Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê

  • rojane
  • 09:01 26 Îlon 2022
  • |
STENBOL - Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal, diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê hêvî, bawerî û kelecanê ava kiriye û ev tişt got: "Divê em her qad û kuçeyê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê."
 
Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SME), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Civakî ya Azadiyê (TOP) ku li ser banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tifaqa Ked û Azadiyê ava kirin, di 24'ê îlonê de li Navenda Kongreyan a Halîçê ya Stenbolê bi beşdariya bi hezaran kesî nexşerêya xwe aşkera kirin. Ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê di nexşerêya Tifaqa Ked û Azadiyê de peşniyarên çareseriyê yên bingehîn cih girtin. Di daxuyaniyên ku ji aliyê partiyên di tifaqê de cih digirin ve hatin dayîn de jî xeta têkoşîna hevpar derket pêş. 
 
Hevseroka Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal têkildarê "nexşerêya" tifaqê de bi ajansa me re axivîn. 
'TIFAQA GEL'
 
Hevseroka SYKP'ê Canan Yuce, diyar kir ku partiyên tifaqê piştî ku piştgiriya hemû dînamîkên di têkoşîna civakî de cih digirin girtine derketine rê û wiha got: "Di serî de em tifaqê weke 'Tifaqa Têkoşîna Civakî ya Gelan' pênase dikin. Kedkar û karker, gundiyên xizan, kurdên bindest û tune tên hesibandin, kesên baweriya wan tune tê hesibandin, jin û parastvanên xwezayê di tifaqê de cih digirin. Em li dijî Tifaqa Cûmhûr ku AKP-MHP têde cih digirin û weke sedema hemû krîzan nîşan didin, derketine rê. Em li dijî van weke tifaqeke gelan ku deng û têkoşîna xwe dike meriyetê derketin rê. Ev destpêkeke. Ji niha pê ve karê esas herêm bi herêm, bajar bi bajar û qad bi qad  mezinkirina tifaqê ye."
 
'XETA SÊYEMÎN BÛ HÊVÎ'
 
Yuce, bi lêv kir ku wan nîşan dan ku gel li dijî her du tifaqan ne bêalternatîf e û bi xeta sêyemîn a pêşkêş kirine hêvî dane avakirin û ev tişt anî ziman: "Em ê bi tifaqê 'Xeta Sêyemîn' ava bikin. Ev tifaq ji bo avakirina Xeta Sêyemîn gaveke girîng e. Ji ber vê ev bû hêviyek. Li gorî min di demên pêş de wê ev tifaq bi xebatên li qadê hêviyê mezintir bike. Lewre ev hê destpêk e. Me dît ku karkerên berxwedêr, kedkar, gelê kurd, dayikên aştiyê, jin, xwezaparêz û sosyalîst li eywanê ne. Em dibînin ku tifaqeke berfireh e.. Ji bo ku ev xurtir bibe em neçar in ku têbikoşin."
 
'EM Ê PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN'
 
Bi domdarî Yuce diyar kir ku di nexşerêyê de hatiye destnîşankirin ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û wiha pê de çû: "Em ê çareser bikin. Bi gotina em dixwazin bibêjin ku wê gel pirsgirêkê çareser bikin. Li dijî polîtîkaya tunehesibandina Tifaqa Cûmhûr û Tifaqa Mîllet me peyam da ku ev pirsgirêk yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ye û heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin wê demokratîkbûna Tirkiyeyê ne pêkan be."
 
BANGA TÊKOŞÎNA YEKKIRÎ
 
Di berdewama axaftina xwe de Yuce, da zanîn ku weke tifaqa armanca wan a yekemîn ew ku di tesfiyekirina pergala AKP-MHP'ê de roleke bibandor bilîzin û wiha axivî: "Peywira me ya yekemîn ew e ku di hilbijartina bê de desthilatê bişînin û piştre avakirina pergaleke demokratîk ku gel bikaribin gotina xwe bibêjin. Me bang li hemû gelan û muxalîfan kir ku di têkoşînê de bibin yek. Heke em vê bi ser nexin em ê nikaribin kêliyek jî tariya li ser welat ji holê rakin. Destpêkê em bi partiyên siyasî re vê tifaqê axivîn. Piştre divê miro bi dînamîkên herêmî, jn, ciwan, xwezaparêz û qadên sendîkayî re bibe yek. Ji ber vê divê em tifaqê mezin û berfireh bikin."
 
BÎRDAL: HÊVÎ Û BAWERÎ AVA KIR 
 
Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal jî nexşerêya ku tifaqê aşkera kir weke "bernameya ji bo hêviyên aştî, demokrasî, azadî û wekheviya gelan" nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bernameyê hêvî, bawerî û kelecanek ava kir. Me tifaqeke bi vî rengî di bin sîwana Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) de ava kiribû. Em dikarin îro weke ruh û zindîbûna 1995'an bînin ziman. Ev hevdîtineke hê berfirehtir e. Îro li meclisê nûnertiyeke hê bihêztir heye û niha wê bi vê tifaqê nûnertiyeke hê bihêztir pêk were. Em dikarin vê jî xurttir bikin. Wê niha li qaerexê rê temaşekerên derketina ser vê rêyê hebin. Tişta girîng divê bawerî ji wan re bê dayîn û tevlîbûna wan a vê meşê pêk bê."
 
Bîrdal, bal kişand ser talûkeyên pêşiya hilbijartinê û derbarê mijarê de ev nirxandin kir: "Tirkiye weke konjektur girêdayî polîtîkayên şer e. Heke şer derkeve û Rewşa Awarte bê îlankirin wê demokratîkbûn, azadîbûn û ewlehiya hilbijartinan nemîne. Divê em vê vebêjin. Divê em ji gelê xwe re vebêjin ku ki ber xerckirinên parastin û ewlehiyê kartol û pîvaz biha bû. Divê em dijberiya şer civakî bikin. Wê demê wê civakîbûna dijberiya şer, weke demokrasî, edalet, mafê mirovan û wekheviyê biçe sindoqan."
 
BANGA LI HEMÛ MUXALÎFAN 
 
Di berdewamê de Bîrdal, destnîşan kir ku divê her kuçe û qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê û axaftina xwe wiha qedand: "Divê hunermend û ronakbir jî tev li tifaqê bibin. Li Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûnê tu gav nayê avêtin. Binêrin rojek berê çi pêk hat; rojeke dojehê bû. Anku kujer û faîlên Apê Mûsa diyar in. Piştî 30 salan bi hinceta demboriyê dosya hat girtin. Di heman rojê de li lêgerînerên heqîqet û edaletê Dayikên Şemiyê dan û piştevanê wan binçav kirin. Dîsa di heman rojê de daneşîna Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat veşartin û hat xwestin bê revandin. Dosyayên komkujiyên Sêwaz û Madimakê hatin girtin. Ji ber wê divê hemû gelên bindest û kedkar ji bo mezinkirina tifaqê bixebitin. Heke wiha bibe wê hêvî û bawerî ji sindoqê derkeve."
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

28/09/2022
10:48 Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev 8 sal in tu gav neavêtine
10:38 Jin wê ji bo Jîna çalakiyeke girseyî bikin
09:37 Li Mêrsînê xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin
09:35 Li Silopiyayê Şeva Dengbêjan hat lidarxistin
09:06 'Êdî ne dar ne jî rûbarekî me yê hûn çav berdinê tune ye'
09:05 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Min kêfxweşî û xemgînî bi hev re jiya
09:03 Tenduristiya girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj xirab dibe
09:02 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan vebûn
09:01 DSÎ'yê bêyî şêniyên taxê li nava eraziyên wan dest bi çêkirina cihokê kiriye!
09:01 Girtî: Em bi pergaleke înfazê ya li tu derî nayê dîtin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:42 Li Mêrsînê 22 kes hatin binçavkirin
27/09/2022
23:46 Amedspor: Bûrsaspor rastiyê berovajî dike
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin