Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê

  • rojane
  • 09:02 12 Îlon 2022
  • |
img
ÊLIH - Midûrê dibistanê Omer Çakir ku ji xwendekarên kurd re heqareta “bêeslno” kiribû, piştî demekî kin dîsa li navenda Êlihê hate peywirdarkirin. 
 
Midûrê Dibistana Amedehî ya Petrol Anadoluyê Omer Çakir, heqaretên weke “Bêesilno, xayînên welat” li xwendekarên kurd kiribû. Piştî ev gotinên wî hatin parvekirin, peywira wî ya midûrtiya Dibistana Amadehî ya Petrol Anadoluyê hate bidawîkirin û şandin Dibistana Amadehî ya Anadoluya Pîşeyî û Teknîkî ya Qubînê. Demekî kin piştre dîsa li dibistaneke din a li navenda bajêr weke  midûr hate peywirdarkirin. Midûrê navborî bi gotinên weke “Walî hevalê min e” gef li malbatên xwendekaran jî xwaribû. Hat zanîn ku lêpirsîna derheqê Omer Çakir de hêj xelas nebûye û di sala nû ya perwerde û hînkirinê de weke midûrê Dibistana Navîn a Cengîz Topel a li navenda Êlihê hate peywirdarkirin. 
 
EGÎTÎM SEN’Ê BERTEK NÎŞAN DA
 
Serokê Şaxa Komeleya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Êlihê Nûrettîn Şîmşek bertek nîşanî tayînkirina mamosteyê nîjadperest da. Şîmşek, anî ziman ku raporên derheqê şexsê navborî de ne tenê girêdayî vê bûyerê ne û wiha got: “Daşirên dibistanê bi zanebûn venake, zextê li xwendekaran dike, li gorî wext û pîvanên xebatê tevnagere û hal û hereketên ne hêjayî meqama karmendiyê dike. Li gel ku ev rewşa wî tê zanîn û hatiye îspatkirin jî tu ceza lê nehatine birîn.” 
 
Bi domdarî Şîmşek da zanîn ku Omer Çakir bi gotinên weke “Walî hevalê min e” gef li malbatên xwendekaran xwariye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi tayînkirina wî re ev gotina wî jî hat piştrastkirin. Nayê qebûlkirin ku midûrê nîjadperestiyê dike dîsa li dibistaneke navendê were peywirdarkirin.” 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Midûrê Dibistana Amedehî ya Petrol Anadoluyê Omer Çakir ku endamê Ocaxên Ulku yê MHP’ê û Cîgirê Serokê Şaxa Turk Egîtîm Sen a Êlihê ye, salek berê ji xwendekarên ku Sirûda Îstîklalê nexwendîn re heqaretên weke “Bêesilno, xayînên welat” kiribûn. Piştre jî Çakir ji xwendekaran re got “Xayînên welat” û xwendekar bi saetan li derve ber hewayê sar hiştibû. Di heman demê de Çakir bi navê walî gef li malbatên xwendekaran ên li dijî wî derketin jî xwaribû. Piştî ku rewşa heyî bi raya giştî re hate parvekirin, Midûriyeta Perwerdeyê ya Neteweyî ya Bajêr ji bo lêkolînkirina bûyerê daxwaza mufettîş kiribû. Xwendekar, malbatên xwendekaran û cîgirên Midûriyeta Dibistana Amadehî ya Petrol Anadoluyê A.I. û M.S. jî îfade dan mufettîş û ev îdia piştrast kirin. 
 
Dema lêpirsîna derheqê bûyerê de didomiya, endamên Sendîkaya Yekitiya Perwerdekaran (Egîtîm Bîr Sen) û Midûrê Şaxa Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Êlihê Abdussamet Oral hatibûn dibistanê û gef li cîgirên midûr xwaribûn. Oral ku xwe weke “komîserê siyasî” yê hikûmetê pênase kir, ev gef xwarin: “Ez bi sîfetekê fermî nehatime vê derê. Ez bi awayekî nefermî li vê derê me. Berpirsyarê Perwerdeya Neteweyî yê Bajêr ez im. Tenê ez dikarim biryarê bidim bê ka dê çi çawa bibe. Ez ê pirsan bikim û neşterê lê bixim. Hûn kî ne ku daxwaznameyê didin. Beriya ku hûn daxwaznameyê bidin, ji ewil dê bên cem min. Dê agahî bidin min. Jixwe we derheqê hevalê min de xeletî kir. Tu di lîsteya min a reş de yî. Dê kesek nekare te ji nava lepên min xelas bike.” 
 
Cîgirên Dibistana Amadehî ya Petrol Anadoluyê A.I. û M.S. ku gefa “Bêesilno, xayînên welat” piştrast kirin, sirgûnî Heskîf û Hezoyê hatibûn kirin. 
 
Li hêla din Çakir jî ji ber lêpirsîna didomiya, weke midûr tayînî navçeya Qubînê hatibû kirin. 
 

Sernavên din

12/09/2022
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan
15:14 Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin
14:56 Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
14:45 Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve
14:32 Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ
14:18 HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin
13:55 Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke