Jina êzdî ya li Kampa Holê hatiye rizgarkirin: Ez ê ji bo azadiya jinên êzdî bixebitim

  • rojane
  • 11:42 17 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina êzdî Sewsen Hesen Heyder a 24 salî di encama pêngava li Kampa Holê de ji hêla YPJ’ê ve hat rizgarkirin. Heyder, qala dîlgirtibûna xwe ya 9 salan kir û got ku ji vir û şûnde dê ji bo rizgarkirina jinên êzdî bixebite.
 
Bi pêşengtiya Hêzên Ewlekariya Hundirên ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), YPG û YPJ’ê, li Kampa Holê Pêngava Însanî û Ewlehiyê hatibû destpêkirin. Qonaxa duyemîn a pêngavê di 25’ê tebaxê de li Kampa Holê hatibû destpêkirin. Di encama 24’emîn roja operasyonê de gelek tunel, qadên perwerdeyê, girtîgeh, alavên îşkence û cînayetê û hucreyên nepen hatin bidestxistin. Şervanên Yekîneyên Parastiya Jin (YPJ) di çarçoveya operasyonê de jinên êzdî yên bi navên Wefa Elî Ebbas û Sewsen Hesen Heyder jî rizgar kirin. 
 
Sewsen Hesen Heyder (24) ji Şengalê ye û di êrişa DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de ji hêla DAIŞ’ê ve hate revandin. Li gel Heyder, ji malbaa wê 9 kesên din jî hatin revandin. Heta niha jî ji bav, bira, 3 ap, xal, pismam û dotmamên wê agahî nehatine girtin. Tenê dayik, xwîşk û birayên wê hatine rizgarkirin. 
 
MALBAT JI HEV BELAV KIRIN
 
Sewsen Hesen Heyder, serpêhatiya xwe wiha vedibêje: “Di wê rojê de heya sibehê şer û pevçûn li Şengalê hebû. Danê sibehê DAIŞ’ê Şengal dagir kir. Piştre jî hemû şêniyên Şengalê li cihekî kom kirin. Jin û mêr ji hev cuda kirin. Mêr birin lê me nizanîbû birin ku derê. Jin û zarok jî li Tilafer û Mûsilê di dibistanan de kom kirin. Bi malbata min re em bi giştî birin Tilaferê. Piştre em anîn Sûriyeyê û li mezrayekê bi cih kirin. Çeteyên DAIŞ’ê dihatin wir û jinên êzidî ji xwe re dibirin. Ez, dayik û jinapa min birin bajarê Qaîm ê Iraqê. Li wir em dan çeteyan.
 
BAJAR BI BAJAR GERANDIN
 
Ez ji dayika xwe hatim veqetandin. Piştre jî bajar bi bajar hatim gerandin. Destpêkê ez birim Enbarê. Derdora salekê ez li wir mam. Bi nêzbûna hêzên Iraqê re ez birim Mûsilê. Ez li wir jî nêzî mehekê mam. Ji wir jî ez vegerandim Reqayê. HSD her ku nêz dibû, em dibirin cihekî din. Ez ji Reqayê birim Meyadînê. Demekê ez li wir mam û ez birim Eşarayê. Piştre ji ber şer ez birim Bûkemalê. Li wir jî şer derket û ez birim Hecînê. Demekê ez li wir jî mam. HSD nêz bû lewma ez birim Şefayê û piştre jî birin Sûsê. Herî dawî jî ez birim Baxozê. 
 
EZ Ê YPJ’Ê TU CARÎ JI BÎR NEKIM
 
Ji Baxozê jî ez anîm Kampa Holê. Min gelek dixwest li kampê bibêjim ku êzdî me. Lê tirsiyam û min negot. Min li kampê xwe li cihê biyaniyan da nivîsandin. Mîna keseka biyanî dijiyam. Dema şervanên YPJ’ê hatin, gelek keyfxweş bûm. Min texmîn nedikir ku rojek ji rojan ez ê bêm xilaskirin û vegerim malbata xwe. Keyfa min gelek bi nêzikatiya YPJ’ê hat. Ez ê vê tu carî ji bîr nekim.
 
MALBATA MIN GOT ZÛ WERE
 
Piştî 9 salan cara ewil li ser telefonê bi malbata xwe re axivîm. Keyfxweşiya min hêj mezintir bû. Malbata min gelek keyfxweş bû. Ji min re gotin zû were. Min xeyal nedikir ku YPJ wiha be û malbata min, min qebûl bike. Dixwazim ku hemû jinên êzdî yên di nava DAIŞ’ê de vegerin û netirsin. Spasiya YPJ’ê dikim ku jiyaneke nû bexşî min kirin. 
 
ÇAND Û ZIMAN JI KIN DIZÎN
 
Min zimanê kurdî ji bîr kir. Gelek dixwazim ku bi zimanê xwe biaxivim. Nedihiştin bi kurdî biaxivim. Bûn sedem ku zimanê xwe ji bîr bikim. Tenê dema min jinên êzidî didîtin bi kurdî diaxiviyam. Ew jî helbet bi veşartî bû. Bi hatina Kampa Holê re êdî qet bi kurdî neaxivîm. Çand û ziman ji min dizîn. Ev demeke dirêje ez kurdî neaxivîme. Lê min bi giştî ji bîr nekiriye. 
 
MIN BÊRIYA ŞENGALÊ KIRIYE 
 
Dema ez li cem çeteyan bûm, min ji wan re digot rojek ji rojan em ê vegerin welatê xwe û em di bin destê we de namînin. Ji min re digotin ji bîr bike. Lê em bi ser ketin ku ez xilas bûm. Ez ê vegerim jiyana xwe ya berê û kesayeta xwe ya berê. Min gelekî bêriya Şengalê kiriye. Piştî 9 salan ez ê bajarê xwe bibînim. Min ji xwendinê gelekî hez dikir. Dema ez vegeriyam Şengalê xwendina xwe berdewam bikim. 
 
Min li Reqa û Mûsilê gelek jinên êzdî dîtin. Ji bo xwe rizgar bikin gelek hewldanên wan çêbûn lê bi ser neketin. Dema çete pê dihesiyan jî ew digirtin û nedihiştin derkevin. Ez ê ji bo rizgarkirina jinên êzdî ya ji destê min tê bikim.”
 

Sernavên din

18/09/2022
09:01 Ferît Şenyaşar: Pirtûka 'Adalet'ê xulaseya qîrîna malbata me ye
09:01 Îdare dixwaze mazgalên deriyên hucreyan bigire
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2022'YAN
17/09/2022
22:04 Zeraq li ser 'Rengê Hebûnê' axivî: Duzimanîbûn ji bo me mirin e
18:27 Ji bo tevlî Meşa Cûdiyê nebin 11 saetan hatin sekinandin
16:51 Amînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve hate qetilkirin bi girseyî hate veşartin
16:46 Li Cûdî bertek nîşanî tecrîd, talan û şer dan: Rêya me rêya azadiyê ye
16:42 Li Dîlokê qirkirina xwezayê hat şermezarkirin
16:36 Di lêpirsîna derheqê kesên tev li Nobeta Edaletê bûyîn de biryara neşopandinê hat dayîn
16:19 Îşkenceya li Guzelê hate kirin bi gotina ‘fikra kesayetî ye’ hate îadekirin
16:01 ‘Bila girtiyên nexweş Ozkan, Yaşar û Durmaz bên berdan’
15:39 Bi hezaran kes li dijî şer û talanê li Cûdî ne
15:15 'Pêngava Mirovî û Ewlehiyê' ya li Kampa Holê bi dawî bû
14:43 Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag re got: Daxwaza me edalet e
14:36 ‘Biryara demborînê nîşaneya rizîbûna polîtîkaya hiqûqê ye’
14:19 Sîbel Balaç sewqî Lijneya Tenduristiyê hate kirin
14:10 ANF: 5 HPG’î di êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan
13:59 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Gundem pirsîn
13:40 HDP dê li Egeyê bi gel re bicive
13:30 Kalê 84 salî bi gopalê xwe tev li Meşa Cûdî bû
12:27 Di navbera Tacîkîstan û Kirgizîstanê şer derket
12:11 Ji alîgirên Amedsporê re doza 'nerabûna ser piya ya Sirûda Îstîklalê’ hate vekirin
12:01 Kesê jê re digotin ‘ji tîma sûîqestê ye’ boyaxvanê emniyetê derket
11:42 Jina êzdî ya li Kampa Holê hatiye rizgarkirin: Ez ê ji bo azadiya jinên êzdî bixebitim
11:20 Du baskên Meşa Cûdî gihiştin hev: Em destûr nadin bêmirovbûnê
10:12 Ji bo 16 rojnamegeran serî li AYM’ê dan
10:06 Şampiyonên herêmê yên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût li Silopiya ne
09:45 Îsraîlê ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir: Herî kêm 5 leşker hatin kuştin.
09:44 Kilinç ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:30 Li bajarê pîşesaziyê Dîlokê tu kes ji şertên jiyanê ne razî ye
09:02 Delîla Suham Şengalî: Jinan bi Neteweya Demokratîk xwe ji nû ve afirand
09:02 Ji ber tirşiyê ceza li girtiyan hatiye birîn!
09:01 ‘Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê hatiye tescîlkirin'
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:51 Ji Serhedê ber bi Cûdî ve ketin rê
16/09/2022
21:20 Li Kercewsê dozger xwe kuşt
20:44 Sancar malbata Hakan Arslan ziyaret kir
20:37 Lî Sîlopiyayê 8 kes serbest hatin berdan
20:09 Greva birçîbûnê ya li Kiriklarê didome: Girtî zihîf bûne
19:53 Li Kerboranê jinek hat qetilkirin
17:40 Olûç: HDP ne qufil, mifte ye
17:05 Name ji rojnamevanên girtî re şandin: Em ê vê taritiyê ji holê rakin
16:54 Li Stenbolê 9 kesên daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikirin hatin binçavkirin
16:53 ÎKK a TMMOB a Amedê: Bila îhaleya firotina taxê bê betalkirin
16:08 Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê
15:53 Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê: Ji bo parastina sînoran hemû planên pêwîst amade ne
15:45 Ji Erxeniyê bo Meşa Cûdî bang kirin
15:36 Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn
15:29 Sancar li Qereçobanê bang kir: Dê gel demokrasiyê ava bike û dawî li rejîma despot bîne
15:21 Li Kercewsê dozgerê hewl da întîhar bike birîndar bû
15:12 Dozger xwest ku kujerê malbata Dedeogûllari Lutfu Keleş bê berdan
14:43 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Bila girtiyên nexweş bên berdan
13:42 Nûnerê DBP’ê yê Mêrsînê Încî hate girtin
13:29 ‘Şahid’ îfadeya xwe red kir û Turkoglû hate berdan
13:09 Di pevçûnên navbera Azerbaycan-Ermenistanê de zêdetirî 200 leşker hatin kuştin
13:09 Sancar serdana Şaredariya Qereçobanê kir
12:57 DFG û MKGP: Em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne
12:24 Emîne Şenyaşar: Bila dozger dozê ne li min lê doza nexweşxaneyê veke
11:59 Doza Demîrtaş ji bo parastinê hat taloqkirin
11:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:42 Bavê wê anîbûn li ber HDP’ê: Fermandara YJA-Starê Laçîn jiyana xwe ji dest da
11:12 Meşa ber bi Cûdî ve: Em ê qirkirina tê kirin raxin ber çavên raya giştî
10:55 Jinên ermen xwe bi xweparastinê birêxistin dikin
10:34 Turkdogan: Em ê ji bo ‘mafê hêviyê’ di nava hewldanan de bin
09:52 Çavdêrê Siyasî Kerîmî: PDK saziyeke dewleta tirk e
09:46 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Talan, şer û tecrîd girêdayî hev in
09:32 Reuters: MÎT û Îstîxbarata Sûriyeyê li Şamê civiyan
09:19 Ciwanên enternasyonalîst: Niha dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
09:04 Rojnameger Ozdemîr: Rizgariya Iraqê bi rêya sêyemîn pêkan e
09:02 'Ha darek hat birîn ha mirovek hat qetilkirin'
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'YAN
15/09/2022
19:00 Tifaqa Ked û Azadiyê: Xwezaya Kurdistanê ne bi tenê ye
18:12 Li Colemêrgê operasyona eskerî hat destpêkirin
16:31 Bozdag: Em ê rewşa Aysel Tugluk sibe nîqaş bikin
16:27 Nobetên Edaletê: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
16:25 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Berpirsyar desthilatdariya siyasî ye
15:49 Bersûcê cînayeta Kurkut: Heke bersûcên rast bihatina guhdarîkirin niha her tişt aşkera bûbûya
15:41 HDP’ê têkildarî tundiya li Guzelê hatibû kirin, gilî kir
15:23 Danişîna Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:20 Doza Apê Mûsa: Ji bo me nexelas!
15:06 DÎSK û SES’ê li Amedê çalakî li dar xist
14:38 Sercerdevanê bersûc got ‘me li ser navê dewletê kuşt’
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin