Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus diyar kir ku bûyera Xelîfanê dê aloziyên di nava gelê kurd de kûrtir bike û wiha got: “Heke PDK partiyeke kurdistanî be, divê nebe şirîkê dewleta tirk û danûstindinên di navbera kurdan de xurt bike. Em di fînala şer de ne û hewceye rê li ber van aloziyan were girtin û kurd tifaqa xwe xurtir bikin.”
 
Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê êrişên berfireh dan destpêkirin û ev êriş bênavber didomin. Di çarçoveya hevkariya bi Tirkiyeyê de, PDK’ê di 6'ê îlonê de li nêzî bajarokê Xelîfan a Soran a Hewlêrê komeke endamên HPG’ê dorpêç kir. Piştî dorpêçkirinê, Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ên Tirkiyeyê êrişî endamên HPG’ê kir. Di encama êrişê de 2 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan û 3 jî bi birîndarî ketin destê hêzên PDK’ê. Ji ber vê bûyerê, gelemperiya raya giştî ya kurd bertekên tund nîşanî PDK’ê dan. Têkildarî mijarê Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus bi ajansa me re axivî. 
 
Ahmet Karamus anî ziman ku bûyera ku li Xelîfanê qewimî dê zirareke mezin bide destkeftiyên gelê kurd û wiha got: “Ji bûyera dawî ya li Xelîfanê qewimî diyar dibe ku Tirkiye ketiye nava aloziyeke mezin. Êdî nikare li dijî berxwedana PKK’ê şer bike. Lewma bi dek û dolaban hewl dide kurdan ji hev parçe bike. Ji bo hêzên Başûr nêzî xwe bike, di nava hewldanan de ye. Dixwaze berê kurdan bide hev û bi hev bide şerkirin. Ji dîrokê ve bi mebesta lawazkirina hêzên kurd serî li vê rêbazê da ye. Bûyera dawî kurd gelek xemgîn kirin. Bêguman ev ne cara yekemîne bûyereke weke ya li Xelîfanê diqewime. Gelek caran bûyerên bi vî rengî rû dan.”
 
‘TIRKIYE DAXWAZ DIKE KU HERÊMÊ DAGIR BIKE’
 
Bi domarî Karamus anî ziman ku bûyerên mîna ya li Xelîfanê aloziyên di navbera kurdan de kûrtir dike û wiha pê de çû: “Ev bûyer, aloziyên heyî ber bi nakokiyên mezin ve dibe. Bûyerên bi vî rengî ne di berjewendiyên gelê Kurdistanê de ne. Li dijî vê kar û xebatên me her û her berdewam dikin. Bangawaziya me ew e ku gelê kurd bi awayeke tund li hemberî van êrîşan û provakasyonan helwesta xwe nîşan bidin. Em baş dizanin ku îro li tevahiya Iraqê jî rewşeke gelek aloz heye. Di vê rewşa aloz de hikûmeta Federal a Kurdistanê û hin aliyên cuda jî hene. Dewleta tirk ji pirsgirêkên ku herêmê derdikeve sûd digire. Li tevahiya Iraqê û başûrê Kurdistanê ew armanc û daxwaz dike ku herêmê dagir bike û hêzên xwe bi cih bike. Li dijî vê em weke KNK xebatên xwe didomînin. Li gel sazî û dezgehên herêmê hevditinên xwe berdewam dikin. Em di vî warî de kar û xebateke berfireh didin meşandin."
 
'ŞERÊ TUNEKIRINA STATÛYA KURDAN DANE DESTPÊKIRIN'
 
Bi domdarî Karamus destnîşan kir ku hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re herêmê ber bi aloziyeke mezin ve dibe û wiha berdewam kir: “Ev ne cara yekeme ku PDK hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re dide nîşandan. Salek beriya niha li heman herêmê ji şervanên HPG'ê re  kemîn danîbûn û hêj niha jî aqûbeta wan kesan nediyare. Girtine yan hatine kuştin, kesek pê nizane. Lê dîmenên dawî yê li herêma Xelîfanê hatine dîtin û agahiyên ku me ji xelkê herêmê girtine diyar dikin ku PDK êdî bi awayeke aşkere li gel dewleta tirk tevdigere û piştgiriyê dide. Ev êdî ji aliyê xelkê herêmê ve jî bi aşkere tê ditin. Me gelek caran bi raya giştî re jî parve kir ku em bi tu awayî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re rast nabînin. Pêwîst dibînin ku PDK dev ji vê hevkariyê berde. Ji ber ku hevkariya PDK'ê û şerê dewleta tirk herêm xistiye rewşeke geleke aloz. Ji Heftanînê bigirin heta Zapê, dewleta tirk şerekî berfireh li hemberî tevgera kurd daye destpêkirin. Şerê dewleta tirk li hemberî deskeftî û statûya gelê kurd e. Şerê tunekirina statûya gelê kurd daye destpêkirin. Ji xwe re hevalbend çêkirine û weke şerekî li hemberî terorîzmê nîşan didin. Rayedarên PDK'ê jî bi daxuyaniyên xwe daxwazên Tirkiyeyê dubare dikin. Di her daxuyaniyê de dibêjin; 'Tu pirsgirêka Tirkiyeyê bi gelê kurd re tune ye û pirsgirêka wan bi PKK'ê re heye.' Ev helwesta wan nayê qebûlkirin.”
 
'HEVKARIYA WAN BERFIREH DIBE'
 
Di bedewamê de Karamus diyar kir ku hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re di demên dawî de berfirehtir bûye û ev nirxandin kir: “Partiyeke Kurdistanî ku dibêje em destkeftiyên Kurdistanê diparêzin, van daxuyaniyan dide û em pê xemgîn dibin. PDK bi devê dijmin, bi polîtîkaya dijmin, bi siyaseta dijmin û bi stratejiya dijmin tevdigere. Divê ev daxuyaniyên bi vî rengî ji aliyê partiyeke ku dibêje 'ez partiyeke Kurdistanî me' neyên dayîn. Em dibînin ku hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re di gelek mijaran de berfirehtir û kûrtir bûye. Rê li ber dewleta Tirkiyeyê vedike, agahdar dike û dem bi dem jî li pêşiya hêzên PKK'ê kêmînan datîne. PDK êdî ne bi veşartî bi aşkerayî hevkariya xwe bi Tirkiyeyê nîşan dide. Bûyera ku li Xelîfanê çêbûye metirsiyeke mezin xistiye nava gelê kurd. Ew dê bibe sedem ku li Kurdistanê şerekî navxweyî dest pê bike. Ev daxwaza dewleta tirk e. Dewleta tirk armanc dike ku di vî şerê 6 mehan de her cureyê çekan, her êrişeke ku di asta navdewletî de nayê qebûlkirin, bike. Dewleta tirk êdî bi çekên kîmyewî jî neraziye û ew bi xwe dibêje,' em çekên taktîk nûkleer bi kar tînin.' Ev çek jî versiyoneke çekên atomî ye.Bi vî awayî êrişên xwe berfireh dike."
 
'DI NAVBERA DEWLETÊN KOLONYALÎST DE PEYMAN HAT ÎMZEKIRIN'
 
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus bi lêv kir ku di nava dewletên kolonyalîst de peymaneke li dijî tunekirina gelê kurd hatiye îmzekirin û PDK'e jî bûye amûrê vê peymanê. Karamûs, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiyeyê li dijî sivîlên herêmê jî bombardiman pêk anî. Ev jî di qada navdewletî de nayê qebûlkirin. Lê mixabin bi destê PDK'ê û hikûmeta Iraqê pêşî li vê hat girtin û ji rojevê xistin.Ev ji aliyê stratejîk ve zirar û ziyaneke mezin dide tevgera gelê kurd. Her wiha di demên dawî de dibînin ku li Iraqê lawaziyeke mezin heye. Ev lawaziye hem di nava hikûmeta navendî de û hem jî ya herêmê de heye. Li Iraqê li hemberî dagirkeriya dewleta tirk bertekeke xurt çêbûbû. Di pêvajoyeke ku berteka li dijî Tirkiyeyê ewqasî zêde ye de PDK wê siyaseteke çawa bimeşîne? Sed mixabin ku bersiva vê pirsê tune ye. Polîtîkayên PDK'ê yên parastina dewleta Tirkiyeyê em rewa nabînin. Pêwîste ku PDK siyaset û stratejiya dewleta tirk fêm bike. Ji bo ku ewlekariya neteweyî mîsoger bikin, dixwazin ku vê herêmê bixin bin kontrola xwe. Heke PDK welatparêz be, divê li hemberî van hewldanên Tirkiyeyê bibe xwedî helwest û di nava gelê kurd de rêya diyalog û danûstandinan veke.”
 
‘HEVKARIYA BI TIRKIYEYÊ RE HEWLDANA TUNEKIRINA KURDAN E’
 
Ahmet Karamus, daxuyand ku parastina Tirkiyeyê ne di berjewendiyê Kurdistanê de ye û ev tişt anî ziman: “Heta niha me gelek bangawaziyên diyalogê kirin lê mixabin her carê PDK'ê ji van bangawaziyên me re guhên xwe girtin. Lê KNK di vê daxwaza xwe de xwedî helwest û xwedî israr e. Divê ku sazî û dezgehên kurd bibin xwedî însîyatif ku pêşî li hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re bigirin. Heke hesteke kurdewarî di PDK'ê de hebe pêwîste li hemberî dewleta tirk bisekine û hevkariyê neke. Em vê hevkariya dewletên kolonyalîst ya li dijî gelê kurd weke înkar û tunekirinê bi nav dikin. Di nava xwe de van dewleta peymaneke stratejîk îmze kirine û di vê peymana stratejîk de tê diyar kirin ku her çar dewletên dagirker Îran, Tirkiye û Iraq derfetê nedin statûya gelê kurd. Divê em bi hevre bi stratejiyeke neteweyî li hemberî vê peymanê jî bisekinin."
 
'EM DI FÎNALA ŞER DE NE'
 
Karamus axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xebatên me yên li dijî hewldanên parçekirina tifaqa gelê kurd berdewam in. Me heta niha encamên xurt bi dest xistine. Xebatên me yên cur bi cur berdewam dikin. Di astên cuda cuda de jî statûya gelê kurd hatiye qebûlkirin û hêj tê nîqaşkirin. Heke gotin cih de be, em niha di fînalê de ne. Dijminên gelê kurd ev baş fêm kiriye. Yek ji vê jî dewleta tirk e. Dewleta tirk bi xwe jî vî şerî weke şerê man û nemanê şîrove dike. Ji ber wê jî her derfetekê bi kar tîne. Yek ji van jî ew e ku di navbera gelê kurd de aloziyan derbixîne. Di hevditinên ku em bi sazî û dezgehan re dikin jî dibînin ku li dijî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re nêrazîbûneke cidî heye. Ji vê hevkariyê acizin. Ji ber wê jî divê ku em hemû bibin yek helwest û li hemberî vî şerî bisekinin. Li ku kurdek azadiyê daxwaz bike dewleta tirk êriş dike û dixwaze ku tune bike. Ji ber wê jî em dibêjin ku em di şerê fînalê de ne. Ji bo bi serkeftî encam bibe, divê herkes bi erka xwe rabe û pêşiyê li vê hevkariyê bigire. Em amadene ku pirsgirêkên navxweyî çareser bikin."
 

Sernavên din

12/09/2022
23:27 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan
15:14 Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin
14:56 Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
14:45 Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve
14:32 Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ
14:18 HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin
13:55 Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan