Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin

  • rojane
  • 09:08 15 Îlon 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Hilbijartiyên Şirnexî bal kişandin ser qirkirina daran a li Cûdiyê didome û hemû kesên xwezaparêz û çandparêz vexwendin meşa ber bi Cûdiyê ve ku dê di 17'ê Îlonê de bê lidarxistin.
 
Bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 17'ê Îlonê de bi dirûşmeya "Em li dijî wêrankirina şer û talankirina xwezayê dimeşin" ber bi Çiyayê Cûdiyê ve meşek bê lidarxistin. Hevşaredarên HDP’î yên Silopiya, Cizîr û Hezexê bertek nîşanî qirkirina daran dan û bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin vê meşê.
 
‘ÊRIŞA LI SER HÊVIYA GEL'
 
Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan destnîşan kir ku Çiyayê Cûdiyê di dîrokê de pêşengtiya çandan kiriye û got ku qirkirina daran li Cûdî, Gabar û Bestayê talan e. Fîdan anî ziman ku talankirina xwezaya Botanê di heman demê de qirkirineke li dijî çand û hebûna gele jî. Fîdan wiha domand: “Cihên ku îro talana xwezayê lê pêk tê, ew cih in ku di salên 90’î de bi şewitandina gundan hatin valakirin. Maên gel hatin şewitandin û gel bi darê zorê hat koçberkirin. Daristanên wan gundan, dîroka gel bû. Niha ew dîroka ji gel mayî tê tunekirin. Dema ku em li bûyeran dinêrin, em dibînin ku hewl didin ku dîrok û hafizeya kurdan tune bikin. Vê yekê ji bo tunekirina hêviya gel ku dibêjin 'roj bê em ê vegerin' dikin. Em vê qetlîama li ser çand û nirxên civakê tê kirin qebûl nakin.”
 
Fîdan destnîşan kir ku divê her kes beşdarî Meşa Cûdiyê bibe ku dê di 17’ê Îlonê de li dijî talankirina xwezayê pêk bê û wiha got: “Em dixwazin jin pêşengiya vê meşê bikin. Ji ber ku herî zêde dilê jinan diêşe. Ji Stenbol, Çanakkale, Amed û Wanê divê her kes ber bi Cûdiyê ve bimeşe. Dema xweza tê talankirin divê her kes bêyî cihêkarî bertekên xwe nîşan bide."
 
‘HINCETA EWLEHIYÊ'
 
Piştre Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavlûk axivî û wiha got: “Ev 100 sal in çiyayên me bi vî rengî tên talankirin. Ev asîmîlasyon û talankirina xwezayê di heman demê de qetlîama li dijî hebûna gelê me ye. Bi salan e bi navê 'ewlehiyê' hewl didin ku erdnîgariya me talan bikin. Li aliyekî bi hinceta 'ewlehiyê' xwezaya me talan dikin, li aliyê din jî li heman cihî mîhrîcanan li dar dixin. Dibêjin tu pirsgirêkên ewlehiyê nîn in. Nexwe çima li cihên ku mihrîcanan li dar dixin û ji bo wê dibêjin 'pirsgirêka ewlehiyê nîn e', xwezaya me qir dikin?"
 
Şavlûk bibîr xist ku dema li rojavayê Tirkiyeyê şewatek biçûk jî çêdibe bi helîkopter û agirkujan seferberî tê ragihandin û wiha got: “Lê dema ku mijar dibe herêma me, pratîkeke cuda rû dide. Em bang li hemû ekolojîst û xwezahez dikin; Hûn li ku ne? Darên Şirnexê qey ne dar in? Ger hûn bera jî xwezahez bin, hûn ê li ber talana li vir rabin. Em bang li her hmû eksên xwedî wijdan dikin ku di 17’ê Îlonê de li cem me bin. Ger em bi hev re bertekê nîşan nedin wê xwezaya me bi temamî bê talankirin. Divê em li dijî vê qetlîama sîstematîk rabin."
 
‘ÊRIŞA LI SER HEBÛNA GELÊ KURD E'
 
Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin destnîşan kir ku talankirina xwezaya herêmê ne derî polîtîkayên şerê taybet e. Kûtlû anî ziman ku talana li herêmê dewama polîtîkaya tunekirina fizîkî ya gelê kurd e û wiha got: “Hêleke din a êrişên li ser vîna gelê kurd, talankirina erdnîgariya gelê kurd e. Niha li erdnîgariya Kurdistanê talaneke mezin a xwezayê pêk tê. Ger li cihekî xweza bê talankirin, li wir jiyan ne pêkan e. Xweza ji bo mirovahiyê jiyan e. Gel bi vê xwezayê xwe xwedî dike. Lê îro bi navê 'ewlehiyê' Kurdistanê talan dikin. Em kiryarên vê talanê şermezar dikin. Ez bang li şirîkên vê talanê dikim; Dîrok wê hesabê talankirina xwezaya Kurdistanê bipirse. Ji bo 3 quruş pereyan şirîkantiya vê talanê dikin. Ev gel heqê xwe li wan helal nake. Werin em ber Cûdiyê ve bimeşin û pêşî li ber van polîtîkayên qirker bigirin."
 
‘EM Ê DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
 
Hevşaredarê Hezexê Murat Şen ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin wiha got: "Bêyî xwezayê jiyan ne pêkan e. Lewma divê em xwezaya xwe biparêzin. Ne tenê xwezaya Botan û Kurdistanê, hemû xwezaya cîhanê ji bo me girîng e. Li ku dibe bila bibe, ger talaneke xwezayê hebe, em ê li dijî wê rabin. Li Botanê qadên daristanî yên mezin hene. Bi taybetî jî Besta, Cûdî û Gabar cihên me yên daristanî ne. Lê belê di van salên dawî de bi taybetî li van herêman birîna daran bi awayekî cidî tê kirin. Bi hinceta 'ewlehiyê' dikin. Lê belê, ew armanc dikin ku ji vir dahatê bi dest bixin û hin beşên ku nêzî wan in dewlemend bikin. Ji bo vê jî xwezaya gelê kurd talan dikin. Di 17’ê Îlonê de ji bo parastina xwezaya xwe, em ê meşeke girseyî li dar bixin. Em dixwazin ku her kes tevlî meşê bibe û li dijî polîtîkayên qirêj ên li Botanê tên meşandin bertekên xwe nîşan bidin.”
 
‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN TALANÊ'
 
Hevşaredara Hezexê Songul Erden jî ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin wiha got: “Li tevahiya Botanê polîtîkayeke talanê tê meşandin. Wêneyê herî mezin a talankirina xwezayê qirkirina daran e. Ji aliyekî ve darên tên birîn ji bo xwe dikin bazirganiya rantê, li aliyê din jî armanc dikin ku herêmê ji mirovan xalî bikin. Ev polîtîka tenê ne ji bo herêma Botanê, li tevahiya Kurdistanê tê meşandin. Pêşî di salên 90'î de gundên me talan kirin û gelê me neçar kirin ku koçî bajaran bikin. Niha jî xwezaya me talan dikin. Pêwîst e hemû gelê me di 17’ê Îlonê de mil bidin milê hev û li dijî vê talanê dengê xwe bilind bikin. Em destûrê nadin ku dewlet bi vî rengî xwezaya me talan bike. Ji ber vê em her kesî vedixwînin meşa ber bi Cûdiyê ve."

Sernavên din

18/09/2022
09:01 Ferît Şenyaşar: Pirtûka 'Adalet'ê xulaseya qîrîna malbata me ye
09:01 Îdare dixwaze mazgalên deriyên hucreyan bigire
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2022'YAN
17/09/2022
22:04 Zeraq li ser 'Rengê Hebûnê' axivî: Duzimanîbûn ji bo me mirin e
18:27 Ji bo tevlî Meşa Cûdiyê nebin 11 saetan hatin sekinandin
16:51 Amînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve hate qetilkirin bi girseyî hate veşartin
16:46 Li Cûdî bertek nîşanî tecrîd, talan û şer dan: Rêya me rêya azadiyê ye
16:42 Li Dîlokê qirkirina xwezayê hat şermezarkirin
16:36 Di lêpirsîna derheqê kesên tev li Nobeta Edaletê bûyîn de biryara neşopandinê hat dayîn
16:19 Îşkenceya li Guzelê hate kirin bi gotina ‘fikra kesayetî ye’ hate îadekirin
16:01 ‘Bila girtiyên nexweş Ozkan, Yaşar û Durmaz bên berdan’
15:39 Bi hezaran kes li dijî şer û talanê li Cûdî ne
15:15 'Pêngava Mirovî û Ewlehiyê' ya li Kampa Holê bi dawî bû
14:43 Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag re got: Daxwaza me edalet e
14:36 ‘Biryara demborînê nîşaneya rizîbûna polîtîkaya hiqûqê ye’
14:19 Sîbel Balaç sewqî Lijneya Tenduristiyê hate kirin
14:10 ANF: 5 HPG’î di êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan
13:59 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Gundem pirsîn
13:40 HDP dê li Egeyê bi gel re bicive
13:30 Kalê 84 salî bi gopalê xwe tev li Meşa Cûdî bû
12:27 Di navbera Tacîkîstan û Kirgizîstanê şer derket
12:11 Ji alîgirên Amedsporê re doza 'nerabûna ser piya ya Sirûda Îstîklalê’ hate vekirin
12:01 Kesê jê re digotin ‘ji tîma sûîqestê ye’ boyaxvanê emniyetê derket
11:42 Jina êzdî ya li Kampa Holê hatiye rizgarkirin: Ez ê ji bo azadiya jinên êzdî bixebitim
11:20 Du baskên Meşa Cûdî gihiştin hev: Em destûr nadin bêmirovbûnê
10:12 Ji bo 16 rojnamegeran serî li AYM’ê dan
10:06 Şampiyonên herêmê yên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût li Silopiya ne
09:45 Îsraîlê ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir: Herî kêm 5 leşker hatin kuştin.
09:44 Kilinç ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:30 Li bajarê pîşesaziyê Dîlokê tu kes ji şertên jiyanê ne razî ye
09:02 Delîla Suham Şengalî: Jinan bi Neteweya Demokratîk xwe ji nû ve afirand
09:02 Ji ber tirşiyê ceza li girtiyan hatiye birîn!
09:01 ‘Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê hatiye tescîlkirin'
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:51 Ji Serhedê ber bi Cûdî ve ketin rê
16/09/2022
21:20 Li Kercewsê dozger xwe kuşt
20:44 Sancar malbata Hakan Arslan ziyaret kir
20:37 Lî Sîlopiyayê 8 kes serbest hatin berdan
20:09 Greva birçîbûnê ya li Kiriklarê didome: Girtî zihîf bûne
19:53 Li Kerboranê jinek hat qetilkirin
17:40 Olûç: HDP ne qufil, mifte ye
17:05 Name ji rojnamevanên girtî re şandin: Em ê vê taritiyê ji holê rakin
16:54 Li Stenbolê 9 kesên daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikirin hatin binçavkirin
16:53 ÎKK a TMMOB a Amedê: Bila îhaleya firotina taxê bê betalkirin
16:08 Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê
15:53 Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê: Ji bo parastina sînoran hemû planên pêwîst amade ne
15:45 Ji Erxeniyê bo Meşa Cûdî bang kirin
15:36 Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn
15:29 Sancar li Qereçobanê bang kir: Dê gel demokrasiyê ava bike û dawî li rejîma despot bîne
15:21 Li Kercewsê dozgerê hewl da întîhar bike birîndar bû
15:12 Dozger xwest ku kujerê malbata Dedeogûllari Lutfu Keleş bê berdan
14:43 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Bila girtiyên nexweş bên berdan
13:42 Nûnerê DBP’ê yê Mêrsînê Încî hate girtin
13:29 ‘Şahid’ îfadeya xwe red kir û Turkoglû hate berdan
13:09 Di pevçûnên navbera Azerbaycan-Ermenistanê de zêdetirî 200 leşker hatin kuştin
13:09 Sancar serdana Şaredariya Qereçobanê kir
12:57 DFG û MKGP: Em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne
12:24 Emîne Şenyaşar: Bila dozger dozê ne li min lê doza nexweşxaneyê veke
11:59 Doza Demîrtaş ji bo parastinê hat taloqkirin
11:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:42 Bavê wê anîbûn li ber HDP’ê: Fermandara YJA-Starê Laçîn jiyana xwe ji dest da
11:12 Meşa ber bi Cûdî ve: Em ê qirkirina tê kirin raxin ber çavên raya giştî
10:55 Jinên ermen xwe bi xweparastinê birêxistin dikin
10:34 Turkdogan: Em ê ji bo ‘mafê hêviyê’ di nava hewldanan de bin
09:52 Çavdêrê Siyasî Kerîmî: PDK saziyeke dewleta tirk e
09:46 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Talan, şer û tecrîd girêdayî hev in
09:32 Reuters: MÎT û Îstîxbarata Sûriyeyê li Şamê civiyan
09:19 Ciwanên enternasyonalîst: Niha dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
09:04 Rojnameger Ozdemîr: Rizgariya Iraqê bi rêya sêyemîn pêkan e
09:02 'Ha darek hat birîn ha mirovek hat qetilkirin'
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'YAN
15/09/2022
19:00 Tifaqa Ked û Azadiyê: Xwezaya Kurdistanê ne bi tenê ye
18:12 Li Colemêrgê operasyona eskerî hat destpêkirin
16:31 Bozdag: Em ê rewşa Aysel Tugluk sibe nîqaş bikin
16:27 Nobetên Edaletê: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
16:25 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Berpirsyar desthilatdariya siyasî ye
15:49 Bersûcê cînayeta Kurkut: Heke bersûcên rast bihatina guhdarîkirin niha her tişt aşkera bûbûya
15:41 HDP’ê têkildarî tundiya li Guzelê hatibû kirin, gilî kir
15:23 Danişîna Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:20 Doza Apê Mûsa: Ji bo me nexelas!
15:06 DÎSK û SES’ê li Amedê çalakî li dar xist
14:38 Sercerdevanê bersûc got ‘me li ser navê dewletê kuşt’
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin