Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên

  • rojane
  • 19:02 20 Îlon 2022
  • |
img
 
MÊRDÎN - Zanayê kurd Mûsa Anter di 30’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranînê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û got: “Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên." 
 
Zanayê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku di 20’ê Îlona 1992’yan de li Semta Seyrantepe ya Amedê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîlî yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê hat bibîranîn. Komeleya Rojnamegeran a Dîclê Firatê (DFG), bibîranînê organîze kir. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan,  Berdevka HDP‘ê Ebrû Gunay, parlamenter Pero Dundar û Hasan Ozguneş, Hevşaredarên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altındag ên qeyûm tayinî şûna wan hatin kirin, Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû, Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), rojnamevanên kurd, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, malbata rojnamevan Huseyîn Denîz ê di salên 90’î de hat qetilkirin û gelek kes tev li bibîranînê bûn. Beriya bibîranînê, serdana muzexaneya Apê Mûsa hat kirin. 
 
Di bîranînê de ewilî kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter axivî. Anter anî ziman ku 30 sal di ser qetilkirina Apê Mûsa re derbas bûye û got: “Doz 30 sal in berdewam e. Sibê dîsa danişîneke dozê heye. Sûcên li dijî mirovahiyê nakevin ber demboriyê. Qetilkirina Apê Mûsa û bi hezaran kesan bi destên dewletê nayê efûkirin. Em demokrasî û edaletê dixwazin. Eger ev pêk bên wê sûcên li dijî mirovahiyê ji holê rabin." 
 
Anter bal kişand ser hevdîtina xwe ya bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû re jî û got: “Hevhelalkirin bi eşkerekirina kujerên Apê Mûsa û kiryar nediyaran pêkan e." 
 
Pişt re, Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû axivî û got: “Xwestin pênûsa Apê Mûsa bişikînin lê peyrewên wî rahiştin wê pênûsê û gotina vî gelî domandin. Girtin, kuştin, bombekirin nikaribûn pêşî li ber kevneşopiya çapemeniya azad bigirin. Ji niha û pê ve jî dê nikaribin pêşî li ber bigirin. Em peyrewên Apê Mûsa em ê meşa wî ji cihê mayî bidomînin. Em li vir, li ser gora wî careke din soz didin."
 
‘TIMÎ AŞTÎ, BIRATÎ Û HEQÎQETÊ NIVÎSÎ
 
Di bîranînê de herî dawî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û got: “Îro carek din em li ser gora Apê Mûsa dibêjin Xwedê rehma xwe lê bike û ji malbat, dost û hevrêyên wî re sebrê dixwazin. Berî 30 salan îro Apê Mûsa hat qetilkirin, em careke din di salvegera qetilkirina wî de hatin ba hev û Apê Mûsa bibîr tînin. Pênûsa Apê Mûsa tu carî ji rastiyê dûr neket, timî aştî, birastî û heqîqetê nivîsî û ji bo rastî derkeve holê têkoşiya. Kesayet, helwest, berxwedan û têkoşîna Apê Mûsa, wê tu carî ji bîra gelê kurd neçe."
 
‘ÇAPEMENIYA AZAD RÊYA HEQÎQETÊ DIMEŞÎNE‘'
 
Bûldan anî ziman ku Apê Mûsa rojnamevan bû û pênûsa wî timî ji bo parastina aştiyê nivîsand û got: “Ji wê rojê heta niha çapemeniya azad ev pênûs dewr girtiye û vê heqîqetê dimeşîne. Helbet em kesên ku Apê Mûsa qetil kirin jî nas dikin. Ev nav, mirovên naskirî ne. Lê çendî ev qas sal derbas bûne jî, ne girtinek ne jî jî lêpirsînek cuda nehat kirin."
 
'WÊ TÊKOŞÎNA EDALET Û HIQÛQÊ BIDOME'
 
Bûldan got ku helbet bi milyonan kes hene ku têkoşîna Apê Mûsa bidomînin û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Lê em dizanin ku bi milyonan kes xwedî lê derdikevin. Wekî Ferhat Tepe, Mehmet Sîncar, Vedat Aydin, yên kiryarên wan nediyar. Em kiryaran nas dikin. Em careke din li pêşberî hemû gelê xwe soz didin em ê tu carî we ji bîr nakin, em ê heta dawiyê bi têkoşîna we re bin. Em careke din ji malbat û hevrêyên wî re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku têkoşîna edalet û hiqûqê wê ji niha û pê ve jî bidome."

Sernavên din

23/09/2022
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike
09:01 Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'YAN
20/09/2022
23:59 Temel: HDP tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye
23:52 Fînala Tûrnûvaya Kemal Kûrkût: Ciwan dê di hilbijartinê de golê bavêjin desthilatê
23:24 Îraniyan ji bo Jîna Emîniyê çalakî li dar xistin
23:15 Hunermend Çat ê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
19:42 Parêzerên ewropayî: CPT demildest divê biçe Îmraliyê
19:02 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên
17:00 Têkildarî girtiyê di çalakiya grevê de geşedaneke nû
16:52 Ji 18 rêxistinan bo Şilêr Rasûlî û Mahsa Amînî daxuyaniya hevpar
16:31 Li Êlihê qeza çêbû: 12 kes birîndar bûn
16:25 Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 5 kes qetil kirine
16:21 Cenazeyê Ozer piştî 7 salan radestî malbata wî kirin
16:08 Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin
16:05 HDP li Aydinê bi jinan re hat cemhev
15:56 Dayikên Şemiyê ji bo danişînê banga tev li bûnê kirin
15:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:45 Malbatên girtiyan: Daxwazan bi cih bînin
15:23 ‘Divê înfaza nexweşê penceşêrê Durmaz were taloqkirin’
15:22 AYM’ê daxwazên HDP’ê red kir
15:18 Derket holê ku jina winda hatiye qetilkirin
15:14 Paylan ê HDP’î: Avahiyên 'tîpa girtîgehê' yên li Sûrê xiyaneta li dîrokê ye
14:56 DBP: Em têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê silav dikin
14:19 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî Bûldanê dan
13:40 Tecawizkarê ku hatibû berdan li ser îtîrazê hate girtin
13:35 Îhaleya firotina taxê hate betalkirin
13:30 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyan ne rewşeke wisa ye ku bi demê re bê vehêlandin
12:50 Bi sedema şala kesk, sor û zer 6 hezar TL cezayê pereyan dan
12:07 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn
11:50 Îmîr, desteserkirina Xwebûnê bir rojeva Meclisê
11:46 Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Esen: Destdanîna ser rojnameyan pêkanînên salên 90’î ye
11:45 Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe nan jî tune ye