Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin

  • rojane
  • 16:58 24 Îlon 2022
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 913’emîn de bertek nîşanî êrişa polîsan a li ber edliyeyê dan û wiha gotin: “Heta windakiriyên me yên dawî bên dîtin, heta failê dawî bê cezakirin em ê vê têkoşînê bidomînin.”
 
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya heftane ya hefteya 913'emîn de ji bo aqûbeta windayên xwe bipirsin û bixwazin faîl bên aşkerakirin û bên darizandin li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî dan. Di çalakiya vê hefteyê de bertek nîşanî êrîşa polîsan a li ser daxuyaniya ku dihat xwestin beriya 5’emîn danişîna doza Dayikên Şemiyê ya di 21’ê Îlonê de li ber Edliyeya Stenbolê bê dayîn dan. 
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, parlamentera Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy, parlamenterên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ên Stenbolê Sera Kadıgîl û Ahmet Şik, nûnerên Tora Piştevaniyê ya Mafên Mirovan, Komeleya Lêkolînên Çapemenî û Hiqûqî (MLSA), Nûnera Şaxa Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Stenbolê Umît Efe û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Di çalakiya vê hefteyê de xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de hate windakirin, Masîde Ocak daxuyanî da. Ocak a destnîşan kir ku mafê wan ê kombûna aştiyane û xwepêşandanê yê di çarçoveya makeqanûnî de hatiye astengkirin, diyar kir ku ew ji ber bikaranîna van mafan tên darizandin.  
Ocak, diyar kir ku daxuyaniya xwestin beriya danişîna 21’ê îlonê li ber Edliyeya Stenbolê bidin hate astengkirin, rastî êrîşa polîsan hatine û wiha got: “Piştî ku biryara qedexeyê di kêliya dawî de ji bo kesên li wir beşdarî rûniştinê bûn hat ragihandin û daxuyaniya çapemeniyê ya ku wê beriya niha bê dayîn, em ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Xizmên windayan jî di nav de 16 parêzvanên mafan ku diviyabû tev li rûniştinê bibûna, Mirovên Şemiyê û parêzerên wan di bin îşkenceyê de hatin binçavkirin.” Ocak, diyar kir ku di danişînê de jî bêhiqûqiyê dewam kir.
 
TÊKOŞÎN WÊ BIDOME
 
Ocak, diyar kir ku ji ber parêzer hatin binçavkirin nekarîn tev li danişînê bibin û wiha berdewam kir: “Weke ku em 27 sal in dibêjin heta ku windahiyên me yên dawî werin dîtin, heta ku failê dawî were cezakirin ev têkoşîn wê bidome. Çiqas sal derbas dibin bila bibin, berdêl çi dibe bila bibe em ê dev ji daxwaza edaletê ya windakiriyên xwe, bibîrxistina ku dewlet neçar e di normên hiqûqa gerdûnî de tevbigere û Galatasaray jî cihê hevdîtina me, bi windahiyên me yên ev 213 hefte ne li me hatiye qedexekirin e bernedin.” 
 
‘FERMANÊN BÊ QANÛN BI CIH NEÎNIN’
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku li Tirkiyeyê hêzên ewlekariyê di bin rêveberiya otoriter de zêdetir sûc dikin û wiha got: “Ez careke din hêzên ewlekariyê hişyar dikim. Van fermanên bêqanûn bi cih neînin. Baweriya xwe bi desthilat û Wezîrê Karên Hundir neînin, hûn hemû dê bên darizandin. Êdî parazvanên mafên mirovan û dayikên şemiyê rehet berdin. Ji vir tu sûc dernakevin.”
 
‘SÛCDARAN NEPARÊZIN’
 
Xizma windakiriyan Îkbal Eren jî wiha got: “Hemû rayagiştî dizane em kî ne û çi dixwazin. Kesên sûcên mirovahiyê kirine neparêzin. Kesên vî sûcê mirovahiyê parastine hevkarê vî sûcî ne. Roja Çarşemê gotin em sûcên li dijî mirovahiyê yên hatine kirin mûameleya ku li me hatiye kirin diparêzin. Lê em jî ji wan re wiha dibêjin; Hûn wan biparêzin, em ê her tim vê bibêjin. Ev faşîzmeke vekirî ye. Heta ku ev welat ji vê tarîtiyê derkeve ronahiyê, heta ku aqûbeta zarokên me diyar bibe û heta Mehmet Agar û Suleyman Soylû li vî welatî bên darizandin wê têkoşîna me bidome.”
 
‘BERPIRSYAR SOYLÛ YE’
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy jî diyar kir ku li welat hiqûq bi temamî ji holê hatiye rakirin û wiha got: “Em dibînin ku polîs, jenderme û dewlet li dijî daxwaza herî biçûk a mafan disekinin. Em hemû sedema vê mûameleya bi taybetî li Dayikên Şemiyê hatiye kirin dizanin. Yekane sedema vê tundiyê ew e ku li aliyê faîlan cih digirin. Yekane berpirsyarê vê jî Suleyman Soylû bi xwe ye.”
 
DEWLETÊ LI DIJÎ DAYIKÊN ŞEMIYÊ ŞER ÎLAN KIR
 
Parlamentera TÎP’ê ya Stenbolê Seda Kadigîl jî anî ziman ku dewletê li dijî dayikan şer îlan kiriye û got: “Dewletê niha li dijî dayikên ku bi salan e li hestiyên zarokên xwe digerin şerekî pir giran daye destpêkirin. Ev mirov ji ber ku li mafê xwe digerin tên darizandin, rastî tundiyê tên, li şûna ku sûcdaran darizînin van mirovan darizînin. Heta ku em bersivê bidin van hêzên tarî wê lêgerîna me ya mafan bidome.”
 
‘EM ŞAHIDÊ ÎŞKENCEYÊ NE’
 
Nûnerê Şaxa TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe ku qala êrişa ser Dayikên Şemiyê kir, diyar kir ku şahidê bêhiqûqiya hatiye kirinin, ev belgekirine û got: “Wê rojê bi awayekî zelal îşkence hebû û em şahid in. Em li gel Dayikên Şemiyê ne.”
 
 
 

Sernavên din

25/09/2022
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin
16:18 Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve
15:55 Tifaqa Ked û Azadiyê Nexşerêya xwe aşkera kir: Em ji bo çareseriyê tên
15:52 Akkaya bertek nîşanî qedexeya konserê da: Ez ê gotina stranan bidomînim
15:38 ‘Mirinên li girtîgehan cînayetên siyasî ne’
15:34 Jinan li Dîlokê bang kir: Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin
15:23 Ev 25 sal in agahî ji Zozan û Orhan Eren nayên girtin
15:21 Polîsê ku hevjîna xwe qetil kir, mir
15:11 Hêzên rejîmê aktîvîsta îranî Ronaghî derb kir
15:10 Xebatkarên Rojnameya Xwebûnê: Çi dibe bila bibe rojanamegeriya kurdî wê bidomê
14:21 Ermenîstanê teslîm kirin, MÎT’ê got ‘Me bi operasyonê girtin’
13:47 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bililnd a Eregliyê girtî xistine hucreyên yekkesî
13:19 KNK, PJAK û KODAR’ê geşedanên li Îranê nirxandin
12:55 Zilamê ku Zelîha Dûrmûş qetil kir hate girtin
12:42 Polîsekî li Cizîrê hevjîna xwe kuşt
12:19 Malbata Şenyaşar: Yên li dijî vê hêzê disekinin dê winda bikin
12:05 Li Îranê berxwedan belav dibe: Li bajarê Şîno yê kurdan polîs ji kolanan vekişiyan
12:03 Cenazeyên Sûcîn û Kiye radestî malbatên wan hatin kirin
11:54 Ji protestoyên Îranê: Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye
10:38 Rojnameger Porgham: Li Îranê qonaxeke psîkolojîk a girîng hat derbaskirin
10:09 Demîr jî weke Amînî bi heman hincetê hatiye qetilkirin: Dersoka wê vebû!
10:05 Mirineke biguman: Xwe nekuşt, hat kuştin
09:49 ‘Heke li gorî hiqûqê nêzî Doza Anter bûbûna dê têkiliya dewlet û çeteyan derketa holê’
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin