Têkoşîna ji bo Abdullah Ocalan sînor derbas kirine

  • rojane
  • 09:01 6 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Berdevka Komîsyona Têkiliyên Navneteweyî ya KNK'ê Nîlûfer Koçê diyar kir ku ew ê bi pêngaveke navneteweyî bersiva komploya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidin û got: "Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo sînor derbas kirine."
 
Di ser komploya navdewletî re ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat kirin, 24 sal derbas bûn. Çendî armanc di şexsê Ocalan de tesfiyekirina tevgera azadiyê bû jî, lê komploger negihiştin armanca xwe. Berekesê vê Ocalan di şert û mercên tecrîdeke giran de li hemberî pergala kapîtalîst hîmên jiyaneke nû danîn û fikirên wî gihaştin milyonan kesî. Em têkildarî mijarê bi Berdevka Komîsyona Têkiliyên Navneteweyî ya Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) Nîlûfer Koç re axivîn. 
 
OCALAN HESABÊ WAN XERA KIR
 
Nîlûfer Koç diyar kir ku hêzên global ên bi pêşengtiya DYA'yê li Rojhilata Navîn Kurdistanê wekî herêmeke tampon hilbijartine û wiha got: "Bi vê yekê re hevkêşeyek hebû ku di ser Kurdistanê re hem hêzên herêmî kontrol bikin hem jî bi rêya hêzên herêmî Kurdistanê kontrol bikin. Armanca wan bbi mantiqa Peymana Lozanê dixwestin herêmê dîzayn bikin." Koç anî ziman ku lê tevgera azadiyê ya kurdî ya bi pêşengiya Abdullah Ocalan li dijî vê hevkêşeyê dest bi pêvajoyeke nû ya şoreşgerî kiriye û got ku lê di pêvajoya nû de hêzên navneteweyî wekî berê nikarin Kurdan bi kar bînin.
 
Koç destnîşan kir ku lê bi fikir û têkoşîna Ocalan “rastiya ku gelê kurd xwedî li doza xwe derdikeve" derketiye holê û wiha domand: “Ji ber ku ev geşedana nû li hesabê hêzên global nehat, li hemberî Rêber Apo komploya derxistina ji Rojhilata Navîn gerandin. Paşê di 15'ê Sibatê de li Kenyayê bi dîlgirtina wî re xwestin vê pêvajoyê temam bikin. Armanca sereke ya komployê ew bû ku nehêlin Rêber Apo bi fikrên xwe bibe pêşengê serdemê û pêşî li ber şoreşa li Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo bigirin."
 
'JI BO ÇARESERIYÊ ÇÛ EWROPAYÊ'
 
Bi domdarî Koç da zanîn ku armancên komployê pêk nehatine û ya nehiştiye pêk bên jî têkoşîna gelê kurd e û wiha pê de çû: “Dema ku Rêber Apo çû Ewropayê, xwest pirsgirêka kurdî ne bi hevkêşeya Lozanê, bi rastiya gelê ku dixwaze bi xwe azadiya xwe bi dest bixe û çarenûsa xwe diyar bike çareser bike. Xwest meseleya kurdî xuyangtir bike. Xwest bi pêngaveke dîplomatîk Ewropayê, xwest qaneh bike ku dema feraseta Peymana Sykes-Pîcotê û feraseta Lozanê  derbas bûye. Xwest merheleyeke din bide destpêkirin û meseleya kurdî bi awayekî aştiyane çareser bike. Hêzên navdewletî dixwestin Kurdistanê bikin herêma tampon, lê Rêber APo jî dixwest Kurdistanê bike herêma tampona a aştiyê. Bi tevgereke dîplomatîk xwest Ewropa qanih bike ku Peymana Sykes-Picot û zîhniyeta Lozanê bi ser ketiye. Dixwaze qonaxeke nû bide destpêkirin û pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bike."
 
‘KURD XWEDÎ LI RÊBERÊ XWE DERKETIN'
 
Di berdewamê de Koç destnîşan kir ku komployê "travamyeke neteweyî" li kurdan peyda kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê bi sedan ji wan ji bo Rêberê xwe rizgar bikin canê xwe dan û agir berdan canê xwe. A rast kurdan ev peyam da hemû cîhanê: 'Em ne kurdên berê ne, we Şêx Seîd bi dar ve kir, we Seyîd Riza înfaz kir, we Simkoyê Şikakî û Qazî Mihemed tune kir, lê em bi Abdullah Ocalan re guherîne, em ê bi her awayî xwedî li rêberê xwe derkevin ku em bi azadiyê hesandine.'" 
 
Koç bilêv kir ku gelê kurd bi bedêlên giran komployê pûç kiriye û got: "Kurdan bi pêngaveke nû, qet nebe hiştin ku rêberê wan bi awyaekî fîzîkî sax bimîne. Yanî keda Rêber Apo berhewa neçû. Kurdan bi bedêlên giran pêşî li ber îmhayeke mezin girt." 
 
TÊKOŞÎNÊ SÎNOR DERBAS KIRINE
 
Koç diyar kir ku ev helwesta gelê kurd bandorê li hemû gelên herêmê jî kiriye û ji bo wan bûye cihê hêviyê û ji bo vê îşaret bi têkoşîna li çar hawirdorên cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan kir. Koç destnîşan kir ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan sînor derbas kirine û bal kişand ser "Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan" û "Komîteyên Azadî Ji Bo Ocalan" ên li welatên Ewropayê hatine avakirin. 
 
Koç, wiha domand: "Di eniya jinê de jî rewşek bi vî rengî heye. Herî dawî li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinê serîhildanek çêbû û 'jin, jiyan, azadî' olan da. Ev keda Rêber Apo ye. Yanî rastiyeke şoreşê li holê ye ku Kurdistanê jî derbas kiriye. Çareseriyên ku Rêber Apo berpêş kirine digihê hemû gelan û cîhanê. Pêşniyazên çareseriyê yên Rêber Apo bi qasî ku herêmî ne, ew qasî jî global in. Lewma ez bawer dikim ku di vî warî de bi xurtkirina têkoşînê em ê karibin encamekê bi dest bixin. Yanî bi xwedîderketina li berxwedan li Îmraliyê, em ê karibin pêşî li ber faşîzma li Tirkiyeyê bigirin." 
 
PIŞTEVANIYA JI O OCALAN
 
Koç bal kişand ser çalakiyên ji bo Ocalan ên li cîhanê hatine destpêkirin jî û wiha domand: "Lehiya hevgirtinê rû dide." Koç bibîr xist ku 12 sal in çalakiya wan a nobedê didome û ev çalakî rojê 24 saetan e. Koç wiha got: "Ev çalakî kirin ku nasnameya demokrasî û aştiyê ya Konseya Ewropayê têkevin ber nîqaşan." 
 
'CIVAK LI CEM OCALAN E'
 
Bi domdarî Koç ev tişt anî ziman: "Mînak, li Kenyayê Komîteya Azadiyê ya Rêber Apo heye. Li Kenyayê nifşek heye, yeqîn dike ku pirsgirêkên li wir dê bi pêşniyazên çareseriyê yên Rêber Apo bên çareserkirin. Civaka ku dewleta wan xiyanet li RÊber Apo kir, xwedî li Rêber Apo derdikeve. Guherîneke wiha heye. Fikirên Rêber Apo û bi taybetî helwesta wî ya ji bo jinan pir tê nîqaşkirin. Nifşên nû xwedî lê derdikevin. Almanya, Fransa, Îngîltere û welatên Îskandînavyayê di polîtîkayên berê de israr dikin, lê civak li cem Rêber Apo ne." 
 
BANG LI CPT Û NE'YÊ KIR 
 
Koç destnîşan kir ku divê CPT û Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî tecrîda li ser Ocalan erka xwe pêk bînin û wiha got: "Xweîfadekirina Rêber Apo, dê bê wateya ku gelê tirk û kurd dê ji faşîzma AKp-MHP'ê xelas bibin. Dê her kes bi rihetî bêhnê bistîne. Ê ku vê yekê pêk bîne têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û rêberê wê Rêber Apo ye." 
 
PÊNGAVA NAVNETEWEYÎ
 
Koç da zanîn ku dê di salvegera 9'ê Cotmehê de gelek çalakî bên lidarxistin û peyamên girîng bên dayîn û wiha got: "Li qada navneteweyî kampanyeyeke îmzeyan heye. Em jî di nava vê kampanyayê de ne. Em dixwazin xwedî li berxwedana li Îmraliyê ya Rêber Apo derkevin û peyameke xurt bidin Konseya Ewropa, CPT û DMME'yê. Em ê bibêjin 'hûn di vê komployê de bi ser neketin, dest ji vê berdin.' Dê li Strasburgê gelek çalakî bên lidarxistin. Ji lew re meseleya Rêberê Apo, meseleya diyarkirina çarenûsa gelekî ye û ji bo KNK'ê jî rewşeke neteweyî ye. Azadiya Rêber Apo, dê bibe tekane mifteya çareserkirina meseleya kurdî." 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

06/10/2022
09:02 AYM: Protestokirina Komkujiya 10'ê Cotmehê azadiya fikr û ramanê ye
09:02 Hevşaredar Fîdan: Li Şaredariya Silopiyayê qeyûmtiya fiîlî tê pêkanîn
09:01 Têkoşîna ji bo Abdullah Ocalan sînor derbas kirine
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2022'YAN
05/10/2022
23:16 Piştî 30 salên li girtîgehê li bajarê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin
21:30 Amedspor li hemberî Batman Petrolsporê 2-0 bi ser ket
20:48 Tirkiyeyê gundên Pêncwênê bombebaran kirin
19:04 MED-DER’ê Roja Mamosteyan a Cîhanê pîroz kir
18:34 Xizmên girtiyan li Enqereyê ne: Çima tu tişt nayê kirin?
18:18 4 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:30 Polîsan darên li hemberî qereqolê birîn
17:12 Jin li dijî komployê meşiyan: Armanca komployê tunekirina destkeftiyên gelê kurd e
17:05 Nobeta Edaletê: Ji bo jiyaneke azad em bibin dengê girtiyan
16:56 Dê Botan li dijî komployê bimeşe
16:43 Jin ji bo Akarsel daketin qadan: Em ê bi ruhê Nagihanê têkoşînê mezintir bikin
16:27 PEN'a Kurd têkildarî qetilkirina Nagîhan Akarsel daxuyanî da
16:04 Kovara Jineolojiyê: Roj roja pêşxistina fikra berxwedanê ya Nagîhanê ye
15:52 Li Sêrtê panela 9’ê Cotmehê: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
15:37 Li Geverê ji bo meşa 9’ê Cotmehê bang hate kirin
15:29 Doza KCDP’ê: Malbatên jinên hatine qetilkirin weke şahid hatin guhdarîkirin
15:27 Li Parlamentoya Ewropayê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ porê xwe birî
15:08 Ozlu yê li Girtîgeha Kurkçulerê tê ragirtin: Mafê me yê tedawiyê tê astengkirin
15:01 Êrişa li dijî avahiyê HDP’a Kanîreşê hate şermezarkirin
14:37 AYM’ê ji bo Guven biryara binpêkirinê da
14:36 Li Wanê Komploya 9’ê Cotmehê wê bi girseyî were şermezarkirin
14:10 Ji parlamenterê AKP’ê Arvas re ji ber nelirêtiyê fezleke hate amadekirin
14:00 Danişîna rojnameger Eser hate taloqkirin
13:40 Pûtîn, biryara tevlikirina 4 herêman a Rûsyayê îmze kir
13:36 Danişîna doza akademîsyen Sozerî hat taloqkirin
13:23 Taxên Geverê di dorpêçê de ne: 4 kes hatin binçavkirin
13:17 Daxwaza ji bo dadger û dozgerên ‘bi awayekî nehiqûqî’ delîl kom kirin nehat qebûlkirin
12:49 Cenazeyê endamê HPG’ê Arslan hat veşartin
12:46 Davûtoglû dest ji giliya xwe ya derbarê Demîrtaş de berda
12:25 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin ku tedawiya wan li derve bikin
12:10 Cihê avahiya şaredariyê dibistan tê çêkirin
12:08 Nûnera Taybet a NY’ê ya Iraqê: Divê tu cîran Iraqê weke milkê xwe nebînin
11:13 Malbata Şenyaşar: Daxwaza derxistina holê ya sûc bû sûc
10:57 Dê Komploya 9’ê Cotmehê li Bazîdê bi meşê bê protestokirin
10:46 Kesên li Kadikoyê di protestoya Akarsel de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Li dijî avahiya HDP’ê ya Kanîreşê êrişa çekdarî
10:33 Plarforma Yekitiya Jinên Kurd bang li hikûmeta Başûr kir: Kujerên Akarsel bigirin û bidarizînin
10:16 Hakan Fîdan bi rayedarên Biryargeha Tirkmenan re hevdîtin kir
09:57 Hat îdiakirin li Amedê ciwanekî xwe kuştiye
09:28 Salih Muslim: Ocalan teslîm nebû û komplo pûç kir
09:06 Dadgeh: Sûcek tune, lê xetere ne!
09:05 Girtiya nexweş a 70 salî nayê berdan
09:03 Dersimî dê ji bo parastina qadên xwe yên jiyanê mitîngê li dar bixin
09:02 Dadgehê îdia kir ku qedexeyên walîtiyê 'li gor hiqûqê' ne
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:21 Kesên di şermezarkirina Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/10/2022
23:49 Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:00 Kujerên Nagîhan Akarselê hatin zevtkirin
20:02 Mexmûrî bi meşeke girseyî qetilkirina Akarselê şermezar kirin
18:41 'Dê çanda berxwedanê ya Nagihanê bi ronakbîriya jinê bidome'
17:35 Êrişa li hemberî endamên SES'ê hat şermezarkirin
17:12 Doza ‘muxalefetê’ ya Sebahat Tûncel hate taloqkirin
17:02 Dê qetilkirina Akarsel li 51 bajaran bê protestokirin
16:58 Jin daketin qadan: Nagihan sedema serhildana me ye
16:56 ‘Bi tecrîdê re civak bênefes tê hiştin’
16:23 Li Silêmaniyeyê êrişa bi SÎHA’yan
16:22 Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da hevşaredar Dîken
16:22 Siyasetmedarên binçavkirî hatin berdan
16:19 Danişîna doza Emîne Şenyaşar bi telefona mubaşîr hate qeydkirin!
16:18 Karkerê ku Serokê AKP’î ji kar derxist hewl da xwe bikuje
15:58 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 120’an de ye
15:50 MKGP: Dê pênûsa Nagihan Akarsel li erdê nemîne
15:42 Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin ji bo vekirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê dixebitî
15:13 Di teqîna Geverê de herî kêm 3 polîs birîndar bûn
15:01 Buldan: Tevahiya welêt di tecrîdê de ye
14:30 Girtiyên li Girtigeha Eregliyê tên ragirtin dest bi greva birçîbûnê kirin
14:22 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
14:11 Temel, Saymaz derewand: Tu HDP’î û rayedar nasnameya xwe venaşêrin
13:58 Li Kadikoyê bo meşa ‘azadiyê’ banga hevpar
13:45 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerab dibe
13:30 Li dijî qetilkirina Nagihan Akarsel bertek: Em vê zîhniyetê nas dikin
13:23 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
12:48 Jinan Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê damezrand
12:47 Di doza rojnameger Demîr de dadgehê tehemûla navê Ferhat Tepe nekir!
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:11 Dozger ji bo hevşaredar Toprak heta 15 salan ceza xwest
12:10 Aktîvîsta Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hate qetilkirin
11:59 Cezayê li xwendekarên şahiya ecînê lidarxistin hatibû birîn hate pejirandin
11:42 Parêzer Enmek: Dixwazin bi lêpirsînan re malbata Şenyaşar bêdeng bikin
10:49 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT di zûtirin demê de daxuyanî bide
10:30 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Kesek mir 5 kes birîndar bûn
10:27 Di dosyaya Haci Lokman Bîrlîk de ev 7 sal in tu pêşketin nîne
09:44 CPT’yê derheqê Abdullah Ocalan de agahî nedan: Dê rapor 6 meh piştre bê şandin!
09:27 Li Geverê nêzî qereqolê têqînek çêbû
09:16 Li Şemzînanê amadekariyên zivistanê
09:04 'Em ê li dijî bêcezatiya ji bo kesên biunîforma têbikoşin'
09:03 Îstinafê cezayê li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê hatibû birîn xera kir
09:03 Amed: Kesên xwenas dê beşdarî 'mîhrîcana' li Sûrê nebin
09:01 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:19 Cenazeyê Mazlûm Bahadir hate veşartin
03/10/2022
20:40 Li Erzirom û Wanê 7 siyasetmedar hatin binçavkirin
20:14 Fezlekeyên der barê 34 parlementeran de berpêşî Meclîsê hatin kirin
19:52 2 nûçegehanên Çira TV'yê hatin binçavkirin
18:55 CPT'yê serdana Girtîgeha Îmraliyê kir
16:29 Sê kujerên muzîkjen Oner Şener kuştin hatin girtin
16:25 Qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê hatin bibîranîn