Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin

  • rojane
  • 09:44 9 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û rewşenbîrên navdar ên cîhanê bertek nîşanî komploya navneteweyî dan û diyar kirin ku Tirkiye ji fikrên Abdullah Ocalan ditirse û bal kişandin ser girîngiya azadiya Ocalan. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin. Komploya navneteweyî kete sala 25’an. Rêberê PKK’ê ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ji Zanîngeha Oxfordê Lêkolîner û Antropolog a Civakî Dr. Amber Huff, ji Zanîngeha Tennessee ya Amerîkayê Akademîsyen Prof. Michael Gunter ku sala 1998'an li Şamê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kiribû û nivîskarê Skoçyayê xwediyê xelata Booker James Kelman li ser komploya 9'ê Cotmehê ji ANF'ê re axivîn.
 
DR. HUFF: JI FIKRÊN ABDULLAH OCALAN DITIRSIN
 
Dr. Amber Huff diyar kir ku Abdullah Ocalan ji ber sedemên polîtîk hat girtin û bi vê yekê re li dijî dijî tevgera azadiyê ya kurd gavek hatiye avêtin. Bi domdarî Huff ev tişt anî ziman: “Ji Dewleta tirk hebû ku Abdullah Ocalan dîl bigire û bi vî rengî karibe fikirên wî û hêviya ku dide mirovan dîl bigire. Dewleta tirk hîn jî Abdullah Ocalan tecrîd dike; ji ber ku ditirse ku fikrên Abdullah Ocalan bandorê li mirovan bike. Em îro bi rengekî aşkere dibînin ku di mijara jinedîtî ve hatina fikrên Abdullah Ocalan û zexta li ser de Dewleta tirk bi ser neketiye. Dewleta tirk hewl dide têkoşîna azadiyê ya kurd bêdeng bike, lê belê zane ku li her devera cîhanê êdî tevgera kurd û Ocalan serketî ye.”
 
‘DIVÊ EM DAXWAZA AZADIYA OCALAN BIKIN’
 
Bi domdarî Huff destnîşan kir ku gelek girîng e ku piştgiriyê bidin gelên Kurdistanê û wiha domand: “Divê em têkoşîna li dijî komploya navneteweyî dewam bikin. Heta ku hevkariya dewletên rojavayî ya bi Tirkiyeyê re dewam bike wê Tirkiye jî dîlgirtina Abdullah Ocalan bidomîne. Divê em daxwaza azadiya Ocalan bikin. Ocalan girtiyekî polîtîk e û rewşa ku tê de ye, binpêkirina mafê mirovan e. Her wiha em dixwazin ku PKK jî ji nava lîsteya rêxistinên qedexekirî bê derxistin. Ev gav ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd her wiha ji bo bicihanîna edaletê gelekî girîng e."
 
‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’
 
Têkildarî mijarê Prof. Michael Gunter jî bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan a ji bo aştiya li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê û ev nirxandin kir: “Beriya ku Abdullah Ocalan bê girtin li Şamê min pê re hevdîtin kir. Min du pirtûkên xwe dabûn wî. Ne tenê ji bo kurdan lê ji bo Tirkiyeyê jî azadiya Ocalan û derfetên ewlehiyê gaveke gelekî girîng e. Hevdîtinên navbera Abdullah Ocalan-Tirkiyeyê ji nû ve dikarin bêne destpêkirin û tenê bi vî rengî li herêmê aramî dikare çêbibe. Azadiya Abdullah Ocalan hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo dewleta tirk wê bibe destkeftiyeke mezin. Heke bixwazin ku herdu alî bi ser bikevin û aramî pêk were, her wiha divê kurd û PKK ji lîsteyên qedexekirî bêne derxistin. Pênasekirina kurdan û PKK'ê weke terorîst, bi kêrî pêkhatina aştiyê nayê. Wisa bawer dikim ku azadiya Abdullah Ocalan wê bi rengekî xurt hevdîtinên aştiyê di navbera PKK û Tirkiyeyê de.”
 
‘TIŞTEKÎ KU TIRKIYE XWE PÊ BIPARÊZE NEMA YE’
 
James Kelman jî ragihand ku dewleta tirk bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re hewl dide ji hevdîtinên aştiyê yên gengaz bireve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkildarî komplo û tecrîdê tu tiştekî ku Tirkiye bikare xwe pê biparêze nema ye. Em, kiryarên li dijî Abdullah Ocalan bi ti awayî qebûl nakin. Ya ku tê kirin mirovan şoq dike. Dewleta tirk xwe ji aştiyê vedigire. Abdullah Ocalan û PKK'ê demeke dirêj alîgirên aştî û hevdîtinan bûn. Lê belê dewleta tirk ti guhertin nekirin. Tenê hewl dide Kurdistanê tune bike.”
 
‘MAFÊ HÊVIYÊ YÊ OCALAN HEYE’ 
 
Kelman, anî ziman ku mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan heye û axaftina xwe wiha qedand: “Em hemû mirov in û ev maf mafê me hemûyan e. Ji dewleta tirk a ku rêveberiyeke dîktator e, divê em ne li benda mafê hêviyê bin. Dîktatoriya Tirkiyeyê di asta înkarkirina mirovbûna mirovan de ye. Dewleteke ku mirovan dikuje, komkujiyan dike. Her wiha mirov dikare bibêje ku ji bo welatiyên tirk jî mafê hêviyê nîne, kurd an jî tirk ferq nake. Ev dewlet mirovan weke mirov nabîne."
 

Sernavên din

11/10/2022
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin