Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire

  • rojane
  • 09:04 30 Îlon 2022
  • |
img

STENBOL - Rojnamevan Ayhan Seîd Emer operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe nirxandin û got ku PDK alîkariya Tirkiyeyê dike ku axa wê bê "dagirkirin" û ev li bara gel bûye cihê bertekan. 

 
Tirkiye bi şirîkatiya PDK'ê ji 17'ê nîsanê ve êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federal a Kurdistanê dike. Rojnamevan Ayhan Seîd Emer ku herêma şer ji nêz ve dişopîne, şirîkatiya PDK'ê û encamên wê yên gengaz nirxandin. 
 
Emer destnîşan kir ku armanca van êrişan dagirkerî ye û sûcê şer tê kirin. Emer got ku Tirkiye xwe disipêre sînorên Mîsak-î Mîlliyê û dixwaze cardin Osmaniyê bi ruh û can bike. 
 
Emer bilêv kir ku helwesta PDK'ê jî rê li ber dagirkeriyê vedike û wiha got: "Ev tiştekî pri xirab e. Tu radibî alîkariya dijminê xwe dikî ku axa te dagir bike. Ev yek bi hinceta PKK'ê tê kirin. Ev ne tiştekî exlaqî ye. Ji lew re Tirkiye sûcê şer dike. PKK ne li wir bûna jî dê Tirkiye biçûna wir û êriş bikirana." 
 
‘ŞERÊ LI HEMBERÎ KURDAN'
 
Di berdewamê de Emer anî ziman ku ev şer li dijî gelê kurd e û wiha domand: "Tirkiye ekolojiya Kurdistanê talan dike, daran dibire û li hemberî bûneweran jenosîdê dike. Çekên kîmyewî yên qedexe bi kar tîne. Ev zirareke mezin dide xwezaya Kurdistanê. Niha ji sedî 40'ê Dihokê ji aliyê dewleta tirkî ve hatiye dagirkirin." 
 
ZÊDETIRÎ MILYONEK DAR HATINE JÊKIRIN
 
Bi domdarî Emer da zanîn ku heya niha li herêmê nêzî milyon û 200 hezar dar hatine jêkirin û ev tişt anî ziman: "Van daran difiroşin şîrketên tirkî. Ber bi axa Kurdistanê ve rêyeke 45 kîlometre hatiye çêkirin û axa Kurdistanê 200 kîlometre hatiye dagirkirin." 
 
TÊKILIYA PDK Û MÎT'Ê
 
Rojnamevan Ayhan Seîd Emer bal kişand ser têkiliya di navbera PDK'ê û MÎT'a Tirkiyeyê jî. Emer, anî ziman ku têkiliyên Serokê MÎT'ê Hakan Fîdan ên bi hikûmeta Iraqê re dibin cihê fikaran û got ku rûniştina fermandarên pêşmergeyan a bi MÎT'ê re nayê qebûlkirin. 
 
'BEXDA HELWESTEK NÎŞAN NEDA'
 
Ayhan Seîd Emer destnîşan kir ku têkildarî sûcên ku Tirkiye dike serî li hikûmeta Iraqê dane û wiha derbirî: "Me ji hikûmeta Bexdayê xwest ku van sûcan bi delîl bike, lê belê nekir û tu helwest jî nîşan neda." 
 
BÊDENGIYA PDK'Ê
 
Emer, êrişa Tirkiyeyê ya li gundê Perexê yê Zaxoyê ku li hemberî turîstan pêk anîbû jî bibîr xist û wiha got: "Dewleta tirkî ji aliyekî pêşiya ava Çemê Dîcleyê digire. Ev jî êrişek e. Û li dijî qanûnên navdewletî ye. Lê belê çi Hikûmeta Navendî ya Iraqê çi jî Rêvebiriya Herêmî li ber van êrişan xwe li bêdengiyê datînin. Bêguman di vir de jî roleke xirab a PDK'ê heye." 
 
‘PROPAGANDAYA ÇANDA TIRKÎ TÊ KIRIN'
 
Emer destnîşan kir ku gelê herêmê baş dizane ku ev êriş li hemberî wan tên kirin û wiha got: "Di çapemeniya Başûr de çanda kurdî hatiye dagirkirin. Niha hemû bernameyên televîzyonê yên çand û hunerê, di qenalên desthilatê de tên belavkirin. Di van qenalan de reklama rêzefîlmên tirkî tê kirin. Yanî di van qenalan de propagandaya çand, muzîk, fîlm û rêzefîlmên tirkî tê kirin. Her wiha aboriya herêmê jî di destê şîrketên tirkî de ye." 
 
Her wiha Emer diyar kir ku kesên li ber van pêkanînan radibin jî ji aliyê rêvebiriya herêê ve tên tepisandin û girtin. 
 
‘GEL QEBÛL NAKE'
 
Emer bibîr xist ku gel li dijî şer e û axaftina xwe wiha qedand: "Ji sedî 77'ê gel ne bi van re ye, li dijî wan e. Di vî warî de gelê Başûrê Kurdistanê ne li gel PDK'ê ye. Sedema vê jî, şirîkantiya bi dagirkeriyê r eye. Her wiha di hilbijartinên dawî de bi rayên gel lîstin û fen kirin. Lê dîsa jî ji sedî 77'ê gel raya xwe neda PDK û YNK'ê. Ji lew re gelê Kurdistana Federe vê helwesta PDK'ê qebûl nake." 
 

Sernavên din

30/09/2022
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
17:49 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
17:42 Abdulhamît Balik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:35 Laçikên reş şewitandin û gotin 'em doza azadiyê dikin'
17:27 Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat berdan
16:53 Sînemagerên tirkiyeyî bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ piştgirî dan berxwedanê
16:37 Keyfxweşbûna siyasetmedaran a di Doza Kobanê de bi xweşiya polîsan neçû
15:53 Bersûcên doza îşkenceya li girtîgehê: Xwestin xwe bêsûc bikin
15:52 ‘Bila polîtîkaya zilmê ya li ser girtîgehan bi dawî bibe’
15:38 HRANA: Li Îranê hejmara kuştiyan zêde dibe
15:36 OHD: Divê dewlet ji bo jiyana girtiyan li berpirsyariya xwe rabe
15:07 Doza Şîmonî Dîrîl: Ewlehiya canê min nîne, naxwazim biaxivim
14:52 Malbatên girtiyan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:28 HDP’ê li Rihayê serdana esnafan kir
14:20 Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê dest bi rojiya mirinê kirin
14:18 Li dibistaneke Stenbolê cihêkariya navê kurdî li xwendekar tê kirin
14:09 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Ji malbata Ercan ku Soylu hedef nîşan dabû 10 kes di bin çavan de ne
13:54 Cenazeyê zêringirê winda hat dîtin
13:48 Dadgehê pirsa JÎTEM’ê asteng kir
13:44 HPG’ê têkildarî Mezîtliyê daxuyanî da
13:33 Gunay: Li dijî dîktator, dilê me bi berxwedana gel re ye
12:59 Sercerdevanê kujer ê ku cezayeke weke xelatê lê hatiye birîn spasiya dadger kir
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:07 SNJ’ê ji bo piştevaniya bi 16 rojnamegerên kurd re qart şandin
12:01 Yek jê jineke ducanî bi giştî 13 kes di êrişa rejîma Îranê de hatin qetilkirin
11:46 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
11:32 'Heta ku dayika Emîne neyê dîtin gelo dê hevhelalkirin çawa bibe?’
11:26 Wezaretê birîna daran a li Şirnexê wek ‘nûkirinê’ îfade kir!
10:52 Li Qilebanê 3 kes hatin binçavkirin
10:20 Pêşnûmepirs paşve hat şandin: Ma li vî welatî qedexeye ku mirov pirsa îstîfakirina Soylû bipirse?
10:11 Navnîşana polîsê ji îşkenceya bi kuçik tê darizandin nayê zanîn!
10:01 Di 29 salên etariyê de 6 pirtûkên bi kurdî nivîsand
09:01 Endama DÎB'ê Davûtoglû: Tifaqa Ked û Demokrasiyê bijardeyeke sêyemîn e
09:01 Li Şengalê polîtîkayên şerê taybet ên PDK û Tirkiyeyê
09:00 Lêpirsîna der barê avêtina ji helîkopterê de hê jî 'veşarî' ye
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:56 Hevkariya Tifaqa Kurdistanî: Êrişên Îranê dijminahiya Kurdistanê nîşan dide
28/09/2022
23:18 KNK'ê êrişa Îranê şermezar kir: Li dijî êrişan helwesteke neteweyî divê
19:44 Li Çiyayê Efkarê agir bi daran ket
19:05 Artêşa Îranê: Haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji êrişan hebû
17:17 Li gundê Cibriyê û Kizir jin civiyan: Pêdivî bêtir bi têkoşînê heye
17:08 Bulbulê HDP’î: Dem dema rabûna ser pêyan e
16:53 Nehiştin Komîteya Mafên Mirovan biçe serdana Girtîgeha Hewlêrê
16:48 Hewl didin talana li Şirnexê bi brandayan veşêrin!
16:41 Îstîfaya Halbûsî nehate qebûlkirin
16:34 Li dijî îlankirina ‘Qada Sît a Xwezayî’ ya Gola Wanê doz vekirin
16:33 Li Çiyayê Bagokê li dijî kesên dar dibirîn êriş hat kirin: Kesek mir
16:24 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
16:22 Xizmên girtiyan: Êdî dengê me bibihîsin
16:10 Di doza rojnameger Demîr de dê mutalaa bê amadekirin
15:50 Faîlê Esma Başegmez piştî 3 mehan hat girtin
15:42 ‘Rêya aştiya Tirkiyeyê ji Roboskê derbas dibe’
15:41 Jin beriya hilbijartinê kom dibin: Li 11 bajaran forum wê bê lidarxistin
15:25 Li Bismîlê qeza çêbû: 4 kes birîndar bûn
15:17 Pêşnûmeya Uca ya ji bo Ocalan bi hinceta ‘pirsên divê neyên kirin’ lê hat vegerandin
15:11 Baroya Dîlokê: Jîna Mahsa serhildana me ye
14:56 ÎHD’ê binçavkirina xebatkarên Şaredariya Mêrsînê şermezar kir
14:35 Ji bo Ceylan Onkol bang kirin: Faîlan tespît bikin û lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin
14:26 Di doza Demokratîk Modernîteyê de “perspektîfa dîrokî” hate destnîşankirin
13:50 Îranê êrişî baregehên partiyên kurd kir: 9 mirî, 32 birîndar
13:44 Malbata Şenyaşar: Her roja li ber deriyê edliyeyê tê derbas kirin ji bo rêveberan şermeke
13:33 Bakirhan: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê berfirehtir bikin
13:02 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş pirsgirêka hemû civake ne
12:32 ‘Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê xwe weke dadgehê dihesibînin û ceza didin’
12:28 Jinên girtî li dijî hişmendiya mêr banga mezinkirina têkoşînê kirin
12:00 Akdenîz: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê veguherînin tifaqa gel
11:40 Derheqê bûyera avêtina gundiyan a ji helîkopterê hêj lêpirsîn nehatiye destpêkirin
11:08 Di êrişa Tirkiyeyê de hevserokên Buroya Edaletê hatin qetilkirin