin hin tişt hatin kirin. Lê axirê bi çend peyk û çent tiştên beredayî meseleya kurdî xistin xew. Ên li ber rabûn jî hewl dan bi hêza dewletê terbiye bikin an jî dikin. A li elewiyan tê ferzkirin jî ev e. Tiştên tên kirin, tenê rojane ne. Bi van tiştan dixwazin civakê di xew rakin û wan ber bi xwe ve bikişînin. Ev projeya jiholêrakirina wan e." 
 
Kûlû di dawiyê de wiha got: "Lê divê neyê jibîrkirin 30 milyonên vî welatî kurd û elewî ne. Dê helwesteke ev qasî dûrî elewî û kurdan, dê helwesteke ev qasî bêexlaq aştiyê neyne vî welatî. Em ên din; elewî, kurd, rewşenbîr heya em li dor a hevpar neyên cem hev, heya em li hemberî pergala firewn nebin yek dê me bi asîmlasyonê biqedînin." 
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

11/10/2022
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin