HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide

  • rojane
  • 14:25 11 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku ew ê di 12’ê Îlonê de li gelek navendan bi dirûşmeya “pişaftina li ser zimanê kurdî rawestînin” daxuyaniyan bidin û got: “Li dijî pişaftina ku sed sal e li ser zimanê kurdî berdewam dike em ê bibêjin ‘Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin’.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan wê têkildarî sala nû ya perwerdehiyê ku dê di 12’ê îlonê de dest pê bike wê li gelek navendan bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide. Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê û Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDP’ê dê bi daxwaza “perwerdeya bi zimanê dayikê” li Stenbol, Amed, Wan, Gever, Cizîr, Mêrdîn, Riha, Êlih, Çewlig, Dêrsim, Îzmîr, Edene û Mêrsînê bi dirûşmeya “li dijî bişaftinê perwerdeya bi zimanê dayikê” daxuyaniyan bidin û çalakiyan li dar bixin.
 
Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDP'ê û endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) Omer Ocalan li ser pişaftina li ser zimanê kurdî tê meşandin, girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û çalakiya ku ew ê pêk bînin nirxandin kirin. Ocalan da zanîn ku li Tirkiyeyê sed sal in li ser zimanê kurdî polîtîkayeke bişaftinê tê meşandin. 
 
‘TIŞTA KU NETEWEKÊ DIKE NETEW ZIMAN E’
 
Ocalan, destnîşan kir ku tişta netewekê dike netew ziman e û got: “Di bingeha netewbûn û civakbûnê de ziman heye. Ji ber vê yekê bandora ziman a li ser pêşvebirina mirovan û manewiyata wî girîng e.”
 
TÊKOŞÎNA GELÊ KURD A SED SALAN
 
Ocalan, bi bîr xist ku ji bo ku kurdî ji holê ranebe berê li Kurdistanê koçberî li gelê kurd dihate ferzkirin, li gelek bajarên kurdan gelên cüdan hatin bi cih kirin û wiha berdewam kir: “Gelê kurd li dijî vê politikaya li ser wî tê ferzkirin bi sedan salan e têdikoşe. Zimanekî ku gelek diaxive, heta di fermiyetê de neyê qebûlkirin, di dibistanan de neyê xwendin wê bi ji bîr kirinê re rûbirû bimîne. Di saziyên fermî an jî dibistanên dewletê de kurdî bê qedexekirin û pêşveçûna wî were astengkirin wê demê bi pişaftinê re rûbirû dimîne.”
 
 
DIVÊ PERWERDEHIYA AKADEMÎK BÊ DAYÎN
 
Ocalan, diyar kir ku li Tirkiyeyê bişaftin li pêşdibistanan dest pê dike û bi lêv kir ku heta gelek malbat xwe bi xwe zarokê xwe asîmîle dikin û bişaftin heta nava malan hatiye. Ocalan da zanîn ku sedemê vê yekê neqebûlkirina zimanê kurdî ya weke fermî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ziman, nasname û navê kurd nayê qebûlkirin. Di demên hilbijartinan de behsa kurdan û zimanê kurdî dikin. Heta Wezîrê Karê Hundir bi muzîka kurdî re li Amedê govendê jî digerîne lê zimanê kurdî bi awayekî fermî nayê naskirin. Divê ev rastî bê zanîn. Zimanê kurdî tenê ji bo gerandina govendê an jî guhdarkirina muzîkê nîne. Divê bi awayê akademîk perwerdehî bê dayîn. Ji bo zimanê kurdî pêş bikeve divê bibe zimanê perwerdehiyê.”
 
BANGA TÊKOŞÎNA POLÎTÎK 
 
Ocalan, bang kir ku lingê herî girîng ê têkoşîna kurdan li dijî bişaftina zimanê kurdî ye û wiha lê zêde kir: “Hinek derdikevin dibêjin ‘tu karê me bi siyasete nîne tenê dixwazin zimanê kurdî pêş ve biçe’. Tişteke wisa nîne. Ev hevok xwe xapandine. Daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê bi xwe daxwazeke polîtîk e, sekneke polîtîk e. Ji ber vê yekê divê têkoşîneke polîtîk bê meşandin. Têkoşîna ku HDP îro dimeşîne ev e. Em weke HDP gelek girîngiyê didin perwerdehiya bi zimanê dayikê. Ji bo bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn em ê têbikoşin. Em jî dê weke komîsyon vê xebatê bidomînin.”
 
'DIJMINATIYA LI DIJÎ ZIMANÊ KURDÎ BI RENGEKÎ SÎSTEMATÎK TÊ KIRIN'
 
Ocalan, da zanîn ku heta zimanê kurdî nebe zimanê perwerdehiyê, wê bi tunebûnê re rûbirû bimîne û wiha domand: “Bi tenê li malê, li kolanê, li dawetan, li cenazeyan bikaranîna kurdî têrê nake. Lazim e ev sazîbûyîn be. Heta ku nasnameya kurdan neyê qebûlkirin ziman jî nayê qebûlkirin. Gava qeyûm hatin tayînkirin, ewilî êrîşî zimanê kurdî kirin. Dijminatiya li zimanê kurdî carna bi rengekî vekirî û carna jî bi rengekî sîstematîk bi rengekî veşartî tê kirin. Niha kursên kurdî yên bijarte hene. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya li dijî kesên dibêjin, ‘Kurd nîne, zimanê wî nîne, zimanê wî zimanê şaristaniyê nîne’ ev maf bi dest xist. Li Tirkiyeya ku bi milyonan kurd lê dijîn, layiqî dersa bijarte tên dîtin. Ev ji bo dewletê cihê şermê ye. Ji bo me destkeftiyek be jî. Dibe ku sibê dewlet bi mewzuatekê rake. Kurdî bikare weke dersên bijarte were hilbijartin jî vê carê bi gotinên weke ‘mamoste nîne, kesên hildibijêrin kêm in an jî nikare derseke din hilbijêr e’ bi astengiyan re rûbirû dimîne. Gelek lîstik tên lîstin û ji bo ku dersên bijarte neyên hilbijartin teşwîq nayên kirin. Divê her netew, her gel bi zimanê xwe yê dayikê bikaribe biaxive û perwerde bibe.”
 
‘EM BI KURDÎ BIAXIVIN Û BINIVÎSÎN’
 
Ocalan, xwest ku kurd xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin û got: “Bişaftin bidome jî divê em li her qada jiyanê bi zarokên xwe re kurdî biaxivin û binivîsin. Li axa Kurdistanê hişmendiyeke mêtîngeriyê ya çawa were rêvebirin li ser zimanê kurdî jî polîtîkayeke wisa tê birêvebirin. Erdogan, dema diçe Almanyayê dibêje bi hezaran tirk li wir dijîn divê bi zimanê tirkî perwerdiya ziman bê dayîn lê li Tirkiyeyê bi milyonan zarokên kurdan tên pişaftin. Ev ji bo kurdan mînakeke girîng e. Bila kurd li ser vê baş bifikirin, Erdogan bi xwe jî dibêje ‘heta ku zimanê dayikê nebe netewek nikare li ser pêyan bisekine’. Ev ne di demokrasiyê de ne di nirxên mirovahiyê de ne jî di ola îslamê de nayê qebûlkirin.”
 
GEL VEXWEND ÇALAKIYAN
 
Ocalan, gelê kurd vexwend çalakiyên di 12’ê Îlonê de bi daxwaza “perwerdehiya bi zimanê dayikê” li gelek navendan bên lidarxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî pişaftina ku sed sal e li ser zimanê kurdî berdewam dike em ê di 12’ê îlonê de bi gotina ‘Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin’ em ê bêjin ‘Pişaftin a li ser zimanê kurdî rawestînin’. Em hemû gelê xwe vedixwînin daxuyaniya xwe. Em ji bo pêşvebirina ziman û çanda kurdî xebatên xwe bidomînin.”
 
MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

12/09/2022
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan
15:14 Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin
14:56 Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
14:45 Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve
14:32 Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ
14:18 HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin
13:55 Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke