HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin

  • rojane
  • 14:18 12 Îlon 2022
  • |
img
MELETÎ - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û şandeya pê re serdanên xwe yên li Meletiyê didomînin. Di serdanê de Gunay diyar kir ku ew ê çareseriyê bi hev re peyda bikin û bi ruhê demokrasiyê ava bikin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Meletiyê bi gel re civiya. Şandeya ku Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz jî di nav de bû, ji ewil çû serdana esnafên li navçeya Battalgazî. 
 
‘MIROV NIKARIN PARIYEKÎ NAN BIBIN MALÊN XWE’ 
 
Di dema serdana şandeyê de esnafan qala zehmetiyên dikişînin kir. Esnafan bal kişand ser qeyrana aborî û gotin; “Bêkarî gelek zêde bûye û em nikarin bixebitin. Bi zor û zehmet em debara xwe dikin. Kesek nikare pariyekî nan bibe mala xwe. Lewma tundiya di nava malê de zêde bûye û aramiya me nema ye.” 
 
‘ÇEWLIK BI TEMAMÎ SEKINÎ YE’ 
 
Yek ji welatiyên cotkar di dema serdanê de wiha ji şandeyê re got: “Dewlet alîkariyê nade cotkaran. Em deyndar bûne û ketine ber îcrayê. Avê nadin me lê heqê avê ji me distînin. Heke li welatekî cotkar tune bin, ew welat pêş nakeve. Cotkarî bi tevahî xelas bûye. Em heqê xweha eniya xwe nawergirin. Em nikarin once biçînin û şîrê sewalên xwe jî bi belaşî difiroşin. Ji ber deynên xwe me sewalên xwe firotin. Esnafên vê derê nikarin bixebitin. Dewlet piştgiriyê nade.” Şandeya ku gazincên esnaf û welatiyan guhdarî kir, da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê dê bi rola xwe rabin. 
 
'HDP HÊZA XWE JI GEL DIGIRE’ 
 
Piştî serdana esnafan, şande li taxa Serîntepeyê bi gel re civiya. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li vê derê bersiva pirsgirêkên welatiyan da û wiha got: “Em ji gelên Tirkiyeyê hînî siyasetê bûn. HDP, hêza xwe ji gel digire. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî em bi xwe bawerin. Desthilatdariya heyî berê civakê dide hev û hewl dide faşîzma xwe ava bike. Her du tifaq jî tiştekî cuda nabêjin gelên Tirkiyeyê. HDP’ê jî di Rêya Sêyemîn de dimeşe. Bi dînamîkên cuda yên Tirkiyeyê re em hatin ba hev û tifaqa demokrasiyê mezin dikin. Em ji vê rewşa heyî aciz in. Em baş pê dizanin ku hewceye em çareseriyê bi hev re bibînin û bi ruhê demokrasiyê ava bikin. HDP, hêviya gelên Tirkiyeyê ye. Sebahat Tuncel li Meletiyê gelek ked da û em ê vê keda wê hîn mezintir bikin.” 
 
‘EM Ê SERÎ BI VAN BIDIN TEWANDIN’
 
Parlamenter Necdet Îpekyuz jî anî ziman ku kesên digotin ‘em ê qedexeyan û xizaniyê bi dawî bikin’, bûn kesên herî qedexeker û wiha bi dawî kir: “Xizanî anîn vî welatî. Yên bi gustîlê hatin, bi sermayeyeke mezin ji gel qut bûn. Tehemûla dengê gel nakin. Her deverê pêşkeş dikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê dibêje ewlehî û bi vê hincetê dengê muxalîfan qut dike û budçeya welat ji bo şer û pevçûnan vediqetîne. Em ê bi saya têkoşîna gel bi van serî bidin tewandin.” 
 
Serdanên şandeyê yên li bajêr berdewam in. 
 

Sernavên din

15/09/2022
10:03 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê
09:28 Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin
09:08 Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin
09:07 ‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'
09:05 Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
09:04 Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe
09:02 Hunermendên Botanê: Em qedexeyan esas nagirin
09:01 Ciwanê kurd ê li qişleya eskeran êrişî wî kiribûn sûcdar hat hesibandin!
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'YAN
14/09/2022
22:18 Elqeyeke mezin ji bo konsera Koma Herayê
19:41 'Hevdîtina bi Ocalan re dê bi kêrî Tirkiyeyê bê'
17:36 Li Amedê mirineke biguman
16:50 Di pirtûka Selimnâmeyê de peyva ‘Kurdistan’ sansûr kirin
16:29 Nobeta Edaletê: Heta tecrîd ranebe demokrasî pêk nayê
15:59 Rojnamevan Aygul hate berdan
15:44 Gunay: Civakên Tirkiyeyê mecbûrên du tifaqan nînin
15:38 Li Erxevanê elewî civîyan: HDP deriye heqîqet, edalet û azadiyê ye
15:28 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da
14:56 Komîsyonên HDK’ê û HDP’ê yên Ekolojiyê: Em ê di 17’ê îlonê de li Cûdî bin
14:54 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî talana ekolojiyê em dengê xwe bilind bikin
14:43 Doza rojnamegeran ji ber guhertina şandeyê hat taloqkirin
14:42 Rapora Girtîgeha Eregliyê: Girtî di odeyên yekkesî de tên ragirtin
14:08 Serokê Giştî yê Dev Îşçî-Senê Orûç hate binçavkirin
14:07 Ji 22 welatan 350 parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Malbata Şenyaşar: Yên ku di nava soza wan de edalet neyî bila nebin namzetên desthilatdariyê
12:43 Li Sûrê avahiyên nû pêşkeşî kargehên bazirganiyê hatin kirin
12:33 Malbatên girtiyan: Em ji bo girtiyan çareseriyê dixwazin
12:25 'Meşa Cûdî dikare bibe gava hevpar a têkoşîna ekolojiyê’
11:55 Şamî: Pêngava li Kampa Holê heta digihije armanca xwe dê bidome
11:46 HDP bi kedkarên çapemeniyê re civiya
11:39 Li Silopiyayê 5 kes hatin binçavkirin
11:38 Gundiyên ku ev 4 sal in bi tankêran avê dikêşin: Ne bi xema MARSÛ’yê ye
11:21 Li wesayîta karkerên kurd da û ji bo xwe xelas bike got ‘terorîst hene’
10:53 Nivîskar Çelîk: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê astengkirin
10:31 Mezrayên Cizîrê di bin dorpêça polîs û leşkeran de ne
10:19 Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê çi diqewime?
10:15 Çalakiya xwendekaran a ‘Sîwana me asîman e’ di roja 4’an de didome
10:06 Di navbera Azerbaycan-Ermenistanê de şer: 99 leşker hatin kuştin
09:57 Niştecihên mezraya Bîra Zeynayê heqê ceyrana neyî didin
09:35 Berdevka YPJ'ê Mihemed: Cîhan tenê temaşe dike
09:30 Li quntarê Bestayê çêkirina dimsê dest pê kir
09:01 Jinên HDP'î: Feraseta ku jinê û xwezayê qetil dike heman feraset e
09:00 Ji jinên Behra Reş banga ji bo Meşa Cûdî
09:00 Bi hezaran kes dê li dijî talankirina xwezayê berê xwe bidin Cûdî
09:00 SPT li Tirkiyeyê ye: Biçin çavkaniya tecrîd û îşkenceyê Îmraliyê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2022'YAN
13/09/2022
19:50 Belavkirina stranên kurdî sûc hat hesibandin!
19:08 Gunay: Em ê bi gel re Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin
17:38 Bijîşk ji girtiyê nexweş re ne nexweşî ‘sûcê’ wî pirsî!
17:32 Rêxistinên Hawirdorê: Talana li Wan û Colemêrgê taleneke tirsnak e
17:07 Projeya avahiyên komelî ya Erdogan: Girtîgeha Tîpa Sûrê!
16:54 Du kesên pere ji DAIŞ’ê re dişandin hatin girtin
16:47 WHO: Rîskeke mezin heye ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
16:45 Tirkiyeyê kolberek qetil kir
16:26 YNK: Ji bo namzetiya serokkomariyê me û PDK’ê hêj li hev nekiriye
16:19 Nobeta Edaletê: Bila wezareta dadê berpirsyariya xwe pêk bîne
16:12 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê bang kirin
15:33 Doza DÎAY-DER'ê: Şahidê nepen nehat danişîn hate taloqkirin
15:32 Ji bo Meşa Cûdî bang: Werin em xwezaya xwe bi hev re biparêzin
15:09 Şandeya HDP’ê li Xarpêtê ye: Em ê pirsgirêkan çareser bikin
15:01 Ji bo Meşa Cûdî ya li dijî qirqirina ekolojiyê bang kirin
14:52 Greva birçîbûnê ya Kiriklarê ket roja 17’an: Bêhiqûqî tê rewawkirin
14:47 Doza Emîne Şenyaşar hat taloqkirin
14:33 Parêzerên Doza Kobanê: Bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin
14:05 Wezaretê hejmara rojnamegerên girtî neda: Ev agahî raya giştî eleqedar nake
13:55 ÎSÎG: Di 8 mehan de hezar û 202 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:44 Mîçotakîs bersiv da Erdogan: Di berbangê de em li benda hatina we ne
13:35 Dozger ji bo rojnamevan Onver ceza xwest
13:28 Bulbul: Dewlet li dijî elewiyan sûcên sîstematîk dike
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:04 Tevî biryara dûrxistinê hebû jî jinek hate qetilkirin
12:53 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş yên li ber mirinê berdin
12:39 Li nexweşxaneyê 35 rojan bikelemçekirî ma û ÎHÎK’ê salek piştre got; ‘binpêkirin tune ye’
12:38 ‘Divê serdana MÎT’ê ya li Iraqê bê lêkolînkirin’
12:30 Piştgirî dan Emîne Şenyaşar a tê darizandin
12:01 PDK bo artêşa tirk rê û çeperan çêdike
11:53 4 xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
11:30 Rojnameger Sînan Aygul hat girtin
11:20 Li Aydinê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin
10:53 Lêpirsîna têkildarî qetilkirina Bîlgîn bi dozvenekirinê biencam bû
10:49 Berwarî bertek nîşanî perçekirina nexşeyê da: Tu welatên serbixwe vê bêrêziyê qebûl nakin
10:31 30 sal ne bes bû 3 mehên din jî ceza lê birîn
10:20 Parêzer Çakas: Divê CPT ji bêhiqûqiya Îmraliyê re bêje 'na'
09:41 Rojnamevanê ji ber ‘rojnameya qedexe’ dan peydakirin wê ji nû ve bê darizandin
09:38 DEDAŞ’ê û leşkeran bi ser gund de girtin
09:14 Xelkê Şirnexê li dijî talana xwezayê banga tevlibûna Meşa Cûdî kir
09:01 Li Balayê karkeriya demsalî: Şer, koçberî, xizanî û piştevaniya jinan
09:00 Dengbêj Silêmanê Şirnexî yê felc bûye dixwaze cardin wekî berê bistrê
09:00 Keça Apê Mûsa: Rojnamevanên li ser rêça bavê min tên girtin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2022'YAN
12/09/2022
23:27 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan