‘Tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna civakî dikare were rakirin’

  • rojane
  • 09:51 8 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Ji parêzerên OHD’ê Bulent Aşa diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya 24 salan êdî ketiye qonaxeke nû û wiha got: “Tecrîd, dikare bi têkoşîneke civakî were rakirin.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konak, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin. Zêdetirî 18 meh in tu agahî ji Ocalan û girtiyên din nayên girtin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê yên parêzer û malbatan bi hincetên weke “cezayên disiplînê” û “qedexeya hevdîtinê” tên astengkirin. Ji bo ku rewşa agahîjênegirtinê ya li Îmraliyê bi dawî bibe û hevdîtin bên kirin, 775 endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û bi sedan parêzerên ji welatên Ewropa û Rojhilata Navîn serî li Wezareta Dadê dan. Lê belê wezaretê heta niha jî tu bersiveke erênî yan jî neyînî nedaye. 
 
Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamê OHD’ê Bulent Aşa têkildarî pergala tecrîdê, astengkirina hevdîtinan û serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bi ajansa me re axivî. Aşa, da zanîn ku komploya navneteweyî di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî gelê kurd hatiye kirin û îro jî komplo bi awayên cuda didome. Aşa, rewşa heyî weke rêzebinpêkirinên hiqûqî û “Xelekên bêhiqûqiyê yên ser hev” pênase kir. 
 
QANÛNA TAYBET A JI BO ABDULLAH OCALAN 
 
Parêzer Aşa diyar kir ku bi pergala tecrîda li Îmraliyê re bêhiqûqiya li Tirkiyeyê derbasî qonaxeke din bûye û ev tişt anî ziman: “Êdî li seranserî civakê berbelav bû. Dema birêz Ocalan nû anîn Tirkiyeyê, parêzerên wî hêj parastin nekirin rastî êrişên fîzîkî hatin. Û di demekî kin de biryara îdamê dan. Her wiha wê demê cezayê îdamê rakirin û rejîmeke înfazê ya ku şertê kontrola edlî tê de tune hat avakirin. Ji bo birêz Ocalan, qanûneke taybet derxistin. Anku Tirkiyeyê pergala xwe ya hiqûqê, hiqûqa xwe ya ceza û înfazê li gorî Ocalan sererast kir. Ev 24 sal in qanûnên xwe nas nakin û bi hiqûqa navneteweyî nakin. Tirkiyeyê dixwaze di şexsê Ocalan de pirsgirêka kurd hîn bêhtir giran bike.” 
 
LABORATUARA ‘BÊHIQÛQIYÊ’ YA LI ÎMRALIYÊ 
 
Bi domdarî Aşa da zanîn ku Girava Îmraliyê ji bo bicihanîna hinek polîtîkayan weke “laboratuarê” tê bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêhiqûqiyê li Îmraliyê di serî de li girtîgehan û piştre li temamiya Tirkiyeyê tên belavkirin. Rewşa tecrîdê ya li giravê, niha li seranserî civakê belav bûye. Di pergala înfazê de qewlekî wisa nebû ku dema parêzer bi miwekîlê xwe re hevdîtinê dike kesekê din jî hebe. Her wiha hevdîtin nedihatin qeydkirin. Di qanûnan de sepaneke wiha nebû. Lê bi KHK’ên piştî hewldana darbeyê ya 2016’an ve êdî ji vê rewşê re bingeheke qanûnî amade kirin. Her wiha bisînorkirina parêzeran nebû. Ev pêvajo, bi Ocalan re dest pê kir. Heta navberekê dema Ocalan volta diavêt jî dikirin sedema cezayê disiplînê. Her wiha mafê sihbetê binpê kirin, rojname nehatin dayîn hwd. Ev sepan niha li seranserî girtîgehan berbelav bû.” 
 
SERDANA DERENGMAYÎ YA CPT’Ê 
 
Di berdewamê de Aşa bal kişand ser rewşa agahînegirtinê ya 18 mehan a ji Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: “Serdana CPT’ê, serdaneke derenmayî bû. Di rapor xwe ya herî dawî de qebûl kiribû ku qedexekirina hevdîtina bi parêzer û malbatê re îşkence ye. Ji Tirkiyeyê xwestibû ku vê mijarê sererast bike. Lê Tirkiyeyê tu gav neavêtin. Tevî vê biryarê jî ev demekî dirêj e ji Ocalan tu agahî nayên girtin. Em nizanin bê ka li giravê çi diqewime. Her wiha serdana CPT’ê girîng e. Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, hewcehî bi têkoşîneke civakî heye. Di vê mijarê de berpirsyariya herî mezin dikeve ser saziyên mafên mirovan û baroyan. Ev peywira wan a herî sereke ye. Divê hemû baro ji bo vê mijarê serî li wezaretê bidin. Di dawiya dawî de parastina mafên mirovan, peywira baroyan e. Heke bertek zêde bibin, dê ev hiqûqî jî bêhtir teşhîr bibe û tecrîd ji holê rabe.” 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

08/10/2022
16:54 Li Îzmîrê dema binçavkirina 13 kesan hate dirêjkirin
16:39 Cenazeyên Şik û Canbeyê hatin veşartin
16:34 Cenazeyê Akarsel li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin
16:20 Nahêlin girtiyê nexweş Demîr biçe nexweşxaneyê
16:10 Olûç: Têkoşîna kurdan ku nekarîn tune bikin bihêztir bû
15:58 Ji bo tevlibûna meşa 9’ê Cotmehê ya Geverê belavok hatin belavkirin
15:44 Li Şirnexê kesên binçavkirî hatin berdan
15:41 Tecrîda li Îmraliyê di rojeva Meclisa Tirkiyeyê de ye
15:26 Gefa Qeymeqamî li Nisêbînê dikan dane girtin
15:04 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya
14:57 HDP: Me ne kujerên Komkujiya Bahçelîevlerê û ne jî yên ew parastin ji bîr nekirine
14:50 ‘Paradîgmaya Ocalan rê li ber gelên Rojhilata Navîn vekir’
14:49 28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê civiya
13:51 Kekê Cemîl Kirbayir: Dê têkoşîna me bidome
13:16 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn
12:58 Hevserokên HDP’ê dê bi Desteya Şêwrê re bicivin
12:40 Çalakiya malbata Şenyaşar didome: Faîl niha di Meclisê de ye
12:27 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran gel dadikeve qadan
11:56 ‘Azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were’
11:44 Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê dike
10:45 Faîlê tacîza zayendî hat girtin
10:42 ‘Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî’
09:51 ‘Tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna civakî dikare were rakirin’
09:45 Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe
09:11 Rojnameger Ozdemîr: Çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya şerê taybet girtiye ser xwe
09:02 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êzidî li hemberî Peymana Cotmehê li ber xwe didin
09:01 Banga ji bo 'Meşa Azadiyê': Em ê rejîma tecrîdê bişikînin
09:00 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2022'YAN
07/10/2022
23:20 Taşkesenê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' dîsa hat binçavkirin
22:46 Parlementera HDP'ê Guzel ji bo jinên hatine qetilkirin porê xwe jê kir
22:14 Welatiyê li Dersimê hatibû binçavkirin hat berdan
21:04 Parêzerê malbata Jîna Amîniyê rapora Tiba Edlî red kir
19:21 Jinan ji Amedê bang kir: Nagîhan Akarsel nemir e
19:08 Cenazeyên 2 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
17:19 ÎHD’ê li Amedê Nobeta Aştiyê da destpêkirin
17:18 Altûnişik ê di 44 saliya xwe de hatibû girtin piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:07 Polîsan dest danî ser pankarta malbata Şenyaşar
16:58 Pencwên û Balekayetî hatin bombebarankirin
16:18 Hiqûqnasan qetilkirina Akarsel şermezar kirin û gilî kirin
15:46 Wasiyê Ocalan, Dînç: Ji bo rakirina tecrîdê hewcehî bi têkoşîneke topyekûn heye
15:24 Nivîskarê 27 sal in girtî ye hate derbkirin
15:09 Jinan bang kir: Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin
14:42 Li Hatayê tecrîd hat protestokirin
14:35 Saziyên sivîl, çand û ziman: Beşdarî festîvalên bi vî rengî nebin, xwedî helwest bin
14:34 Dosyaya polîsê bi wesayîtê daye ser parêzer Karakaş dewrî ACM’ê hat kirin
14:07 Li Îzmîr û Manîsayê 13 xwendekar hatin binçavkirin
14:01 Rojnamevanên jin ên kurd li ber girtîgehê bang kirin: Em serî natewînin
14:00 Malbata Nagihan Akarsel çû Silêmaniyeyê
13:54 Tevî êrişa polîsan jî Malbata Şenyaşar nobeta xwe didomîne
13:33 Sancar: Em ê makeqanûneke demokratîk bînin vî welatî
13:30 Derbarê rojnameger Nişmiye Guler de doz hate vekirin
13:19 DFG: Em ê pênûsê Nagîhanê bêxwedî nehêlin
12:32 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 ‘Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jina kurd bijî’
12:04 Piştî teqîna li Geverê malbatek hat derbkirin
11:35 Keskîn: Em deyndarên Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin in
11:11 Komên aligirên Amedsporê: Mîhrîcan îxaneta li Sûrê ye
11:00 ‘Pêwîste gel helwesteke zelal nîşanî Mîhrîcana Sûrê bide’
10:39 Temel: Gelê kurd li dijî komployê bexwedaneke mezin raber dike
10:31 Erdogan kesê ji ber bazirganiya hişbirê dikir girtî bû efû kir
10:16 ‘Girtîgehê dest danîn ser betanî û cilên girtiyê nexweş’
10:00 Beriya Serdana CPT'yê careke din cezayê disiplînê li Abdullah Ocalan hatiye birîn
09:07 Seydaoglû: Jinên kurd ji ber ku mudaxileyê li pergalê dikin dibin hedef
09:03 Di 9'ê Cotmehê de wê daxwaza bingehîn bibe azadiya Abdullah Ocalan
09:03 Îdiayên şahida ku îfade li ser Mizrakli dabû derew derketin
09:02 Gezerê ku di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de birîndar bû li dû kiryaran e!
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2022'YAN
06/10/2022
22:58 Kampa Şerdeştê ya Şengelê hat bombeberankirin
21:34 Sancar: Komar dê bi rêya sêyemîn bibe komareke demokratîk
20:22 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
19:44 Cendirmeyan hewl da pêşî li ber xebatên HDP'ê bigirin
18:15 Fermandarê YPG'î di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da
17:32 Rapora Binpêkirinên Mafan a 2021’an a ÎHD’ê: Welat bi polîtîkayên ewlehiyê tê birêvebirin
17:13 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Zarokên me berdin
17:07 Rapora Hewselê: Em xwedî li xwezaya xwe derbikevin
16:27 Sebahat Tuncel ji şandeya dadgehê re got: Em ji we azadtir in
15:54 Nivîskara fransî Annie Ernauxê xelata Nobelê wergirt
15:27 Baroya Amedê giliyê polîsên êrişkar kir
15:23 Rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:56 Doza rojnameger Tûnç hat taloqkirin
14:48 Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo piştevaniyê serdana GOÇÎZDER’ê kir
14:43 Ji bo Meşa 9’ê Cotmehê ya Amedê banga tevlibûnê
14:33 Keştiya penaberan noq bû: Herî kêm 16 jinan jiyana xwe ji dest dan
14:14 Sancar: Kujerên Jînayê û yên Nagihanê xwedî heman zîhniyetê ne
14:12 RSF’yê ji bo Akarsel daxuyanî da: Dengekî femînîst ê xurt hate bêdengkirin
14:00 Polîs ji Şenyaşar ê 577 roj in nobetê digire re got: Ev der ne mala we ye
13:25 Li Taylandê li dijî kreşa zarokan êriş: 23 jê zarok bi giştî 34 kes hatin qetilkirin
13:20 Beyî ku agahdar bikin avahiya HDP’a Amedê mohr kirin
12:58 Dozgerî: Di Nobeta Edaletê de bêyî ku sûcek hebe mudaxale hatiye kirin!
12:54 Malbatên girtiyan: Rêya demokrasî û azadiyê di zindanan re derbas dibe
12:45 MKGP dê li pêşiya Girtîgeha Amedê daxuyanî bide
12:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:07 Li Bodûrê li dijî hilweşînê di nobetê de ye, xistin
11:30 Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan nexşerêyê diyar dike
11:17 Li rojnamevan Kûrşûn 13 sal û 3 meh cezayê hefse hate birîn
10:53 Greta Thunberg tev li çalakiyên ji bo Nagîhan Akarselê bû
10:30 Hatîp Dîcle: Divê YNK xwedî seknekî zelal be û rê li ber cînayetan bigire
10:20 Merengozê 30 salan: Ji ber zêdebûna mesrefan nikarim bixebitim
09:42 'Cihê xwîna zarokên me lê rijiyaye ne cihê mîhrîcan û şahiyan e'