NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê li gundê Behreva yê Xanesorê bi SÎHA’yê êrişî wesayîteke YBŞ’ê kir.
Tirkiyeyê bi Balefira Biçek û Bêmirov (SÎHA) li gundê Behrevaya bajaroka Xanesorê, nêzîkî baregeha leşkerî ya artêşa Iraqê, êrişî wesayîteke leşkerî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê wesayîta leşkerî 2 caran li ser hev hatiye hedefgirtin.
Tê payîn ku YBŞ dê di saetên pêş de têkildarî êrîşê daxuyaniyekê bide.