DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne

  • rojane
  • 09:02 12 Îlon 2022
  • |
img
AMED - Li mezraya Nasirka ya gundê Aqika ya navçeya Pasûrê bi salaye av nîne. Li gel ku av ji mezrayê re nayê dayîn jî DÎSKÎ bi sala ye pereyê avê li niştecihan dibire. 
 
Li piraniya deverên bakurê Kurdistanê pirsgirêka avê heye. Li gel ku li mezra, gund, bajarok, bajar û navçeyan pirsgirêka avê heye jî, ev pirsgirêk bi tu awayî nayê çareserkirin. Ev yek dike ku şêniyên Bakur zehmetiyên mezin bibînin. Yek ji van mezrayan jî mezraya Nasirka ya gundê Aqika yê Pasûra Amedê ye. Li mezraya navborî 40 mal hene û ev bû 4 sal ku bêav in. Şêniyên mezrayê bi motoran diçin gundên nêz û bi derfetên xwe ava xwe tînin. Lê bi ji ber bihabûna sotemeniyê, derfet rê nadin ku şênî pêdiviya xwe ya avê pêşwazî bikin. Li hêla din Rêveberiya Av û Binesaziyê ya Amedê (DÎSKÎ) li gel ku ev 4 sal in avê nade mezrayê jî heqê avê ji şêniyên wê distîne. Şêniyên mezraya Nasirkayê têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn. 
 
‘EM FATUREYÊN AVA KU NAYÊ DAYÎN DIDIN’ 
 
Ji niştecihan Orhan Taş da zanîn ku Rêveberiya Bajar 15 sal berê depoya avê li mezraya wan çêkiribû û wiha got: “Lê 7 salan qet av nedan me. Heft sal piştre jî ava me ji Sîvrîcê anîn. Lê belê ew av xelas bû û ev 4 sal in em bê av in. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê me gelek caran serlêdan kirin lê encamek jê derneket. Ev bû 4 sal ku av nayê dayîn lê ji me re fatûreyên avê dişînin. Min fatûreya avê neda lewma deynê min dane îcrayê. Em ji devereke 10 km’an dûr avê bi tankeran tînin gund. Hem avê nadin û hem jî fatûreyan li me dibirin. Em 400 TL’an heqê wesayîtê didin. Yên ku derfetên wan neyî jî neçar dimînin ku sewalên xwe bifiroşin. Êdî em şerm dikin ji yekî re bibêjin bo me bi tankerê avê bîne. Çend kesan ji ber vê mişkîleyê ji mezrayê bar kir. Min jî hemû sewalên xwe firotin. Heke wiha bidome ez jî dê bar bikim. Ji ber tunebûna avê em nikarin çandiniyê bikin. Darên me çandin jî hişk bûn. Ji ber ava bi tankeran, zarokên me nexweş dibin.” 
 
‘BERÊ ŞEWITANDIN Û NIHA JÎ BÊAV DIHÊLIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Taş destnîşan kir ku bêavhiştina gundan jî têkiliya xwe bi polîtikaya dewletê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên berê de gund di şewitandin û vala dikirin. Niha jî gel neçar dikin ku ji gundên xwe derkevin. Midûrê DÎSKÎ’yê yê Pasûrê heqaret li min kirin û got; ‘Hûn terorîstin lewma em avê nadin we.’ Çima ji me re dibêje terorîst? Berê gundên Kurdistanê dişewitandin û niha jî bi bêaviyê gel neçarî koçberiyê dikin.” 
 
MIDÛRÊ DÎSKÎ’YÊ: EM AVA WE ÇÊNAKIN
 
Têkildarî mijarê yek şêniyên din ê mezrayê Nasir Taş jî axivî. Taş, da zanîn ku ev 4 sal in fatûrayên ava bi kar ne anîn didin û wiha pê de çû: “Em kirine abone lê ava me tune ye. Ev çar sal in av nayê dayîn lê fatûreyan dibirin. Em gelek caran ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê çûn DÎSKÎ’yê. Lê midûrê wê got; ‘Em ava we çênakin.’ Ne motor û ne jî wesayîta me tune ye. Lewma wesayîtê kirê dikim û ji 10 km’an dûr avê tînim. Em neçar dimînin ku her roj sewalên xwe bibin devereke avî ya 5 km’an dûr. Em êdî li ber barkirinê ne. Ne em dikarin çandiniyê bikin û ne jî sewalkariyê. Darên me tevek hişk bûn.”
 
‘BILA PIRSGIRÊKA ME ÇARESER BIKIN’
 
Ji şêniyan Gulistan Taş jî got ku ji ber nebûna avê nikare firaq, kinc û paqijiyê bike û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber nebûna avê em nikarin bi makîneyê cilan bişon. Em firaqên xwe her du rojan carekê dişon. Ji ber nebûna avê me sewalên xwe firotin. Hefte ser re derbas dibin ku em nikarin serê zarokên xwe bişon. Em nikarin paqijiya malê jî bikin. Daxwaza me ew e ku rêyeke bibin vê pirsgirêka me ya avê.”

Sernavên din

12/09/2022
23:27 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan
15:14 Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin
14:56 Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
14:45 Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve
14:32 Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ
14:18 HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin
13:55 Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan