Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin

  • rojane
  • 13:25 25 Îlon 2022
  • |
img
 
DÎLOK - 1’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Şaxa OHD’a Dîlokê di kesayeta siyasetmedara girtî Aysel Tûglûk de ji hemû girtiyên nexweş re hate bexşandin. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker wiha got: “Em soz didin ku ji bo darazeke serbixwe em ê têkoşîna xwe bi mezinkirinê bidomînin.”
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Dîlokê 1’emîn Lijneya xwe ya Giştî ya Asayî li kafeyeke li bajêr lidarxist. Hevserokê Giştî ya OHD'ê Bunyamîn Şeker, Rêveberên Şaxên OHD’ê yÊn Riha û Mêrsînê, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmût Togrûl, rêveberên bajar û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Dîlokê, rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Dîlokê, endamê Desteya Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Ergîn Sozen, pêkhateyên Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Dîlokê,  Komeleya Perwerde, Çand, Tenduristî û Piştgiriyê ya Gundê Tîlkîlerê, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal û gelek kes tev li lijneyê bûn. 
 
Di lijneyê de wêneyên Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê ya berê Aysel Tûglûk a tevî nexweşiya demansê nayê berdan, Hakan Arslan ê hestiyên wî di kîsekî de piştî 7 salan radestî bavê wî Alî Riza Arslan hate kirin û pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî” hatin daliqandin. Lijne di kesayeta Aysel Tûglûk de ji hemû girtiyên nexweş re hate bexşandin
 
ARMANCA AVAKIRINA OHD’Ê
 
Di lijneya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de parêzer Berîvan Ozpolat ewilî axivî. Ozpolat têkildarî têkoşîna mafên mirovan ya OHD’ê ya heta roja me agahî dan û got: “OHD ji bo di her qada jiyanê de wekheviyê ava bike hate avakirin.” Ozpolat bal kişand ser bêhiqûqiya li Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: “Doza Apê Mûsa ji ber demborînê hate betalkirin. Weke OHD em ê lêgerîna xwe ya ji bo eşkerekirina rastiyên ku Tahîr Elçî weke mîsyona xwe pejirandiye, bidomînin. Her roj em bi xebera mirina girtiyên nexweş hişyar dibin. Aysel Tûglûk tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê jî nayê berdan. Heta ku em hemû zextan ji holê rakin em ê têkoşînê bidomînin.”
 
‘EM PERÇEYEKÎ TÊKOŞÎNÊ NE’
 
Dû re Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker axivî û wiha got: “OHD li Kurdistan û Tirkiyeyê di nava 3 salan de di nava demeke kurt de hat birêxistinkirin. Di nava şert û mercên zehmet de me di serdemeke kaosê de li dijî bêhiqûqiyê cihê xwe girt. Em parçeyek ji vê têkoşînê ne. Li Kurdistanê di navbera dewletên netewe de li dijî destketiyên kurdan şer heye. Em li dijî vî şerî weke parêzeran hewl didin tişta dikeve ser milê me bikin. Weke parêzeran em hewl didin berpirsyariya xwe ya qeydkirina vê pêvajoyê û dadgeriya serbixwe bi cih bînin. Em soz didin ku ji niha û pê ve jî wê têkoşîna me bi mezinkirinê bidome.”
 
‘DEM DEMA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE’
 
Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir ku di demeke ku mafên mirovan tên binpêkirin de avakirina Şaxa ÎHD’a Dîlokê girîng e û qala bêhiqûqiyên AKP’ê kirin. Togrûl, binpêkirinên mafan ên girtîgehan bi bîr xist û wiha got: “Li vî welatî girtîgeh weke veguherîne darbestekê. Bi hezaran girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Em ê li dijî van binpêkirinan têkoşîna xwe bidomînin. Duh Tifaqa Ked û Azadiyê ji ber vê yekê deklarasyonek aşkere kir. Heke em neyên gelhev em nikarin vê hişmendiya li pişt vê zilmê restore bikin. Divê em vê hişmendiyê tune bikin. Dem dema mezinkirina têkoşînê ye. Ji ber vê yekê ez hevalên parêzer ên hatin cem hev pîroz dikim.”
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN’
 
Endamê Desteya Rêveberiya Giştî yê ÇHD’ê Ergîn Sozen silavên Serokê Giştî yê ÇHD'ê yê girtî Selçûk Kozagaçli ji beşdaran re ragihand. Sozen, bal kişand ser têkoşîna hevpar û got: “Hiqûq nîne. Ev demeke dirêj e ku dewleta hiqûqê miriye. Em ê li dijî vê yekê li rex hev têbikoşin.” 
 
Piştî xwendina raporên xebatê û malî hilbijartin hate kirin. Di encama hilbijartinê de Mûstafa Yalçin û Dîlan Çîftçî weke hevserokên nû yên şaxê hatin hilbijartin. Mûstafa Yalçin ku weke Hevserokê Şaxa OHD'ê yê Dîlokê hate hilbijartin, spasiyên xwe li kesên beşdarî panelê bûn kir û got: “Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê hewl bidin vê wezîfeya ji me re hatiye dayîn bi rengekî rast bi cih bînin. Em ê di rêya Orhan Dogan û Tahîr Elçî de têkoşîna mafên mirovan bidomînin.” 
 
Lijne bi gerandina govendê ya li gel stranên kurdî bi dawî bû. 
 

Sernavên din

28/09/2022
10:48 Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev 8 sal in tu gav neavêtine
10:38 Jin wê ji bo Jîna çalakiyeke girseyî bikin
09:37 Li Mêrsînê xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin
09:35 Li Silopiyayê Şeva Dengbêjan hat lidarxistin
09:06 'Êdî ne dar ne jî rûbarekî me yê hûn çav berdinê tune ye'
09:05 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Min kêfxweşî û xemgînî bi hev re jiya
09:03 Tenduristiya girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj xirab dibe
09:02 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan vebûn
09:01 DSÎ'yê bêyî şêniyên taxê li nava eraziyên wan dest bi çêkirina cihokê kiriye!
09:01 Girtî: Em bi pergaleke înfazê ya li tu derî nayê dîtin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:42 Li Mêrsînê 22 kes hatin binçavkirin
27/09/2022
23:46 Amedspor: Bûrsaspor rastiyê berovajî dike
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin