Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin

  • rojane
  • 16:49 9 Cotmeh 2022
  • |
img
WAN - Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî yê di salvegera 24’emîn a komployê de li Wanê axivî, diyar kir ku li dijî komployê wê têkoşînê mezin bikin û wiha got: “Hûn ê nikarin me rawestînin û asteng bikin. Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişîkinin.” 
 
Komploya navnetewî ku di 9’ê cotmeha 1998’an de bi derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir, di salvegera xwe ya 24’an de li gelek bajaran bi meş, çalakî û aktîveteyên cuda hate şermezarkirin.
Di çarçoveya çalakiyên bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên civakî yên sivîl de hate xwestin ku bi dirûşmeya “Em ber bi Azadiyê ve dimeşin” li Wanê meşek were lidarxistin. Li bajarê ku Miduriyeta Polîsan a Wanê dorpêç kirî, gel li 3 noxteyên cuda hate gelhev. 
 
Di baskekî meşê de Cîgirê Hevserokên HDP’ê yên Giştî Tayîp Temel û parlamenter Sezaî Temellî di baskên din de jî parlamenter Mûrat Sarisaç û Mûazzez Orhan cih girtin. Hemû kolanên ku meş lê were lidarxistin ji aliyê polîsan ve hatin girtin. 
 
ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ DEST PÊ KIR
 
Miduriyeta Polîsan a Wanê ku avahiya HDP’ê ya Wanê dorpêç kir, nehişt gel ji avahiyê derkevin. Parlamenterên HDP’ê yên dorpêç şikandin, pişt re hatin qada ku koma din lê bû. Tevî astengkirinan jî baskê meşê yê Kolana Hunerê, gihişt Cadeya Cûmhûriyetê. Parlamenterên HDP’ê û gel ên li vir hatin dorpêçkirin, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
Miduriyeta Polîsan a Wanê êrişî çalakiya ku dirûşmeyên “Ji tecrîdê re na” û “Bila bimre komplo” lê hatin berzkirin kir û herî kêm 40 kes binçavkirin. 
 
Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel ê di çalakiya rûniştinê de bang li gel kir, wiha got: “Em ji bo komploya li dijî birêz Ocalan pêk hat şermezar bikin li vir bûn lê kolanên Wanê di bin dagirkeriyê de bûn. Di kolanan de hovane êriş kirin. Dayikên me, rêveberên me û ciwanên me hatin binçavkirin. Em ê vê daxuyaniyê teqez bikin. Ji ber vê yekê em hemû gelê xwe vedixwînin ber avahiya partiya xwe ya bajêr.”
 
TABLOYA TECRÎD Û KOMPLOYÊ 
 
Piştî bangê bi sedan kes li ber avahiya HDP’ê ya Bajêr kom bûn. Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî yê li vir axivî wiha got: “Îro li Wanê me armanc dikir ku ji ber 9’ê Cotmehê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Kolanên bajêr di bin dorpêçê de bûn. Ev tablo komplo û tecrîda ku di destpêkê de me xwest nîşan bidin bû. Walîyekî ku xwe li jorê zagonan, makezagonê û parlamenterên hatine hilbijartin dibîne û polîsên wî yên talîmat dayî îro li Wanê careke din komplo pêk anîn. Me polîsên ku xizmeta cemaweriyê dikin nedîtin, me hêzên paramîlîter yên partiyekî li hemberî xwe dîtin. Vê dijminatî û zilmê careke din xwe li kolanên Wanê nîşan da. Tundî li dehan hevalên me hate kirin û hatin binçavkirin. Ev mirov ji ber xwestin mafê xwe yê demokratîk pêk bînin hatin binçavkirin. Hişmendiya faşîst ku tehamulî vê yekê nekir, bi rêya polîsan tundî li me kir.”
 
‘MUXATABÊ ÇARESERIYA DEMOKRATÎK OCALAN E’
 
Temellî, bal kişand ku li ser Rêberê PKK’ê Ocalan tecrîdeke giran heye û wiha berdewam kir: “Li ser vê axê tecrîdek heye. Ji ber tecride giran û komploya li birêz Ocalan hatiye kirin ev erdnîgarî hewl tê dayîn mehkumî zilm û şer bê kirin. Ji ber vê komploya ku serokwezîrê demê jî nekarî fêm bike, em mehkûmî vê dojehê hatine kirin. Encamên vê komployê zilm, xwîn rijandin û tundiya ku ev 24 sal in em pê re dijîn e. Ev yek pergaleke bi mejiyê dewletê hatiye avakirine. Em neçarin çareseriya vê pirsgirêkê demildest bi muxatabê wê re biaxivin. Muxatabê çareseriya demokratîk Ocalan e. Ev tecrîda li ser Ocalan tê sepandin ji bilî xizanî, tundiyê tiştekî din neaniye û naîne jî. Heta ku hûn pirsgirêka kurd çareser nekin hûn ê ne aramiyê ne jî aştî û demokrasiyê bînin vî welatî.”
 
‘EM Ê TECRÎDÊ JÎ FAŞÎZMÊ JÎ BIŞIKÎNIN’
 
Temellî, bi gotinên “heke we ew mase serûbin nekiribûya û di çareseriyê de israr bikira, hûn ê îro neçar nemabûna ku tehamulî vê pergala faşîst bikirina” û got: “Banga me li siyasetê û civakê ye. Niha dem dema danîna maseyê, vekirina rêya çareseriya demokratîk e û hevdîtina di nava tifaqa demokrasiyê de ye. Kesên îro bêyî dîtina tecrîd û komployê hewl didin siyasetê bikin, Îmraliyê tine bihesibînin, weke demokrasiyê bînin ser maseyê, di rastiyê de ji bilî dewamiya vê pergalê ne tiştek e. Em naxwazin di nava vê pergalê de bijîn. Em dixwazin pergaleke heq û hiqûqî ava bikin. Em dixwazin weke hemwelatiyên wekhev bijîn. Em baş dizanin ku rêya vê jî di Îmraliyê re derbas dibe. Ji ber wê yekê meşa Gemlîkê ku me di 12’ê hezîranê de dabû destpêkirin bi awayekî israr û bi biryar berdewam dike. Hûn ê nikarin me rawestînin û asteng bikin. Em ê tecrîdê jî û faşîzmê jî bişikînin.”
 
 

Sernavên din

11/10/2022
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin