Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin

  • jin
  • 10:41 27 Îlon 2022
  • |
img
ÊLIH - Berdevka Maseya Ol û Baweriyan a Herêmê ya HDP’ê Sabahat Acar diyar kir ku desthilat olê weke amûrekê bi kar tînin û bi lêv kir ku AKP’ê bi bikaranîna misilmantiyê li ser tirkbûnê qadeke bandora siyasî ava kiriye. 
 
Çalakiyên şermezarkirinê yên piştî qetilkirina jina kurd Jîna Amînî ya li Îranê dest pê kirin belav dibin. Jin bi gotina “por tune be, guneh jî tune ye” jêkirina porê xwe û şewitandina laçikên xwe didomînin. Jinên ku li dijî mudaxileya jiyana xwe ya di bin navê ol de serhildan dan destpêkirin, bi berdela canê xwe azadiyê diparêzin. Berdevka Maseya Ol û Baweriyan a Herêmê ya HDP’ê Sabahat Acar bi lêv kir ku bi taybetî li dewletên emperyalîst ol ji aliyê rêveberan ve weke “amûr” tê bikaranîn. Acar, anî ziman ku desthilat di bin navê “nirxên olî” de hewl dide gelan biçewisîne û anî ziman ku gelek dewlet di dema pêwîst de serî li vê rêbazê didin.
 
Acar a qala armanca derketina olan kir û wiha got: “Divê ol xwezayîbûna xwe winda neke. Armanca derketinê ew e ku li dijî zilmê rêyekê deynin ber xwe. Ol ji bo mirovatiyê ji bo aştî û bereketê hene.” Acar, diyar kir ku desthilat olan weke hincet nîşandidin û jinan dikin hedef, pişt re ji bo parastina desthilata xwe hewl didin bandorê li civakan bikin û wiha got: “Li cihê pêwîst bi kar tînin, li cihekî ku pêwîstî pê nebinin jî li gorî xwe bi kar tînin. Ola wan ne ya Muhammed e. Ola wan ne ola Xwedê ye. Ev ol ola dewletan e, ola zilm û zordariyê ye.”
 
‘EM JI OLA DEWLETÊ RE DIBÊJIN NA’
 
Acar, a qala serhildanên gel ên piştî qetilkirina Jîna Amînî ya li Îranê kir, bi lêv kir ku qetilkirina jinan a bi hinceta rêgezên olî nayê qebûlkirin û wiha got: “Qetilkirina mirovekî çi ye? Encax xudê canê mirovan bistîne. Mafê kesekî nîne ji ber xuyakirina porê wê jinekê qetil bike. Ol nabêje ku divê jin bên qetilkirin. Qûran nabêje ‘kesên porê wan xuya dike qetil bikin.’ Ya ku vê bibêje hebe ew jî ola dewletê ye. Em jî ji ola dewletê re dibêjin na. Lê rejîma Îranê li ser navê Xudê cînayetan dike. Em hêvî dikin ku Xwedê dê kesên vê zilmê dikin ceza bike.”
 
Acar, bal kişand ku li Tirkiyeyê jî pêkanînên weke Îranê hene û diyar kir ku desthilata AKP’ê jinan hedef digire. Acar, bi lêv kir ku AKP hewl dide di her firsendê de bi bikaranîna nirxên olî re desthilata xwe xurt bike û got: “Xelet dikin.”
 
‘DI OL DE JI CENAZE RE RÊZ HEYE’
 
Acar, bi lêv kir ku rêveberên di her firsendê de xwe weke “oldar” didin nasîn her cure zilmê dikin û nêzîkatiyên li dijî cenazeyên mirovên di demên dawî de jiyana xwe ji dest dane jî rexne kir. Acar, destnîşan kir ku di olan de ji cenazeyan re rêz heye û wiha berdewam kir: “Di ol de teqez tiştekî wiha nîne. Di hemû olan de ji cenazeyan re rêz tê girtin. Di dema Resûlûllah de dema cenazeyekê cihûyekî derbas dibû, ji kesên derdorê xwe re gotiye rabin ser piyan. Cenaze li ser piyan pêşwazî kiriye. Lê dema em li îro dinerin, berovajiyê vê yekê ye. Misilman, ermen, cihû ferq nake. Divê ji bo ku mirovan rêz bê girtin lê îşkencekirina cenazeyan xelas nabe.”
 
‘MISILMANTIYÊ BIKARTÎNIN’
 
Acar, bi lêv kir ku îşkence bi cenaze bisînor namîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta diçin gora wî xera dikin. Ev yek di tu olan de nîne. Ola îslamê ya herî pîroz û dawî ye. Yekbûna hemû olan e, tevgera wê ya hevpar e. Di çu olan de divê mudaxileyî cenazeyê netewekê neyê kirin, divê cenaze neyê perçekirin, biçûkxistin. Ev nêzîkatî yek ji gunehên mezin e.”
 
Acar, anî ziman ku AKP’ê bi bikaranîna misilmantiyê li ser tirkbûnê qadeke bandora siyasî ava kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwaze îslamiyeteke li gorî xwe ava bike. Ji bo ku desthilat xwe li ser piyan bihêlin îslamê bi kar tînin, em vê qebûl nakin. Ev hêj nebûne misilman. Heke misilmanbûna hestiyên kurekî di kîs de radestî bavê wî nedikirin. Di ola îslamiyetê ya pêşketî de tu cihê vê nêzîkatiyê nîne. Em van nêzîkatiyan şermezar dikin. 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Eylem Akdag
 

Sernavên din

28/09/2022
10:48 Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev 8 sal in tu gav neavêtine
10:38 Jin wê ji bo Jîna çalakiyeke girseyî bikin
09:37 Li Mêrsînê xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin
09:35 Li Silopiyayê Şeva Dengbêjan hat lidarxistin
09:06 'Êdî ne dar ne jî rûbarekî me yê hûn çav berdinê tune ye'
09:05 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Min kêfxweşî û xemgînî bi hev re jiya
09:03 Tenduristiya girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj xirab dibe
09:02 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan vebûn
09:01 DSÎ'yê bêyî şêniyên taxê li nava eraziyên wan dest bi çêkirina cihokê kiriye!
09:01 Girtî: Em bi pergaleke înfazê ya li tu derî nayê dîtin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:42 Li Mêrsînê 22 kes hatin binçavkirin
27/09/2022
23:46 Amedspor: Bûrsaspor rastiyê berovajî dike
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin