Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin

  • rojane
  • 11:33 15 Îlon 2022
  • |
ENQERE - Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol diyar kir ku girtiyên nexweş bi feraseta “bila di hundir de bimirin” nayên berdan û wiha got: “Gelek girtiyên nexweş ên ATK qebûl dike jî demekî kin piştî tên berdan, jiyana xwe ji dest didin. Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin.” 
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); li girtîgehan 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku li benda berdanê ne. Saziya Tipa Edlî (ATK) tevî ku gelek nexweşiyên girtiyan hene jî rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” dide û nahêle girtiyên nexweş bên berdan. 
 
Tevî rewşa giran a girtiyên nexweş, her wiha tecrîda li ser girtîgehan kûrtir dibe, mafên wan ên tenduristiyê tên binpêkirin û ji gelek mafên xwe yên din jî bêpar tên hiştin. Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku ev demekî dirêje rewşa girtîgehan dişopîne, têkildarî polîtîkayên li ser girtîgehan tên meşandin bi ajansa me re axivî. 
 
Rojnameger Huseyîn Aykol diyar kir ku ji demên desptêkê yên mirovahiyê heta niha mirov her tim hatine girtin û wiha got: “Di bingeha zîhniyeta girtîgehan de tecrîdkirina şexsî heye. Ji hêla însanî ve herî zêde dayik, bav, hevjîn an jî zarokên wan dikarin bibînin. Di demên berê de wateya girtinê ew bû ku dewlet we li cihekî bihêle û hûn nekarin ji wir derkevin bû. Ya ku ez dizanim piştî sala 1960’an li Tirkiyeyê di girtîgehan de dewletê bi xwe dest bi dayîna xwarinê kir. Beriya wê malbatan bi xwe xwarin di anî. Piştî salên 1970’an jî girtiyên siyasî li Tirkiyeyê zêde bûn. Bi Darbeya Leşkerî ya 80’an re 650 hezar kes hatin girtin. Ji bo ku têkiliya wan bi derve re nemîne jî êdî dewletê bi xwe xwarin da.” 
‘DI REJÎMÊN OTOKRATÎK DE GIRTÎGEH TÊN TIJEKIRIN’ 
 
Huseyîn Aykol diyar kir ku hejmara girtiyan di dema darbeyan, di rejîmên otokratîk û pergalên bêedalet de bêhtir zêde dibin û wiha pê de çû: “Piştî 12’ê Îlonê dewletê got; ‘Di odeyeke 40 kes tê de yên tîpa E de hûn dikarin li dijî gardiyanan li ber xwe bidin. Wê demê ez ê girtîgehên tîpa F ava bikim ku her 3 girtî di odeyekê de bimîne. Bi vê yekê re 30-40 gardiyan dê we perîşe bikin û hûn li ber xwe bidin jî bi rojan kesek dengê we nabihîse.’ Dema xwestin derbasî tîpên F bibin jî girtiyan berxwedaneke canfedayî raber kirin. Bi dehan mirin çêbûn. Ji bo derbasbûna tîpên F jî gotin ‘vegera li jiyanê.’ Bi dehan mirov kuştin. Rewşekî tecrîdê heye û ev tecrîd roj bi roj girantir dibe. Hûn li vir ji hêla tenduristiyê ve têk diçin.”
 
TÎPÊN S
 
Aykol, destnîşan kir ku tecrîda di tîpên F de îro bi tîpên S hîn bêhtir tê girankirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtîgehên Tîpên F 2 qat bûn. Lê Tîpên S yek qat in û daşira wê li hundir e. Di saetekî ku ew dixwazin de hûn li cihekî bi tena serê xwe dimînin. Her ku zexta li girtîgehan zêde dibe, sepanên li dijî girtiyên nexweş jî zêde dibin. Gotina Kenan Evren a “Ma em bidarve nekin lê xwedî bikin” îro bi îdaman didome. Zîhniyeteke dewletê ya wisa heye ku dibêje ‘nexweş bûye û mirî ye.’ Nexweşiyên ji ber şertên girtîgehê derdikevin. Gelemperiya odeyan rojê nabînin, girtî nikarin sporê bikin, xwarin kêm tê dayîn, kantîn pir biha ye û şewbên cuda belav dibin. Gelemperiya kesên 30 salan di hundir de mayîn bi awayekî nexweş derdikevin.” 
 
‘7 DERÎ 7 QILF’
 
Bi domdarî Aykol bal kişand ser protokola 3’yemîn a di navbera wezaretên edalet, tenduristî û karên hundir de ji bo ewlekarî, rêveberî û sewqkirina girtiyan de hatiye îmzekirin û wiha domand: “Dema ceza li yekî hate birîn û birin girtîgehê ji vê wezareta edaletê berpirsyar e. Ji xwarin, vexwarin û mafê tenduristiyê jî wezareta edaletê berpirsyar e. Ji ewlekariya derve cendirme anku wezareta karên hundir berpirsyar e. Lê ev her du sazî ji hev hez nakin. Em ji Tîpên F re dibêjin ‘7 derî 7 qilfe.’ Heta ku hûn ji qawîşa xwe tên deriyê derve, ji 7 cihan derbas dibin û 7 gardiyanên cuda dibînin. Yek ji wan jî ji yê din bawer nake. Anku hûn ji 7 qilfe û 7 kontrolan derbas dibin. Li deriyê derve jî cendirme dibêje ‘ez ji wan 7 gardiyanan bawer nakim’ û ew bi xwe jî lêgerînê dikin. Tevî ku ji cîhazê X-ray derbas dibî jî hewl dide li ser we lêgerînê bikin. Di demên dawî de li nava dev lêgerînê dikin. Girtiyên siyasî vê qebûl nakin lewma cendirme dibêjin ‘ez nabim.’ Anku peywira xwe pêk nayîne. Dema diçe nexweşxaneyê bijîşk li dosyayê dinihêre û dibêje ‘ji terorê ye û ez muayene nakim.’ Anku hem gardiyan, hem cendirme û hem jî bijîşk peywira xwe pêk nayînin û bi dijminane nêz dibin.” 
 
‘EZIYETA BIRINA ATK’Ê’
 
Di berdewamê de Aykol bi lêv kir birina ATK’ê ya girtiyên nexweş tam veguheriye pêvajoyeke îşkenceyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybet jî dema ji bajarekê dûr dibin Stenbolê dibe îşkence. Heke dema bi rê dikevî li ser gurçika te kevir hebe, di wê rîngê de dikeve. Anku di wesayîteke wiha de diçî. Ji ATK’ê pir kêm caran rapora ‘nikare di girtîgehê bimîne’ derdikeve. Wê demê jî wezareta karên hundir îtîraz dike û nahêle were berdan. Aysel Tugluk, yek van mînakan e. Heke ATK bersiva erênî bide jî vêcarê bi hincetên ‘dikare çalakiyan bike’ û ‘ji bo ewlekariyê xetere ye’ înfaza wan tê şewitandin. Anku dibêjin; ‘bila di hundir de bimre.’ Yek ji tişta herî dilbiêş ew e ku gelemperiya girtiyên nexweş ên ATK’ê qebûl kirine, piştî tên berdan dimirin. Heta ku pir piştrast nebin ku dê girtiyek bimre, bernadin. Di mijara girtiyên nexweş de bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin. Lê ji burokratan heta bijîşk û gardiyanan, her kesên bi AKP’ê re sûc kirine dê hesaba vê bidin û bên darizandin. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê pirsgirêka girtiyên nexweş jî çareser bibe.”
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

18/09/2022
09:12 '3 meh in em nikarin bi zarokên xwe yên girtî re biaxivin'
09:02 'Hêzên demokrasiyê divê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan rêyekê peyda bikin'
09:01 Ferît Şenyaşar: Pirtûka 'Adalet'ê xulaseya qîrîna malbata me ye
09:01 Îdare dixwaze mazgalên deriyên hucreyan bigire
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2022'YAN
17/09/2022
22:04 Zeraq li ser 'Rengê Hebûnê' axivî: Duzimanîbûn ji bo me mirin e
18:27 Ji bo tevlî Meşa Cûdiyê nebin 11 saetan hatin sekinandin
16:51 Amînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve hate qetilkirin bi girseyî hate veşartin
16:46 Li Cûdî bertek nîşanî tecrîd, talan û şer dan: Rêya me rêya azadiyê ye
16:42 Li Dîlokê qirkirina xwezayê hat şermezarkirin
16:36 Di lêpirsîna derheqê kesên tev li Nobeta Edaletê bûyîn de biryara neşopandinê hat dayîn
16:19 Îşkenceya li Guzelê hate kirin bi gotina ‘fikra kesayetî ye’ hate îadekirin
16:01 ‘Bila girtiyên nexweş Ozkan, Yaşar û Durmaz bên berdan’
15:39 Bi hezaran kes li dijî şer û talanê li Cûdî ne
15:15 'Pêngava Mirovî û Ewlehiyê' ya li Kampa Holê bi dawî bû
14:43 Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag re got: Daxwaza me edalet e
14:36 ‘Biryara demborînê nîşaneya rizîbûna polîtîkaya hiqûqê ye’
14:19 Sîbel Balaç sewqî Lijneya Tenduristiyê hate kirin
14:10 ANF: 5 HPG’î di êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan
13:59 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Gundem pirsîn
13:40 HDP dê li Egeyê bi gel re bicive
13:30 Kalê 84 salî bi gopalê xwe tev li Meşa Cûdî bû
12:27 Di navbera Tacîkîstan û Kirgizîstanê şer derket
12:11 Ji alîgirên Amedsporê re doza 'nerabûna ser piya ya Sirûda Îstîklalê’ hate vekirin
12:01 Kesê jê re digotin ‘ji tîma sûîqestê ye’ boyaxvanê emniyetê derket
11:42 Jina êzdî ya li Kampa Holê hatiye rizgarkirin: Ez ê ji bo azadiya jinên êzdî bixebitim
11:20 Du baskên Meşa Cûdî gihiştin hev: Em destûr nadin bêmirovbûnê
10:12 Ji bo 16 rojnamegeran serî li AYM’ê dan
10:06 Şampiyonên herêmê yên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût li Silopiya ne
09:45 Îsraîlê ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir: Herî kêm 5 leşker hatin kuştin.
09:44 Kilinç ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:30 Li bajarê pîşesaziyê Dîlokê tu kes ji şertên jiyanê ne razî ye
09:02 Delîla Suham Şengalî: Jinan bi Neteweya Demokratîk xwe ji nû ve afirand
09:02 Ji ber tirşiyê ceza li girtiyan hatiye birîn!
09:01 ‘Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê hatiye tescîlkirin'
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:51 Ji Serhedê ber bi Cûdî ve ketin rê
16/09/2022
21:20 Li Kercewsê dozger xwe kuşt
20:44 Sancar malbata Hakan Arslan ziyaret kir
20:37 Lî Sîlopiyayê 8 kes serbest hatin berdan
20:09 Greva birçîbûnê ya li Kiriklarê didome: Girtî zihîf bûne
19:53 Li Kerboranê jinek hat qetilkirin
17:40 Olûç: HDP ne qufil, mifte ye
17:05 Name ji rojnamevanên girtî re şandin: Em ê vê taritiyê ji holê rakin
16:54 Li Stenbolê 9 kesên daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikirin hatin binçavkirin
16:53 ÎKK a TMMOB a Amedê: Bila îhaleya firotina taxê bê betalkirin
16:08 Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê
15:53 Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê: Ji bo parastina sînoran hemû planên pêwîst amade ne
15:45 Ji Erxeniyê bo Meşa Cûdî bang kirin
15:36 Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn
15:29 Sancar li Qereçobanê bang kir: Dê gel demokrasiyê ava bike û dawî li rejîma despot bîne
15:21 Li Kercewsê dozgerê hewl da întîhar bike birîndar bû
15:12 Dozger xwest ku kujerê malbata Dedeogûllari Lutfu Keleş bê berdan
14:43 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Bila girtiyên nexweş bên berdan
13:42 Nûnerê DBP’ê yê Mêrsînê Încî hate girtin
13:29 ‘Şahid’ îfadeya xwe red kir û Turkoglû hate berdan
13:09 Di pevçûnên navbera Azerbaycan-Ermenistanê de zêdetirî 200 leşker hatin kuştin
13:09 Sancar serdana Şaredariya Qereçobanê kir
12:57 DFG û MKGP: Em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne
12:24 Emîne Şenyaşar: Bila dozger dozê ne li min lê doza nexweşxaneyê veke
11:59 Doza Demîrtaş ji bo parastinê hat taloqkirin
11:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:42 Bavê wê anîbûn li ber HDP’ê: Fermandara YJA-Starê Laçîn jiyana xwe ji dest da
11:12 Meşa ber bi Cûdî ve: Em ê qirkirina tê kirin raxin ber çavên raya giştî
10:55 Jinên ermen xwe bi xweparastinê birêxistin dikin
10:34 Turkdogan: Em ê ji bo ‘mafê hêviyê’ di nava hewldanan de bin
09:52 Çavdêrê Siyasî Kerîmî: PDK saziyeke dewleta tirk e
09:46 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Talan, şer û tecrîd girêdayî hev in
09:32 Reuters: MÎT û Îstîxbarata Sûriyeyê li Şamê civiyan
09:19 Ciwanên enternasyonalîst: Niha dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
09:04 Rojnameger Ozdemîr: Rizgariya Iraqê bi rêya sêyemîn pêkan e
09:02 'Ha darek hat birîn ha mirovek hat qetilkirin'
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'YAN
15/09/2022
19:00 Tifaqa Ked û Azadiyê: Xwezaya Kurdistanê ne bi tenê ye
18:12 Li Colemêrgê operasyona eskerî hat destpêkirin
16:31 Bozdag: Em ê rewşa Aysel Tugluk sibe nîqaş bikin
16:27 Nobetên Edaletê: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
16:25 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Berpirsyar desthilatdariya siyasî ye
15:49 Bersûcê cînayeta Kurkut: Heke bersûcên rast bihatina guhdarîkirin niha her tişt aşkera bûbûya
15:41 HDP’ê têkildarî tundiya li Guzelê hatibû kirin, gilî kir
15:23 Danişîna Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:20 Doza Apê Mûsa: Ji bo me nexelas!
15:06 DÎSK û SES’ê li Amedê çalakî li dar xist
14:38 Sercerdevanê bersûc got ‘me li ser navê dewletê kuşt’
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir