‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’

  • rojane
  • 09:01 11 Îlon 2022
  • |
img
AMED - Serokê Komeleya Hewldana 78'an a Amedê Huseyîn Bariş ku yek ji şahidên Darbeya 12'ê Îonê ye, diyar kir ku armanca 12'e Îlonê tasfiyekirina Tevgera kurd bûye û wiha got: "Berxwedana li zindana Amedê armanca 12'ê Îlonê berovajî kir."
 
Di 12’e Îlona 1980’an de bi serkêşiya Serfermandarê Artêşa Tirk Kenan Evren li Tirkiyeyê darbeya leşkerî pêk hat. Li gorî hêjmarên fermî, di pêvajoya darbeyê de 650 hezar kes hatin binçavkirin û ji van 230 hezar kes li dadgehên leşkerî hatin darizandin. Li girtîgehan jî bi îşkenceyê nêzî 300 kes hatin kuştin û 48 kes jî hatin darvekirin. Piştî darbeyê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rêvebiriya awarte hat îlankirin û derketina dervayî welêt hat qedexekirin. Partiyên siyasî û sendîka hatin girtin. Darbe tevgerên çepgirên ên wê demê tasfiyê kir û derbeke giran li qada demokratik xist. Li bakurê Kurdistanê jî bi armanca tasfiyekirinê li dijî Tevgera Apocî êrişeke dijwar hat destpêkirin. Armanca tasfiyekirina Tevgera Apocî bi çalakiya rojiya mirinê ku Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek dabûn destpêkrin berovajî bû. Piştî vê çalakiyê Tevgera Apocî bi awayekî xurt xwe bi rêxistin kir û bi navê Tevgera Azadî ne tenê li bakurê Kurdistanê li metropolên Tirkiyeyê jî belav bû. 
 
10 SALAN ÎŞKENCE LÊ TÊ KIRIN
 
Serokê Komeleya Hewldana 78'an a Amedê Huseyîn Bariş ku yek ji şahidên Darbeya 12'ê Îonê ye, di 16’ê gulanê 1981’an de li Merdînê tê binçavkirin û piştî 2 mehan tê girtin. Bariş 10 salan di Zindana Hejmara 5’an a Amedê de girtî dimînê. Bariş, derbarê arbeya 12’e Îlonê û pêkanînên wê de ji ajansa me re axivî û nirxandinan kir. Bariş, da zanîn ku 10 salan di Zindana Hejmara 5’an a Amedê de girtî maye û wiha qala wan rojan kir: "Sedema girtina min ne diyar bû. Bi îftirayê ez girtim. 45 sal ceza li min birîn. Her tim ez li mahkemeyan digerandim. Min bi çend hevalên min re sirgûnî Girtîgeha Amasyayê kirin. Li Amasyayê mehek di bin işkence de mam. Li wir em jî tev li greva birçîbûne ya mirinê bûn. Lê di di 22'ê mijdara 1990'î de di roja 33’emîn a di gireva birçîbûnê de ez û 4 hevalên xwe em hatin berdan."
 
‘DARBE BI DESTÊ AMERÎKAYÊ PÊK HAT’
 
Bariş, bi lêv kir ku ji avabûna Komara Tirkiyeyê ve  dewlet bi darbeyan xwe bi rê ve dibe û ev tişt anîn ziman: "Dema rêveberan nikaribûne dewletê bi rê ve bibin mekanizmaya darbeyê derketiye pêş. Darbeya 12’e Îlonê bi destê Amerika pêk hat. Amerîka her tim şekil daye Tirkiyeyê. Ji ber vê polîtikayên Tirkiyeyê jî giredayî Amerikayê ne.  Darbeyê bandorêk mezin li civakê kir. Berî darbeyê rexistin, sendîka û tevgerên civanan hebûn. Ji ber vê jî di nav civakê de jî hêşyariyek hatibû çêkirin. Bi bandora wê hişyariyê hem karkeran hem jî xwendakaran xwe bi rêxistin kirin. Ev jî nedihat hesabê dewletên emperyalist, taybetî jî Amerîkayê. Ji ber vê jî darbeya lêşkerî dan destpêkirin. Berî darbeyê hem di milê aborî de hem jî li dijîi zextên li ser civakê nerazîbûnek hebû."
 
‘ZINDANA AMEDÊ NAVENDA ÎŞKENCEYÊ BÛ’
 
Bi domdarî Bariş, anî ziman ku piştî darbeyê li tevahî bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dewletê navendên îşkenceyê çêkiriye û wiha pê de çû: "Li bakurê  Kurdistanê Amed kiribûn navenda îşkenceyê. Ew ekiba îşkencekar a Esat Oktay li Qibrisê anîn Amedê û weke berpirsyar tayîn kirin. Weke silindirekî bi ser gelê kurd de derbas bûn. Hejmar 5'an a Zindana Amedê taybetî ji bo îşkenceyan çêkirin. Nezî hezaran sempatîzan û kadroyên PKK'ê di hûndirê wê zindanê de hatin girtin. Di nav 10 salan de 50 hezar însan jî di wê îşkencexaneyê de derbas bûn. Li gorî daneyên fermî, di zindana Amedê de 37 kes hatin kuştin lê li gorî civakê û kesen ku di zindanê de mane jî 56 kes hatine kuştin. Di zindana Amedê de 24 seatan îşenkence hebû. Seat di 01:00’e şevê yan jî berê sibehê dihatin. Yanî dengê qêrîniyê heta erş diçû. Wahşet û hovitiyek mezin li zindana Amedê hebû. Wê demê qala Vîetnam, Îran û gelek zindanan dikirin lê yek jî weke zindana Amedê nebû. Îşkence, destdirêjî, heqeret û hwd. Hemû hovitî li hemberî vê civakê kirin."
 
BERXWEDANA MEZIN
 
Bariş, destnîşan kir ku li dijîi zext û îşkenceyan berxwedanEk mezin li Zindana Amedê hatiye nişandan û ev tişt gotin: "Bi pêşengiya Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 14’e Tîrmeha 1982’an de rojiya mirinê ya mezin pêk hat û piştî wê çalakiyê serhildanek mezin çêbû. Piştî wê çalakiyê Tevgera Kurd bi rêxistinêk xurt şerê lêşkerî da destpêkirin. Armanca wan ew bû ku Tevgera Kurd tasfiyê bikin lê bi wê berxwedanê rêya civakê vebû û heta îro li çar parçeyên Kurdistanê Tevgera Kurd tekoşîna xwe dimeşîne. 42 sal berê destek kes bûn lê niha ew destek kes bûne milyon û li çar parçeyên Kurdistanê û hemû dinayayê belav bûne. Ev berhema berxwedana Zindana Amedê ye."
 
PÊKANÎNÊN 12’E ÎLONÊ BI AKP-MHP'Ê BERDEWAM DIKIN’
 
Di dawîya axaftîna xwe de Bariş, destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP'ê pêkanînên 12’e Îlonê bi awayekî kurtir li ser civaka Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê dîmeşînin û wiha got: "Îro pergal tevahî bûye dewleta çete. Îro dewlet qanûnên xwe nas nake. Zarok û jin tên kuştin. Kesen ku 80 salî ne edî nikarin bimeşin û wan dikin zindanan. Girtiyên nexweş bernadin di zindanan de jiyana xwe ji dest didin. Tevî ku 30 salên wan qediyaye jî girtiyan bernadin. Pêkanînên 12’e Îlonê îro bi destê desthilata AKP-MHP'ê bi awayekî dijwartir û kûrtir berdewam dikin."
 
Mahmût Altûntaş / MA
 

Sernavên din

12/09/2022
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan
15:14 Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin
14:56 Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
14:45 Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve
14:32 Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ
14:18 HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin
13:55 Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke