Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êzidî li hemberî Peymana Cotmehê li ber xwe didin

  • rojane
  • 09:02 8 Cotmeh 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hûseyin diyar kir ku li dijî Peymana 9'ê Cotmehê li ber xwe didin û wiha got: "Ji ber ku nikarin vê peymanê pêk bînin ji hewayê ve êrîş dikin. Em xwediyê vê axê ne, em ê wê biparêzin. Ne em li ser serê kesekî dibin desthilatdar ne jî em dibin koleyê kesekî."
 
Civaka Êzidî di sala 2014’an de di êrişên DAIŞ'ê de, bi fermana 74'an re rû bi rû mabûn û di vê fermanê de bi sedan kes hatibûn qetilkirin û gelek ji wan jî di bazarên koleyan de hatibûnn firotin. Lê piştî fermanê êzidiyan xwe birêxistin kir, meclîsên xwe yên xweser ava kirin û hêzên xwe yên leşkerî perwerde kirin. Lê belê PDK'ê ku di dema fermanê de pişta xwe da civaka êzidî û reviya, bi peymana 9’ê Cotmeha 2021’ê careke din xwest ku civakê bi qirkirinekê rû bi rû bihêle. Peymana ku bi tu awayî vîn û îradeya civaka êzidî di xwe de nahewîne bi piştgiriya Netewên Yekbûyî (NY) û Tirkiyeyê di navbera PDK’ê û hikumeta Îraqê de hat îmzekirin. Li gel îmzekirina peymanê êzidî daketin qadan û nerazîbûnên xwe yên li dijî peymanê aşkere kirin. Lê bi îmzekirina peymanê xetereya li heremê dest pê kir û luv û tevger zêde bûn. Piştre ji aliyê hêzên Îraqê ve di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dîwarekî bi dirêjahiya 250 kîlometre, bilindahiya xwe 3 metre û bi qalindahiya xwe 75 santîmetre hat lêkirin. Li gel van geşedanan êrişên Tirkiyeyê jî li ser herêmê zêde bûn. Hikûmeta Îraqê û hikûmeta heremî ku di pêkanîna peymanê de bi israr kirin, piştgirî dan Tirkiyeyê. Tirkiyeyê jî di nava 2 salan de herî kêm 21 caran bi SÎHA'yan êrîş bir ser Şengalê. Di van êrîşên hewayî de bi giştî 16 kesî jiyana xwe ji dest da. 
 
Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hûseyin, der barê armancên peymanê re ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
BERXWEDANA LI HEMBERÎ PEYMANÊ
 
Huseyîn anî ziman ku peyman li dijî tunekirina civaka êzidî hatiye îmzekirin û bal kişand ser berxwedana li hemberî êrişan. Huseyîn wiha axivî: "Ew kesên ku di sala 2014’an de civaka êzidî qir kirin û ew kesên ku ev peyman îmze kirin, heman kes bûn. Ji ber wê jî pêdivî pê ditin ku li hemberî vê civakê tifaqeke wiha pêk bînin. Hin hêzên wekî Tirkiyeyê jî li pişt perdeyê piştgirî didan vê tifaqê. Em ne li dijî tifaqan e. Lê belê ev tifaq, ne ji bo berjewendiyên civaka êzidî bû. Ev tifaq, li dijî civaka êzidî û pêkhateyên li Şengalê bûn. Kesên ku tiliya wan di kuştina êzidiyan de heye û kesên ku bibûn sedem ku êzidî rastî qirkirinekê bên, dixwestin ku êzidî careke din bêparastin bimînin û rastî heman qirkirinê bimînin. Nefesek di nava Rojava û Şengalê de hebû, lê bi vê tifaqê xwestin ku ew nefes jî bê qutkirin. Ev peyman, xal bi xal li dijî vê civakê bû. Divê tifaqek jî bêyî civaka êzidî pêk neyê. Divê tu kes bêyî şengaliyan li ser Şengalê tifaqan çêneke. Êzidiyan singa xwe kir mertal û axa Îraqê û Şengalê parastin û hê jî diparêzin. Ji ber wê jî, heya şengalî erê nekin divê tu tifaq neyên çêkirin. Berovajî vê, tu agahiya civaka êzidî ji vê tifaqê tune bû. Di nava vê tifaqê de cihê xwe negirtibû. Ji ber wê jî di van 2 salan de jin, ciwan, piremêr, zarok û hemû êzidî bênavber li hemberî vê tifaqê li ber xwe dan. Ji ber wê jî heya niha nikarin peymana 9'ê Cotmehê tam pêk bînin."
 
'NIKARIN PEYMANÊ PÊK BÎNIN JI HEWAYÎ ÊRIŞ DIKIN'
 
Huseyîn bi lêv kir kir ku li gel îmzekirina peymanê di hemû êrîşan de pêşengên civaka êzidî hedef hatine girtin û wiha domand: "Gelek êrîş li ser civaka me pêk hatin. Gelek qehreman di êrîşên dewleta tirk de hedef hatin girtin. Di van 2 salan de hem êrîşên hewayî pêk hatin hem jî yên bejahî pêk hatin. Di wan êrişan de Seîd Hesen Seîd hedef hat girtin. Her wiha Merwan Bedel û hwd. gelek pêşeng hedef hatin nîşandin. Ji ber ku nikarîn vê peymanê pêk bînin, ji hewayê ve êrîş dikin. Civaka êzidî hê jî bi qirkirinê re rû bi rû ye û hê ji wê komkujiyê xelas nebûye. Hin berpirsên Îraqê yên ku di nava artêşa Îraqê de cih digirin danûstandinên wan bi hin hêzên derve re hebûn ku bûne sedema alozî û nakokiyê li Şengalê. Lê diviyabû tiştekî wiha çênebûya û pişt nedana civaka êzidî. Tu dijbertiya me bi Îraqê re nîn e. Lê em dixwazin xweser bin. Heger dilsoz bin, divê amadekariyê bikin ku Osmanî axa Îraqê careke din dagir nekin."
 
'PKK, BI HAWARA ME DE HAT'
 
Huseyîn diyar kir ku hêzên ku peyman îmzekirine dixwazin li Şengalê bibin cihê aloziyan û got ku heya peyman nehatibû çêkirin li Îraqê tu der ji Şengalê aramtir tune bû. Huseyîn destnîşan kir ku civaka êzidî kesên ku pişta xwe dane wan naxwaze û got ku Îraq ber bi sê perçebûyinê ve diçe. 
 
Huseyîn axaftina xwe wiha domand: "Hêzên siyasî yên li Îraqê di navbera xwe de nabin tifaq. Lê di vê pergalê de kesek nabêje ku bila her tişt ê min be û ê din nebe. Her kes dixwaze xwe bi rê ve bibe. Em jî beşek ji wan in. Hêzên desthilatdar êdî dibînin ku civakbûyin ji van nakokiyan xelas bibe, êdî di bin desthilatdariya wan de namînin. Ji ber wê jî êrîş dikin û dixwazin nakokiyan çêbikin. Me wekî PKK'ê bi nav dikin. Rêza me ji PKK'ê re heye. Dema ku di 2014'an de xencerek li pişta vê civakê ket, HPG û YJA STAR ji serê çiya hatin û ev zarok rizgar kirin. Ji bo me qenciyeke mezin e û em vê qenciyê tu carî jibîr nakin. Lê dema ku me PKK nas nekiribû jî me dixwest, em xwe bi rê ve bibin. Çimkî êdî baweriya me bi tu hêzan nemabû. Em bi 74 fermanan re rû bi rû man. Hemû kesên ku êrîş kirine jî xwestine civakê tune bikin. Ji ber wê jî êdî civaka êzidî dixwaze, ew xwe bi rê ve bibe. Çavê me ne li kursiya tu kesî ye. Em tenê dixwazin xweser bin. Berxwedana wê tê dayin. Ji ber ku mafê her kesî ye ku xwe biparêze."
 
'DÎROK DÊ HESAB BIPIRSE'
 
Azad Huseyîn da zanîn ku di dîrokê de heta niha PDK li dijî civaka êzidî dijminatî kiriye û wiha got: "Divê hemû pêkhatiyên Şengalê di nava xwe de bibin tifaq. Divê em bibin tifaq ku êdî Şengal nebe pêlîstoka hin amûrên siyasî. Tifaqa me hebe, em ê bikaribin pêşiya her tiştî bigirin. Ji fermanê heta niha PDK'ê gelek caran hewl daye pişta vê civakê bişikîne. Gelek caran zirar daye vê civakê. Dîrok wê hesab bipirse."
 
BANGAWAZÎ
 
Huseyîn bang li kesên ku bi PDK'ê re dixebitin jî kir ku divê dest ji vê "xiyaneta" ku vê civakê perçe dike berdin û wiha got: "Divê êdî xwe nas bikin. Dema Saddam çû ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kesî digot, 'Saddam çû birayên me hatin.' Lê wisa nebû. Ê ku xiyanet li me kirin birayên me bûn." 
 
'EM NE DIBIN DESTHILATDAR NE JÎ DIBIN KOLEYÊN KESEKÎ'
 
Huseyîn anî ziman ku li dijî êrîşan tişta herî pêwîst tifaqa pêkhatên Şengalê û civaka êzidî û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Dixwestin jinên êzidî qels bikin. Lê ji xweliya fermanê hêza YJŞ'ê ava bû. Jin li Şengalê bûne xwedî hêz û di her qadên jiyanê de cihê xwe girtine. Em dixwazin bi awayekî xweser bijin. Em dixwazin hêzên me yên leşkerî me biparêzin. Li şûna ku kesek ji Dihokê bê û bibe qeymaqamê Şengalê, bila şengalî bixwe bibin qeymeqam. Heger pergala Netewa Demokratîk esas bigirin, wê aloziyên îro li Îraqê rû didin jî çareser bibin. Em nabêjin bila tenê êzidî di vê pergalê de bin. Her kes dikare cihê xwe di vê pergalê de bigire. Şengal cihekî stratejîk e. Ji ber wê hin hêz dixwazin hiyva xwe ya şiî çêbikin, hin dixwazin xeta herirî çêbikin. Her kes ji bo xwe difikire. Lê Şengal ya Şengaliyan e. Heta niha negihîştine armanca xwe. Şengalê tu carî serê xwe netewandiye. Em xwediyê vê axê ne û em ê tu caran nehêlin ku kesên zirar didin vê axê bikevin Şengalê. Em naxwazin wekî berê di bin dethilatdariya hin kesan de bijin. Ne em li ser serê kesekî dibin desthilatdar ne jî em dibin koleyê kesekî. Em dixwazin xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin. Banga me ji bo civaka êzidî ew e ku divê bi tifaq bin. Dijmin dixwaze me perçe bike. Lê divê em tifaqa xwe ava bikin û bi hev re têbikoşin."
 
Piştî peymana 9'ê cotmehê, di nava 2 salan de, cihên ku hatine bombaran ev in:
 
*Tirkiyeyê di 15’ê Çileya 2020’an de li gundê Dîgurê yê bajaroka Sinûnê ya Şengalê êrîşeke hewayî pêk anî.
 
*Di 30’yê Hezîrana 2021’ê de Balafirên Bêmirov ên Çekdar ên Tirk (SÎHA) derdora Kampa Serdeşt a Çiyayê Şengalê bombebaran kirin. 
 
*Di 1’ê Tîrmeha 2021’ê de SÎHA'yên Tirkiyeyê li nêzî Wargeha Şehîd Nazê ya li Çiyayê Şengalê wesayîteke sivîlan hedef girtin. Di êrîşê de kuştî û birîndar çênebûn.
 
*Di 16’ê Tebaxa 2021’ê de li navenda Şengalê li ser Bazara Kevin a Şengalê êrîşek pêk hat. Di êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
 
*Di 2’yê Îlona 2021’ê de balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Barê yê Şengalê bombebaran kirin.
 
*Di 8’ê Mijdara 2020’an de gundê Barê yê navçeya Xanesorê ya Şengalê bi SÎHA'yan hat bombebarankirin. Di bombebaranê kesekî jiyana xwe ji dest da.
 
*Di 7’ê Kanûna 2021’ê de li navçeya Xanesorê ya Şengalê SÎHA’yên Tirkiyeyê li dijî wesayîtekê êrîşek pêk anîn. Di êrîşê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Şengalê Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da.
 
*Di 11’ê Kanûna 2021’ê de balafirên şer ên Tirkiyeyê Meclîsa Gel a Xanesorê bombebaran kirin.
 
*Di 19’ê Nîsana 2022’yan de artêşa Îraqê êrîşî noqteyên YBŞ û YJŞ’ê yên li herêma Geliyê Şîlo û gundê Sikêniyeyê kirin.
 
*Di 15’ê Hezîrana 2022’yan de SÎHA'yên artêşa Tirkiyeyê baregeha YBŞ'ê ya Şengalê bombebaran kirin û di êrîşê de 6 endamên YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dan.
 
*Di 15'ê Hezîrana 2022'yan de avahiya Meclîsa Gel a Sînûnê bi SÎHA'yan hedef hat girtin. Di êrişê de qirtasiyeyek a li bazarê bû hedefa êrîşên SÎHA'yan. Xwediyê dikanê Xidir Şivan Naso û neviyê wî Salih Xidir Naso jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî bi giranî birîndar bûn.
 
*Di 29’ê Tebaxa 2022’yan de SÎHA’yên Tirkiyeyê li gundê Behrewa yê Şengalê êrîşî wesayîtekê kir. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn.
 
*Di 11’ê Îlona 2022’yan de li gundê Behrewa yê Xanesorê ya Şengalê wesayîtek ji aliyê SÎHA’yên Tirkiyeyê ve 2 caran hat bombaran kirin.
 
*Bajarokê Sinûnê yê Şengalê ji aliyê SÎHA'yên Tirkiyeyê ve 2 caran hatin bombebarankirin.
 
* Di 23’yê Îlona 2022’yan de SÎHA’yeke Tirkiyeyê êrîşî navenda bajaroka Til Izêr a Şengalê kir. Di bombebaranê de de malek xisar dît.
 
*Di 21’ê Çileya 2022'yan de li herêma Geliyê Şîlo ya Şengalê di êrîşa SÎHA’yên Tirkiyeyê de 2 endamên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan û 2 jê jî birîndar bûn.
 
*Di 18’ê Nîsana 2022’an de artêşa Îraqê êrîşî noqteyên Asayîşa Êzidxanê yên li navçeya Dîgurê ya Şengalê kir.
 
*Di 2’yê Gulana 2022’yan de di navbera hêzên artêşa Îraqê yên ku dixwestin Şengalê dorpêç bikin û Asayîşa Êzidxanê de pevçûnek rû da. 
 
* Di 2’yê Sibata 2022'yan de artêşa Îraqê êrîşeke berfireh bir ser Şengalê û li bajaroka Dîgurê dibistanek bombe kir. Dibistan wêran bûye.
 

Sernavên din

08/10/2022
16:54 Li Îzmîrê dema binçavkirina 13 kesan hate dirêjkirin
16:39 Cenazeyên Şik û Canbeyê hatin veşartin
16:34 Cenazeyê Akarsel li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin
16:20 Nahêlin girtiyê nexweş Demîr biçe nexweşxaneyê
16:10 Olûç: Têkoşîna kurdan ku nekarîn tune bikin bihêztir bû
15:58 Ji bo tevlibûna meşa 9’ê Cotmehê ya Geverê belavok hatin belavkirin
15:44 Li Şirnexê kesên binçavkirî hatin berdan
15:41 Tecrîda li Îmraliyê di rojeva Meclisa Tirkiyeyê de ye
15:26 Gefa Qeymeqamî li Nisêbînê dikan dane girtin
15:04 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya
14:57 HDP: Me ne kujerên Komkujiya Bahçelîevlerê û ne jî yên ew parastin ji bîr nekirine
14:50 ‘Paradîgmaya Ocalan rê li ber gelên Rojhilata Navîn vekir’
14:49 28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê civiya
13:51 Kekê Cemîl Kirbayir: Dê têkoşîna me bidome
13:16 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn
12:58 Hevserokên HDP’ê dê bi Desteya Şêwrê re bicivin
12:40 Çalakiya malbata Şenyaşar didome: Faîl niha di Meclisê de ye
12:27 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran gel dadikeve qadan
11:56 ‘Azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were’
11:44 Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê dike
10:45 Faîlê tacîza zayendî hat girtin
10:42 ‘Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî’
09:51 ‘Tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna civakî dikare were rakirin’
09:45 Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe
09:11 Rojnameger Ozdemîr: Çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya şerê taybet girtiye ser xwe
09:02 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êzidî li hemberî Peymana Cotmehê li ber xwe didin
09:01 Banga ji bo 'Meşa Azadiyê': Em ê rejîma tecrîdê bişikînin
09:00 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2022'YAN
07/10/2022
23:20 Taşkesenê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' dîsa hat binçavkirin
22:46 Parlementera HDP'ê Guzel ji bo jinên hatine qetilkirin porê xwe jê kir
22:14 Welatiyê li Dersimê hatibû binçavkirin hat berdan
21:04 Parêzerê malbata Jîna Amîniyê rapora Tiba Edlî red kir
19:21 Jinan ji Amedê bang kir: Nagîhan Akarsel nemir e
19:08 Cenazeyên 2 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
17:19 ÎHD’ê li Amedê Nobeta Aştiyê da destpêkirin
17:18 Altûnişik ê di 44 saliya xwe de hatibû girtin piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:07 Polîsan dest danî ser pankarta malbata Şenyaşar
16:58 Pencwên û Balekayetî hatin bombebarankirin
16:18 Hiqûqnasan qetilkirina Akarsel şermezar kirin û gilî kirin
15:46 Wasiyê Ocalan, Dînç: Ji bo rakirina tecrîdê hewcehî bi têkoşîneke topyekûn heye
15:24 Nivîskarê 27 sal in girtî ye hate derbkirin
15:09 Jinan bang kir: Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin
14:42 Li Hatayê tecrîd hat protestokirin
14:35 Saziyên sivîl, çand û ziman: Beşdarî festîvalên bi vî rengî nebin, xwedî helwest bin
14:34 Dosyaya polîsê bi wesayîtê daye ser parêzer Karakaş dewrî ACM’ê hat kirin
14:07 Li Îzmîr û Manîsayê 13 xwendekar hatin binçavkirin
14:01 Rojnamevanên jin ên kurd li ber girtîgehê bang kirin: Em serî natewînin
14:00 Malbata Nagihan Akarsel çû Silêmaniyeyê
13:54 Tevî êrişa polîsan jî Malbata Şenyaşar nobeta xwe didomîne
13:33 Sancar: Em ê makeqanûneke demokratîk bînin vî welatî
13:30 Derbarê rojnameger Nişmiye Guler de doz hate vekirin
13:19 DFG: Em ê pênûsê Nagîhanê bêxwedî nehêlin
12:32 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 ‘Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jina kurd bijî’
12:04 Piştî teqîna li Geverê malbatek hat derbkirin
11:35 Keskîn: Em deyndarên Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin in
11:11 Komên aligirên Amedsporê: Mîhrîcan îxaneta li Sûrê ye
11:00 ‘Pêwîste gel helwesteke zelal nîşanî Mîhrîcana Sûrê bide’
10:39 Temel: Gelê kurd li dijî komployê bexwedaneke mezin raber dike
10:31 Erdogan kesê ji ber bazirganiya hişbirê dikir girtî bû efû kir
10:16 ‘Girtîgehê dest danîn ser betanî û cilên girtiyê nexweş’
10:00 Beriya Serdana CPT'yê careke din cezayê disiplînê li Abdullah Ocalan hatiye birîn
09:07 Seydaoglû: Jinên kurd ji ber ku mudaxileyê li pergalê dikin dibin hedef
09:03 Di 9'ê Cotmehê de wê daxwaza bingehîn bibe azadiya Abdullah Ocalan
09:03 Îdiayên şahida ku îfade li ser Mizrakli dabû derew derketin
09:02 Gezerê ku di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de birîndar bû li dû kiryaran e!
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2022'YAN
06/10/2022
22:58 Kampa Şerdeştê ya Şengelê hat bombeberankirin
21:34 Sancar: Komar dê bi rêya sêyemîn bibe komareke demokratîk
20:22 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
19:44 Cendirmeyan hewl da pêşî li ber xebatên HDP'ê bigirin
18:15 Fermandarê YPG'î di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da
17:32 Rapora Binpêkirinên Mafan a 2021’an a ÎHD’ê: Welat bi polîtîkayên ewlehiyê tê birêvebirin
17:13 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Zarokên me berdin
17:07 Rapora Hewselê: Em xwedî li xwezaya xwe derbikevin
16:27 Sebahat Tuncel ji şandeya dadgehê re got: Em ji we azadtir in
15:54 Nivîskara fransî Annie Ernauxê xelata Nobelê wergirt
15:27 Baroya Amedê giliyê polîsên êrişkar kir
15:23 Rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:56 Doza rojnameger Tûnç hat taloqkirin
14:48 Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo piştevaniyê serdana GOÇÎZDER’ê kir
14:43 Ji bo Meşa 9’ê Cotmehê ya Amedê banga tevlibûnê
14:33 Keştiya penaberan noq bû: Herî kêm 16 jinan jiyana xwe ji dest dan
14:14 Sancar: Kujerên Jînayê û yên Nagihanê xwedî heman zîhniyetê ne
14:12 RSF’yê ji bo Akarsel daxuyanî da: Dengekî femînîst ê xurt hate bêdengkirin
14:00 Polîs ji Şenyaşar ê 577 roj in nobetê digire re got: Ev der ne mala we ye
13:25 Li Taylandê li dijî kreşa zarokan êriş: 23 jê zarok bi giştî 34 kes hatin qetilkirin
13:20 Beyî ku agahdar bikin avahiya HDP’a Amedê mohr kirin
12:58 Dozgerî: Di Nobeta Edaletê de bêyî ku sûcek hebe mudaxale hatiye kirin!
12:54 Malbatên girtiyan: Rêya demokrasî û azadiyê di zindanan re derbas dibe
12:45 MKGP dê li pêşiya Girtîgeha Amedê daxuyanî bide
12:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:07 Li Bodûrê li dijî hilweşînê di nobetê de ye, xistin
11:30 Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan nexşerêyê diyar dike
11:17 Li rojnamevan Kûrşûn 13 sal û 3 meh cezayê hefse hate birîn
10:53 Greta Thunberg tev li çalakiyên ji bo Nagîhan Akarselê bû
10:30 Hatîp Dîcle: Divê YNK xwedî seknekî zelal be û rê li ber cînayetan bigire
10:20 Merengozê 30 salan: Ji ber zêdebûna mesrefan nikarim bixebitim
09:42 'Cihê xwîna zarokên me lê rijiyaye ne cihê mîhrîcan û şahiyan e'