Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê

img
COLEMÊRG - Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Colemêrgê ji bo Meşa Çiyayê Cûdî ya dê di 17’ê îlonê de bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin. 
 
Li dijî talana ku bi mehane li herêma Botanê berdewam dike Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê di 17’ê îlonê de bi dirûşma “Em li Dijî Hilweşîna Şer û Talana Xwezayê Dimeşin” ber bi Çiyayê Cûdiyê ve meşekê li dar bixin. Rêxistinên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Colemêrgê ji bo tevlibûna Meşa Cûdiyê li avahiya HDP’a Colemêrgê civîna çapemeniyê lidarxistin. Rêveberên ÎHD, OHD, KESK, DÎSK, ekolojist û gelek kes beşdarî civînê bûn. Di civînê de, Hevseroka HDP’a Colemêrgê Humeyra Armut bi tirkî û rêveberên HDP’ê Kadîr Şahîn jî bi kurdî daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
Kadîr Şahîn destnîşan kir ku erdnîgariya Kurdistanê seranserî dîrokê ji hêla dagirkerên ku xwe weke serwer dibînin ve hatiye dagirkirin û xwezaya wê hatiye talankirin û got: “Lê îro qirkirin di asteke jortir de û bi rêbazên qirêjtir berdewam dike. Taybetî bi desthilatiya AKP’ê re faşîzm li her qadê belav û qirkirin jî kûrtir bûye. Êrişên li ser dîrok , çand û xwezayê gihîştine asta herî hovane, bi polîtîqayên ku armanca wan tunekirina bîrê ye, êrişî gelê kurd dikin.”
 
‘LI SERANSERÎ KURDISTANÊ DAR TÊN BIRÎN’
 
Şahîn diyar kir ku weke encama pêkanînên polîtîqayên şer û bi pergalê bi berdewamkirina şewata daristanan, pergala ekolojiyê tê tunekirin û wiha axivî: “Tevî ku bi rojan şewata daristannan berdewam dike, ji bo tefandinê tu tiştî nakin. Di ser re jî hemwelatiyên ku dixwazin vî agirî bitefînin  asteng dikin. Ji ber polîtîqayên nîjatperest, daristanên ku li Kurdistanê tên şewitandin di çapemenî û medya civakî de cih nagrin, şewata daristanên Kurdistanê ji hêla rêxistinên qaşo ekolojîparêz ve tê şolîkirin, ji ber vê yekê  dengekî xurt dernakeve. Piştî bi şewatê tunekirina daristanan, îro qirkirin gihîştiye astên cudatir. Di serî de li Şirnexê, bi giştî li seranserê Kurdistanê daran dibirin. Hebûnên ku hêmanên bingehîn yên ekolojiyê ne bi pêkanînên şer, her roj li ber çavên me tên tunekirin. Êrîşên tunekirinê yên bi dehsalan in berdewam dikin, îro bi nêrîna rantxwariyê, weke perçe ji laş jê bikin, daran tevî kokên wan ji axê vediqetînin û dibin bajarên cuda difiroşin.”
 
BANGA JI BO MEŞA CÛDΠ
 
Şahîn bi lêv kir ku kesên li dîroka, çanda, nirx û li xwezayê xwedî derdikevin ji bo jiyan bi dawî nebe 17’ê Îlonê li Cizîrê bên cem hev bang  welatiyan kir û axaftina xwe wiha dawî kir: “Ekolojî bi civak, daristan, hewa, av û axa xwe heye. Em bi heqîqeta xwe ya civakî  ji bo jiyanê dengê xwe bilind dikin. Ji bo meşa ku bi şiyara ‘ li dijî talan û qirkirinê meşa azadiyê’ ji cizîrê ber bi cudiyê ve, jin, ciwan, komele, rexistinên civakî yên sivîl, sendîka, ode, partiyên siyasî û bang li hemû  gelên Kurdistan û Tirkiyê dikin ku bên Cizîrê.” 
 
Sazî û dezgehên ku metna daxuyaniyê îmze kirine wiha ne: “HDP, DBP, ÎHD, OHD, KESK û DÎSK.”
 
‘DESTHILATA FAŞÎST QIRA XWEZAYÊ TÎNE’ 
 
Parlamentera HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede ji bo qirkirina xwezeya Kurdistanê bê sekinandin ji bo Meşa Cûdiyê bê lidarxistin banga beşdariyê li hemû welatiyên Colemêrgê kir û wiha got: “Ji aliyê desthilata faşîst û dagirker ve wek însanî, zindî û xwezayî jiyanek lê holê tê rakirin. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê ev desthilata faşîst bi HES’an û di bin navê lêgerîna madenê de talankirina xwezeyê pêk tîne. Di serî de dixwazin çand û xwezaya Kurdistanê li holê rakin. Em jî, ji bo ku ev talan bê sekinandin li dijî polîtîqayên şer li Çiyayê Cûdî li hev bicivin û wan pêkanînan bidin sekinandin.”
 
 

Sernavên din

12/09/2022
23:27 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan
15:14 Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin
14:56 Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
14:45 Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve
14:32 Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ
14:18 HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin
13:55 Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan